Çarşem, 21 Cotmeh 2026
  • Ji Bo Min
  • Favoriyên Min
  • Tomarên Min
  • Dîtinên Min
  • Blog
Video
Podcast
Zindî
Arşîv
Neşeriya Çalakiyan
Stêrk TV
  • DESTPÊK
  • ROJANE

    Macron nerazîbûn nîşanî Trump û Netanyahu da

    Ji aliyê Stêrk TV

    Ji Fîlozof Spivak ji Rêber Apo re: ‘We rêya hebûna demokratîk pêşniyar kir’

    Ji aliyê Stêrk TV

    Li bîra Konseya Ewropayê hate xistin. Biryara DMME’yê 12 sal in bi cih nayê anîn

    Ji aliyê Stêrk TV

    Gamze Çakan: Bêdengbûna çekan têr nake, divê jiyaneke azad bê avakirin

    Ji aliyê Stêrk TV

    Camci: Divê ji bo têkoşîna bi xizaniyê re ‘Komuna Bajêr’ were avakirin

    Ji aliyê Stêrk TV

    ROJEVA 21’Ê COTMEHA 2026’AN

    Ji aliyê Stêrk TV
  • KURDISTAN

    YRK: Bersiva pêwîst ji Muxafizên Şoreşê yên Îranê re hate dayin

    Ji aliyê Stêrk TV

    Îran di navbera Başûr û Rojhilat de dîwar lê dike

    Ji aliyê Stêrk TV

    Îranê êriş bir ser Herêma Kurdistanê

    Ji aliyê Stêrk TV

    Karayilan: Şoreşa Rojava berhema şehîdan e

    Ji aliyê Stêrk TV

    Komisyona Jinan a KNK’ê: Rejîma Îranê wê nikaribe jinên Kurd rawestîne

    Ji aliyê Stêrk TV

    Kampanyaya “Sêşema Ji Darvekirinan re Na”: Di mehekê de 72 kes hatin darvekirin

    Ji aliyê Stêrk TV
  • JIN

    Jinên Efrîkaya Başûr bertek nîşanî cezayê darvekirinê ya ji bo Werîşe Muradî dan

    Ji aliyê Stêrk TV

    Li Silêmanî û Qoserê du jin hatin qetilkirin

    Ji aliyê Stêrk TV

    Di Nobeda Jin, Edalet û Bîrê de işaert bi doza destavêtinê ya li Sêweregê hate kirin

    Ji aliyê Stêrk TV

    Di nîqaşên entegrasyonê de YPJ weke hêzeke xweser cih digire

    Ji aliyê Stêrk TV

    Dayikên Aştiyê yên Kurdistanê daxwaza rawestandina darvekirinê kirin

    Ji aliyê Stêrk TV

    Elîf Kaya: Divê Jineolojî xwe bigihîne jiyana her kesî

    Ji aliyê Stêrk TV
  • ÇAND Û HÛNER

    Koma Amara ji bo bîranîna Alî Haydar Kaytan klîba ‘Derwêşo’ weşand

    Ji aliyê Stêrk TV

    Koma Barîn hêjayî xelata Lauretê hate dîtin

    Ji aliyê Stêrk TV

    Di Fûara Pirtûkan a Frankfûrtê de wêjeya Kurd û hişê çandî

    Ji aliyê Stêrk TV

    Xelata Wêjeyê ya Nobelê ji Anne Carson re hate dayin

    Ji aliyê Stêrk TV

    ‘Divê şaredarî ji bo şano û çanda Kurd derfetan biafirîne’

