În, 28 Tebax 2026
  • Ji Bo Min
  • Favoriyên Min
  • Tomarên Min
  • Dîtinên Min
  • Blog
Video
Podcast
Zindî
Arşîv
Neşeriya Çalakiyan
Stêrk TV
  • DESTPÊK
  • ROJANE

    Li Mêrdîn, Sêrt û Amedê bîranîn sersaxiyên şehîdan

    Ji aliyê Stêrk TV

    Wê di 1’e İlonê de li Amedê meş were lidarxistin

    Ji aliyê Stêrk TV

    M. Saît Yildirim ê ku krîza dil derbas kir, car din şandin girtîgehê

    Ji aliyê Stêrk TV

    Li Cizîrê taziyeya şehîdan: Malbatan banga ‘em xwedî li pêvajoyê derkevin’ kirin

    Ji aliyê Stêrk TV

    Ayşegul Dogan: Em di dilê deriyê derbasbûna bêpevçûnê de ne

    Ji aliyê Stêrk TV

    Li Cizîrê di roja sêyemîn a taziyeyê de ji bo şehîdan mewlûd hat danîn

    Ji aliyê Stêrk TV
  • KURDISTAN

    Veysî Aktaş: Divê berxwedana me bi qasî xeyalên şehîdan mezin bibe

    Ji aliyê Stêrk TV

    Bayik: Nirxên ku Mamoste Şemal afirand, gelê me gihand asteke mezintir

    Ji aliyê Stêrk TV

    Li Wanê ji bo şehîdên azadiyê meşa bi meşaleyan

    Ji aliyê Stêrk TV

    Di kevirên Deraseyê de êş û berxwedana veşartî

    Ji aliyê Stêrk TV

    Arzû Îlhan: Têkoşîna ku bi berdêlên giran tê meşandin hîn bi encam nebûye

    Ji aliyê Stêrk TV

    Li Elkê bi sedan kes serdana sersaxiya şehîd Şiyar Jîrkî kirin

    Ji aliyê Stêrk TV
  • JIN

    ‘YPJ dikare weke hêzeke taybet entegreyî Wezareta Hundirîn were kirin’

    Ji aliyê Stêrk TV

    YPJ’ê nasnameya 3 şehîdên xwe ragihand

    Ji aliyê Stêrk TV

    Ji DEM Partiyê banga Rojîn Kabaîş: ‘Mirina wê divê were ronîkirin’

    Ji aliyê Stêrk TV

    Li Saqiz û Çapharê du jin ji aliyê hevjînên xwe ve hatin qetilkirin

    Ji aliyê Stêrk TV

    Li Îranê rewşa tenduristiyê ya 2 jinên girtî xirab dibe

    Ji aliyê Stêrk TV

    YRJ’ê û Jin Produksiyon rojnamevanan bibîr anîn: Em ê dengê rastiyê bigehînin civakê

    Ji aliyê Stêrk TV
  • ÇAND Û HÛNER

    Tevgerên Çandê Hêvî Şanoger bi bîr anî

    Ji aliyê Stêrk TV

    Xebata çêkirina peykera Salih Muslim bidawî bû

    Ji aliyê Stêrk TV

    Diyariya 15’ê Tebaxê ya Hunera Azad ji bo şervanên jin: Ji Wê Ve Tê

    Ji aliyê Stêrk TV

    Hejmara nû ya Kovara Huner hate weşandin

    Ji aliyê Stêrk TV

    Amadekariyên ji bo 34’emîn Festîvala Çanda Kurd a Navneteweyî bi dawî bûn

    Ji aliyê Stêrk TV

    Li Festîvala Çand û Xwezayê ya Depê banga aştî û civaka demokratîk

    Ji aliyê Stêrk TV
  • CÎHAN
  • YÊN DIN
    • Gotar
    • Civak
    • Rojava
    • Gotar
  • 🔥
  • HEMÛ BAJAR
  • AMED
  • BEHDÎNAN
  • STENBOL
  • ENQERE
  • QAMIŞLO
  • ROJEV
  • KOBANÊ
  • WAN
  • ŞENGAL
  • HESEKÊ
  • ŞIRNEX
  • MÊRDÎN
  • RIHA
  • LEZGÎN
  • ÊLIH
  • COLEMÊRG
Nûçeyên Lezgîn
Hevdîtina navbera şandeya YPJ’ê û Wezîrê Karên Hundir ê Sûriyeyê destpê kir
Îranê di meha dawî de 60 kes îdam kirin
Tevgera Nûceba: Em ê çekên xwe bi ti awayî teslîmî dewletê nekin
Di êrîşa li dijî Tûgeya Qamişloyê de 2 şervan şehîd bûn û 2 birîndar bûn
Li Silêmaniyeyê jinek hate kuştin
Dîtina TîpanAa
Stêrk TVStêrk TV
  • Kurdistan
  • Jin
  • Çand û Hûner
  • Cîhan
  • Rojava
  • Rojane
  • Cîhan
  • Civak & Ekolojî
  • Zanist
  • Ji Bo Min
  • Dîtinên Min
  • Tomarên Min
  • Favoriyên Min
Bigere
  • Kategorî
    • Kurdistan
    • Jin
    • Ciwan
    • Çand û Hûner
    • Cîhan
  • BAJAR
    • HEMÛ BAJAR
    • AMED
    • STENBOL
    • QAMIŞLO
    • ŞEHBA
    • REQA
    • WAN
  • JI BO TE
    • Ji Bo Min
    • Tomarên Min
    • Favoriyên Min
    • Dîtinên Min
  • RÛPEL
    • Podcast
    • Video
    • Wêne
    • Gotar
Hesabê we heye? Têketin
Me bişopîne
© Mafên belavkirinê li ba Stêrk TV parastî ne 2024. Hemû maf parastî ne.
Stêrk TV > Blog > Rojava > Ji QSD’ê daxuyaniya li ser salvegera rizgarkirina Baxozê
Rojava

