Pêncşem, 8 Cotmeh 2026
  • Ji Bo Min
  • Favoriyên Min
  • Tomarên Min
  • Dîtinên Min
  • Blog
Video
Podcast
Zindî
Arşîv
Neşeriya Çalakiyan
Stêrk TV
  • DESTPÊK
  • ROJANE

    DFG’ê Gûrbetellî Ersoz bi bîr anî

    Ji aliyê Stêrk TV

    Rêveberiya Tevgerê: Li pêşiya azadiya Rêber Apo ti astengî nemaye!

    Ji aliyê Stêrk TV

    Kalkan: Divê em ji bo têkoşîna sala 29’an armancên mezin deynin pêşiya xwe

    Ji aliyê Stêrk TV

    KON-MED’ê li dijî komploya 9’ê Cotmehê banga tevlîbûna çalakiyan kir

    Ji aliyê Stêrk TV

    Oznûr Bartin:: Kurd yek jî hîmên esasî yên paşerroja demokratîk a vî welatî ne

    Ji aliyê Stêrk TV

    ROJEVA 8’Ê COTMEHA 2026’AN

    Ji aliyê Stêrk TV
  • KURDISTAN

    KNK: Bêdengiya li hemberî talankirina xwezayê sûcekî mezin e

    Ji aliyê Stêrk TV

    PDK ji bo rêyên li xaka xwe, destûr ji Tirkiyeyê digre

    Ji aliyê Stêrk TV

    Li Kerkukê ceza li mamosteyê ku posterê şehîd Ziyad Heleb daleqandibû, hat birîn

    Ji aliyê Stêrk TV

    Riza Altûn li Mexmûrê hate bîranîn

    Ji aliyê Stêrk TV

    Aqubeta rahênerê Kurd ê li Dehgolanê hat binçavkirin nayê zanîn

    Ji aliyê Stêrk TV

    YRK: Hevrêyê me Çekdar li Pêncîwênê şehîd bû

    Ji aliyê Stêrk TV
  • JIN

    PAJK: Azadiya Rêber Apo temînata aştiyê ya li Rojhilata Navîn e

    Ji aliyê Stêrk TV

    ‘Tehrîka neheq ji bo sûcdaran vediguhere mekanîzmayeke parastinê’

    Ji aliyê Stêrk TV

    MKG: Ji dema Gurbetellî heta îro têkoşîna rojnamegerên jinên Kurd didome

    Ji aliyê Stêrk TV

    KJK: Em daxwaza azadiya fîzîkî ya Rêbertî hîn bi xurtî bilêv bikin!

    Ji aliyê Stêrk TV

    ‘Biryara AYM’ê dikare bibe sedem ku dema jin cihê bû, xwe hîn bêhtir bêçare bibîne’

    Ji aliyê Stêrk TV

    Nobeda Bîr û Edaletê ya Jinan destpê kir

    Ji aliyê Stêrk TV
  • ÇAND Û HÛNER

    Li Freiburgê 1’emîn Festîvala Film a Kurdî destpê kir

    Ji aliyê Stêrk TV

    ‘Aştiya mayinde bi demokratîkbûneke xurt pêk tê û hunerê jî azad dike’

    Ji aliyê Stêrk TV

    Derhêner Semîr Aslanyurek: Sînema û huner divê bi aştiyê re be

    Ji aliyê Stêrk TV

    ‘Di pêvajoya aştiyê de rola hunerê bi qasî ya polîtîkayê girîng û pêwîst e’

    Ji aliyê Stêrk TV

    Li Misirê goreke hespê şer ê beriya 3 hezar salan hat dîtin

    Ji aliyê Stêrk TV

    Kurdan li Îçerîşehrê cilên xwe yên neteweyî nîşan dan

    Ji aliyê Stêrk TV
  • CÎHAN
  • YÊN DIN
    • Gotar
    • Civak
    • Rojava
    • Gotar
  • 🔥
  • HEMÛ BAJAR
  • AMED
  • STENBOL
  • BEHDÎNAN
  • ENQERE
  • ROJEV
  • QAMIŞLO
  • KOBANÊ
  • WAN
  • ŞENGAL
  • HESEKÊ
  • ŞIRNEX
  • MÊRDÎN
  • RIHA
  • LEZGÎN
  • ÊLIH
  • COLEMÊRG
Nûçeyên Lezgîn
Serkirdeyekî DAÎŞ’ê hat girtin
Li Tehranê cezayê darvekirinê li 3 welatiyên Kurd hate birîn
Li Minbicê teqîn: Kesek jiyana xwe ji dest da
Baregeha KDP-Î ya li Hewlêrê hate bombekirin
Li Zaxoyê jinek hate kuştin
Dîtina TîpanAa
Stêrk TVStêrk TV
  • Kurdistan
  • Jin
  • Çand û Hûner
  • Cîhan
  • Rojava
  • Rojane
  • Cîhan
  • Civak & Ekolojî
  • Zanist
  • Ji Bo Min
  • Dîtinên Min
  • Tomarên Min
  • Favoriyên Min
Bigere
  • Kategorî
    • Kurdistan
    • Jin
    • Ciwan
    • Çand û Hûner
    • Cîhan
  • BAJAR
    • HEMÛ BAJAR
    • AMED
    • STENBOL
    • QAMIŞLO
    • ŞEHBA
    • REQA
    • WAN
  • JI BO TE
    • Ji Bo Min
    • Tomarên Min
    • Favoriyên Min
    • Dîtinên Min
  • RÛPEL
    • Podcast
    • Video
    • Wêne
    • Gotar
Hesabê we heye? Têketin
Me bişopîne
© Mafên belavkirinê li ba Stêrk TV parastî ne 2024. Hemû maf parastî ne.
Stêrk TV > Blog > Jin > Ji şervanên YPJ’ê yên li Tişrînê peyama 8’ê Adarê
Jin

