Çarşem, 15 Nîsan 2026
  • Ji Bo Min
  • Favoriyên Min
  • Tomarên Min
  • Dîtinên Min
  • Blog
Video
Podcast
Zindî
Arşîv
Neşeriya Çalakiyan
Stêrk TV
  • DESTPÊK
  • ROJANE

    DEM Partî bertek nîşanî êrîşa çekdarî ya li Sêweregê da

    Ji aliyê Stêrk TV

    Li 5 kesan cezayê darvekirinê hat birîn

    Ji aliyê Stêrk TV

    Tulay Hatîmogûllari: Aştî û civaka demokratîk xala me ya bingehîn e

    Ji aliyê Stêrk TV

    ‘Girtiyên siyasî yên li Îranê bi metirsiyeke mezin re rû bi rû ne’

    Ji aliyê Stêrk TV

    Li Antalyayê 3 girtiyên di greva birçîbûnê de rakirin nexweşxaneyê

    Ji aliyê Stêrk TV

    FEDA û DAKB’ê ji bo ‘Çarşema Sor’ peyamek dan

    Ji aliyê Stêrk TV
  • KURDISTAN

    Êrişên bi dronan li ser Hewlêr û Silêmaniyê

    Ji aliyê Stêrk TV

    Mehmet Çevîren ê li girtîgehê jiyana xwe ji dest da li Dêrikê hate veşartin

    Ji aliyê Stêrk TV

    Qurbaniyên Enfalê li Germiyanê hatin bîranîn

    Ji aliyê Stêrk TV

    Li Sêweregê êrişa çekdarî ya li dibistanê: Herî kêm 13 kes birîndar bûn

    Ji aliyê Stêrk TV

    KCK’ê qurbaniyên komkujiyên Enfalê bi rêzdarî bi bîr anî

    Ji aliyê Stêrk TV

    KCK: Cejna Çarşema Sor pîroz be

    Ji aliyê Stêrk TV
  • JIN

    Ji KJK’ê ji bo Zeynep Cansiz peyama sersaxiyê

    Ji aliyê Stêrk TV

    TJA ber bi Gemlîkê ve dimeşe: Divê aliyê civakî yê hevdîtinan bi cih bê anîn

    Ji aliyê Stêrk TV

    ‘Qetilkirina Rojîn Kabaîş ronî bikin, dawî li gefên ser malbatê bînin’

