Sêşem, 14 Tîrmeh 2026
  • Ji Bo Min
  • Favoriyên Min
  • Tomarên Min
  • Dîtinên Min
  • Blog
Video
Podcast
Zindî
Arşîv
Neşeriya Çalakiyan
Stêrk TV
  • DESTPÊK
  • ROJANE

    DEM Partî: Îradeya çareseriyê divê bi gavên şênber bê xurtkirin

    Ji aliyê Stêrk TV

    Lêpirsîna Komeleya Ahbap: 38 kes hatin binçavkirin

    Ji aliyê Stêrk TV

    Hêlîn Umît: Di pêvajoyê de her tişt di rê de nîne

    Ji aliyê Stêrk TV

    Ji bo jiyanê destberdana ji bedena xwe: Greva birçîbûnê û rojiya mirinê yên li Tirkiye û Kurdistanê

    Ji aliyê Stêrk TV

    ROJEVA 14’Ê TÎRMEHA 2026’AN

    Ji aliyê Stêrk TV

    Girtiyên Apoyî: ‘Rêber Apo xeyalên Berxwedana 14’ê Tîrmehê wê bi Komara Demokratîk tacîdar bike’

    Ji aliyê Stêrk TV
  • KURDISTAN

    Fermandariya YRK’ê cangoriyên 14’ê Tîrmehê bi bîr anî

    Ji aliyê Stêrk TV

    Nameya destpêkê ya ku Hayrî Dûrmûş beriya 46 salan ji girtîgehê nivîsî

    Ji aliyê Stêrk TV

    ’14’ê Tîrmehê tarîtiya li ser hebûna gelê Kurd ji holê rakir’

    Ji aliyê Stêrk TV

    KCK: Em ê hesreta berxwedêrên 14’ê Tîrmehê pêk bînin!

    Ji aliyê Stêrk TV

    Li Iraqê pêvajoya entegrasyonê: Gelo peymaneke nû ya 9’ê Cotmehê tê amadekirin?

