În, 9 Cotmeh 2026
  • Ji Bo Min
  • Favoriyên Min
  • Tomarên Min
  • Dîtinên Min
  • Blog
Video
Podcast
Zindî
Arşîv
Neşeriya Çalakiyan
Stêrk TV
  • DESTPÊK
  • ROJANE

    Ji girtiyên Apoyî daxuyaniya ji bo ‘9’ê Cotmehê’

    Ji aliyê Stêrk TV

    Heyeta Îmraliyê bi AKP’ê re civiya

    Ji aliyê Stêrk TV

    DFG’ê Gûrbetellî Ersoz bi bîr anî

    Ji aliyê Stêrk TV

    Rêveberiya Tevgerê: Li pêşiya azadiya Rêber Apo ti astengî nemaye!

    Ji aliyê Stêrk TV

    Kalkan: Divê em ji bo têkoşîna sala 29’an armancên mezin deynin pêşiya xwe

    Ji aliyê Stêrk TV

    KON-MED’ê li dijî komploya 9’ê Cotmehê banga tevlîbûna çalakiyan kir

    Ji aliyê Stêrk TV
  • KURDISTAN

    Bi dronan êrîşî baregeha Sazman-i Xebat a li Hewlêrê hate kirin

    Ji aliyê Stêrk TV

    Li Binarê Qendîlê 28’emîn salvegera Komploya 9’ê Cotmehê hat şermezarkirin

    Ji aliyê Stêrk TV

    Bi girseyî serdana taziyeya Şehîd Zozan hat kirin

    Ji aliyê Stêrk TV

    Meclisa gel a Şengalê: Bi sekn û helwesta Rêber Apo hemû komplo hatin têkbirin

    Ji aliyê Stêrk TV

    Li Hewlêrê çeteyekî DAÎŞ’ê hate girtin

    Ji aliyê Stêrk TV

    KNK: Bêdengiya li hemberî talankirina xwezayê sûcekî mezin e

    Ji aliyê Stêrk TV
  • JIN

    PAJK: Azadiya Rêber Apo temînata aştiyê ya li Rojhilata Navîn e

    Ji aliyê Stêrk TV

    ‘Tehrîka neheq ji bo sûcdaran vediguhere mekanîzmayeke parastinê’

    Ji aliyê Stêrk TV

    MKG: Ji dema Gurbetellî heta îro têkoşîna rojnamegerên jinên Kurd didome

    Ji aliyê Stêrk TV

    KJK: Em daxwaza azadiya fîzîkî ya Rêbertî hîn bi xurtî bilêv bikin!

    Ji aliyê Stêrk TV

    ‘Biryara AYM’ê dikare bibe sedem ku dema jin cihê bû, xwe hîn bêhtir bêçare bibîne’

    Ji aliyê Stêrk TV

    Nobeda Bîr û Edaletê ya Jinan destpê kir

    Ji aliyê Stêrk TV
  • ÇAND Û HÛNER

    ‘Divê şaredarî ji bo şano û çanda Kurd derfetan biafirîne’

    Ji aliyê Stêrk TV

    Li Freiburgê 1’emîn Festîvala Film a Kurdî destpê kir

    Ji aliyê Stêrk TV

    ‘Aştiya mayinde bi demokratîkbûneke xurt pêk tê û hunerê jî azad dike’

    Ji aliyê Stêrk TV

    Derhêner Semîr Aslanyurek: Sînema û huner divê bi aştiyê re be

    Ji aliyê Stêrk TV

    ‘Di pêvajoya aştiyê de rola hunerê bi qasî ya polîtîkayê girîng û pêwîst e’

    Ji aliyê Stêrk TV

    Li Misirê goreke hespê şer ê beriya 3 hezar salan hat dîtin

    Ji aliyê Stêrk TV
  • CÎHAN
  • YÊN DIN
    • Gotar
    • Civak
    • Rojava
    • Gotar
  • 🔥
  • HEMÛ BAJAR
  • AMED
  • STENBOL
  • BEHDÎNAN
  • ENQERE
  • ROJEV
  • QAMIŞLO
  • KOBANÊ
  • WAN
  • ŞENGAL
  • HESEKÊ
  • ŞIRNEX
  • MÊRDÎN
  • RIHA
  • LEZGÎN
  • ÊLIH
  • COLEMÊRG
Nûçeyên Lezgîn
Serkirdeyekî DAÎŞ’ê hat girtin
Li Tehranê cezayê darvekirinê li 3 welatiyên Kurd hate birîn
Li Minbicê teqîn: Kesek jiyana xwe ji dest da
Baregeha KDP-Î ya li Hewlêrê hate bombekirin
Li Zaxoyê jinek hate kuştin
Dîtina TîpanAa
Stêrk TVStêrk TV
  • Kurdistan
  • Jin
  • Çand û Hûner
  • Cîhan
  • Rojava
  • Rojane
  • Cîhan
  • Civak & Ekolojî
  • Zanist
  • Ji Bo Min
  • Dîtinên Min
  • Tomarên Min
  • Favoriyên Min
Bigere
  • Kategorî
    • Kurdistan
    • