Duşem, 12 Cotmeh 2026
  • Ji Bo Min
  • Favoriyên Min
  • Tomarên Min
  • Dîtinên Min
  • Blog
Video
Podcast
Zindî
Arşîv
Neşeriya Çalakiyan
Stêrk TV
  • DESTPÊK
  • ROJANE

    Îtiraza ji bo Saît Yildirim a li dijî taloqkirina tehliyeyê hate redkirin

    Ji aliyê Stêrk TV

    Ji DBP’ê û DEM Partiyê civînên gel: ‘Em ê bi hev re sedsala nû ava bikin’

    Ji aliyê Stêrk TV

    ÎHD’ê banga berdana girtiyê nexweş Celal Yildirim kir

    Ji aliyê Stêrk TV

    Îranê bi dronan êrîş bir ser navçeya Koye

    Ji aliyê Stêrk TV

    Komploya navneteweyî li Mîçûrînskê hate şermezarkirin

    Ji aliyê Stêrk TV

    Li gorî Fetî Yildiz pêvajo dê heta dawiya Mijdarê bi encam be!

    Ji aliyê Stêrk TV
  • KURDISTAN

    Aqûbeta 5 Kurdên li Baneyê hatine girtin nayê zanîn 

    Ji aliyê Stêrk TV

    Çalakiya nobetê ya li Mexmûrê bi biryardarî didome

    Ji aliyê Stêrk TV

    Nivîskarê Kurd Mehmed Ûzûn li ser gora xwe hate bîranîn

    Ji aliyê Stêrk TV

    ‘Têkoşîna me wê heta azadiya fîzîkî ya Rêber Apo dewam bike’

    Ji aliyê Stêrk TV

    Li Amedê qurbaniyên Komkujiya 10’ê Cotmehê hatin bibîranîn

    Ji aliyê Stêrk TV

    Bi girseyî çûn serdana taziyeya Reşat Eroglu yê PKK’î

    Ji aliyê Stêrk TV
  • JIN

    Ji çiyayên Kurdistanê peyama ji bo Kombûna Jinan a Navneteweyî

    Ji aliyê Stêrk TV

    Aynûr Sarica: Divê jin bibin hîmê damezrîner ê pêvajoya aştiyê

    Ji aliyê Stêrk TV

    ‘Li dijî provokasyonên li Hesekê divê em helwest nîşan bidin!’

    Ji aliyê Stêrk TV

    Wê nexşerêya Jineolojiyê were diyarkirin

    Ji aliyê Stêrk TV

    Li Arjantînê ji bo bîranîna şehîd Lêgerîn Çiya civîn

    Ji aliyê Stêrk TV

    Rewşa tenduristiyê ya Nêrgis Mihemedî nebaş bû

    Ji aliyê Stêrk TV
  • ÇAND Û HÛNER

    Xelata Wêjeyê ya Nobelê ji Anne Carson re hate dayin

    Ji aliyê Stêrk TV

    ‘Divê şaredarî ji bo şano û çanda Kurd derfetan biafirîne’

    Ji aliyê Stêrk TV

    Li Freiburgê 1’emîn Festîvala Film a Kurdî destpê kir

    Ji aliyê Stêrk TV

    ‘Aştiya mayinde bi demokratîkbûneke xurt pêk tê û hunerê jî azad dike’

    Ji aliyê Stêrk TV

    Derhêner Semîr Aslanyurek: Sînema û huner divê bi aştiyê re be

    Ji aliyê Stêrk TV

    ‘Di pêvajoya aştiyê de rola hunerê bi qasî ya polîtîkayê girîng û pêwîst e’