Ji QSD’ê daxuyaniya li ser salvegera rizgarkirina Baxozê

QSD'ê têkildarî salvegera 6'emîn a rizgarkirina Baxozê daxuyaniyek da. QSD'ê diyar kir ku DAÎŞ hewl dide xwe ji kaosa li Sûriyeyê xwedî bike.

Stêrk TV
Stêrk TV Dîroka nûkirinê: 23. Adar 2025 Dema xwendinê: 4 dq.
Parvekirin

Fermandariya Giştî ya QSD’ê bi boneya salvegera 6’an a rizgarkirina bajarê Baxozê ji çeteyên DAÎŞ’ê daxuyaniyek nivîskî weşand.

Daxuyanî wiha ye:

“Îro 6 sal di ser serkeftina dîrok û ceografî derbas dibin, ku hêzên me QSD’ê û Yekîneyên Parastina Jin (YPJ) bi desteka hêzên Koalîsyona Navneteweyî li Baxozê (baregeha dawî li Sûriyeyê ya di destê rêxistina DAÎŞ a terorîst mabû) bi dest xisitin.

Di serî de bi vê munasebetê em tevahî şehîdên xwe yên ku di tevahî pêngavên ku hêzên me ji bo rizgarkirina herêmên me ji rêxistina DAÎŞ’ê bi dest xistine canê xwe feda kirine, bi rêzdarî bi bîr tînin. Em tevahî şervanên xwe yên li dijî êrişan li ber xwe dane û hevgirtina gelê me ya bi hêzên me re ku sedema vê serkeftina mezin silav dikin.

Di demekê de ku artêşên dewletên mezin li hemberî rêxistina terorîst bê çar mabûn, hêzên me DAÎŞ a ku fesadî, tarîtî û xirabî çêkiribûn, têk bir, ewlehî li herêman vegerand û cîhan ji şer û terora wê dûr xist. Ev serkeftin qonaxeke girîng di şerê domdar ê li dijî vê rêxistinê de bû. Lê bermahiyên rêxistina terorîst a ku gefên domdar li ser ewlehiya herêmên Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê çêdikin, hîna hene. Ji bo rêgirtina li ber vegera DAÎŞ’ê kedên zêdetir, tevkariya îstîxbaratî, ewlehî, herêmî û navneteweyî pêwîst in.

Çalakiyên hêzên me yên li dijî şaneyên DAÎŞ’ê berdewam in. Hêzên me di salên dawîn de operasyonên ewlehî û leşkerî li dar xistin. Di encamê de bi sedan şaneyên DAÎŞ’ê ji hev birin, gelek endam û fermandarên sereke yên DAÎŞ’ê girtin ku hin ji wan di êrişên li ser girtîgeha Sînaayê de cih girtibûn.

Rêxistina terorîst sûdê ji rewşa tevlihev û ji êrişên dewleta Tirk a dagirker û çeteyên wê yên li ser herêmê digire û hewl dide xwe zindî bike. DAÎŞ’ê kupiştî rûxandina rejîma Sûriyeyê, gelek cek bi dest xistin, êriş û çalakiyên xwe yên terorîst zêdetir kirine. DAÎŞ’ê her tim li hawirdorên tevlihev û vala û bê istiqrar çalak in.

Li aliyekî din çarenûsa bi hezaran DAÎŞ’iyên girtî û malbatên wan ku piraniya wan ji welatên biyanî ne, pirsgirêk e. Pêdiviya vê pirsgirêkê jî bi çareserî, tevkariya navneteweyî, avakirina dadgeheke navneteweyî heye. Ji bo rêgirtina li pêşiya belavbûna fikrên tundraw ên DAÎŞ’ê pêdivî bi danîna stratejiyên demdirêj heye. Ji bo qurbaniyên sûcên rêxistina DAÎŞ a terorîst jî divê edalet pêk were.

Ji ber ku rêxistina terorîst li ser tevahî cîhanê tedîd e, desteka navneteweyî di şerê domdar ê li dijî wê de girîng e. Lew ra ji bo ji bo rêxistina DAÎŞ a terorîst sûdê ji rewşa bê istiqrar a li Sûriyeyê wernegirte û xwe komî ser hev neke, desteke siyasî û leşkerî ya domdar hewce dikin. Tê zanîn ku ewlehiya herêmê û cîhanê heya radeyeke mezin bi pêşîgirtina li vegera DAÎŞ’ê ve girêdayî ne.

