Duşem, 12 Cotmeh 2026
  • Ji Bo Min
  • Favoriyên Min
  • Tomarên Min
  • Dîtinên Min
  • Blog
Video
Podcast
Zindî
Arşîv
Neşeriya Çalakiyan
Stêrk TV
  • DESTPÊK
  • ROJANE

    Îtiraza ji bo Saît Yildirim a li dijî taloqkirina tehliyeyê hate redkirin

    Ji aliyê Stêrk TV

    Ji DBP’ê û DEM Partiyê civînên gel: ‘Em ê bi hev re sedsala nû ava bikin’

    Ji aliyê Stêrk TV

    ÎHD’ê banga berdana girtiyê nexweş Celal Yildirim kir

    Ji aliyê Stêrk TV

    Îranê bi dronan êrîş bir ser navçeya Koye

    Ji aliyê Stêrk TV

    Komploya navneteweyî li Mîçûrînskê hate şermezarkirin

    Ji aliyê Stêrk TV

    Li gorî Fetî Yildiz pêvajo dê heta dawiya Mijdarê bi encam be!

    Ji aliyê Stêrk TV
  • KURDISTAN

    Aqûbeta 5 Kurdên li Baneyê hatine girtin nayê zanîn 

    Ji aliyê Stêrk TV

    Çalakiya nobetê ya li Mexmûrê bi biryardarî didome

    Ji aliyê Stêrk TV

    Nivîskarê Kurd Mehmed Ûzûn li ser gora xwe hate bîranîn

    Ji aliyê Stêrk TV

    ‘Têkoşîna me wê heta azadiya fîzîkî ya Rêber Apo dewam bike’

    Ji aliyê Stêrk TV

    Li Amedê qurbaniyên Komkujiya 10’ê Cotmehê hatin bibîranîn

    Ji aliyê Stêrk TV

    Bi girseyî çûn serdana taziyeya Reşat Eroglu yê PKK’î

    Ji aliyê Stêrk TV
  • JIN

    Ji çiyayên Kurdistanê peyama ji bo Kombûna Jinan a Navneteweyî

    Ji aliyê Stêrk TV

    Aynûr Sarica: Divê jin bibin hîmê damezrîner ê pêvajoya aştiyê

    Ji aliyê Stêrk TV

    ‘Li dijî provokasyonên li Hesekê divê em helwest nîşan bidin!’

    Ji aliyê Stêrk TV

    Wê nexşerêya Jineolojiyê were diyarkirin

    Ji aliyê Stêrk TV

    Li Arjantînê ji bo bîranîna şehîd Lêgerîn Çiya civîn

    Ji aliyê Stêrk TV

    Rewşa tenduristiyê ya Nêrgis Mihemedî nebaş bû

    Ji aliyê Stêrk TV
  • ÇAND Û HÛNER

    Xelata Wêjeyê ya Nobelê ji Anne Carson re hate dayin

    Ji aliyê Stêrk TV

    ‘Divê şaredarî ji bo şano û çanda Kurd derfetan biafirîne’

    Ji aliyê Stêrk TV

    Li Freiburgê 1’emîn Festîvala Film a Kurdî destpê kir

    Ji aliyê Stêrk TV

    ‘Aştiya mayinde bi demokratîkbûneke xurt pêk tê û hunerê jî azad dike’

    Ji aliyê Stêrk TV

    Derhêner Semîr Aslanyurek: Sînema û huner divê bi aştiyê re be

    Ji aliyê Stêrk TV

    ‘Di pêvajoya aştiyê de rola hunerê bi qasî ya polîtîkayê girîng û pêwîst e’

