Sêşem, 14 Nîsan 2026
  • Ji Bo Min
  • Favoriyên Min
  • Tomarên Min
  • Dîtinên Min
  • Blog
Video
Podcast
Zindî
Arşîv
Neşeriya Çalakiyan
Stêrk TV
  • DESTPÊK
  • ROJANE

    Li 5 kesan cezayê darvekirinê hat birîn

    Ji aliyê Stêrk TV

    Tulay Hatîmogûllari: Aştî û civaka demokratîk xala me ya bingehîn e

    Ji aliyê Stêrk TV

    ‘Girtiyên siyasî yên li Îranê bi metirsiyeke mezin re rû bi rû ne’

    Ji aliyê Stêrk TV

    Li Antalyayê 3 girtiyên di greva birçîbûnê de rakirin nexweşxaneyê

    Ji aliyê Stêrk TV

    FEDA û DAKB’ê ji bo ‘Çarşema Sor’ peyamek dan

    Ji aliyê Stêrk TV

    Rojnamevan Hakki Boltan ji ber rexneya li Erdogan hate cezakirin

    Ji aliyê Stêrk TV
  • KURDISTAN

    Mehmet Çevîren ê li girtîgehê jiyana xwe ji dest da li Dêrikê hate veşartin

    Ji aliyê Stêrk TV

    Qurbaniyên Enfalê li Germiyanê hatin bîranîn

    Ji aliyê Stêrk TV

    Li Sêweregê êrişa çekdarî ya li dibistanê: Herî kêm 13 kes birîndar bûn

    Ji aliyê Stêrk TV

    KCK’ê qurbaniyên komkujiyên Enfalê bi rêzdarî bi bîr anî

    Ji aliyê Stêrk TV

    KCK: Cejna Çarşema Sor pîroz be

    Ji aliyê Stêrk TV

    Ji KCK’ê ji bo Zeynep Cansiz peyama sersaxiyê

    Ji aliyê Stêrk TV
  • JIN

    TJA ber bi Gemlîkê ve dimeşe: Divê aliyê civakî yê hevdîtinan bi cih bê anîn

    Ji aliyê Stêrk TV

    ‘Qetilkirina Rojîn Kabaîş ronî bikin, dawî li gefên ser malbatê bînin’