Careke din em teqez dikin ku em ê mîsyona xwe ya têkoşîna li dijî terorê û mîsogerkirina siberojeke aram ji bo tevahî gelên vê herêmê re bidomînin. Lê ev mîsyon beşek ji cenga xwecih û navneteweyî ya li dijî wê ye. Bi vê boneyê em bang li hevkarên xwe û civaka navneteweyî de dikin ku di vê cengê de bi me re bisekinin da ku ewlehî û aştiyeke daîmî û edalet pêk werin.”

YÊN HATINE ÊTÎKETKIRIN HEMÛ BAJAR

Ji me agahî bistîne!

Eger tu bibî abone em ê nûçeyên lezgîn yekser ji maîla te re bişînin.
Eger tu bibî abone te we wateyê ku tu Polîtikaya Malpera Me dipejînî û dîsa tê wê wateyê ku tu Şert û Mercên me qebûl dikî. Tu kendî bixwazî dikarî ji abonetiyê derkevî
Çi Difikirî?
.0
.0
.0
.0
.0
.0
Nûçeya Berê Mûna Yûsif: Rola jinê ji nedîtî ve tê
Nûçeya Pişt re QSD’ê êrîşên dagirkeriyê têk bir, 2 wesayitên leşkerî hatin îmhakirin
Nirxandinek Bike Nirxandinek Bike

Nirxandinek Bike Cancel reply

You must be logged in to post a comment.

Me Bişopîne!

Tu dikarî li ser gelek platforman rûpelên me bişopînî.
FacebookBiecibîne
TwitterBişopîne
PinterestPîn bike
InstagramBişopîne
YoutubeSubscribe
TiktokBişopîne
TelegramBişopîne
Google NewsBişopîne
LinkedInBişopîne
- Frekans -
Ad image
- Frekans -
Ad image

Navarokên Li Pêş

Hêzên Ewlekariya Hundirîn li Şêxmeqsûdê derbe li çeteyan dan

Hêzên Ewlekariya Hundirîn ên Taxên Şêxmeqsud û Eşrefiyê, bersivek tund da komên çete yên Hikûmeta…

Ji aliyê Stêrk TV

Êrîşî Tûgaya Qamişloyê hat kirin

Çekdarên nenas êrişî şervanên Tûgaya Qamişloyê ya Wezareta Parastinê ya hikumeta veguhêz a Sûriyeyê kirin.

Ji aliyê Stêrk TV

Rojnamevan Esra Solîn Dal 19 roj in di hucreyê de ye

Esra Solîn Dal ku li Stenbolê tevî gelek hempîşeyên xwe hate girtin 19 roj in…

Ji aliyê Stêrk TV

Ev jî di be ku bala te bikşînin

Rojava

Hêza Ewlekariya Hundirîn û YPJ li Kobanê pêngava paqijiyê dan destpêkirin

Ji aliyê Stêrk TV
Kurdistan

Veysî Aktaş: Divê berxwedana me bi qasî xeyalên şehîdan mezin bibe

Ji aliyê Stêrk TV
Kurdistan

Bayik: Nirxên ku Mamoste Şemal afirand, gelê me gihand asteke mezintir

Ji aliyê Stêrk TV
Rojane

Li Mêrdîn, Sêrt û Amedê bîranîn sersaxiyên şehîdan

Ji aliyê Stêrk TV
Ya Berê Ya Pişt re
Stêrk TV
Stêrk TV
Stêrk TV

Li Ser Şopa Heqîqetê

Stêrk TV ji sala 2009an ve di warên siyasî, civakî, çandî û hunerî de weşanê dike. Bi nêrîna azadiya jinê û avakirina civakeke demokratîk, Stêrk TV xebatên civakî, çandî, hunerî, dîrokî, aborî û yên jîngehê dimeşîne. Di çarçoveya parastin û pêşxistina çand û zimanê Kurdî de, bi zaravayên Kurmancî, Soranî, Kirmanckî û Hewramî nûçe û bernameyên cûrbicûr amade dike û diweşîne. Stêrk TV xizmetê li çand û hunera Kurdî dike.

Facebook Twitter Youtube Rss Medium
Kategorî
  • Kurdistan
  • Rojane
  • Çand û Hûner
  • Cîhan
  • Jin
  • Civak & Ekolojî
  • Zanist
Rûpel
  • Têkîlî
  • Frekans
  • Derbarê me de
  • Şert û Merc
  • Rêgezên Malperê
  • Kar Xwestin
  • Kunye

© Stêrk TV. Hemû mafê wê parastîne

adbanner
AdBlock Asteng Dike
Malpera me de reklam hene, ji ber vê sedemê malpera me bixin listeya spî ya AdBlock'ê
Temam, ez ê li listeya spî zêde bikim
Hûn bi xêr hatin

Têkevin hesabê xwe

Te paroleya xwe jibîr kir?