Pêncşem, 26 Mijdar 2026
  • Ji Bo Min
  • Favoriyên Min
  • Tomarên Min
  • Dîtinên Min
  • Blog
Video
Podcast
Zindî
Arşîv
Neşeriya Çalakiyan
Stêrk TV
  • DESTPÊK
  • ROJANE

    Li Enqereyê salvegera damezrandina PKKê hat pîrokirin

    Ji aliyê Stêrk TV

    DEM Partî: Divê statuya destûrî ya Herêma Kurdistanê were parastin

    Ji aliyê Stêrk TV

    Nobeta li ber Wezareta Edaletê ya ji bo girtiyên nexweş di roja 10’emîn de ye

    Ji aliyê Stêrk TV

    Rêxistinên pîşeyî yên çapemeniyê wê di mitînga karkeran de bimeşin

    Ji aliyê Stêrk TV

    Ji pêkhateyên 1001 îmze ji bo pêvajoya aştî banga wekhevî û ‘mafê hêviyê’ hat kirin

    Ji aliyê Stêrk TV

    Heyeta Îmraliyê bi Devlet Bahçelî re hevdîtin kir

    Ji aliyê Stêrk TV
  • KURDISTAN

    KCK: Rêber Apo û xeta PKK’ê wê bi tevahiya mirovahiyê bide qezençkirin!

    Ji aliyê Stêrk TV

    HPG: Cejna Berxwedana Neteweyî pîroz be

    Ji aliyê Stêrk TV

    KNK: Bi yekrêzî û yek helwestiyê destketiyên neteweyî biparêzin

    Ji aliyê Stêrk TV

    Hêzên PDK’ê li Soranê rojnamevanek û 2 welatî binçav kir

    Ji aliyê Stêrk TV

    Xwendevanên Mexmûrê bi meşaleyan kareografiya Hakî Karer çêkirin

    Ji aliyê Stêrk TV

    Hikumeta Herêma Kurdistanê: Em zimanê leşkerî û gefan red dikin

    Ji aliyê Stêrk TV
  • JIN

    REPAK: Divê demildest mafê hêviyê were bicihanîn!

    Ji aliyê Stêrk TV

    Li Urmiyê jinek hat kuştin

    Ji aliyê Stêrk TV

    Li Swîsreyê jin li dijî tundiyê li qadan bûn

    Ji aliyê Stêrk TV

    Çaglar Demirel: Jin wê bibin ‘çavê sêyemîn’ ê pêvajoyê

    Ji aliyê Stêrk TV

    Peyman Viyan: Jin êdî mexdûr nînin, pêşengiyê ji têkoşînê re dikin

    Ji aliyê Stêrk TV

    Li gelek bajaran jin li dijî tundiya mêr-dewletê daketin qadan

    Ji aliyê Stêrk TV
  • ÇAND Û HÛNER

    Hunermendên jin: Jin azad nebe aştî û edalet jî nabe

    Ji aliyê Stêrk TV

    Artêşa Sûdanê êriş kir: 4 jê zarok 15 kes mirin

    Ji aliyê Stêrk TV

    Mihrîcana Filman a Rojava ya Navneteweyî di roja 3’yemîn de didome

    Ji aliyê Stêrk TV

    10’emîn Festîvala Navneteweyî ya Şanoya Kolanê li Kerkûkê dest pê kir

    Ji aliyê Stêrk TV

    Omer Bîçer: Divê sînemaya Kurd di pêvajoya aştiyê de hişê dîrokê biafirîne

    Ji aliyê Stêrk TV

    Uysal: Hêza çêker û hevgirtinê ya hunerê dikare tevkariyê li pêvajoya aştiyê bike