    Ji aliyê Stêrk TV

    14’ê Tîrmehê nexşerêya berxwedan û jiyana azad e

    Ji aliyê Stêrk TV
  • JIN

    60 girtiyên jin ên din veguhestin Girtîgeha Evînê

    Ji aliyê Stêrk TV

    Li Merîwanê jinek hate kuştin

    Ji aliyê Stêrk TV

    KCDP: Di 6 mehên destpêkê yên salê de 150 jin hatin qetilkirin

    Ji aliyê Stêrk TV

    Hêza pêşeng a veguherîn û birêxistinbûna demokratîk: Bakur

    Ji aliyê Stêrk TV

    Ji destpêka salê û vir ve li Herêma Kurdistanê 31 jin hatin qetilkirin

    Ji aliyê Stêrk TV

    Leyla Amûdê: YPJ hêza parastina jin û civakê ye

    Ji aliyê Stêrk TV
  • ÇAND Û HÛNER

    Belgefîlma “Rojiya Jiyanê” ya Berxwedana 14’ê Tîrmehê wê bê pêşandan

    Ji aliyê Stêrk TV

    Tîma folklorê ya Kurd di Festîvala Navneteweyî ya Gallerê de bû yekemîn

    Ji aliyê Stêrk TV

    Şoreşgera kamil: Mizgîn

    Ji aliyê Stêrk TV

    Encamnameya Komxebata Sînemaya Kurdî hate eşkerekirin

    Ji aliyê Stêrk TV

    Ji Hozan Aydin çar albûmên nû

    Ji aliyê Stêrk TV

    Tev-Çandê ji bo bîranîna Alî Haydar Kaytan helbestek weşand

    Ji aliyê Stêrk TV
  • CÎHAN
  • YÊN DIN
    • Gotar
    • Civak
    • Rojava
    • Gotar
  • 🔥
  • HEMÛ BAJAR
  • BEHDÎNAN
  • AMED
  • STENBOL
  • ENQERE
  • QAMIŞLO
  • ROJEV
  • KOBANÊ
  • WAN
  • ŞENGAL
  • HESEKÊ
  • ŞIRNEX
  • MÊRDÎN
  • RIHA
  • LEZGÎN
  • ÊLIH
  • COLEMÊRG
Nûçeyên Lezgîn
Li Sûriyeyê di rojekê de 8 kesan jiyana xwe ji dest dan
Li Herêma Kurdistanê cînayet û mirinên bi guman ên jinan
Li Îranê darvekirin didomin
Li Rojhilatê Kurdistanê êşkence û cezayên darvekirinê zêde bûn
Cezayê girtîgehê yê heta bi hetayê li aktîvîstên Belûc hate birîn
Dîtina TîpanAa
Stêrk TVStêrk TV
  • Kurdistan
  • Jin
  • Çand û Hûner
  • Cîhan
  • Rojava
  • Rojane
  • Cîhan
  • Civak & Ekolojî
  • Zanist
  • Ji Bo Min
  • Dîtinên Min
  • Tomarên Min
  • Favoriyên Min
Bigere
  • Kategorî
    • Kurdistan
    • Jin
    • Ciwan
    • Çand û Hûner
    • Cîhan
  • BAJAR
    • HEMÛ BAJAR
    • AMED
    • STENBOL
    • QAMIŞLO
    • ŞEHBA
    • REQA
    • WAN
  • JI BO TE
    • Ji Bo Min
    • Tomarên Min
    • Favoriyên Min
    • Dîtinên Min
  • RÛPEL
    • Podcast
    • Video
    • Wêne
    • Gotar
Hesabê we heye? Têketin
Me bişopîne
© Mafên belavkirinê li ba Stêrk TV parastî ne 2024. Hemû maf parastî ne.
Stêrk TV > Blog > Jin > Ji TJA’yê deklarasyona 8’ê Adarê: Li 30 deveran wê çalakî bêne lidarxistin
Jin

Ji TJA’yê deklarasyona 8’ê Adarê: Li 30 deveran wê çalakî bêne lidarxistin

Tevgera Jinên Azad (TJA) deklaraysona 8'ê Adarê Roja Jinan a Cîhanê eşkere kir. TJA'yê ragihand ku wê li 30 bajar û navçeyan mîtîng û şahiyan lidar bixin.

Stêrk TV
Stêrk TV Dîroka nûkirinê: 20. Sibat 2025 Dema xwendinê: 13 dq.
Parvekirin

Tevgera Jinên Azad (TJA) deklarasyona xwe ya xebatên 8’ê AdarêRoja Jinan a Cîhanê eşkere kir. Daxuyanî, li Odeya Endezyarên Makîneyê ya (MMO) Amedê hate dayin. Gelek jin tev li daxuyaniyê bûn. Di daxuyaniyê de pankarta “Em li dijî qirkirina jinan serî hildin û berê xwe didin azadiyê” hate hilgirtin. Kurdiya daxuyaniyê ji hêla aktîvîsta TJA’yê Hasîbe Yazdik û ya bi tirkî jî Tulay Denîz xwend. 
 
Deklarasyona TJA’yê wiha ye: 
 
“Em vê 8’ê Adara 2025’an li dijî qirkirina jinan serî hildidin, em vê 8’ê Adarê jî bi dirûşma ‘Em dimeşin azadiyê’ û bi hêrsa xwe ya li dijî pergala mêrsalar û bi berxwedana xwe pêşwazî dikin. 
 
Berxwedana karkerên tekstîlê yên jin li dijî kedxwariyê bi daxwaza li hemberî karê wekhev mûçeya wekhev dane destpêkirin îro sedema serhildana hemû jinên cîhanê ye. Ev kevneşopiya ku ji Clarayan heta Rosayan bi keda hezaran jinan hatiye afirandin ronîkirina rêya Têkoşîna Azadiyê ya Jinên Kurd didomîne. Me weke jinên Kurd ev çanda berxwedanê ya hatiye afirandin bi ziman, çand û nasnameya xwe ji nû ve ava kir. Em li xeleka berxwedanê ku ji Leyla Qasiman heta Zarîfeyan, Sarayan, Sêvêyan, Arînan û bi hezaran jinên Kurd ta bi ta hunandine zêde bûn. Me bi kevneşopiya berxwedanê ku ji çanda bi hezaran salan a gelên Kurdistan û Rojhilata Navîn dadipele û koka wê digihe serdema neolîtîkê re kir yek.

