Sêşem, 21 Nîsan 2026
  • Ji Bo Min
  • Favoriyên Min
  • Tomarên Min
  • Dîtinên Min
  • Blog
Video
Podcast
Zindî
Arşîv
Neşeriya Çalakiyan
Stêrk TV
  • DESTPÊK
  • ROJANE

    Di lêpirsîna Gulistan Doku de serbjîşkê wê demê Ozdemîr hat girtin

    Ji aliyê Stêrk TV

    Destwerdana bi zorê li girtiyê di greva birçîbûnê de

    Ji aliyê Stêrk TV

    DYE’yê welatiyên xwe hişyar kir: Neçin Iraq û Herêma Kurdistanê

    Ji aliyê Stêrk TV

    OHD: Di Newroza 2026’an de herî kêm 253 kes hatin binçavkirin, 63 jî hatin girtin

    Ji aliyê Stêrk TV

    DEM Partî li ber hewldanên ‘sîxurkirinê’ û ‘gefê’ yên li Îzmîrê rabû

    Ji aliyê Stêrk TV

    DEM Partî: Ji bo aştiyê pêwîstî bi çêkirina qanûnan heye

    Ji aliyê Stêrk TV
  • KURDISTAN

    Li Hewlêrê zarokan dayik û bavê xwe qetil kirin, cenazeyên wan mehekê li malê veşartin

    Ji aliyê Stêrk TV

    Di nobeta Mexmûrê de banga ji bo dewleta Tirk: Qanûnên xwe biguherîne

    Ji aliyê Stêrk TV

    Xezal Mewlan li ser gora xwe hat bibîranîn

    Ji aliyê Stêrk TV

    Encamnameya DBP’ê: Dem ne dema rawestanê, dema avakirinê ye

    Ji aliyê Stêrk TV

    Ji FEDA’yê li Zurichê çalakiya piştevaniyê

    Ji aliyê Stêrk TV

    YNK bersivek tund da ENKS’ê: Hûn nikarin di navbera parçeyên Kurdistanê de fîtneyê derbixin

    Ji aliyê Stêrk TV
  • JIN

    Meclisa Jinan a PYD’ê: Xezale Moylan bi helwesteke neexlaqî û nemirovî hat qetilkirin

    Ji aliyê Stêrk TV

    Jin ber bi Gemlîkê ve bi rê ketin: Bê Serok jiyan nabe

    Ji aliyê Stêrk TV

    Li Dersimê daxuyanî: Jin wê hesabê ji kujeran bipirsin!

    Ji aliyê Stêrk TV

    KJK: Li dijî êrişên mêr ê serwer, em bi ruhê seferberiyê tevlî têkoşîna parastinê bibin!

    Ji aliyê Stêrk TV

    ‘Min Sakîne nû fêhm kir’: Hevpeyvîna dawî ya bi Zeynep Cansiz re hate weşandin

    Ji aliyê Stêrk TV

    Rêxistinên jinan: ‘Qetlîamên jinan siyasî ne, bila rastî werin ronîkirin’

