Sêşem, 24 Mijdar 2026
  • Ji Bo Min
  • Favoriyên Min
  • Tomarên Min
  • Dîtinên Min
  • Blog
Video
Podcast
Zindî
Arşîv
Neşeriya Çalakiyan
Stêrk TV
  • DESTPÊK
  • ROJANE

    Cenazeyê Şehîd Celal Gok piştî 9 salan radestî malbatê kirin

    Ji aliyê Stêrk TV

    Gulistan Kiliç Koçyîgît: Rêveberiyên girtîgehan li gorî pêvajoyê tevnagerin

    Ji aliyê Stêrk TV

    Di nobeta ji bo girtiyên nexweş de peyama Rêber Apo hate xwendin

    Ji aliyê Stêrk TV

    Li gelek bajaran ji bo girtiyên nexweş çalakî hatin lidarxistin

    Ji aliyê Stêrk TV

    ‘Bila Melîke Goksu ya ku 3 caran berdana wê hat astengkirin serbest bê berdan’

    Ji aliyê Stêrk TV

    Ji doktor kiryara li dijî mirovahiyê: Ji Evîn Zapsu re got ‘Biçe, li benda mirinê bisekine’

    Ji aliyê Stêrk TV
  • KURDISTAN

    ÎHD’ê Rapora Binpêkirina Mafên Zarokan eşkere kir

    Ji aliyê Stêrk TV

    Li Farqînê li şikefta sê qatî gelek hestiyên mirovan hate dîtin

    Ji aliyê Stêrk TV

    HPG: Em şehîdên xwe yên Rojhilatê Kurdistanê bi hurmet bi bîr tînin

    Ji aliyê Stêrk TV

    Li Şengalê semînerên 25’ê Mijdarê

    Ji aliyê Stêrk TV

    Bi avabûna PKK’ê re gelê Kurd hebûna xwe nas kir

    Ji aliyê Stêrk TV

    Rejîma Îranê li Awdananê Hazim Haşîmî binçav kir

    Ji aliyê Stêrk TV
  • JIN

    Li Kerkûkê komkujî û şantaja sîberê ya li ser jinan hat nîqaşkirin

    Ji aliyê Stêrk TV

    KJAR’ê Pêngava ‘Hemû Rojek 25’ê Mijdarê ye’ ragihand

    Ji aliyê Stêrk TV

    Jinan beriya 25’ê Mijdarê li bajarên cuda çalakiyên piştevaniyê li dar xistin

    Ji aliyê Stêrk TV

    Li Îranê binpêkirina mafan a li hemberî jinan didome

    Ji aliyê Stêrk TV

    Jinên Rojhilatî daxwaza wekheviya qanûnî kirin

    Ji aliyê Stêrk TV

    Jin bi rêxistinbûn û xweparastinê dikarin azad bibin

    Ji aliyê Stêrk TV
  • ÇAND Û HÛNER

    Hunermendên jin: Jin azad nebe aştî û edalet jî nabe

    Ji aliyê Stêrk TV

    Artêşa Sûdanê êriş kir: 4 jê zarok 15 kes mirin

    Ji aliyê Stêrk TV

    Mihrîcana Filman a Rojava ya Navneteweyî di roja 3’yemîn de didome

    Ji aliyê Stêrk TV

    10’emîn Festîvala Navneteweyî ya Şanoya Kolanê li Kerkûkê dest pê kir

    Ji aliyê Stêrk TV

    Omer Bîçer: Divê sînemaya Kurd di pêvajoya aştiyê de hişê dîrokê biafirîne

    Ji aliyê Stêrk TV

    Uysal: Hêza çêker û hevgirtinê ya hunerê dikare tevkariyê li pêvajoya aştiyê bike