Em bi ‘Jin Jiyan Azadiyê’ ku li dijî desthilata mêr, pergala mêtingeriya kapîtalîst, tundiya li dijî jinê, her cure cudakarî û polîtîkayên şerê taybet felsefeya me ya jiyanê ye, ber bi azadiyê ve dimeşin. Em di vê 8’ê Adarê de jî li dijî polîtîkayên şer û tundiyê yên desthilatiya mêrê serdest, têkoşîna xwe mezin dikin!

Em jinên ku li dijî desthilatên mêrsalar û polîtîkayên wan ên tundiyê li ber xwe didin, bi hêvî û baweriya em ji mîrateya têkoşîna xwe digirin silav dikin. Em li dijî polîtîkayên şer û tundiyê yên desthilatên mêrsalar têkoşînê mezin dikin û di vê 8’ê Adarê de jî ber bi azadiyê ve dimeşin.

Şerên desthilatên mêrsalar ên kapîtalîst ên hêz û parvekirinê îro di serî de li Rojhilata Navîn li hemû cîhanê belav bûne. Bi vî şerê ku navenda wî li Rojhilata Navîn e û weke Şerê Cîhanê yê 3’yemîn tê binavkirin re tê xwestin ku Rojhilata Navîn jinûve were dîzaynkirin. Di van hewldanên dîzaynkirinê ku tê xwestin bi polîtîkayên gelan bi hev didin kuştin, zayendperest, olperest û dijminatiya jinan were pêkanîn de hebûna jinan tê înkarkirin. Îro qanûnên ku rejîma Talîban li Efxanistanê ji bo dengê jinan qut bike derxistine û cezayên darvekirinê yên li Îranê li jinên ku têkoşîna azadiyê didin tên birîn nîşaneya vê ya herî berbiçav e. Dîsa wergirtina kujerên jinan a li rêveberiyê ya HTŞ ya ku li Sûriyeyê ligel têkçûna rejîma Baasê rêveberî bi dest xist ji vê yekê ne serbixwe ye.

Li dijî vê pergala ku dixwaze bi polîtîkayên zayendperest, netewperest, olperest gelên Rojhilata Navîn bi hev didin kuştin xeyalên xwe yên emperyal pêk bîne alternatîfa me jiyana nû ya li Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê di pêşengtiya jinan de hatiye avakirine.

Em motîvasyona xwe ya 8’ê Adarê di kesayeta Cîhan Bîlgîn a dema bêyî ku bitirse li pey heqîqetê dibeziya hate qetilkirin de ji hevrêyên xwe yên di Şoreşa Jinan a Rojava de di têkoşîna me ya azadiyê de bûn stêrk digirin.

Em bi paradîgmaya xwe ya demokratîk, ekolojîk û azadîxwaziya jinê ku birêz Abdullah Ocalan di serî de Rojhilata Navîn, pêşkeşî hemû cîhanê kir, em ê azadiyê biqîrin! Di demeke ku şer, krîza aborî û qetlîamên li ser jinan bi hemû aliyên xwe ve didome de encama têkoşîna gelê Kurd û hêzên demokratîk û tekoşîna ji bo daxwaza azadiya fîzîkî ya birêz Ocalan dihat meşadin, bi Rêberê Gelê Kurd birêz Abdullah Ocalan re serdemeke nû destpê kir.

Gihiştina hev ya berxwedana birêz Ocalan a 26 salan a li Îmraliyê û berxwedan û tekoşîna civakê û jinê, ji bo afirandina jiyana bi azadiya jinê tê hunandin, moral û motîvasyonek mezin e. Em ê bi vê moral û motîvasyonê xebatên xwe bidomînin û ji bo civakbûna aştiyê bibin hêza pêşeng.  Em baş dizanin ku, paradîgmaya ku birêz Ocalan ji bo gelan û ji bo jinan derxistiye pêş, azadiya jinê dixwaze û demokratîk e. Ji bo ku ev paradîgma bi awayekî herî xurt bi cih were anîn em ê ti carî dest ji têkoşîna azadiya fîzîkî ya birêz Ocalan bernedin.