    Ji aliyê Stêrk TV
  • CÎHAN
  • YÊN DIN
    • Gotar
    • Civak
    • Rojava
    • Gotar
  • 🔥
  • HEMÛ BAJAR
  • AMED
  • STENBOL
  • BEHDÎNAN
  • ENQERE
  • ROJEV
  • QAMIŞLO
  • KOBANÊ
  • WAN
  • ŞENGAL
  • HESEKÊ
  • ŞIRNEX
  • MÊRDÎN
  • RIHA
  • LEZGÎN
  • ÊLIH
  • COLEMÊRG
Nûçeyên Lezgîn
DAÎŞ’ê car din li Hewîce êrîş kir
Li Hesekê êrîşa çekdarî: 3 kes birîndar bûn
Serkirdeyekî DAÎŞ’ê hat girtin
Li Tehranê cezayê darvekirinê li 3 welatiyên Kurd hate birîn
Li Minbicê teqîn: Kesek jiyana xwe ji dest da
Dîtina TîpanAa
Stêrk TVStêrk TV
  • Kurdistan
  • Jin
  • Çand û Hûner
  • Cîhan
  • Rojava
  • Rojane
  • Cîhan
  • Civak & Ekolojî
  • Zanist
  • Ji Bo Min
  • Dîtinên Min
  • Tomarên Min
  • Favoriyên Min
Bigere
  • Kategorî
    • Kurdistan
    • Jin
    • Ciwan
    • Çand û Hûner
    • Cîhan
  • BAJAR
    • HEMÛ BAJAR
    • AMED
    • STENBOL
    • QAMIŞLO
    • ŞEHBA
    • REQA
    • WAN
  • JI BO TE
    • Ji Bo Min
    • Tomarên Min
    • Favoriyên Min
    • Dîtinên Min
  • RÛPEL
    • Podcast
    • Video
    • Wêne
    • Gotar
Hesabê we heye? Têketin
Me bişopîne
© Mafên belavkirinê li ba Stêrk TV parastî ne 2024. Hemû maf parastî ne.
Stêrk TV > Blog > Kurdistan > Ji MKG’ê rapora Cotmehê: Zexta li dijî rojnamevanan didome
Kurdistan

Ji MKG’ê rapora Cotmehê: Zexta li dijî rojnamevanan didome

MKG’ê ragihand ku di meha Cotmehê de 6 rojnamevan hatine binçavkirin, gef li 5 rojnamevanan hatiye xwarin û êrîşî 3 rojnamevanan jî hatiye kirin.

Stêrk TV
Stêrk TV Dîroka nûkirinê: 6. Mijdar 2024 Dema xwendinê: 5 dq.
Parvekirin

Komeleya Rojnamevanên Jin a Mezopotamyayê (MKG) rapora binpêkirina mafên rojnamevanên jin a meha cotmehê eşkere kir. Di raporê de hat ragihandin ku tundî, binçavkirin, zext û darizandina jinên rojnamevan dewam kiriye û hat gotin wê li dijî vê tundî û neheqiyê têkoşîna rojnamevanan dewam bike.

MKG’ê da zanîn ku li Tirkiyeyê zextên li ser azadiya ramanê û çapemeniyê dewam dikin. Rapor, wiha dom kir: “Ev zext bi taybet li ser jinên rojnamevan dewam dikin. Ji cotmeha 2024’an vir ve hewldanên kontrolê yên li ser medyayê zêde dibin, ev rewş jî mafê gihandina agahiyan ê gel hîn zêde sînordar dike. Wekî MKG’ê em binpêkirina mafên jinên rojnamevan qeyd dikin û bi raya giştî re parve dikin. Em van zextan rexne dikin.

Di meha cotmehê de jinên rojnamevan ji ber nûçeyên çêkirine bi zextên curbecur rû bi rû man, gelek jinên rojnamevan jî bi êrişa fîzîkî rû bi rû man. Wekî mînak rojnamevan Melîke Aydin ji 8 mehan zêdetir e di nava hepsa malê de ye. Ev mînak asta polîtîkayên çewisandinê ya li hemberî kedkarên çapemeniya azad nîşan dide. Zextên hiqûqî yên bi vî rengî ji bo çewisandina rojnamevanan e û ev perçeyekî stratejiya ji bo oto-sansura li ser rojnamevanan e. 

Sepanên îktidarê yên mafê agahîgirtinê yên welatiyan sînordar dikin bi rêbazên wekî sînordarkirina rûpelên li ser medyaya dîjîtal jî dewam dikin. Di meha cotmehê de piştî êrişa li ser tesîsên TUSAŞ’ê sînordarkirina li ser platformên medyaya dîjtîal xwegihandina agahiyan a raya giştî bi awayekî cidî asteng kiriye. Sînordarkirina xwegihandina agahiyê ya gel qada polîtîkayên sansurê ya îktidarê berfireh dike xwegihandina agahiyên rast a civakê sînordar dike.  

Hejmara dozên der barê jinên rojnamevan de jî nîşaneyeke girîng a tengbûna azadiya ramanê ye. Ji ber parvekirinên medyaya dîjîtal cezayê hepsê dan rojnamevan Pelîn Ozkaptan û biryarên wekî paşxistina eşkerekirina hukum dewamkirina peywira rojnamevanan zehmet dike. Hewldana çewisandina rojnamevanan a bi rêya darazê ya ji aliyê îktidarê ve ne tenê mafê girtina agahiyan a rojnamevanan di heman demê de jî mafê girtina agahiyan a civakê jî asteng dike.

Astengiyên xwegihandinê û sansura li ser medyaya dîjîtal dibe sedema astengkirina xwegihandina agahiyên bêalî yê civakê. Di meha cotmehê de 126 naverokên medyaya dîjîtal hatin astengkirin. 11 sîteyên înternetê jî hatine girtin. Ev yek ji bo herikbariya agahiyan têkeve binê kontrola dewletê pêk tên.

Ewlehiya aborî ya jinên rojnamevan jî bi zextan gef lê tê xwarin. Aysin Komitgan piştî hat binçavkirin şûnde ji peywirê hat girtin. Ev yek ne tenê azadiya ramanê ya rojnamevanan dixe talûkeyê di heman demê de azadiya aboriya rojnamevanan jî dixe talûkeyê. Derxistina ji kar dibe sedema binpêkirina mafê xebata azad a rojnamevanan.

Zextên li ser medyayê gefxwarina li dijî civaka demokratîk e. Qada zext û kontrolê ya li ser medyayê fikirandina rexneyî ya gel jî asteng dike û bingeha dûrketina ji hev a civakê amade dike. Her wiha zexta li ser çapemeniyê zirarê dide îdeala “civaka hatiye agahdarkirin”.

Zextên li ser jinên rojnamevan ne tenê êrişa li dijî azadiya çapemeniyê ye di heman demê de jî êrişa rasterast a li dijî nirxên demokratîk û mafê xwegihandina agahiyan e. Em wekî Komeleya Rojnamevanên Jin a Mezopotamyayê (MKG) dibêjin tevî hemû zextan em ê têkoşîna xwe dewam bikin û parastina mafên jinên rojnamevan bidomînin. Em vê yekê careke dinê ji raya giştî re radigihînin.

Daneyên îstatîkî ya rapora binpêkirina mafên jinên rojnamevan a meha cothema 2024’an;

* Rojnamevanên bi muameleya nebaş rû bi rû mane: 5

* Rojnamevanên gef li wan hatine xwarin: 5

* Rojnamevanên şopandina wan a nûçeyan hatine astengkirin: 3

* Rojnamevanên der barê wan de lêpirsîn hatiye destpêkirin: 4

* Rojnamevanên doz li wan hatine vekirin: 3

* Rojnamevanên hatine cezakirin: 6 (Cezayê girtîgehê 30 meh)

* Hejmara rojnamevanên girtî: 7 (Ji 4’ê çileya 2023’yan ve)

* Rojnamevanên darizandina wan didomin: 7 (7 dosya)

* Cezayên RTUK’ê li weşanan birî: 10

* Qedexeya weşanê: 2

* Sîteyên hatine girtin: 11

* Nûçeyên hatine astengkirin: 63

* Naverokên medyaya dijîtal ên hatine astengkirin: 126

ROJNAMEVANÊN GIRTÎ  

*  Elîf Ersoy – Berpirsa Karê Nivîsê ya Kovara Yuruyuşê

* Hatîce Duman – Midûra Karê Nivîsê û Xwediya Rojnameya Atilimê

* Lutfiye Burcu Kara – Rojnameya Yekitiya Têkoşînê

* Selamet Turan – Rojnamevan

* Tulay Canpolat – Nûçegîhana Rojnameya Sabahê ya Enqereyê

* Ozden Kinik – Xebatkara TRT’yê ya berê

* Ozlem Seyhan – Rojnamevan

YÊN HATINE ÊTÎKETKIRIN AMED

Ji me agahî bistîne!