    Ji aliyê Stêrk TV

    Ji TJA’yê peyama sersaxiyê: Em ê dilsozê mîrateya Zeynep Cansiz bimînin

    Ji aliyê Stêrk TV

    TJK-E’yê ji bo Zeynep Cansiz peyama sersaxiyê da

    Ji aliyê Stêrk TV

    Li Îranê di şerê 40 rojî de nêzî 500 jinan jiyana xwe ji dest dan

    Ji aliyê Stêrk TV

    Li Îranê aqûbeta 3 jinên hatine binçavkirin, ne diyar e

    Ji aliyê Stêrk TV
  • ÇAND Û HÛNER

    Hunermend Elî Mensûr jiyana xwe ji dest da

    Ji aliyê Stêrk TV

    Di Cannesê de 21 fîlm dê ji bo ‘Palmiya Zêrîn’ pêşbaziyê bikin

    Ji aliyê Stêrk TV

    Bi wesîleya rojbûna Rêber Apo konserek hate dayin

    Ji aliyê Stêrk TV

    ‘Rewşa herî qelebalix a bêedaletiyê’: Bêdeng be li Londonê hate nîşandan

    Ji aliyê Stêrk TV

    Galaya fîlmê “Azadî wê bi ser bikeve” li Londonê hate kirin

    Ji aliyê Stêrk TV

    Koma Berxwedan ji nû ve avakirina xwe îlan kir

    Ji aliyê Stêrk TV
  • CÎHAN
  • YÊN DIN
    • Gotar
    • Civak
    • Rojava
    • Gotar
  • 🔥
  • HEMÛ BAJAR
  • BEHDÎNAN
  • AMED
  • STENBOL
  • ENQERE
  • QAMIŞLO
  • ROJEV
  • KOBANÊ
  • WAN
  • ŞENGAL
  • HESEKÊ
  • ŞIRNEX
  • MÊRDÎN
  • RIHA
  • LEZGÎN
  • ÊLIH
  • COLEMÊRG
Nûçeyên Lezgîn
Li Hewlêrê droneyek hate xistin
Îranê pêla binçavkirinê da destpêkirin
Li Çemçemalê zaroka ku êşkence lê hatibû kirin, jiyana xwe ji dest da
Çeteyan 4 welatî ji Serêkaniyê revandine Tirkiyeyê
Li Idlib û Şamê 2 ciwan hatin kuştin
Dîtina TîpanAa
Stêrk TVStêrk TV
  • Kurdistan
  • Jin
  • Çand û Hûner
  • Cîhan
  • Rojava
  • Rojane
  • Cîhan
  • Civak & Ekolojî
  • Zanist
  • Ji Bo Min
  • Dîtinên Min
  • Tomarên Min
  • Favoriyên Min
Bigere
  • Kategorî
    • Kurdistan
    • Jin
    • Ciwan
    • Çand û Hûner
    • Cîhan
  • BAJAR
    • HEMÛ BAJAR
    • AMED
    • STENBOL
    • QAMIŞLO
    • ŞEHBA
    • REQA
    • WAN
  • JI BO TE
    • Ji Bo Min
    • Tomarên Min
    • Favoriyên Min
    • Dîtinên Min
  • RÛPEL
    • Podcast
    • Video
    • Wêne
    • Gotar
Hesabê we heye? Têketin
Me bişopîne
© Mafên belavkirinê li ba Stêrk TV parastî ne 2024. Hemû maf parastî ne.
Stêrk TV > Blog > Rojane > Pinar Sakik Tekîn: Hîmê destpêkê yê aştiyê divê li girtîgehan bê danîn
Rojane

Pinar Sakik Tekîn: Hîmê destpêkê yê aştiyê divê li girtîgehan bê danîn

Hevseroka MED TUHAD-FED’ê Pinar Sakik Tekîn anî ziman ku li girtîgehan mafên mirovan ên girtiyên nexweş têne binpêkirin û got, “Eger dewlet bi rastî jî ji dil be divê daxwaza girtiyên nexweş bi cih bîne.”

Stêrk TV
Stêrk TV Dîroka nûkirinê: 27. Tebax 2025 Dema xwendinê: 3 dq.
Parvekirin

Pêvajoya çareseriyê di rojevê de ye. Komîsyona ku têkildarî pêvajoyê li meclîsê ava bû, dest bi karên xwe kir. Yek ji daxwazên herî mezin ê ji bo rakirina astengiyên li pêşiya çareseriya pirsgirêka Kurd a bi rêbazên demokratîk, berdana girtiyên nexweş e.

Hevseroka Federasyona Komeleyên Piştevaniya Hiqûqî ya bi Malbatên Girtî û Hikumxwaran re ya Med (MED TUHAD-FED) Pinar Sakik Tekîn li ser rewşa girtiyên nexweş û binpêkirinên li girtîgehan ji ANF’ê re axivî.

Pinar Sakik Tekîn got, “Di pêvajoya nû de ku bi banga Birêz Abdullah Ocalan a 27’ê Sibatê destpê kir, heta niha gelek gavên girîng hatin avêtin. Ev pêvajo bêguman gelekî girîng û hêja ye. Pêvajoyeke ku pêwîstiya civakê û gelan bi aştiyê heye.

‘LI GIRTÎGEHAN BINPÊKIRINÊN MAFÊN MIROVAN HER ROJ ZÊDE DIBIN’

Dema ku mirov bala xwe didin ser girtîgehan mixabin rewşeke berevajî vê dibînin. Li girtîgehan binpêkirinên mafên mirovan dewam dikin. Li derve pêvajoyek hebe divê bandora xwe li girtîgehan jî bike. Çawa ku şer di navbera aliyan de tê kirin, aştî jî divê di navbera aliyan de be. Pêvajoya aştiyê ne ew pêvajo ye ku bi gavên yekalî bimeşe. Divê herdu alî gavên şênber biavêjin.

Çawa ku Kurd û nûnerên wan bi navê aştiyê wezîfeyên xwe bi cih tînin, dewlet jî divê bi rengekî cidî gavê biavêje. Mixabin girtîgeh gelekî dûrî aştiyê ye. Binpêkirinên mafên mirovan her roj zêde dibin. Rewşa girtiyên nexweş li gel ku gelekî giran e nayên berdan û nikarin ji şert û mercên têrker ên tenduristiyê sûdê werbigirin. Li girtîgehan bi sedan girtiyên nexweş hene; piraniya wan nikarin bi tena serê xwe jiyana xwe dewam bikin û ji gelek mafan bêpar têne hiştin.

Em dibêjin, divê dewlet gava destpêkê di mijara girtiyên nexweş de biavêje. Divê daxwazên girtiyên nexweş li ber çavan bêne girtin.”