Em ê di vê 8’ê Adarê de jî, bi baweriya xwe ya bi paradîgmaya azadiya jinê, em ê li her derê li dijî kuştina jinan serî hildin!

Hişmendiya serdest a mêr a ku bi hezaran salan zanîn, ked, laş û vîna jinê desteser kiriye, di vê serdema ku em tê de dijîn de jî hewl dide polîtîkayên xwe yên qirkirinê bi rewakirinê bidomîne. Di dema ku tundî û qetlîamên li ser jinan bûye qirkirin de desthilatdariya serdest a mêr bi xelatkirina sûcdarên li dijî jinan, bi polîtîkayên bêcezakirinê, hedefgirtina maf û destkeftiyên jinan, vekişîna ji Peymana Stenbolê, xwestina mafê nefeqê û li dijî tundiya li dijî jinan, girtina navendên jinan ên şaredariyên me, kuştinên jinan rewa kiriye. Komkujiyên ku di bin navê ‘evîn, hezkirin’ de tên kirin û kiryarên çeteyên ku bi taybetî jinên Kurd ên ciwan hînî tiryak û fihûşê dike, diparêzin û belav dikin, nîşaneya wê yekê ne ku polîtîkayên şerê taybet bi hemû amûrên xwe ketine meriyetê. Kuştin û windakirina Gulistan Doku, Rojîn Kabaîş, Pinar Gultekîn û bi dehan jinên ciwan ên ku navê wan nayên hejmartin ji van polîtîkayan ne serbixwe ne.  Di sala 2024’an de 394 jin,  di encama tundiya mêr-dewletê de hatin qetilkirin, 20 jin jî tevî biryara parastinê nehatin parastin.  111 jin jî ji ber ku xwestine hevjînên xwe berdin hatine kuştin.

Her ku tundiya li ser jinê zêde dibe û dibe komkujî, AKP îsal weke ‘Sala malbatê’ îlan kir û jinan vedixwîne rola xwe ya dayik, jin û hevjînê malê. Zemînên mezinkirina mêraniyê ava dike, di berdewamiya koletiya jinê de li jiyan û paşeroja dewletê digere. Weke jinên Kurd em ê li dijî koletî, mêtingeriya kedê, rewakirina tundî û newekheviyê; demokratîkbûna malbata ku ne bi ‘malbata’ jin tê de tên qetilkirin, bi feraseteke ku jiyaneke hevpar û wekhev dihewîne û li ser esasê jiyana wekhev û azad, têbikoşin.

Em soza xwe dubare dikin ku di 8’ê Adarê de jî ji taxan heta gundan, ji gundan heta bajaran ji bo jiyaneke ku jinên ku kirdeya jiyanê ne, tê de neyên kuştin û bi hişmendiya ku tundiya li ser jinê îdeolojîk e hemû aliyên jiyanê bi rêxistin bikin.

Krîzên civakî û siyasî roj bi roj tundtir dibin. Zarok jî yek ji komên herî zêde di bin bandora vê tundiyê de ne. Weke ku me di tundiya li ser pitikan Narîn û Sila de jî dît, zarok dibin hedefa êrişan. Bi zayendperestî û polîtîkayên olî zarok dibin parçeyek ji çanda wefadariyê. Laş, vîn û hebûna wan tê paşguhkirin. Em dibînin ku ev hemû polîtîkanan êrişên îdeolojîk in. Ev sûcên li dijî zarokan encama zîhniyeta serdest a baviksalar e. Em careke din diyar dikin ku em ê di vê demê de bi awayekî xurt têbikoşin.

Jinên ku bi hezaran sal berê genim di dilê erdê de keşif kirin û civak têr kirin, îro pêdiviya wan bi pariyek nan heye. Kûrbûna xizaniya jinan, bêkarî, îstismarkirina kedê û keda malê ya ku nayê dîtin, ji polîtîkayên mêtînger ên desthilatdariya siyasî ne serbixwe ne. Îro bi milyonan jin ji ber barê nexweş, kal û pîr, astengdar û zarokan li ser milê wan in, ji qadên hilberînê hatine derxistin.