    Ji aliyê Stêrk TV

    Li Freiburgê 1’emîn Festîvala Film a Kurdî destpê kir

    Ji aliyê Stêrk TV
  • CÎHAN
  • YÊN DIN
    • Gotar
    • Civak
    • Rojava
    • Gotar
  • 🔥
  • HEMÛ BAJAR
  • AMED
  • STENBOL
  • BEHDÎNAN
  • ENQERE
  • ROJEV
  • QAMIŞLO
  • KOBANÊ
  • WAN
  • ŞENGAL
  • HESEKÊ
  • ŞIRNEX
  • MÊRDÎN
  • RIHA
  • LEZGÎN
  • ÊLIH
  • COLEMÊRG
Nûçeyên Lezgîn
Êrîşkarê wêneyên şehîdan hate binçavkirin
Karayilan: Eger têkildarî Rêber Apo biryareke nû neyê dayin wê pêvajo nemeşe
DAÎŞ’ê car din li Hewîce êrîş kir
Li Hesekê êrîşa çekdarî: 3 kes birîndar bûn
Serkirdeyekî DAÎŞ’ê hat girtin
Dîtina TîpanAa
Stêrk TVStêrk TV
  • Kurdistan
  • Jin
  • Çand û Hûner
  • Cîhan
  • Rojava
  • Rojane
  • Cîhan
  • Civak & Ekolojî
  • Zanist
  • Ji Bo Min
  • Dîtinên Min
  • Tomarên Min
  • Favoriyên Min
Bigere
  • Kategorî
    • Kurdistan
    • Jin
    • Ciwan
    • Çand û Hûner
    • Cîhan
  • BAJAR
    • HEMÛ BAJAR
    • AMED
    • STENBOL
    • QAMIŞLO
    • ŞEHBA
    • REQA
    • WAN
  • JI BO TE
    • Ji Bo Min
    • Tomarên Min
    • Favoriyên Min
    • Dîtinên Min
  • RÛPEL
    • Podcast
    • Video
    • Wêne
    • Gotar
Hesabê we heye? Têketin
Me bişopîne
© Mafên belavkirinê li ba Stêrk TV parastî ne 2024. Hemû maf parastî ne.
Stêrk TV > Blog > Kurdistan > Ji rewşenbîrên naskirî peyamên ji bo Rêber Apo
Kurdistan

Ji rewşenbîrên naskirî peyamên ji bo Rêber Apo

Xelatgirên Nobelê jî di nav de 14 kesayetan li ser fikir û azadiya Rêber Abdullah Ocalan nirxandin ji rojnameya Yenî Yaşamê re kirin.

Stêrk TV
Stêrk TV Dîroka nûkirinê: 3. Îlon 2026 Dema xwendinê: 4 dq.
Parvekirin

Rewşenbîr, fîlozof, aktîvîst û siyasetmedarên ji deverên cuda yên cîhanê, têkildarî Rêber Apo peyam dan.

Xelatgira Aştiyê Şîrîn Ebadî diyar kir ku Rêber Apo weke her carê nêta xwe ya baş nîşan da û gelekî girîng e ku ji nava mercên îzolasyonê bê derxistin. Ebadî got, Rêber Apo gava pêwîst avêt û niha dora gavavêtinê hatiye dewletê, lewma divê azad bibe.

Nûnera Navneteweyî ya Sinn Feine Martina Anderson jî Rêber Apo weke sembola berxwedana gelê Kurd a li dijî zilmê pênase kir û got, “Rêya çareseriya aştiyane ya pirsgirêka Kurd azadiya Ocalan e.”

Ji civaknas û fîlozofên li cîhanê naskirî John Hollowoy anî ziman ku fikrê Rêber Apo li cîhanê belav dibe û destnîşan kir ku pêvajoya heyî divê xwe bispêre komînal an jî demokrasiya kolektîfbûyî. Hollowoy got, “Ez ji dil hêvî dikim ku dewleta Tirk bersiva erênî bide peyama aştiyê ya Ocalan.”

Xelatgira Aştiyê Jody Williams jî got, “Ji bo tevkariya li pêvajoyê divê Ocalan azad bibe” û ev peyam da: “Min dixwest ji devê wî li pêvajoya guherînê guhdar bike. Ev yek dibû tiştekî weke pêvajoya guherînê ya Mandela.”