Ji şervanên YPJ’ê yên li Tişrînê peyama 8’ê Adarê

Şervanên YPJ'ê yên li Bendava Tişrînê li ber xwe didin, 8'ê Adarê bi berxwedanê pêşwazî dikin. YPJ'yiyan 8'ê Adarê li jinên berxwedêr pîroz kirin û hêviya xwe anîn ziman ku vê 8'ê Adarê li gel Rêber Apo pîroz bikin.

Stêrk TV
Stêrk TV Dîroka nûkirinê: 7. Adar 2025 Dema xwendinê: 4 dq.
Parvekirin

Şervanên Yekîneyên Parastina Jinê (YPJ) 8’ê Adarê ya îsal jî bi berxwedanê pêşwazî dikin. Şervanên YPJ’ê  ku li hemberî êrîşên dagirkeriyê yên dewleta Tirk û çeteyên wê yên li ser Bendava Tişrînê li ber xwe didin, wê 8’ê Adarê Roja Jinên Kedkar ên Cîhanê li çeperên berxwedanê pîroz bikin.

Şervanên YPJ’ê Avaşîn Basya û Sorxwîn Cûdî gotin, li dijî mejiyê serweriya mêr wê parastina xwe hîn xurt bikin û ji bo gelan bi taybetî jî ji bo jinan wê di 8’ê Adarê de têkoşîna xwe mezin bikin.

‘EM Ê RÊ NEDIN XEWN Û XEYALÊN DAGIRKERIYÊ’

Avaşîn Basya diyar kir ku li Bendava Tişrînê dîrok hatiye nivîsandin û got, “Ji 8’ê Kanûnê û vir ve em li ber xwe didin. Şervanên YPG-YPJ’ê her tim li ber xwe dan û jiyana xwe bi berxwedanê derbas kirin. Îro jî berxwedana li Tişrînê dîrokê dinivîsîne. Şervan li hemberî teknîka serdemê bi îradeya xwe şer dikin. Teknîka dewleta Tirk û çeteyên wê nekarî îradeya şervanan bişikîne. Berevajî vê yekê îradeya me xurt kir û berxwedana me her roj hîn mezin dibe. Berxwedana me di çarçoveya hilanîna tola hevrêyên me yên şehîd de wê mezin bibe. Dewleta Tirk û çeteyên wê bila nêt neke ku karibe Tişrînê dagir bike.”

‘EM Ê BI BERXWEDANA XWE GELAN BI SER BIXÎNIN’

Avaşîn Basya bal kişand ser berxwedana gel a nobeda li Bendava Tişrînê û bi dewamî got, “Li gel şervanan gelên me jî tevlî refên berxwedanê bû. Şervan li çeperên pêş li ber xwe dide, gel jî li bendavê kete nobedê û got, ‘Em ê rê nedin dagirkeriyê’. Li Bendava Tişrînê Şerê Gel ê Şoreşgerî tê meşandin. Dayikên me, bavên me, xwişk û birayên me ji bo parastina ax, av û enerjiya xwe canê xwe feda dikin, li ber xwe didin. Berxwedan, kelecan û moralê gelê me hêzê dide me. Di berxwedana gel de ku bi felsefeya Rêber Apo mezin bû, gel û şervan dilsozê hev in. Em bêyî gel, gel jî bêyî me nabe. Em ê berxwedana xwe bi hev re bi ser bixînin.”

HÊVIYA PÎROZKIRINA 8’Ê ADARÊ BI RÊBER APO RE

Avaşîn Basya destnîşan kir ku bi wesîleya 8’ê Adarê wê berxwedana Bendava Tişrînê bigihînin asta herî bilind û got, “8’ê Adarê li Rêber Apo û jinên berxwedêr pîroz be. 8’ê Adarê ji bo me ne tenê rojek e, ji bo her roj 8’ê Adarê ye. He rojeke salê ji bo me 8’ê Adarê ye. Her roj bi coşa 8’ê Adarê derbas dibe û berxwedan tê kirin. Hêviya me ew e ku vê 8’ê Adarê bi Rêber Apo re pîroz bikin. Mezinbûna berxwedana jinê, kûrbûna têkoşîna jinan bi saya Rêber Apo ye. Ne ji paradîgmaya azadiya jinê ya Rêber Apo bûya em nedigihîşt vê astê, me xwe nas nedikir. Herî dawî roja jinan li jinan hemûyan pîroz dikim. Silav ji jinên berxwedêr re.”

