Duşem, 12 Cotmeh 2026
  • Ji Bo Min
  • Favoriyên Min
  • Tomarên Min
  • Dîtinên Min
  • Blog
Video
Podcast
Zindî
Arşîv
Neşeriya Çalakiyan
Stêrk TV
  • DESTPÊK
  • ROJANE

    Îtiraza ji bo Saît Yildirim a li dijî taloqkirina tehliyeyê hate redkirin

    Ji aliyê Stêrk TV

    Ji DBP’ê û DEM Partiyê civînên gel: ‘Em ê bi hev re sedsala nû ava bikin’

    Ji aliyê Stêrk TV

    ÎHD’ê banga berdana girtiyê nexweş Celal Yildirim kir

    Ji aliyê Stêrk TV

    Îranê bi dronan êrîş bir ser navçeya Koye

    Ji aliyê Stêrk TV

    Komploya navneteweyî li Mîçûrînskê hate şermezarkirin

    Ji aliyê Stêrk TV

    Li gorî Fetî Yildiz pêvajo dê heta dawiya Mijdarê bi encam be!

    Ji aliyê Stêrk TV
  • KURDISTAN

    Aqûbeta 5 Kurdên li Baneyê hatine girtin nayê zanîn 

    Ji aliyê Stêrk TV

    Çalakiya nobetê ya li Mexmûrê bi biryardarî didome

    Ji aliyê Stêrk TV

    Nivîskarê Kurd Mehmed Ûzûn li ser gora xwe hate bîranîn

    Ji aliyê Stêrk TV

    ‘Têkoşîna me wê heta azadiya fîzîkî ya Rêber Apo dewam bike’

    Ji aliyê Stêrk TV

    Li Amedê qurbaniyên Komkujiya 10’ê Cotmehê hatin bibîranîn

    Ji aliyê Stêrk TV

    Bi girseyî çûn serdana taziyeya Reşat Eroglu yê PKK’î

    Ji aliyê Stêrk TV
  • JIN

    Ji çiyayên Kurdistanê peyama ji bo Kombûna Jinan a Navneteweyî

    Ji aliyê Stêrk TV

    Aynûr Sarica: Divê jin bibin hîmê damezrîner ê pêvajoya aştiyê

    Ji aliyê Stêrk TV

    ‘Li dijî provokasyonên li Hesekê divê em helwest nîşan bidin!’

    Ji aliyê Stêrk TV

    Wê nexşerêya Jineolojiyê were diyarkirin

    Ji aliyê Stêrk TV

    Li Arjantînê ji bo bîranîna şehîd Lêgerîn Çiya civîn

    Ji aliyê Stêrk TV

    Rewşa tenduristiyê ya Nêrgis Mihemedî nebaş bû

    Ji aliyê Stêrk TV
  • ÇAND Û HÛNER

    Xelata Wêjeyê ya Nobelê ji Anne Carson re hate dayin

    Ji aliyê Stêrk TV

    ‘Divê şaredarî ji bo şano û çanda Kurd derfetan biafirîne’

    Ji aliyê Stêrk TV

    Li Freiburgê 1’emîn Festîvala Film a Kurdî destpê kir

    Ji aliyê Stêrk TV

    ‘Aştiya mayinde bi demokratîkbûneke xurt pêk tê û hunerê jî azad dike’

    Ji aliyê Stêrk TV

    Derhêner Semîr Aslanyurek: Sînema û huner divê bi aştiyê re be

    Ji aliyê Stêrk TV

    ‘Di pêvajoya aştiyê de rola hunerê bi qasî ya polîtîkayê girîng û pêwîst e’