Avahiyeke civakî ya ne bi prensîba wekheviyê lê bi çanda xêrxwaziyê tê avakirin û xweza tê tunekirin û roj bi roj jiyan tê talankirin. Lê aborî domandina jiyaneke bi xwezayê re di nav ahengekê de, bi awayekî azad û wekhev hilberandina kedê û parvekirin e. Em ê polîtîkayên ku ji nû ve bi axê ve girêdayî ye û aboriyê têxe xizmeta civakê pêk bînin. Tevî desteserkirin, talankirin û qeyûmên nûnertiya kolonyalîst û rêveberiyên navendî, em ê di bin pêşengiya jinan de aboriya xwe li herêmên xwe pêk bînin.

Em di 8’ê Adarê de li dijî tundiya dewletê ya nêrza, şerê taybet, dagirkerî, tecrîd û kedxwariyê, dengê berxwedan û azadiyê berz dikin û di vê 8’ê Adarêde jî berê xwe didin azadiyê! Em ê li hember tundî û qirkirina li ser jinan, xwe bêhtir bi rêxistin bikin û tê bikoşin. Hişbir, fihûş, tîryakîbûna medyaya dijîtal û çanda mezaxtinê îro bi polîtîkayên şerê taybet ên serdestan ji bo parçekirin û xerakirina rastiya civakan bi kar tînin; em nahêlin ew berbelavtir bibin.

Em ê eniya jinan bi awayê herî xurt bi rêxistin bikin da ku li dijî polîtîkayên şer, dagirkerî, asîmîlasyon û tecrîdê pêşengiyê ji avakirina aştiya birûmet re bike. Em ê bi zimanê xwe yê dayikê, bi çand û cudahiyên xwe jiyana nû ava bikin! Ji bo vê jî, ji zîhniyeta xwe heta keda xwe, ji birêxistinbûna xwe heta têkoşîna xwe, ji çalakiyên xwe heta xîtaba xwe, em îdiaya xwe ya jiyana azad mezin dikin. Madem serdestiya mêran hewl dide cîhana me tarî bike, em jin jî vê jiyanê dê bi berxwedana xwe û tifaqa jinan ronî bikin.

Em ê yekbûna fikir û çalakiyan a ji bo vê yekê jî ji cem xwe heta tevahiya cîhanê mîna çemekî biherikînin. Di vê 8’ê Adarêde jî em ê cudahiyên xwe bi jinên ji çar aliyên cîhanê re bînin cem hev û em ê dilgeşiya bi yekitiyê deynin pêşiya xwe. Madem ji her derê û bi domdarî êriş li jinan tê kirin, divê em ji jî ji her demê bêhtir bibin yek. Di vê 8’ê Adarê de jî em bi biryar in ku xeta hevpar a têkoşînê ya li dijî êrişên hevpar bi zimanê jinan, dilê jinan û rastiya jinan tacîdar bikin.

Heke dê jiyan bi saya birêxistinbûna jinan û israra di azadiyê de watedar be, em bang li hemû jinan dikin ku di 8’ê Adarê de dakevin qadan, dengê xwe yê berxwedan û aştiyê berz û bilind bikin û hevgirtina xwe xurt bikin.

Heta ku li vê erdnîgariyê aştiyeke birûmet ava bibe, heta ku birêxistinbûna me bibe azadiya me, heta ku jinek û zarokek bi tenê jî neyên qetilkirin, em ê li qadan bin; em bi tililî û govendên xwe têkoşîna xwe mezin dikin. Bi vê 8’ê Adarêre em deng, gotin û çalakiyên xwe mezin dikin û ber bi azadiyê ve dimeşin, heta ku em coşa xwe ya berxwedanê li hemû qadên jiyanê yên civakê belav bikin.

Em li dijî qirkirina jinan serî hildin û berê xwe didin azadiyê! Bijî hevgirtina jinan! Jin jiyan azadî!”