    Ji aliyê Stêrk TV
  • CÎHAN
  • YÊN DIN
    • Gotar
    • Civak
    • Rojava
    • Gotar
  • 🔥
  • HEMÛ BAJAR
  • AMED
  • STENBOL
  • BEHDÎNAN
  • ENQERE
  • ROJEV
  • QAMIŞLO
  • KOBANÊ
  • WAN
  • ŞENGAL
  • HESEKÊ
  • ŞIRNEX
  • MÊRDÎN
  • RIHA
  • LEZGÎN
  • ÊLIH
  • COLEMÊRG
Nûçeyên Lezgîn
Girtiyê 30 salan Tekin hate berdan: Em ê têkoşînê mezin bikin
Li Hewlêrê mirina bi guman a jinekê
Petrola di ser Îranê re ji bo Efganistanê hate birin wê bê lêkolîn
Agahî ji 2 jinên Kurd ên li Îranê hatin binçavkirin nayê wergirtin
Dadgeriya Îranê cezayê darvekirinê yê li 4 çalakgeran hatibû birîn erê kir
Dîtina TîpanAa
Stêrk TVStêrk TV
  • Kurdistan
  • Jin
  • Çand û Hûner
  • Cîhan
  • Rojava
  • Rojane
  • Cîhan
  • Civak & Ekolojî
  • Zanist
  • Ji Bo Min
  • Dîtinên Min
  • Tomarên Min
  • Favoriyên Min
Bigere
  • Kategorî
    • Kurdistan
    • Jin
    • Ciwan
    • Çand û Hûner
    • Cîhan
  • BAJAR
    • HEMÛ BAJAR
    • AMED
    • STENBOL
    • QAMIŞLO
    • ŞEHBA
    • REQA
    • WAN
  • JI BO TE
    • Ji Bo Min
    • Tomarên Min
    • Favoriyên Min
    • Dîtinên Min
  • RÛPEL
    • Podcast
    • Video
    • Wêne
    • Gotar
Hesabê we heye? Têketin
Me bişopîne
© Mafên belavkirinê li ba Stêrk TV parastî ne 2024. Hemû maf parastî ne.
Stêrk TV > Blog > Jin > Ji YPJ’ê peyama 8’ê Adarê: Em bi biryar in ku destketiyên xwe biparêzin
Jin

Ji YPJ’ê peyama 8’ê Adarê: Em bi biryar in ku destketiyên xwe biparêzin

Fermandariya Giştî ya YPJ'ê di peyama xwe ya bi wesîleya 8'ê Adarê de got, "Jin, Jiyan, Azadî ne tenê dirûşmek e. Mifteya azadkirina civakê ye."

Stêrk TV
Stêrk TV Dîroka nûkirinê: 8. Adar 2026 Dema xwendinê: 5 dq.
Parvekirin

Fermandariya Giştî ya Yekîneyên Parastina Jinê (YPJ) bi wesîleya 8’ê Adarê Roja Jinên Kedkar ên Cîhanê peyamek weşand. Di peyamê de hate ragihandin ku 8’ê Adarê bi fedakarî û berxwedana dîrokî ya jinan bû xwedî wate.

Peyama Fermandariya YPJ’ê bi vî rengî ye:

“8’ê Adarê bi berxwedanî û fedakariya dîrokî ya jinan re bû rojeke watedar. Roja 8’ê Adarê li asîmanan dengê wêrek a jinan olan veda, bi qêrîna azadiya jinan re civakan cardin derfeta jiyanê dîtin. Ev roj serpêhatiyeke dirêj a jinan di nava xwe de dihewîne; beriya karkerên jin yên ku li New Yorkê jî xwe dispêre têkoşîna jinên xwedawend ên li qontara çiyayên Zagros-Toros û axa Mezopotamyayê ya bi bereket. Têkoşîna jinan a li hemberî pergala katîlê kastîk di her dema dîrokê de weke şerê hebûnê xwe didomîne. Îro jî jin ji bo rûmeta mirovahiyê têkoşîneke bê eman didin meşandin.