    Ji aliyê Stêrk TV
  • CÎHAN
  • YÊN DIN
    • Gotar
    • Civak
    • Rojava
    • Gotar
  • 🔥
  • HEMÛ BAJAR
  • AMED
  • STENBOL
  • BEHDÎNAN
  • ENQERE
  • ROJEV
  • QAMIŞLO
  • KOBANÊ
  • WAN
  • ŞENGAL
  • HESEKÊ
  • ŞIRNEX
  • MÊRDÎN
  • RIHA
  • LEZGÎN
  • ÊLIH
  • COLEMÊRG
Nûçeyên Lezgîn
DAÎŞ’ê car din li Hewîce êrîş kir
Li Hesekê êrîşa çekdarî: 3 kes birîndar bûn
Serkirdeyekî DAÎŞ’ê hat girtin
Li Tehranê cezayê darvekirinê li 3 welatiyên Kurd hate birîn
Li Minbicê teqîn: Kesek jiyana xwe ji dest da
Dîtina TîpanAa
Stêrk TVStêrk TV
  • Kurdistan
  • Jin
  • Çand û Hûner
  • Cîhan
  • Rojava
  • Rojane
  • Cîhan
  • Civak & Ekolojî
  • Zanist
  • Ji Bo Min
  • Dîtinên Min
  • Tomarên Min
  • Favoriyên Min
Bigere
  • Kategorî
    • Kurdistan
    • Jin
    • Ciwan
    • Çand û Hûner
    • Cîhan
  • BAJAR
    • HEMÛ BAJAR
    • AMED
    • STENBOL
    • QAMIŞLO
    • ŞEHBA
    • REQA
    • WAN
  • JI BO TE
    • Ji Bo Min
    • Tomarên Min
    • Favoriyên Min
    • Dîtinên Min
  • RÛPEL
    • Podcast
    • Video
    • Wêne
    • Gotar
Hesabê we heye? Têketin
Me bişopîne
© Mafên belavkirinê li ba Stêrk TV parastî ne 2024. Hemû maf parastî ne.
Stêrk TV > Blog > Kurdistan > Ji YBŞ’ê daxuyaniya 3’yê Tebaxê: Em ê Şengalê bi canê xwe biparêzin
Kurdistan

Ji YBŞ’ê daxuyaniya 3’yê Tebaxê: Em ê Şengalê bi canê xwe biparêzin

YBŞ’ê got, “Em soz didin gelê xwe, giyanê cangoriyên xwe û her dayikek ku hîn jî li benda xebera vegera zarokên xwe ye ku emê pabendê soza berxwedanê bin. Emê Şengalê bi canê xwe biparêzin.”

Stêrk TV
Stêrk TV Dîroka nûkirinê: 3. Tebax 2025 Dema xwendinê: 6 dq.
Parvekirin

Fermandariya Yekîneyên Berxwedana Şengalê (YBŞ) bi boneya 11’emîn salvegera fermana 3’yê Tebaxê, daxuyaniyek weşand.

YBŞ’ê di daxuyaniya xwe de soza parastina Şengalê da û ragihand ku ewê têkoşîna ji bo avakirina rastiyek nû Ii ser bingeha azadî, edalet û îradeya azad ya gelê xwe bidomînin.

Berfirehiya daxuyaniyê wiha ye:

“Di salvegera 11’emîn a fermana li ser gelê me yê Êzidî li Şengalê pêk hatî de, em îro ne tenê ji bo bîranîna trajediyê radiwestin, lê di heman demê de soza xwe ya ji bo cangoriyên xwe nû dikin û piştrast dikin ku berxwedana ku ji bin xirbeyan derketiye holê hîn jî zindî ye, bi israre û li ser rêya azadî û rûmetê berdewam dike.

Wek tê zanîn, di 3’yê Tebaxa 2014’an de, em Êzidî rastî êrişeke hovane ya rêxistina terorîst a DAIŞ’ê hatin, bi armanca tunekirina hebûna me, perçiqandina çanda me, kolekirina jin û zarokên me, kuştina kal û pîrên me û veşartina îradeya me di bin axê de. Ev ne tenê komkujiyek bû, lê hewldanek tevahî ya jenosîdê û koka me qelandinê bû ku; bi xwînsarî, di nav bêdengiya cîhanê û hevkariya cîranên wê de hat kirin. Biqasî  komkujiyê jî kirêt û bê eman xiyanetkirina hêzên ku divê me biparêzin bû, yên ku di kêliya ku gelê me herî zêde pêwîstiya wan bi parastinê hebû de çeperên xwe terikandin û civaka Êzidî bi awayekî bêbext dinava lepên çeteyên DAIŞ’ê de hiştin.