‘GIRTIYÊN NEXWEŞ DIVÊ TAVILÊ BÊNE BERDAN’

Pinar Sakik Tekîn bal kişand ser komîsyona li meclîsê têkildarî pêvajoyê hatiye avakirin û got, “Em dikarin bibêjin ku gava destpêkê ya aştiya civakî wê ji vir destpê bike. Bendewariyên me ji vê komîsyonê gelekî zêde ne. Yek ji mijarên sereke ku divê li komîsyonê bê axaftin binpêkirina mafên mirovan ên li girtîgehan e. Girtiyên nexweş divê tavilê bêne berdan. Komîsyon di vê mijarê de divê tavilê kar bike. Hemû alî divê gavên şênber biavêjin û bi lez bigihêjin aştiyê. Hîmê destpêkê yê aştiyê divê li girtîgehê bê danîn.”

YÊN HATINE ÊTÎKETKIRIN HEMÛ BAJAR

Ji me agahî bistîne!

Eger tu bibî abone em ê nûçeyên lezgîn yekser ji maîla te re bişînin.
Eger tu bibî abone te we wateyê ku tu Polîtikaya Malpera Me dipejînî û dîsa tê wê wateyê ku tu Şert û Mercên me qebûl dikî. Tu kendî bixwazî dikarî ji abonetiyê derkevî
Çi Difikirî?
.0
.0
.0
.0
.0
.0
Nûçeya Berê ‘Naskirina mafên Kurdan wê azadiya karkeran mezin bike’
Nûçeya Pişt re ‘Li dijî gefên li ser Rojava yekîtiya neteweyî û diyalog şert e’
Nirxandinek Bike Nirxandinek Bike

Nirxandinek Bike Cancel reply

You must be logged in to post a comment.

Me Bişopîne!

Tu dikarî li ser gelek platforman rûpelên me bişopînî.
FacebookBiecibîne
TwitterBişopîne
PinterestPîn bike
InstagramBişopîne
YoutubeSubscribe
TiktokBişopîne
TelegramBişopîne
Google NewsBişopîne
LinkedInBişopîne
- Frekans -
Ad image
- Frekans -
Ad image

Navarokên Li Pêş

Kaytan û Altûn li Silêmaniyê hatin bibîranîn

Ji kadroyên pêşeng ên PKK’ê Alî Haydar Kaytan û Riza Altûn li Silêmaniyê hatin bibîranîn.

Ji aliyê Stêrk TV

Yekane rêya çareseriya siyasî, azadiya Abdullah Ocalan e

Ji Zanîngeha Hiqûqê ya Bajarê Sydney ê Awûstralyayê doçent Dr. Vicki Sentas, diyar kir ku…

Ji aliyê Stêrk TV

Ji Rêveberiya Xweser daxuyaniya têkildarî Kampa Holê

Rêveberiya Xweseriya Demokratîk a Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê bang li hêzên navneteweyî kir ku ji…

Ji aliyê Stêrk TV

Ev jî di be ku bala te bikşînin

Rojava

Li Kobanê cenazeyên 7 şehîdan hatin veşartin

Ji aliyê Stêrk TV
Rojane

Li 5 kesan cezayê darvekirinê hat birîn

Ji aliyê Stêrk TV
Rojava

Li Dêrik, Amûdê û Tirbespiyê cenazeyên şehîdan hatin veşartin

Ji aliyê Stêrk TV
Rojane

Tulay Hatîmogûllari: Aştî û civaka demokratîk xala me ya bingehîn e

Ji aliyê Stêrk TV
Ya Berê Ya Pişt re
Stêrk TV
Stêrk TV
Stêrk TV

Li Ser Şopa Heqîqetê

Stêrk TV kanaleke pirziman ya nûçeyan e. Zimanê sereke ya kanalê kurdî ye. Kanal bi van zimanan nûçeyan diweşîne; kurmancî, soranî, goranî, hewramî, dimilî û îngilîzî.

Facebook Twitter Youtube Rss Medium
Kategorî
  • Kurdistan
  • Rojane
  • Çand û Hûner
  • Cîhan
  • Jin
  • Civak & Ekolojî
  • Zanist
Rûpel
  • Têkîlî
  • Frekans
  • Derbarê me de
  • Şert û Merc
  • Rêgezên Malperê
  • Kar Xwestin
  • Kunye

© Stêrk TV. Hemû mafê wê parastîne

adbanner
AdBlock Asteng Dike
Malpera me de reklam hene, ji ber vê sedemê malpera me bixin listeya spî ya AdBlock'ê
Temam, ez ê li listeya spî zêde bikim
Hûn bi xêr hatin

Têkevin hesabê xwe

Te paroleya xwe jibîr kir?