    Ji aliyê Stêrk TV
  • ÇAND Û HÛNER

    Nivîskara Kurd Meral Şîmşek beşdarî Festîvala Wêjeyê ya Munchenê dibe

    Ji aliyê Stêrk TV

    Peyamên hevgirtinê yên ji bo banga ‘Aştî û Civaka Demokratîk’ bû pirtûk

    Ji aliyê Stêrk TV

    Tev-Çand Ewropa hunermend Elî Mansûr bi bîr anî

    Ji aliyê Stêrk TV

    Hunermend Elî Mensûr jiyana xwe ji dest da

    Ji aliyê Stêrk TV

    Di Cannesê de 21 fîlm dê ji bo ‘Palmiya Zêrîn’ pêşbaziyê bikin

    Ji aliyê Stêrk TV

    Bi wesîleya rojbûna Rêber Apo konserek hate dayin

    Ji aliyê Stêrk TV
  • CÎHAN
  • YÊN DIN
    • Gotar
    • Civak
    • Rojava
    • Gotar
  • 🔥
  • HEMÛ BAJAR
  • BEHDÎNAN
  • AMED
  • STENBOL
  • ENQERE
  • QAMIŞLO
  • ROJEV
  • KOBANÊ
  • WAN
  • ŞENGAL
  • HESEKÊ
  • ŞIRNEX
  • MÊRDÎN
  • RIHA
  • LEZGÎN
  • ÊLIH
  • COLEMÊRG
Nûçeyên Lezgîn
Li Hewlêrê zarokan dayik û bavê xwe qetil kirin, cenazeyên wan mehekê li malê veşartin
Dewleta Tirk êrîşî sivîlên ku vegeriyan Serêkaniyê kir
Li Hewlêrê droneyek hate xistin
Îranê pêla binçavkirinê da destpêkirin
Li Çemçemalê zaroka ku êşkence lê hatibû kirin, jiyana xwe ji dest da
Dîtina TîpanAa
Stêrk TVStêrk TV
  • Kurdistan
  • Jin
  • Çand û Hûner
  • Cîhan
  • Rojava
  • Rojane
  • Cîhan
  • Civak & Ekolojî
  • Zanist
  • Ji Bo Min
  • Dîtinên Min
  • Tomarên Min
  • Favoriyên Min
Bigere
  • Kategorî
    • Kurdistan
    • Jin
    • Ciwan
    • Çand û Hûner
    • Cîhan
  • BAJAR
    • HEMÛ BAJAR
    • AMED
    • STENBOL
    • QAMIŞLO
    • ŞEHBA
    • REQA
    • WAN
  • JI BO TE
    • Ji Bo Min
    • Tomarên Min
    • Favoriyên Min
    • Dîtinên Min
  • RÛPEL
    • Podcast
    • Video
    • Wêne
    • Gotar
Hesabê we heye? Têketin
Me bişopîne
© Mafên belavkirinê li ba Stêrk TV parastî ne 2024. Hemû maf parastî ne.
Stêrk TV > Blog > Gotar > Berevajî kirina Rastîyê
Gotar

Berevajî kirina Rastîyê

Hesen QAZÎ
Hesen QAZÎ Dîroka nûkirinê: 13. Kanûn 2025 Dema xwendinê: 8 dq.
Parvekirin

Berevajî kirina Rastîyê

(Salên 1947–1948)

Çîrokên Kurdên Koçber ên Rojhilat û Başûrê Kurdistanê li Azerbaycana Sovyetê. 304(1)

Nivîsîn,wergerandin u amadekirin  Dr.Kamran Emîn Awe

Kurmancî kirin:Hesen Qazî

Berevajî kirina Rastîyê

(Salên 1947-1948)

Dîrok dibe bûyera ku dûrî îrade, xwestek, nerîn û şîroveyên me qewimiye û ji bo kesên berpirs ne rewa ye ku bi dilê xwe wê çêkin û tiştekî nû û dûrî rastiyê jê derxînin.Yek ji xalên herî giring ên nivîsandina dîrokê, nîşandana bûyerên siyasî û civakî û hwd. li gorî belge û îspatkirina mantiqî ya rastiyan e. Mixabin, gelek caran nakokî an berjewendiyên takekesî û partiyê, serdestbûna kîn an evîna zêde, tew nedîtin an nezanîna hemû alî û warên bûyerekê, bandorê li nivîsîn, encamgirtin û darizandina nivîskar dike.Derbarê jiyan û çarenivîsa Kurdên penaber ên başûr û rojhilatê Kurdistanê li Yekîtiya Sovyetê piştî hilweşîna Komara Kurdistanê di sala 1946’an de, ji bilî bîranînên nemir Zirar Silêman Beg Dergelêyî, çend berhemên bi belge yên nemir Dr. Efrasiyaw Hewramî û belgeyên ku birêz Hesen Qazî di malpera Ruwange de belav kiriye, zanyariyên balkêş li ber dest de nîn e. Mixabin ligel hebûna belgeyên giring û dîrokî di arşîvên komarên Sovyetê yên berê de, bi her sedemê be, ji aliyê Kurdan ve awirek wisa jê nehatiye dayîn. Bêguman karên wusa hewceyê kesên pispor û zana di warê dîrokê de ye, herwiha hebûna piştgiriyek madî ya berçav heye.Ew babetên ku kesên wekî Dr.Nusratullah Cihanshahluyê Efshar di kitêba “Serguzashtê Ma we Bîganêgan” de, Elî Şemîde di “Jiyannameya Şemîde” de, û Dr. Qadir Mehmûdzade di kitêba “Bîranîna ya Dr.Aso – Çehreya Mehabadê” de û heta radeyekê birêz Mesûd Barzanî di cilda yekem a “Barzanî û Tevgera Rizgarîxwaziya Kurd” de derbarê serpêhatî û çarenivîsa Kurdên penaberan li Yekîtiya Sovyetê û lihevhatin û nelihevhatina wan nivîsîne, ji aliyê dîrokî û kronolojîk ve yekalî û dûrî rastiyê ne û zêdetir li gorî dengûbas û bihîstiyên filan û bêvan hatine nivîsîn, di encamê de tijî nakokî ne û wekî çavkaniyên cihê bawerîyê  nayen hesbandin.Li gorî wan dengûbasan, guya Elî Gelawêj ji bo berhevkirina zanyariyan ji aliyê hukumeta Azerbaycana Sovyetê ve bi cil û bergên efserî hatiye şandin nav penaberên Barzaniyan, an bi gotina Mesûd Barzanî “kesên naskirî ji Kurdistana Îranê, bûne agêntê Baqirov û dezgehên veşartî heta bi dilê xwe wan bihejînin û bikin amûrê veqetandin û nelihevhatinê [di nav Kurdan de].” [Barzanî cilda 1 r. 236]Li vir li gorî wan faktan ku li ber dest in, awirekê didin ser dîroka hebûna Barzanî û Kurdên başûrî li Komara Azerbaycana Sovyetê, têkiliya Barzanî û Kurdên rojhilat heta dema şandina Kurdên başûr ji bo Uzbekistanê û paşê ew tometên ku dane ber Kurdên rojhilat û bi taybetî Elî Gelawêj.