    Ji aliyê Stêrk TV
  • CÎHAN
  • YÊN DIN
    • Gotar
    • Civak
    • Rojava
    • Gotar
  • 🔥
  • HEMÛ BAJAR
  • AMED
  • STENBOL
  • BEHDÎNAN
  • ENQERE
  • ROJEV
  • QAMIŞLO
  • KOBANÊ
  • WAN
  • ŞENGAL
  • HESEKÊ
  • ŞIRNEX
  • MÊRDÎN
  • RIHA
  • LEZGÎN
  • ÊLIH
  • COLEMÊRG
Nûçeyên Lezgîn
Girtiyê 30 salan Tekin hate berdan: Em ê têkoşînê mezin bikin
Li Hewlêrê mirina bi guman a jinekê
Petrola di ser Îranê re ji bo Efganistanê hate birin wê bê lêkolîn
Agahî ji 2 jinên Kurd ên li Îranê hatin binçavkirin nayê wergirtin
Dadgeriya Îranê cezayê darvekirinê yê li 4 çalakgeran hatibû birîn erê kir
Dîtina TîpanAa
Stêrk TVStêrk TV
  • Kurdistan
  • Jin
  • Çand û Hûner
  • Cîhan
  • Rojava
  • Rojane
  • Cîhan
  • Civak & Ekolojî
  • Zanist
  • Ji Bo Min
  • Dîtinên Min
  • Tomarên Min
  • Favoriyên Min
Bigere
  • Kategorî
    • Kurdistan
    • Jin
    • Ciwan
    • Çand û Hûner
    • Cîhan
  • BAJAR
    • HEMÛ BAJAR
    • AMED
    • STENBOL
    • QAMIŞLO
    • ŞEHBA
    • REQA
    • WAN
  • JI BO TE
    • Ji Bo Min
    • Tomarên Min
    • Favoriyên Min
    • Dîtinên Min
  • RÛPEL
    • Podcast
    • Video
    • Wêne
    • Gotar
Hesabê we heye? Têketin
Me bişopîne
© Mafên belavkirinê li ba Stêrk TV parastî ne 2024. Hemû maf parastî ne.
Stêrk TV > Blog > Jin > Jin li Stenbolê bi dirûşmeya ‘Jin, Jiyan, Azadî’ meşiyan
Jin

Jin li Stenbolê bi dirûşmeya ‘Jin, Jiyan, Azadî’ meşiyan

Jin bi pêşengiya Platforma Jinan a 25’ê Mijdarê li Karakoyê li hev civiyan û peyama mezinkirina berxwedanê dan. Di meşê de tundiya mêr-dewletê û desteserkirina vînê hate protestokirin.

Stêrk TV
Stêrk TV Dîroka nûkirinê: 28. Mijdar 2024 Dema xwendinê: 5 dq.
Parvekirin

Platforma Jinan a 25’ê Mijdarê bi boneya 25’ê Mijdarê Roja Têkoşîna li dijî Tundiya li ser Jinan a Navneteweyî, bi şîara “Têkoşîna me ji hev re ye, em jiyanê dixwazin” li Karakoyê li hev civiyan. Jin bi rojan in ji bo li hev kombûna li Taksîm Tunelê banga dikin, piştî ku hemû rêyên diçin Kolana Îstîklalê ji saetên siharê re ve ji aliyê polîsan bi bariyeran hate girtin, bang li Karakoyê kir. Bi hezaran jin bi tililî, dirûşme û çepikan ber bi qadê meşiyan. 

Jinan dirûşmeyên “Em bêdeng nabin, natirsin, îtaet nakin”, “Jin, Jiyan, Azadî” berz kirin û dowîzên “Polîs bicehime, ev kolan yên me ne”, “Jinên hatine qetilkirin serhildana me ne” hilgirtin. 

‘DENGÊ XWE BILIND BIKIN’

Jinan tim û tim bi berzkirina dirûşmeyên “Dengê xwe bilind bike”, “Rizgarî nîne yan bi hev re yan jî tu ji me”, “Bijî têkoşîna me ya rêxistinkirî” ber bi qada hevcivînê ve çûn. 

Hevberdevka Kongreya Demokratîk a Gelan (HDK) Meral Daniş Beştaş, Hevseroka Giştî ya Partiya Wekhevî û Demokrasiyê ya Gelan (DEM Partî) Tulay Hatîmogullari, Parlementera DEM Partî ya Stenbolê Çîçek Otlu û gelek jin ber bi qadê ve meşiyan. Jinan dowîzên bi nivîsa “Jin, Jiyan, Azadî”, “Di dengê me de serhildan, di serhildana me de jiyan heye” û “Em jiyanê dixwazin” hilgirtin. 