Bi navê Yekîneyên Parastina Jin (YPJ) em roja 8’ê Adarê ya jinên kedkar a cîhanê ku roja bilind kirina dengê azadiyê, li tevahî jinên cîhanê pîroz dikin. Ji dilê axa pîroz, ji nava agirê azadiya gelan, ji nava gulên ku bi xwîna şehîdan hatiye avdan em dibêjin; jiyan bê azadiya jinê nabe. Yê ku ji bo me jinan jiyan cardin watedar kir, fikir û ramanê Rêber Apo ye. Mîmarê felsefeya ‘Jin, Jiyan, Azadî’ ji bo me bû navê jiyaneke nû û li ser esasê bîrdoziya rizgariya jinê têkoşîn kirin jî, ji bo me rêka serkeftinê teqez kir. Îro bi hezaran şervanên Şoreşa Rojava di çeperên şer de bi baweriya bîrdoziya APO’yî henase digrin. Ew jiyana ku bi destê zilamê serdest dihate tune kirin, bi destê jinên leheng ji nû ve tê ava kirin û çavkaniya hêza me jî Rêber Apo ye. Rûxmî şert û mercên tecrîd û îzolasyona giran jî Rêber Apo tu car jinan tenê nehîşt, em jî bi heman sadaqatê girêdayî Rêbertiya xwe ne. Ji ber wê jî azadiya Rêbertî temînata azadiya hemû jinan û civaka ne.

Herêmên me bi salane ji aliyê pergala katîlê kastîk ve rastî kiryarên herî tarî yên serdemê tên. Carna bi navê DAIŞ û hwd. komên wekî wan şoreşa me tehdît dikin û destkeftiyên me qebûl nakin. Lê me li hemberî tarîtî û terorîzma DAIŞ’ê serî netewand, emê ji vir û şûndatir jî li hemberî terorîzmên ku bi navên cûda jê re rûpoş hatiye peyda kirin jî serî netewînin. Me ji bo parastina welat hebûn û jiyana xwe daniye holê, em ê heta dawî jî, ji bo van nirxên xwe têkoşîn bikin. Berdêla wê çi dibe bila bibe, me li hemberî jiyaneke bê wate, mirineke bi rûmet pejirandiye. Bi taybet jî em weke YPJ diyar dikin; em herdem li pey nirxên xwe yên civakî ne.

Ji qada leşkerî heta civakî, ji siyasetê heta çandî, jin di hemû qadên jiyanê de têkoşîn didin meşandin.  Jinên Rojava ji bo tevahî jinan çarenûseke nû nivîsandin û xwedî li mîrateya jinên têkoşer yên cîhanê derdikevin. Em di vê roja pîroz de hemû şehîdên doza azadiyê di şexsê Şehîd Denîz, Sîdar, Şîlan, Siyajîn, Arîn û Çiyajînan de bi rêzdarî bibîrtinin. Şehîdên me tovên azadiyê li welatê me çandin, emê jî bi berxwedan û têkoşîna jiyana wekhev û azad, herdem bibin şopdarên wan.

Em bang li hemû jinên cîhanê, jinên ciwan, dayik, hunermend, karker, şoreşger û aktîvîstan dikin ku; bila dengê jinan weke çemeke mezin bi hev re biherike, da ku deryaya azadiyê mezin û bê dawî be. Ji ber dagirker tu car nikarin li pêşiya pêlên azadiyê rawestin. Berxwedana jinan helbesteke ku hêvî û wateye jiyanê ye. ‘Jin, Jiyan, Azadî’ ne tenê sloganeke; mifte û formûla rizgariya tevahî civaka ne.”

YÊN HATINE ÊTÎKETKIRIN HEMÛ BAJAR

Ji me agahî bistîne!