Çûna nav babetê

Ji bo têgihiştineke baştir ji wan dengûbasan, pêwîst e bi kurtî awirekê bidin ser şêwaza wergirtin û awayê birêvebirina kar û jiyana penaberekî siyasî li Yekîtiya Sovyetê ya berê de.

Wergirtina penaberekî li Yekîtiya Sovyetê gelek cuda bû ji welatên kapîtalîst. Gava kesek bi veşartî mînak ji Îranê digihîşte axa Yekîtiya Sovyetê, ger ji aliyê partiyek an rêxistineke cihê bawerî ya Partiya Komunîst a Sovyetê wekî Partiya Tûdeya Îranê û Firqeya Demokrat a Azerbaycanê hatiba pejirandin, wekî penaber dihat wergirtin, lê di nebûna vê razîbûnê de,ji kesên ku daxwaza pena dikirin  pirsgirêk derdeket û dihatin girtin  u ji aliyê hêza sersinor ve, vedigerandin Îranê, an ger guman li wan bikira ku sîxurê Îran û emperyalîstan in, dişandin zîndan û kampên Asyaya Navîn û Sîbîryayê. Mixabin ev cure bûyer kêm nebûn û gelek kes bê belge û tenê bi hesêbê gumanê, canê wan ketiye metirsiyê. Ev cure serpêhatî di bîranînên kesên wekî Dr. Eta Sefewî,  Rehman Helewî, Dr. Qadir Mehmûdzade û gelek kesên din de reng daye.

Di raporekî veşartî yê Goskov de, serokê Komîteya Ewlekariya Dewletê ya Encumena Wezîran a Komara Sosyalîst a Azerbaycana Sovyetê behsa Ezîz Asefî xelkê Mehabadê wekî sîxurê Îranê hatiye kirin [Binihêre belgeya jimare 1]. Navbirî ku ji bo gihiştina jiyanekê ya aram û bextewer rû bi Yekîtiya Sovyetê kiribû, bi sedema tometeke wisa nerast, salên dirêj li kampên karê zorê yên Sovyetê ketiye çewisandin û neheqiyên zêde [Helewî 296 – 294].

Ew kesên ku penaberê wî welatî dibûn, zêdetir endam, kadr û rêberên partiyên çep û demokrat bûn û ji aliyê raman û şîroveyên xwe ve, Yekîtiya Sovyetê wekî dost û piştgirê çînên bindest ên cîhanê û tevgera karkerî û rizgarîxwaziya gelan didîtin.

Rêber û kadrên van partî û tevgeran jî li gorî baweriya xwe bi sosyalîzm û Partiya Komunîst a Sovyetê, ji bo çareserkirina piraniya pirsgirêkên navxweyî û navpartiyê, penayê dibirin ber ‘birayê mezin’.
Di nav partiyên komunîst ên eniya Sovyetê de, şêwirmendî û agahdarkirina partiya ‘birayê’ ji jiyana partiyê, guhertinên nav partiyê, pirsgirêkên navxweyî û hwd. karekî asayî bû. Ev halet heta dawiya sîstema ‘sosyalîzma hayî’ di sala 1991’ê de berdewam bû.
Di vê sîstemê de, pêkanîna xwestek û daxwazên endamekî partiya penaber an çareserkirina piraniya pirsgirêkên aborî û rojane yên penaberan bi kanala têkiliya rêberatiya û berpirsên wî partiyê bi berpirsên dewleta Yekîtiya Sovyetê re derbas dibû. Di wê haletê de, kesekî diyarkirî an komîteyeke partiyê, berpirsê gihiştina wan karan û têkiliya bi karbidestên Sovyetê re dibû.
Di nav partiyên komunîst ên eniya Sovyetê de, şêwirmendî û agahdarkirina partiya ‘birayê’ ji jiyana partiyê, guhertinên nav partiyê, pirsgirêkên navxweyî û hwd. karekî asayî bû. Ev halet heta dawiya sîstema ‘sosyalîzma heyî’ di sala 1991’ê de berdewam bû.
Di vê sîstemê de, pêkanîna xwestek û daxwazên endamekî partiya penaber an çareserkirina piraniya pirsgirêkên aborî û rojane yên penaberan bi kanala têkiliya rêberatiya û berpirsên wî partiyê bi berpirsên dewleta Yekîtiya Sovyetê re derbas dibû. Di wê haletê de, kesekî diyarkirî an komîteyeke partiyê, berpirsê gihiştina wan karan û têkiliya bi karbidestên Sovyetê re dibû.
Wisa tê xuyakirin ku penaber di serdema Stalîn de ji bo serdana bajarên din ên wekî Moskowê jî neçar bûn ku daxwaziya xwe heta astê rêberatiya Partiya Komunîst bişînin. Mînak di daxwaziyeke Rehîm Qazî û Elî Gelawêj di Sibata 1948’an de ji bo Baqirov hatiye nivîsîn:

didome…

YÊN HATINE ÊTÎKETKIRIN Hesen QAZÎ

Ji me agahî bistîne!

Eger tu bibî abone em ê nûçeyên lezgîn yekser ji maîla te re bişînin.
Eger tu bibî abone te we wateyê ku tu Polîtikaya Malpera Me dipejînî û dîsa tê wê wateyê ku tu Şert û Mercên me qebûl dikî. Tu kendî bixwazî dikarî ji abonetiyê derkevî
Çi Difikirî?
.0
.0
.0
.0
.0
.0
Nûçeya Berê 3’yemîn Kongreya Ciwanên Mexmûrê bi dawî bû
Nûçeya Pişt re ‘Hevala Azadî bi jiyan û taybetmendiyên xwe jineke Apoyî bû’
Nirxandinek Bike Nirxandinek Bike

Nirxandinek Bike Cancel reply

You must be logged in to post a comment.

Me Bişopîne!

Tu dikarî li ser gelek platforman rûpelên me bişopînî.
FacebookBiecibîne
TwitterBişopîne
PinterestPîn bike
InstagramBişopîne
YoutubeSubscribe
TiktokBişopîne
TelegramBişopîne
Google NewsBişopîne
LinkedInBişopîne
- Frekans -
Ad image
- Frekans -
Ad image

Navarokên Li Pêş

PAK: Îranê êriş bir ser hêzên me

PAK'ê diyar kir ku artêşa Îranê vê sibehê li Hewlêrê bi SÎHA û roketan êriş…

Ji aliyê Stêrk TV

DFG’ê rojnamevan Tepe, Abayay û Orhan bi bîr anî

DFG’ê rojnamevan Ferhat Tepe, Çetîn Abayay û Yahya Orhan ên ku ji aliyê dewleta Tirk…

Ji aliyê Stêrk TV

Li Humsê sivîlê 65 salî di êrîşekî çekdarî de hat qetilkirin

Li taxa Bab Sibaa ya Humsê, di encama êrîşa çekdarî ya ji aliyê du kesên…

Ji aliyê Stêrk TV

Ev jî di be ku bala te bikşînin

Rojhilata Navîn bi çi dikeve sala nû?

Ji aliyê Stêrk TV

Îmralî; Fenomenolojiya Gravê (12)

Ji aliyê Nurhaq GULBAHAR

Rûsya û Rêxistina Dewletên Tirkîaxêv

Ji aliyê Stêrk TV

Îmralî; Dahurandina pergalê ye -11-

Ji aliyê Nurhaq GULBAHAR
Ya Berê Ya Pişt re
Stêrk TV
Stêrk TV
Stêrk TV

Li Ser Şopa Heqîqetê

Stêrk TV kanaleke pirziman ya nûçeyan e. Zimanê sereke ya kanalê kurdî ye. Kanal bi van zimanan nûçeyan diweşîne; kurmancî, soranî, goranî, hewramî, dimilî û îngilîzî.

Facebook Twitter Youtube Rss Medium
Kategorî
  • Kurdistan
  • Rojane
  • Çand û Hûner
  • Cîhan
  • Jin
  • Civak & Ekolojî
  • Zanist
Rûpel
  • Têkîlî
  • Frekans
  • Derbarê me de
  • Şert û Merc
  • Rêgezên Malperê
  • Kar Xwestin
  • Kunye

© Stêrk TV. Hemû mafê wê parastîne

adbanner
AdBlock Asteng Dike
Malpera me de reklam hene, ji ber vê sedemê malpera me bixin listeya spî ya AdBlock'ê
Temam, ez ê li listeya spî zêde bikim
Hûn bi xêr hatin

Têkevin hesabê xwe

Te paroleya xwe jibîr kir?