Eger tu bibî abone em ê nûçeyên lezgîn yekser ji maîla te re bişînin.
Eger tu bibî abone te we wateyê ku tu Polîtikaya Malpera Me dipejînî û dîsa tê wê wateyê ku tu Şert û Mercên me qebûl dikî. Tu kendî bixwazî dikarî ji abonetiyê derkevî
Çi Difikirî?
.0
.0
.0
.0
.0
.0
Nûçeya Berê ÎHD: Li Girtîgeha Îmraliyê di 3 mehan de 154 caran maf hatin binpêkirin
Nûçeya Pişt re Berxwedana ciwanan didome, YCWK’ê banga çalakiyan kir
Nirxandinek Bike Nirxandinek Bike

Nirxandinek Bike Cancel reply

You must be logged in to post a comment.

Me Bişopîne!

Tu dikarî li ser gelek platforman rûpelên me bişopînî.
FacebookBiecibîne
TwitterBişopîne
PinterestPîn bike
InstagramBişopîne
YoutubeSubscribe
TiktokBişopîne
TelegramBişopîne
Google NewsBişopîne
LinkedInBişopîne
- Frekans -
Ad image
- Frekans -
Ad image

Navarokên Li Pêş

Hevserokên TEV ÇAND a Efrîn-Şehbayê: PKK girîngî û wate da çandê

Hevserokên TEV-ÇAND'ê ya kantona Efrîn-Şehbayê diyar kirin ku Partiya Karkerên Kurdistanê (PKK) herî zêde girîngî…

Ji aliyê Stêrk TV

ROJEVA 25’Ê NÎSANA 2024’AN

Sernavên sereke ji rojeva Kurdistanê û Cîhanê.

Ji aliyê Stêrk TV

Jinên Kobanê: Em ê li pey xeta şervanên xwe bin

Şêniyên bajarê Kobanê nerazîbûn nîşanî êrîşên qirkirin û dagirkeriyê yên li ser Bakur û Rojhilatê…

Ji aliyê Stêrk TV

Ev jî di be ku bala te bikşînin

Kurdistan

Aqûbeta 5 Kurdên li Baneyê hatine girtin nayê zanîn 

Ji aliyê Stêrk TV
Rojane

Orûç: Têkoşîna li dijî narkotîkê divê bi avakirina xeta civakî ya astengkirinê be

Ji aliyê Stêrk TV
Kurdistan

Çalakiya nobetê ya li Mexmûrê bi biryardarî didome

Ji aliyê Stêrk TV
Kurdistan

Nivîskarê Kurd Mehmed Ûzûn li ser gora xwe hate bîranîn

Ji aliyê Stêrk TV
Ya Berê Ya Pişt re
Stêrk TV
Stêrk TV
Stêrk TV

Li Ser Şopa Heqîqetê

Stêrk TV ji sala 2009an ve di warên siyasî, civakî, çandî û hunerî de weşanê dike. Bi nêrîna azadiya jinê û avakirina civakeke demokratîk, Stêrk TV xebatên civakî, çandî, hunerî, dîrokî, aborî û yên jîngehê dimeşîne. Di çarçoveya parastin û pêşxistina çand û zimanê Kurdî de, bi zaravayên Kurmancî, Soranî, Kirmanckî û Hewramî nûçe û bernameyên cûrbicûr amade dike û diweşîne. Stêrk TV xizmetê li çand û hunera Kurdî dike.

Facebook Twitter Youtube Rss Medium
Kategorî
  • Kurdistan
  • Rojane
  • Çand û Hûner
  • Cîhan
  • Jin
  • Civak & Ekolojî
  • Zanist
Rûpel
  • Têkîlî
  • Frekans
  • Derbarê me de
  • Şert û Merc
  • Rêgezên Malperê
  • Kar Xwestin
  • Kunye

© Stêrk TV. Hemû mafê wê parastîne

adbanner
AdBlock Asteng Dike
Malpera me de reklam hene, ji ber vê sedemê malpera me bixin listeya spî ya AdBlock'ê
Temam, ez ê li listeya spî zêde bikim
Hûn bi xêr hatin

Têkevin hesabê xwe

Te paroleya xwe jibîr kir?