JI BERXWEDANA TIŞRÎNÊ SILAVÊN JI JINÊN CÎHANÊ RE

Sorxwîn Cûdî ku du meh in di nava berxwedana Bendava Tişrînê de ye got, “Li Tişrînê berxwedaneke awarte hate kirin. Bi Şerê Gel ê Şoreşgerî bersiv ji êrîşên giran re hate dayin. Bi armanca pêkanîna parastina xwe, em êrîşên çeteyan dişikînin. Bendava Tişrînê ya me ye, em ê dest ji bendava xwe bernedin.”

Sorxwîn Cûdî ku 8’ê Adarê li Bendava Tişrînê pêşwazî dike, got “Jin pêşengiyê ji berxwedanê re jî dikin. Jin jiyanê ji nû ve ava dikin. Em ê 8’ê Adarê li Tişrînê bi berxwedanê pîroz bikin” û ji çeperên berxwedanê 8’ê Adarê li jinan hemûyan pîroz kir.

YÊN HATINE ÊTÎKETKIRIN TIŞRÎN

Ji me agahî bistîne!

Eger tu bibî abone em ê nûçeyên lezgîn yekser ji maîla te re bişînin.
Eger tu bibî abone te we wateyê ku tu Polîtikaya Malpera Me dipejînî û dîsa tê wê wateyê ku tu Şert û Mercên me qebûl dikî. Tu kendî bixwazî dikarî ji abonetiyê derkevî
Çi Difikirî?
.0
.0
.0
.0
.0
.0
Nûçeya Berê ROJEVA 7’Ê ADARA 2025’AN
Nûçeya Pişt re TAJÊ serdana jinên partiyan kirin
Nirxandinek Bike Nirxandinek Bike

Nirxandinek Bike Cancel reply

You must be logged in to post a comment.

Me Bişopîne!

Tu dikarî li ser gelek platforman rûpelên me bişopînî.
FacebookBiecibîne
TwitterBişopîne
PinterestPîn bike
InstagramBişopîne
YoutubeSubscribe
TiktokBişopîne
TelegramBişopîne
Google NewsBişopîne
LinkedInBişopîne
- Frekans -
Ad image
- Frekans -
Ad image

Navarokên Li Pêş

Li Til Koçerê şer giran e

Li navçeya Til Koçer a Kantona Cizîrê, di navbera çeteyên HTŞ'ê û hêzên QSD'ê de…

Ji aliyê Stêrk TV

Îran bi moşekan êrîşî Îsraîlê kir

Li gorî nûçeyên çapemeniyê, Îran zêdetirî 100 moşek avêtin Îsraîlê.

Ji aliyê Stêrk TV

Xelkê Wanê: Aştî bi azadiya Rêber Apo dibe

Şêniyên Wanê dibêjin ku ji bo pêvajoya aştiyê bi rengekî erênî bi rê ve biçe…

Ji aliyê Stêrk TV

Ev jî di be ku bala te bikşînin

Jin

MKG: Meha Îlonê jî zext li rojnamevanên jin hate kirin

Ji aliyê Stêrk TV
Jin

PAJK: Azadiya Rêber Apo temînata aştiyê ya li Rojhilata Navîn e

Ji aliyê Stêrk TV
Jin

‘Tehrîka neheq ji bo sûcdaran vediguhere mekanîzmayeke parastinê’

Ji aliyê Stêrk TV
Jin

MKG: Ji dema Gurbetellî heta îro têkoşîna rojnamegerên jinên Kurd didome

Ji aliyê Stêrk TV
Ya Berê Ya Pişt re
Stêrk TV
Stêrk TV
Stêrk TV

Li Ser Şopa Heqîqetê

Stêrk TV ji sala 2009an ve di warên siyasî, civakî, çandî û hunerî de weşanê dike. Bi nêrîna azadiya jinê û avakirina civakeke demokratîk, Stêrk TV xebatên civakî, çandî, hunerî, dîrokî, aborî û yên jîngehê dimeşîne. Di çarçoveya parastin û pêşxistina çand û zimanê Kurdî de, bi zaravayên Kurmancî, Soranî, Kirmanckî û Hewramî nûçe û bernameyên cûrbicûr amade dike û diweşîne. Stêrk TV xizmetê li çand û hunera Kurdî dike.

Facebook Twitter Youtube Rss Medium
Kategorî
  • Kurdistan
  • Rojane
  • Çand û Hûner
  • Cîhan
  • Jin
  • Civak & Ekolojî
  • Zanist
Rûpel
  • Têkîlî
  • Frekans
  • Derbarê me de
  • Şert û Merc
  • Rêgezên Malperê
  • Kar Xwestin
  • Kunye

© Stêrk TV. Hemû mafê wê parastîne

adbanner
AdBlock Asteng Dike
Malpera me de reklam hene, ji ber vê sedemê malpera me bixin listeya spî ya AdBlock'ê
Temam, ez ê li listeya spî zêde bikim
Hûn bi xêr hatin

Têkevin hesabê xwe

Te paroleya xwe jibîr kir?