BERTEK NÎŞANÎ DARBEYA QEYÛM DAN

Li qada ku dirûşmeya “Em kolanan jî, qadan jî naterikînin” bilind bû, dowîzên bi nivîsa Kurmancî “Agire serhildanê dişewite, tekoşina me wê we bişewitine”, “Agirê berxwedana jinan dê qeyûman bişewitine”,  “Jin bi tekoşînê azad dibe”  û “Bijî têkoşîna jinan” hate berzkirin.

Jinên ciwan bal kişandin ser Rêber Apo ku li Girtîgeha Tîpa F ya Ewlekariya Bilind a Îmraliyê di bin şert û mercên giran ên tecrîdê de tê ragirtin û dowîza bi nivîsa “Ji Rêbertiya gerdûnî heta rastiya jinên pêşeng” hilgirtin.

PEYAMA XWEPARASTINÊ

Di vê pêvajoya ku tundî û komkujiyên li ser jinê zêde bûye de bal hat kişandin ser girîngiya xweparastinê. Di vê çarçoveyê de jinan dowîzên “Xweparastin maf e”, “Xeta jinê xeta jîyanê” hilgirtin û dirûşmeya “Bijî têkoşîna jinan” berz kirin.

TULAY HATÎMOGULLARI: NE HEDÊ WE YE

Hevseroka Giştî ya Partiya Wekhevî û Demokrasiyê ya Gelan (DEM Partî) Tulay Hatîmogullari li Îskeleya Karakoyê ku in li hev civiyan axivî û wiha got: “Ez bang li waliyê Amedê ku dirûşmeya ‘Jin, Jiyan, Azadî’ qedexe kir dikim; Ne hedê tu kesê ye ku dirûşmeya ‘Jin, Jiyan, Azadî’ ku ji Rojhilata Navîn belavî hemû cîhanê bûye û di serî de jinên Kurd hemû jinên cîhanê xwedî lê derketine, qedexe bike. Îro li Tirkiye û her derê ev dirûşme deng veda û wê deng vede. Bijî piştevaniya jinan.”

MERAL DANIŞ BEŞTAŞ: WÊ JIN BI SER BIKEVIN

Hevberdevka Kongreya Demokratîk a Gelan (HDK) Meral Daniş Beştaş jî axivî û wiha got: “Em niha li Stenbolê ne. Li pişt min bi hezaran jin bi dehan barîkat û lêgerînan derbas kiirn û bi zorî xwe gihandin vir. Teqez em ê ji têkoşîna xwe ya li dijî tundiyê gavekê jî paş neavêjin. Em jin nîvê civakê ne û di vê mijarê de wê li dijî zextan têbikoşin. Em ê bi hemû hêza xwe têkoşînê mezin bikin. Baş e ku piştevaniya jinan heye. Başe ku têkoşîna jinan heye.”

Piştî axaftinan daxuyanî bi Kurdî, Erebî û Tirkî hatin xwendin. Ya Kurdî Esra Kahraman xwend ya Tirkî jî Gamze Çetîntepe xwend.

Esra Kahraman bal kişand ser tundiya mêr û got ew kesên li dijî tundiyê têdikoşin îro hatine gel hev û got tifaqa mêr ji bo ked û bedena jinê binpê bike, jinê wek alav bikar tîne. Esra Kahraman daxuyakirin ku ew tundiyê red dikin û got: “Em jiyanê dixwazin. Em nav çar dîwaran de namînin. Em ji bo mafê xwe jiyana xwe keda xwe têkoşîna xwe didomînin. Em jiyana xwe dixwazin. Em bi dirûşmeya ‘Jin, Jiyan, Azadî” qadan tijî dikin. Kes nikare ‘Jin, Jiyan, Azadî’ asteng bike. Em li dijî qeyûm û şer li vir in. Têkoşîna me ji bo jiyanek wekheve.”

Çalakî bi dirûşmeyên ‘Jin, Jiyan, Azadî’ bi dawî bû.”
         

        

YÊN HATINE ÊTÎKETKIRIN STENBOL

Ji me agahî bistîne!