YÊN HATINE ÊTÎKETKIRIN AMED

Ji me agahî bistîne!

Eger tu bibî abone em ê nûçeyên lezgîn yekser ji maîla te re bişînin.
Eger tu bibî abone te we wateyê ku tu Polîtikaya Malpera Me dipejînî û dîsa tê wê wateyê ku tu Şert û Mercên me qebûl dikî. Tu kendî bixwazî dikarî ji abonetiyê derkevî
Çi Difikirî?
.0
.0
.0
.0
.0
.0
Nûçeya Berê ‘Ziman hebûn û nasnameya gelan e’
Nûçeya Pişt re Xelatgira Nobelê ya Îranî li dijî darvekirinê bang kir
Nirxandinek Bike Nirxandinek Bike

Nirxandinek Bike Cancel reply

You must be logged in to post a comment.

Me Bişopîne!

Tu dikarî li ser gelek platforman rûpelên me bişopînî.
FacebookBiecibîne
TwitterBişopîne
PinterestPîn bike
InstagramBişopîne
YoutubeSubscribe
TiktokBişopîne
TelegramBişopîne
Google NewsBişopîne
LinkedInBişopîne
- Frekans -
Ad image
- Frekans -
Ad image

Navarokên Li Pêş

Di roja 5ˊan a Mîhrîcana Fîlman fîlmê ‘Yol’ hat pêşandan

Di roja 5ˊan a Mîhrîcana Fîlman a Navneteweyî ya Rojava ya 5ˊan fîlmên curbicur li…

Ji aliyê Stêrk TV

Li Binarê Qendîlê rojbûna Rêber Apo hate pîrozkirin

Li gundê Lêwjê yê Binarê Qendîlê salvegera 76’an a rojbûna Rêber Apo hate pîrozkirin.

Ji aliyê Stêrk TV

ROJEVA 11’Ê ÇILEYA 2025’AN

Sernavên sereke ji rojeva Kurdistanê û Cîhanê.

Ji aliyê Stêrk TV

Ev jî di be ku bala te bikşînin

Jin

Şoreşa jinên berxwedêr: Rojava

Ji aliyê Stêrk TV
Jin

60 girtiyên jin ên din veguhestin Girtîgeha Evînê

Ji aliyê Stêrk TV
Jin

Li Merîwanê jinek hate kuştin

Ji aliyê Stêrk TV
Jin

KCDP: Di 6 mehên destpêkê yên salê de 150 jin hatin qetilkirin

Ji aliyê Stêrk TV
Ya Berê Ya Pişt re
Stêrk TV
Stêrk TV
Stêrk TV

Li Ser Şopa Heqîqetê

Stêrk TV ji sala 2009an ve di warên siyasî, civakî, çandî û hunerî de weşanê dike. Bi nêrîna azadiya jinê û avakirina civakeke demokratîk, Stêrk TV xebatên civakî, çandî, hunerî, dîrokî, aborî û yên jîngehê dimeşîne. Di çarçoveya parastin û pêşxistina çand û zimanê Kurdî de, bi zaravayên Kurmancî, Soranî, Kirmanckî û Hewramî nûçe û bernameyên cûrbicûr amade dike û diweşîne. Stêrk TV xizmetê li çand û hunera Kurdî dike.

Facebook Twitter Youtube Rss Medium
Kategorî
  • Kurdistan
  • Rojane
  • Çand û Hûner
  • Cîhan
  • Jin
  • Civak & Ekolojî
  • Zanist
Rûpel
  • Têkîlî
  • Frekans
  • Derbarê me de
  • Şert û Merc
  • Rêgezên Malperê
  • Kar Xwestin
  • Kunye

© Stêrk TV. Hemû mafê wê parastîne

adbanner
AdBlock Asteng Dike
Malpera me de reklam hene, ji ber vê sedemê malpera me bixin listeya spî ya AdBlock'ê
Temam, ez ê li listeya spî zêde bikim
Hûn bi xêr hatin

Têkevin hesabê xwe

Te paroleya xwe jibîr kir?