Keça Murray Bookchin, Debbi Bookchin ragihand ku şert e çep a li cîhanê li dijî modernîteya kapîtalît bibe yek û destnîşan kir ku Rêber Apo qala vê yekê bi xwe dike. Bookchin got, “Paradîgmaya konfederalîzma demokratîk a Birêz Ocalan ji bo jiyaneke wekhev, demokratîk, ekolojîk, femînîst, bi edalet û azadîparêz nexşerêyeke girîng e.”

Epîdemiyolog ê Îtalî Dr. Gianni Tognoni got, “Ocalan û fikrên wî ji bo min ew e ku ji bo şîrovekirina şêweyê jiyanê yê ku pêwîstiya serdema heyî pê heye, weke modelekê bê dîtin.”

Parêzera mafên mirovan a navneteweyî Michela Arricale destnîşan kir ku azadiya Rêber Apo ne tenê ji bo meseleya Kurd, her wiha ji bo aştiya li Rojhilata Navîn û jê wêdetir, gaveke diyarker e. Her wiha xwest serdana Îmraliyê bike û hêza Rêber Apo ya têkoşîna demokratîk û siyasî hîn bibe.

Endamê Parlamenta Brîtanyayê Bambos Charalambous diyar kir ku di mijara çekdanîna PKK’ê û hilbijartina rola aştiyê de Rêber Apo bi rola diyarker rabû. Lewma xwest ku mafên gelê Kurd bibe parçeyekî bingehîn ê danûstandinên destûra bingehîn.

Hevkoordînatorê Progressive International David Adler got, azadiya Rêber Apo rêya azadiya gelê Kurd û aştiya li cîhanê ye.

Serokê Sinn Feinê Declan Kearney anî ziman ku divê aliyê Kurd di çarçoveya hewldanên PKK’ê û lîderiya Abdullah Ocalan de gavên cihê baweriyê biavêje.

Serokwezîrê berê yê Îngilistanê Jeremy Corbyn diyar kir ku berdana Ocalan wê bibe gaveke girîng ji bo aştiyê û pêvajoya ber bi naskirinê ve.

Wezîrê Karên Hundir ê berê yê Îzlandayê Ogmundur Jonasson got, “Bi dîtina min em bi Ocalan re bi heman zimanî diaxivin. Serketin ew e ku civakê ber bi başiyê ve bibe. Serketin civakî ye.” Her wiha bang li hêzên NATO’yê, Dewletên Yekbûyî yên Emerîka û her kesî kir ku tevkariyê li pêvajoya aştiyê bikin.

Serokwekîlê Meclîsa Federal a Elmanyayê Bodo Ramelow got, gelekî girîng e ku Rêber Apo bê berdan û bibe parçeyek ji pêvajoya aştiyê. Bodo Ramelow ev bang kir, “Ji kerema xwe Abdullah Ocalan serbest berdin ku karibe bibe parçeyek ji vê pêvajoyê. Û destê ku wî dirêj kiriye qebûl bikin, bi gotina ‘Ji bo aştiya li Tirkiyeyê em bi hev re bixebitin.”

Raportorê Tirkiyeyê yê Parlamenta Ewropayê Nacho Sanchez Amor jî diyar kir ku ew banga Rêber Ocalan bi kêfxweşî pêşwazî dikin û got, “Ev yek hêviyeke nû li vî welatî diafirîne. Divê ev hêvî belasebep neçe. Ev firsendeke.”

YÊN HATINE ÊTÎKETKIRIN HEMÛ BAJAR

Ji me agahî bistîne!