    Ji aliyê Stêrk TV

    Ji TJA’yê peyama sersaxiyê: Em ê dilsozê mîrateya Zeynep Cansiz bimînin

    Ji aliyê Stêrk TV

    TJK-E’yê ji bo Zeynep Cansiz peyama sersaxiyê da

    Ji aliyê Stêrk TV

    Li Îranê di şerê 40 rojî de nêzî 500 jinan jiyana xwe ji dest dan

    Ji aliyê Stêrk TV
  • ÇAND Û HÛNER

    Hunermend Elî Mensûr jiyana xwe ji dest da

    Ji aliyê Stêrk TV

    Di Cannesê de 21 fîlm dê ji bo ‘Palmiya Zêrîn’ pêşbaziyê bikin

    Ji aliyê Stêrk TV

    Bi wesîleya rojbûna Rêber Apo konserek hate dayin

    Ji aliyê Stêrk TV

    ‘Rewşa herî qelebalix a bêedaletiyê’: Bêdeng be li Londonê hate nîşandan

    Ji aliyê Stêrk TV

    Galaya fîlmê “Azadî wê bi ser bikeve” li Londonê hate kirin

    Ji aliyê Stêrk TV

    Koma Berxwedan ji nû ve avakirina xwe îlan kir

    Ji aliyê Stêrk TV
  • CÎHAN
  • YÊN DIN
    • Gotar
    • Civak
    • Rojava
    • Gotar
  • 🔥
  • HEMÛ BAJAR
  • BEHDÎNAN
  • AMED
  • STENBOL
  • ENQERE
  • QAMIŞLO
  • ROJEV
  • KOBANÊ
  • WAN
  • ŞENGAL
  • HESEKÊ
  • ŞIRNEX
  • MÊRDÎN
  • RIHA
  • LEZGÎN
  • ÊLIH
  • COLEMÊRG
Nûçeyên Lezgîn
Li Hewlêrê droneyek hate xistin
Îranê pêla binçavkirinê da destpêkirin
Li Çemçemalê zaroka ku êşkence lê hatibû kirin, jiyana xwe ji dest da
Çeteyan 4 welatî ji Serêkaniyê revandine Tirkiyeyê
Li Idlib û Şamê 2 ciwan hatin kuştin
Dîtina TîpanAa
Stêrk TVStêrk TV
  • Kurdistan
  • Jin
  • Çand û Hûner
  • Cîhan
  • Rojava
  • Rojane
  • Cîhan
  • Civak & Ekolojî
  • Zanist
  • Ji Bo Min
  • Dîtinên Min
  • Tomarên Min
  • Favoriyên Min
Bigere
  • Kategorî
    • Kurdistan
    • Jin
    • Ciwan
    • Çand û Hûner
    • Cîhan
  • BAJAR
    • HEMÛ BAJAR
    • AMED
    • STENBOL
    • QAMIŞLO
    • ŞEHBA
    • REQA
    • WAN
  • JI BO TE
    • Ji Bo Min
    • Tomarên Min
    • Favoriyên Min
    • Dîtinên Min
  • RÛPEL
    • Podcast
    • Video
    • Wêne
    • Gotar
Hesabê we heye? Têketin
Me bişopîne
© Mafên belavkirinê li ba Stêrk TV parastî ne 2024. Hemû maf parastî ne.
Stêrk TV > Blog > Kurdistan > Ji Serhedê banga ji bo mîtîngê: Azadiya fîzîkî ya Rêber Apo şert e
Kurdistan

Ji Serhedê banga ji bo mîtîngê: Azadiya fîzîkî ya Rêber Apo şert e

Hilbijartiyên bajarên Serhedê ji bo mîtînga "Hêvî û Azadiyê" banga tevlîbûnê kirin ku wê bi daxwaza azadiya fîzîkî ya Rêber Apo di 4'ê Çileyê de li Qada Stasyonê ya Amedê pêk were.

Stêrk TV
Stêrk TV Dîroka nûkirinê: 29. Kanûn 2025 Dema xwendinê: 6 dq.
Parvekirin

Platforma Saziyên Demokratîk di çarçoveya mitînga “Hêvî û Azadiyê” de li Qada Bajêr a li navçeya Rêya Armûşê ya Wanê bi girseyî daxuyaniyek da. Di daxuyaniyê de pankarta “Em ji bo mitînga Hêvî û Azadiyê li Amedê dicivin” hat vekirin û dirûşmeya “Bijî Serok Apo” hat berzkirin. Parlamenter, hevşaredar û endamên meclîsên şaredariyan ên Partiya Wekhevî û Demokrasiyê ya Gelan (DEM Partî) ên herêma Serhedê, Dayikên Aştiyê, aktîvîstên TJAyê û nûnerên saziyên sivîl tev li daxuyaniyê bûn.

Hevşaredarê Îdirê Mehmet Nûrî Guneş metna bi Tirkî, parlamentera DEM Partiyê ya Mûşê Sumeyye Boz jî metna bi zaravayê Kurmancî xwend.

Sumeyye Bozê destnîşan kir ku pêvajoya Aştî û Civaka Demokratîk ya bi banga Rêber Apo di 27’ê Sibatê de dest pê kir, deriyê qonaxên girîng vekiriye. Sumeyye Bozê destnîşna kir ku vê bangê hêviya ji bo çareseriya demokratîk, ji bo pirsgirêka Kurd û avakirina aştiyeke bi rûmet ji her demê bêtir zêde kiriye û got: “Gavên dîrokî yên Tevgera Azadiyê, ku di bersiva bangawaziyê de hatine avêtin, di pêvajoyê de bûne sedema xalên werçerxê yên mezin. Li gel vê yekê, ji aliyê hikûmetê ve gavên berbiçav nehatine avêtin. Di vê qonaxê de, yek ji prensîbên herî bingehîn ji bo çareseriya demokratîk ji bo pirsgirêka Kurd ew e ku alî bikaribin di şert û mercên wekhev de bi hev re bixebitin. Pêwîstiya pêşvebirina pêvajoya aştî û civaka demokratîk pêkanîna tavilê ya vê prensîbê hewce dike. Di vê çarçoveyê de, divê rêya ku Birêz Ocalan bikaribe di bin şert û mercên wekhev de bixebite bi misogerkirina azadiya xwe ya fîzîkî tavilê were vekirin.”