Eger tu bibî abone em ê nûçeyên lezgîn yekser ji maîla te re bişînin.
Eger tu bibî abone te we wateyê ku tu Polîtikaya Malpera Me dipejînî û dîsa tê wê wateyê ku tu Şert û Mercên me qebûl dikî. Tu kendî bixwazî dikarî ji abonetiyê derkevî
Çi Difikirî?
.0
.0
.0
.0
.0
.0
Nûçeya Berê Gerîlayên jin 8’ê Adarê pîroz kirin
Nûçeya Pişt re Li mala me 8’ê Adarê nayê pîrozkirin, tê bîranîn
Nirxandinek Bike Nirxandinek Bike

Nirxandinek Bike Cancel reply

You must be logged in to post a comment.

Me Bişopîne!

Tu dikarî li ser gelek platforman rûpelên me bişopînî.
FacebookBiecibîne
TwitterBişopîne
PinterestPîn bike
InstagramBişopîne
YoutubeSubscribe
TiktokBişopîne
TelegramBişopîne
Google NewsBişopîne
LinkedInBişopîne
- Frekans -
Ad image
- Frekans -
Ad image

Navarokên Li Pêş

Berxwedana li Êlihê di roja 4’emîn de ye

Li Êlihê berxwedana li dijî darbeya qeyûm di roja 4'emîn de ye. Di çalakiyên îro…

Ji aliyê Stêrk TV

Mazlûm Ebdî êrişa li ser Herêma Kurdistanê şermezar kir

Fermandarê Giştî yê QSD'ê Mazlûm Ebdî têkildarî êrişa li ser hêzên pêşmerge yên li Herêma…

Ji aliyê Stêrk TV

Li Şakranê cezayê hucreyê li girtiyên jin hate birîn

Girtiyên li Girtîgeha Jinan a Şakranê ne derketin hevdîtinê, lewma ji bo 11 rojan cezayê…

Ji aliyê Stêrk TV

Ev jî di be ku bala te bikşînin

Jin

Li Wargeha Mexmûrê ji bo mêran semînera 25’ê Mijdarê hat lidarxistin

Ji aliyê Stêrk TV
Jin

Li Kerkûkê komkujî û şantaja sîberê ya li ser jinan hat nîqaşkirin

Ji aliyê Stêrk TV
Jin

KJAR’ê Pêngava ‘Hemû Rojek 25’ê Mijdarê ye’ ragihand

Ji aliyê Stêrk TV
Jin

Jinan beriya 25’ê Mijdarê li bajarên cuda çalakiyên piştevaniyê li dar xistin

Ji aliyê Stêrk TV
Ya Berê Ya Pişt re
Stêrk TV
Stêrk TV
Stêrk TV

Li Ser Şopa Heqîqetê

Stêrk TV ji sala 2009an ve di warên siyasî, civakî, çandî û hunerî de weşanê dike. Bi nêrîna azadiya jinê û avakirina civakeke demokratîk, Stêrk TV xebatên civakî, çandî, hunerî, dîrokî, aborî û yên jîngehê dimeşîne. Di çarçoveya parastin û pêşxistina çand û zimanê Kurdî de, bi zaravayên Kurmancî, Soranî, Kirmanckî û Hewramî nûçe û bernameyên cûrbicûr amade dike û diweşîne. Stêrk TV xizmetê li çand û hunera Kurdî dike.

Facebook Twitter Youtube Rss Medium
Kategorî
  • Kurdistan
  • Rojane
  • Çand û Hûner
  • Cîhan
  • Jin
  • Civak & Ekolojî
  • Zanist
Rûpel
  • Têkîlî
  • Frekans
  • Derbarê me de
  • Şert û Merc
  • Rêgezên Malperê
  • Kar Xwestin
  • Kunye

© Stêrk TV. Hemû mafê wê parastîne

adbanner
AdBlock Asteng Dike
Malpera me de reklam hene, ji ber vê sedemê malpera me bixin listeya spî ya AdBlock'ê
Temam, ez ê li listeya spî zêde bikim
Hûn bi xêr hatin

Têkevin hesabê xwe

Te paroleya xwe jibîr kir?