Eger tu bibî abone em ê nûçeyên lezgîn yekser ji maîla te re bişînin.
Eger tu bibî abone te we wateyê ku tu Polîtikaya Malpera Me dipejînî û dîsa tê wê wateyê ku tu Şert û Mercên me qebûl dikî. Tu kendî bixwazî dikarî ji abonetiyê derkevî
Çi Difikirî?
.0
.0
.0
.0
.0
.0
Nûçeya Berê CÎK wê ji bo şehîdan li hemû mizgeftan xutbeyê bide û nimêjê bike
Nûçeya Pişt re DYE û Ekvadorê keştiyek noqî binê avê kirin
Nirxandinek Bike Nirxandinek Bike

Nirxandinek Bike Cancel reply

You must be logged in to post a comment.

Me Bişopîne!

Tu dikarî li ser gelek platforman rûpelên me bişopînî.
FacebookBiecibîne
TwitterBişopîne
PinterestPîn bike
InstagramBişopîne
YoutubeSubscribe
TiktokBişopîne
TelegramBişopîne
Google NewsBişopîne
LinkedInBişopîne
- Frekans -
Ad image
- Frekans -
Ad image

Navarokên Li Pêş

Tê payîn ku bijîjkên Onder sibê daxuyaniyê bidin

Serdanên ji bo Sirri Sureyya Onder dewam dikin ku xetereya wî ya jiyanê heye. Tê…

Ji aliyê Stêrk TV

SZPÊ’yê roja zimanê dayikê pîroz kir

Saziya Ziman û Perwerdeyê ya Êzidiyan (SZPÊ) bi wesîleya roja zimanê dayikê daxuyaniyeke nivîskî weşand…

Ji aliyê Stêrk TV

Atlig: Li Kurdistanê aboriya komunal pêkan e

Endamê Komîteya amadekar a Komxebata Aboriya Demokratîk û Rêxistinkirina Aboriyê Yilmaz Atlig, got ku li…

Ji aliyê Stêrk TV

Ev jî di be ku bala te bikşînin

Cîhan

Li Fransayê hikûmet bi sendîkayan re civiya, 5’ê Mijdarê grev heye

Ji aliyê Stêrk TV
Kurdistan

YRK: Bersiva pêwîst ji Muxafizên Şoreşê yên Îranê re hate dayin

Ji aliyê Stêrk TV
Rojane

Macron nerazîbûn nîşanî Trump û Netanyahu da

Ji aliyê Stêrk TV
Rojava

69 şehîd hatin bîranîn: Rêya şehîdan rêya me ye!

Ji aliyê Stêrk TV
Ya Berê Ya Pişt re
Stêrk TV
Stêrk TV
Stêrk TV

Li Ser Şopa Heqîqetê

Stêrk TV ji sala 2009an ve di warên siyasî, civakî, çandî û hunerî de weşanê dike. Bi nêrîna azadiya jinê û avakirina civakeke demokratîk, Stêrk TV xebatên civakî, çandî, hunerî, dîrokî, aborî û yên jîngehê dimeşîne. Di çarçoveya parastin û pêşxistina çand û zimanê Kurdî de, bi zaravayên Kurmancî, Soranî, Kirmanckî û Hewramî nûçe û bernameyên cûrbicûr amade dike û diweşîne. Stêrk TV xizmetê li çand û hunera Kurdî dike.

Facebook Twitter Youtube Rss Medium
Kategorî
  • Kurdistan
  • Rojane
  • Çand û Hûner
  • Cîhan
  • Jin
  • Civak & Ekolojî
  • Zanist
Rûpel
  • Têkîlî
  • Frekans
  • Derbarê me de
  • Şert û Merc
  • Rêgezên Malperê
  • Kar Xwestin
  • Kunye

© Stêrk TV. Hemû mafê wê parastîne

adbanner
AdBlock Asteng Dike
Malpera me de reklam hene, ji ber vê sedemê malpera me bixin listeya spî ya AdBlock'ê
Temam, ez ê li listeya spî zêde bikim
Hûn bi xêr hatin

Têkevin hesabê xwe

Te paroleya xwe jibîr kir?