Sumeyye Bozê anî ziman ku paradîgmaya demokratîk, ekolojîk û azadiya jinan ku wî di 26 salên tecrîda dijwar de li Girtîgeha Girava Îmraliyê pêşkêş kir, divê bigihîje hemû beşên civakê û wiha pê de çû: “Ev ji bo avakirina aştiyek bi rûmet girîng e. Ev ji bo pêşvebirina tifaqa Tirk-Kurd a hezar salî û vekirina rê li ber siyaseta demokratîk pêwîst e. Eşkere bûye ku pirsgirêk bi têkbirina hevpeymaniya dîrokî ya di navbera gelan de, bi înkarkirin û tunekirina ziman, nasname û hebûna gel çareser nabe. Banga ji bo Aştî û Civaka Demokratîk bangek ji bo xurtkirina vê tifaqê ye. Bangek ji bo jiyana bi hev re bi awayekî azad û wekhev li dijî siyaseta tunekirin û înkarê ye. Banga ji bo aştiyek bi rûmet e. Bi rastî, Birêz Ocalan, ji salên 1990an heta niha, bi paradîgmaya xwe koka pirsgirêkê û rêbaza çareseriya wê pêşkêş kiriye. Wî bi ramanên xwe rêbazek pêşkêş kiriye da ku ziman, nasname û baweriyên cûda bi awayekî wekhev û azad bi hev re bijîn.”

Sumeyye Bozê bal kişand ser azadiya fizîkî ya Rêber Apo û ev tişt gotin: “Têkiliya vê bîrdoziyê bi civakê re, bi jinan re, bi ciwanan re, bi gel re, dê derfeta civakîbûna pêvajoyê ava bike. Di vê çarçoveyê de, prensîba bingehîn di pêkanîna qonaxa duyemîn a pêvajoya aştî û civaka demokratîk de, avakirina çarçoveyek qanûnî ye ji bo pêkanîna prensîba “Mafê Hêviyê” û misogerkirina serbestberdana fîzîkî ya tavilê ya Birêz Ocalan. Di vê pêvajoyê de, muzakervanê sereke yê çareserkirina pirsgirêkê, Birêz Abdullah Ocalan e. Di bin şert û mercên sînorkirî yên li Girava Îmraliyê de, pêkanîna vê pêvajoyê ne mimkûn e.”

Sumeyye Bozê banga tevlibûna mitînga “Hêvî û Azadiyê” û wiha bi dawî kir: “Divê astengiyên li pêşiya serkeftina pêvajoya aştî û civaka demokratîk werin rakirin. Divê ev derfeta dîrokî, ku hêviya aştiyê lê mezin dibe, neyê windakirin. Divê dezgehên siyasî û bi tevahî muxalefet şertên vê bangewaziyê bicîh bînin. Divê ev pêvajo ne bi rexneyên wêranker bi rexneyên avaker, û ne bi geşkirina neteweperestî û zayendperestiyê bi pêşxistina demokratîkbûnê, were meşandin. Misogerkirina ku partî di şert û mercên wekhev de dixebitin, pêşîniya me ya mutleq e. Di vê çarçovê de, divê Birêz Ocalan, ku yek ji aliyên têkildar e û bi mîlyonan mirov wî wekî îradeya xwe dibînin, û di heman demê de di çareserkirina pirsgirêka Kurd de serkêşê danûstandinan e, tavilê azadiya fîzîkî werbigire. Ji bo çareseriya demokratîk ji bo pirsgirêka Kurd û misogerkirina jiyaneke azad û wekhev, werin em di mîtînga “Hêvî û Azadî” de ku dê di 4ê Çile de saet di 12:00an de li Qada Îstasyona Amed were lidarxistin, bicivin. Werin em bi dengekî bilind daxwaza xwe ya ji bo aştiyek bi rûmet ragihînin.”