Lê ji nav wê wêranbûnê, rastî jiya û Yekîneyên Berxwedana Şengalê (YBŞ) ji xwîna cangoriyan û qêrîna dayikan wekî pêwîstiyek jiyanî hate damezrandin, ne wekî vebijarek demkî. Em ne hêzek demkî ne, hêzeke parastinê ya rewa û mayînde ne, ku ji dilê êşa Êzidiyan û ji baweriya wan a kûr a ku kes wan naparêze heya ku ew bi îradeya xwe, çekên xwe û rêxistina xwe neyên parastin, çêbûye.

Projeya me projeyek xweparastinê ye ku rehên xwe di axa Şengalê de digire û li ser prensîbên rûmet û mafê jiyanê hatiye avakirin. Û ew kesên ku doh bû Êzidî neparastin û erkê xwe pêkneanîn û Êzidî kirin qurbaniya berjewendiyên xwe yên erzan, heman kesên ku îro ji hêzên Êzidiya dixwazin ku ew çekên xwe deynin. Lê divê gelê me bizanibe ev kes zemînê ji bo fermaneke nû amade dikin. Gelekî ku rastî qirkirinê hatiye, nikare bê bêçekkirin heta ku ji bo hebûna xwe, di warê siyasî, ewlehî û çandî de, garantiyên rastîn neyên dayîn. Çekên me xwîna cangoriyên me ye, dengê wan kesên ku ji dîlgirtinê venegeriyane, û mertalek ji bo axek ku hîn jî di bin gefê de ye.

Em nikarin vê salvegerê bêyî ku sipasî û dilsoziya xwe ya ji dil ji Rêber Abdullah Ocalan re diyar bikin, ku vîzyona wî ya rizgarîxwaz û mirovahiya wî ya şoreşger di hişmendî û berxwedana Êzidiyan de xalek werçerxê nîşan da, derbas bikin. Banga wî ya dîrokî ya ji bo parastina Şengalê û Êzidiya qêrîneke wijdanî bû ku bi hezaran kes rizgar kir û rê li ber avakirina avahiyeke berxwedanê ya rastîn vekir. Raman û helwesta wî, wê ji bo rêya me wekî referansek exlaqî, etîkî û nîşaneyek dilsoziyê li ser singa gelê me, her bimîne.

Her wiha, em rola qehremanî ya ku dostên civaka me Gerîlayên Kurdistanê û şervanên YPG û YPJ di rojên pêşîn ên qirkirinê de lîstin ji bîr nakin. Wan bê şert û merc û bê dudilî bersiva banga alîkariyê dan, rêyên ewlehî û korîdora mirovahî vekirin û mil bi mil bi me re li dijî çeteyan şer kirin. Bê guman bêyî hebûn û pêşengiya wana, hejmara qurbaniyan dê gelek qat zêdetir bûya.

Di heman demê de, bi vê boneyê, em bi serbilindî û spasdarî rêber û cangoriyên xwe yên ku destana berxwedanê afirandin, ji Mam Zekî, Egîd Civyan, Dilşêr, Seîd Hesen, Berfîn, Nûjîn, Bêrîvan, Zerdeşt, Dijwar, Şengal û hemû hevreyên xwe yên din ku nexşeya berxwedanê bi xwîna xwe nivîsandin bibîrtînin. Ew dê her bimînin sernavê rûmeta me û çiraya me ye li ser rêya azadî û berxwedanê.

Em carek din dubare dikin ku; hewldanên ji bo bêbandorkirina projeya xweparastinê li Şengalê û dorpêçkirina hêzên Êzidiya bi wateyên vala, berdewama fermanê a bi rêbazên nerme. Lê divê gelê me bi hêzên xwe bawer be û lê xwedî derkeve. Îradeya me ji her tehdîdê xurtire û rêxistina me ji her komployê mezintire. Û bi yêkitî û yekrêziya helwest û gotin emê tevahiya leyistokan vala derxin, weke ku çawa me di 3’yê Tebaxa 2014’an de mil bi mil pilana tinekirina hebûna me, vala derxist. Em bawerin û bi hêvî ne ku wê 11’emîn salvegera fermanê bibe wesîleya yêkitî û hevgirtina gel û civaka me.

Di dawiyê de, em soz didin gelê xwe, giyanê cangoriyên xwe û her dayikek ku hîn jî li benda xebera vegera zarokên xwe ye, ku emê pabendê soza berxwedanê bin. Emê Şengalê bi canê xwe biparêzin û em ê têkoşîna xwe ji bo avakirina rastiyek nû ya li ser bingeha azadî, edalet û îradeya azad a gelê xwe bidomînin.”