    Ji aliyê Stêrk TV
  • CÎHAN
  • YÊN DIN
    • Gotar
    • Civak
    • Rojava
    • Gotar
  • 🔥
  • HEMÛ BAJAR
  • AMED
  • STENBOL
  • BEHDÎNAN
  • ENQERE
  • ROJEV
  • QAMIŞLO
  • KOBANÊ
  • WAN
  • ŞENGAL
  • HESEKÊ
  • ŞIRNEX
  • MÊRDÎN
  • RIHA
  • LEZGÎN
  • ÊLIH
  • COLEMÊRG
Nûçeyên Lezgîn
DAÎŞ’ê car din li Hewîce êrîş kir
Li Hesekê êrîşa çekdarî: 3 kes birîndar bûn
Serkirdeyekî DAÎŞ’ê hat girtin
Li Tehranê cezayê darvekirinê li 3 welatiyên Kurd hate birîn
Li Minbicê teqîn: Kesek jiyana xwe ji dest da
Dîtina TîpanAa
Stêrk TVStêrk TV
  • Kurdistan
  • Jin
  • Çand û Hûner
  • Cîhan
  • Rojava
  • Rojane
  • Cîhan
  • Civak & Ekolojî
  • Zanist
  • Ji Bo Min
  • Dîtinên Min
  • Tomarên Min
  • Favoriyên Min
Bigere
  • Kategorî
    • Kurdistan
    • Jin
    • Ciwan
    • Çand û Hûner
    • Cîhan
  • BAJAR
    • HEMÛ BAJAR
    • AMED
    • STENBOL
    • QAMIŞLO
    • ŞEHBA
    • REQA
    • WAN
  • JI BO TE
    • Ji Bo Min
    • Tomarên Min
    • Favoriyên Min
    • Dîtinên Min
  • RÛPEL
    • Podcast
    • Video
    • Wêne
    • Gotar
Hesabê we heye? Têketin
Me bişopîne
© Mafên belavkirinê li ba Stêrk TV parastî ne 2024. Hemû maf parastî ne.
Stêrk TV > Blog > Rojane > Ji MKG û DFG’ê daxuyaniya têkildarî ‘Roja Rojnamevanên Hatine Kuştin’
Rojane

Ji MKG û DFG’ê daxuyaniya têkildarî ‘Roja Rojnamevanên Hatine Kuştin’

MKG û DFG'ê rojnamevanên ku di oxira ronîkirina rastiyan de hatin kuştin bi bîr anîn û ragihandin ku wê di hişê têkoşîna çapemeniya azad de timî bêne bîranîn.

Stêrk TV
Stêrk TV Dîroka nûkirinê: 6. Nîsan 2026 Dema xwendinê: 2 dq.
Parvekirin

Komeleya Rojnamevanên Jin a Mezopotamyayê (MKG) – Komeleya Rojnamevanan a Dîcle Firatê (DFG) bi munasebeta 6’ê Nîsanê roja Rojnamevanên Hatine Kuştin daxuyaniya nivîskî weşandin. MKG û DFG’ê di daxuyaniyê de wiha gotin:”Pênûsên rojnamevanên ku hatine kuştin neketin erdê û ew ê nekevin erdê. Erka me ye ku em têkoşîna wan a ji bo rastiyê berfireh bikin, li bibîranîna wan xwedî derkevin û xeta azadiya çapemeniyê bidomînin.”

Di dewamiya daxuyaniyê de wiha hat gotin:

“6’ê Nîsanê wekî roja bibîranîna rojnamevanên ku li Tirkiyeyê ji ber çalakiyên xwe yên rojnamevaniyê hatine kuştin, hatiye îlankirin. Ev dîrok ji ber rojnamevan û nivîskar Hesen Fehmî Beg di 6’ê Nîsana 1909’an de li ser Pira Galatayê hatiye kuştin, hatiye hilbijartin. Komeleya Rojnamevanên Tirkiyeyê (TGC) di sala 1997’an de 6’ê Nîsanê wekî “Roja Rojnamevanên Şehîd” destnîşan kir. Lê belê di sala 2005’an de, navê vê rojê wekî “Roja Rojnamevanên Hatine Kuştin” hat guhertin.

6’ê Nîsanê roja bibîranîna rojnamevanên hatine kuştin e. Ev rojnamevan ji ber li dû heqîqetê bûn hatine kuştin. Rojnamevanên ji ber rastî derxistin holê, ji ber bûn dengê gel û ji ber tarîtî teşhîr kirin hatin kuştin, wê her tim di hafizaya têkoşîna çapemeniya azad de bijîn. Em di şexşê rojnamevanên hatine kuştin de dîsa bi bîr dixin ku bi rojnamevanên hat xwestin pênûsa wan bên şikandin, di heman demê de hat xwestin heqîqet jî bêdeng bê hiştin. Lê belê zext, gefxwarin û polîtîkayên bêcezahiştinê tu carî nikaribûn kevneşopiya çapemeniya azad bidin sekinandin.

Kesên li ser vê axê, li pey rastiyê çûne her tim bedel dane, lê wan qet dev ji rastiyê bernedane. Îro, em hemû rojnamevanên ku hatine kuştin bi rêz û bi minet bi bîr tînin. Mîrata wan, berxwedana wan û têkoşîna wan a ji bo rastiyê rêya me ronî dikin. Pênûsên rojnamevanên ku hatine kuştin neketin erdê û ew ê nekevin erdê. Erka me ye ku em têkoşîna wan a ji bo rastiyê berfireh bikin, li bibîranîna wan xwedî derkevin û xeta azadiya çapemeniyê bidomînin.”