Daxuyanî bi çepik û berzkirina dirûşmeya “Bijî Serok Apo” bi dawî bû.

YÊN HATINE ÊTÎKETKIRIN HEMÛ BAJAR

Ji me agahî bistîne!

Eger tu bibî abone em ê nûçeyên lezgîn yekser ji maîla te re bişînin.
Eger tu bibî abone te we wateyê ku tu Polîtikaya Malpera Me dipejînî û dîsa tê wê wateyê ku tu Şert û Mercên me qebûl dikî. Tu kendî bixwazî dikarî ji abonetiyê derkevî
Çi Difikirî?
.0
.0
.0
.0
.0
.0
Nûçeya Berê Li Mêrdîn û Şirnexê rê hatin girtin: Xwendekar asê man
Nûçeya Pişt re Li Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê Hêzên Parastina Jîngehê ava bû
Nirxandinek Bike Nirxandinek Bike

Nirxandinek Bike Cancel reply

You must be logged in to post a comment.

Me Bişopîne!

Tu dikarî li ser gelek platforman rûpelên me bişopînî.
FacebookBiecibîne
TwitterBişopîne
PinterestPîn bike
InstagramBişopîne
YoutubeSubscribe
TiktokBişopîne
TelegramBişopîne
Google NewsBişopîne
LinkedInBişopîne
- Frekans -
Ad image
- Frekans -
Ad image

Navarokên Li Pêş

Temellî: Bêyî budçeya aştî û nan ne edalet pêk tê, ne jî xizanî diqede

Sezaî Temellî anî ziman ku dayina faîzan, bêedaletiya bacê, lêçûnên mîlîtarîst û xizaniya zêde budçeya…

Ji aliyê Stêrk TV

Dogû: Dem dema serhildana li ser xeta serhildêr a Rêber Apo ye

Endama Koordînasyona KJK'ê Çîgdem Dogû destnîşan kir ku divê bi serhildana 'Jin, Jiyan, Azadî' bersiv…

Ji aliyê Stêrk TV

Parastina Qereqozax û Tişrînê parastina Kobanê ye

Tişrîn û Qereqozax du nuqteyên krîtîk in ku li rojhilat û rojavayê Firatê ne. Dewleta…

Ji aliyê Stêrk TV

Ev jî di be ku bala te bikşînin

Rojava

Azad Hesen ji bo Komeleya Îdarî ya Qamişloyê hat erkdarkirin

Ji aliyê Stêrk TV
Rojava

Koma sêyemîn a koçberan gihîşt Efrînê

Ji aliyê Stêrk TV
Kurdistan

Êrişên bi dronan li ser Hewlêr û Silêmaniyê

Ji aliyê Stêrk TV
Rojane

DEM Partî bertek nîşanî êrîşa çekdarî ya li Sêweregê da

Ji aliyê Stêrk TV
Ya Berê Ya Pişt re
Stêrk TV
Stêrk TV
Stêrk TV

Li Ser Şopa Heqîqetê

Stêrk TV kanaleke pirziman ya nûçeyan e. Zimanê sereke ya kanalê kurdî ye. Kanal bi van zimanan nûçeyan diweşîne; kurmancî, soranî, goranî, hewramî, dimilî û îngilîzî.

Facebook Twitter Youtube Rss Medium
Kategorî
  • Kurdistan
  • Rojane
  • Çand û Hûner
  • Cîhan
  • Jin
  • Civak & Ekolojî
  • Zanist
Rûpel
  • Têkîlî
  • Frekans
  • Derbarê me de
  • Şert û Merc
  • Rêgezên Malperê
  • Kar Xwestin
  • Kunye

© Stêrk TV. Hemû mafê wê parastîne

adbanner
AdBlock Asteng Dike
Malpera me de reklam hene, ji ber vê sedemê malpera me bixin listeya spî ya AdBlock'ê
Temam, ez ê li listeya spî zêde bikim
Hûn bi xêr hatin

Têkevin hesabê xwe

Te paroleya xwe jibîr kir?