Eger tu bibî abone em ê nûçeyên lezgîn yekser ji maîla te re bişînin.
Eger tu bibî abone te we wateyê ku tu Polîtikaya Malpera Me dipejînî û dîsa tê wê wateyê ku tu Şert û Mercên me qebûl dikî. Tu kendî bixwazî dikarî ji abonetiyê derkevî
Çi Difikirî?
.0
.0
.0
.0
.0
.0
Nûçeya Berê Li Lubnanê agirbest kete meriyetê
Nûçeya Pişt re Li Darmstadt û Gottingenê çalakiyên 25’ê Mijdarê: Em bi ‘Jin, Jiyan, Azadî’ xwe diparêzin
Nirxandinek Bike Nirxandinek Bike

Nirxandinek Bike Cancel reply

You must be logged in to post a comment.

Me Bişopîne!

Tu dikarî li ser gelek platforman rûpelên me bişopînî.
FacebookBiecibîne
TwitterBişopîne
PinterestPîn bike
InstagramBişopîne
YoutubeSubscribe
TiktokBişopîne
TelegramBişopîne
Google NewsBişopîne
LinkedInBişopîne
- Frekans -
Ad image
- Frekans -
Ad image

Navarokên Li Pêş

Endama Heyeta Îmraliyê Pervîn Bûldan serdana girtiyên jin kir

Endama Heyeta Îmraliyê Pervîn Bûldan serdana girtiyên jin ên li Girtîgeha Sîncanê kir. Hevseroka KCD'ê…

Ji aliyê Stêrk TV

Barzanî wê biçe Tirkiyeyê

Hat ragihandin ku serokwezîrê demborî yê Herêma Kurdistanê Mesrûr Barzanî wê biçe Tirkiyeyê û bi…

Ji aliyê Stêrk TV

Girtiyekî ji Rojhilatê Kurdistanê 8 roj in di hucreyê de di greva birçîbûnê de ye

Tora Mafên Mirovan a Kurdistanê ragihand ku girtiyê ji Rojhilatê Kurdistanê Îbrahîm Mûhammedî 8 roj…

Ji aliyê Stêrk TV

Ev jî di be ku bala te bikşînin

Jin

Li Munihê bi hezaran jin li dijî tundiya li ser jinan meşiyan

Ji aliyê Stêrk TV
Jin

REPAK: Divê demildest mafê hêviyê were bicihanîn!

Ji aliyê Stêrk TV
Jin

Li Urmiyê jinek hat kuştin

Ji aliyê Stêrk TV
Rojane

Ji pêkhateyên 1001 îmze ji bo pêvajoya aştî banga wekhevî û ‘mafê hêviyê’ hat kirin

Ji aliyê Stêrk TV
Ya Berê Ya Pişt re
Stêrk TV
Stêrk TV
Stêrk TV

Li Ser Şopa Heqîqetê

Stêrk TV ji sala 2009an ve di warên siyasî, civakî, çandî û hunerî de weşanê dike. Bi nêrîna azadiya jinê û avakirina civakeke demokratîk, Stêrk TV xebatên civakî, çandî, hunerî, dîrokî, aborî û yên jîngehê dimeşîne. Di çarçoveya parastin û pêşxistina çand û zimanê Kurdî de, bi zaravayên Kurmancî, Soranî, Kirmanckî û Hewramî nûçe û bernameyên cûrbicûr amade dike û diweşîne. Stêrk TV xizmetê li çand û hunera Kurdî dike.

Facebook Twitter Youtube Rss Medium
Kategorî
  • Kurdistan
  • Rojane
  • Çand û Hûner
  • Cîhan
  • Jin
  • Civak & Ekolojî
  • Zanist
Rûpel
  • Têkîlî
  • Frekans
  • Derbarê me de
  • Şert û Merc
  • Rêgezên Malperê
  • Kar Xwestin
  • Kunye

© Stêrk TV. Hemû mafê wê parastîne

adbanner
AdBlock Asteng Dike
Malpera me de reklam hene, ji ber vê sedemê malpera me bixin listeya spî ya AdBlock'ê
Temam, ez ê li listeya spî zêde bikim
Hûn bi xêr hatin

Têkevin hesabê xwe

Te paroleya xwe jibîr kir?