YÊN HATINE ÊTÎKETKIRIN HEMÛ BAJAR

Ji me agahî bistîne!

Eger tu bibî abone em ê nûçeyên lezgîn yekser ji maîla te re bişînin.
Eger tu bibî abone te we wateyê ku tu Polîtikaya Malpera Me dipejînî û dîsa tê wê wateyê ku tu Şert û Mercên me qebûl dikî. Tu kendî bixwazî dikarî ji abonetiyê derkevî
Çi Difikirî?
.0
.0
.0
.0
.0
.0
Nûçeya Berê Xizmên dîlgirtiyan li Hesekê meşiyan
Nûçeya Pişt re Fermandar û pêşengê Şoreşa Rojava Nûreddîn Sofî hate bîranîn
Nirxandinek Bike Nirxandinek Bike

Nirxandinek Bike Cancel reply

You must be logged in to post a comment.

Me Bişopîne!

Tu dikarî li ser gelek platforman rûpelên me bişopînî.
FacebookBiecibîne
TwitterBişopîne
PinterestPîn bike
InstagramBişopîne
YoutubeSubscribe
TiktokBişopîne
TelegramBişopîne
Google NewsBişopîne
LinkedInBişopîne
- Frekans -
Ad image
- Frekans -
Ad image

Navarokên Li Pêş

Çavdêrên stêrkan li jiyana li fezayê û ‘enerjiya tarî’ digerin

Çavdêrên stêrkan ên li Şîliyê, ji bo peydakirina jiyanê li gerstêrkên din bi şev û…

Ji aliyê Stêrk TV

Li Stenbolê erd hejiya

Li Stenbolê bi hêza 4 erd hejiya. AFAD'ê ragihand ku erdhej li Marmara Ereglîsî (Tekirdag)…

Ji aliyê Stêrk TV

Ji Kanadayê biryara bersivdana DYE’yê

Li ser biryara DYE’yê ya ku li ser berhemên Kanadayê ji sedî 50 bacê gumrikê…

Ji aliyê Stêrk TV

Ev jî di be ku bala te bikşînin

Kurdistan

Aqûbeta 5 Kurdên li Baneyê hatine girtin nayê zanîn 

Ji aliyê Stêrk TV
Rojane

Îtiraza ji bo Saît Yildirim a li dijî taloqkirina tehliyeyê hate redkirin

Ji aliyê Stêrk TV
Rojava

Hevrîn Xelef û Ferhad Remezan li Dêrikê hatin bibîranîn

Ji aliyê Stêrk TV
Rojane

Ji DBP’ê û DEM Partiyê civînên gel: ‘Em ê bi hev re sedsala nû ava bikin’

Ji aliyê Stêrk TV
Ya Berê Ya Pişt re
Stêrk TV
Stêrk TV
Stêrk TV

Li Ser Şopa Heqîqetê

Stêrk TV ji sala 2009an ve di warên siyasî, civakî, çandî û hunerî de weşanê dike. Bi nêrîna azadiya jinê û avakirina civakeke demokratîk, Stêrk TV xebatên civakî, çandî, hunerî, dîrokî, aborî û yên jîngehê dimeşîne. Di çarçoveya parastin û pêşxistina çand û zimanê Kurdî de, bi zaravayên Kurmancî, Soranî, Kirmanckî û Hewramî nûçe û bernameyên cûrbicûr amade dike û diweşîne. Stêrk TV xizmetê li çand û hunera Kurdî dike.

Facebook Twitter Youtube Rss Medium
Kategorî
  • Kurdistan
  • Rojane
  • Çand û Hûner
  • Cîhan
  • Jin
  • Civak & Ekolojî
  • Zanist
Rûpel
  • Têkîlî
  • Frekans
  • Derbarê me de
  • Şert û Merc
  • Rêgezên Malperê
  • Kar Xwestin
  • Kunye

© Stêrk TV. Hemû mafê wê parastîne

adbanner
AdBlock Asteng Dike
Malpera me de reklam hene, ji ber vê sedemê malpera me bixin listeya spî ya AdBlock'ê
Temam, ez ê li listeya spî zêde bikim
Hûn bi xêr hatin

Têkevin hesabê xwe

Te paroleya xwe jibîr kir?