YÊN HATINE ÊTÎKETKIRIN ŞENGAL

Ji me agahî bistîne!

Eger tu bibî abone em ê nûçeyên lezgîn yekser ji maîla te re bişînin.
Eger tu bibî abone te we wateyê ku tu Polîtikaya Malpera Me dipejînî û dîsa tê wê wateyê ku tu Şert û Mercên me qebûl dikî. Tu kendî bixwazî dikarî ji abonetiyê derkevî
Çi Difikirî?
.0
.0
.0
.0
.0
.0
Nûçeya Berê FEDA û DAKB’ê têkildarî Peymana Lozanê daxuyaniyek dan
Nûçeya Pişt re MHP: Înfazê cezayê yê girtiyên nexweş divê were taloqkirin
Nirxandinek Bike Nirxandinek Bike

Nirxandinek Bike Cancel reply

You must be logged in to post a comment.

Me Bişopîne!

Tu dikarî li ser gelek platforman rûpelên me bişopînî.
FacebookBiecibîne
TwitterBişopîne
PinterestPîn bike
InstagramBişopîne
YoutubeSubscribe
TiktokBişopîne
TelegramBişopîne
Google NewsBişopîne
LinkedInBişopîne
- Frekans -
Ad image
- Frekans -
Ad image

Navarokên Li Pêş

ROJEVA 26’Ê TÎRMEHA 2024’AN

Sernavên sereke ji rojeva Kurdistan û cîhanê

Ji aliyê Stêrk TV

Koçberîya Perwerdehîyê: Ezmûna Yekîtîya Sovyetê

Li Yekîtiya Sovyetê, kişandina welatiyên biyanî ji bo wergirtina perwerdehiyê rêgezek girîng a siyaseta dewletê…

Ji aliyê Kurdistan LEZGIYEVA

Di 50 salên dawî de azadiya çapemeniyê gelekî paşve çûye

Rapora Enstîtuya Navneteweyî ya Demokrasî û Alîkariya Hilbijartinê ya sala 2025’an eşkere kir ku li…

Ji aliyê Stêrk TV

Ev jî di be ku bala te bikşînin

Kurdistan

Aqûbeta 5 Kurdên li Baneyê hatine girtin nayê zanîn 

Ji aliyê Stêrk TV
Kurdistan

Çalakiya nobetê ya li Mexmûrê bi biryardarî didome

Ji aliyê Stêrk TV
Kurdistan

Nivîskarê Kurd Mehmed Ûzûn li ser gora xwe hate bîranîn

Ji aliyê Stêrk TV
Kurdistan

‘Têkoşîna me wê heta azadiya fîzîkî ya Rêber Apo dewam bike’

Ji aliyê Stêrk TV
Ya Berê Ya Pişt re
Stêrk TV
Stêrk TV
Stêrk TV

Li Ser Şopa Heqîqetê

Stêrk TV ji sala 2009an ve di warên siyasî, civakî, çandî û hunerî de weşanê dike. Bi nêrîna azadiya jinê û avakirina civakeke demokratîk, Stêrk TV xebatên civakî, çandî, hunerî, dîrokî, aborî û yên jîngehê dimeşîne. Di çarçoveya parastin û pêşxistina çand û zimanê Kurdî de, bi zaravayên Kurmancî, Soranî, Kirmanckî û Hewramî nûçe û bernameyên cûrbicûr amade dike û diweşîne. Stêrk TV xizmetê li çand û hunera Kurdî dike.

Facebook Twitter Youtube Rss Medium
Kategorî
  • Kurdistan
  • Rojane
  • Çand û Hûner
  • Cîhan
  • Jin
  • Civak & Ekolojî
  • Zanist
Rûpel
  • Têkîlî
  • Frekans
  • Derbarê me de
  • Şert û Merc
  • Rêgezên Malperê
  • Kar Xwestin
  • Kunye

© Stêrk TV. Hemû mafê wê parastîne

adbanner
AdBlock Asteng Dike
Malpera me de reklam hene, ji ber vê sedemê malpera me bixin listeya spî ya AdBlock'ê
Temam, ez ê li listeya spî zêde bikim
Hûn bi xêr hatin

Têkevin hesabê xwe

Te paroleya xwe jibîr kir?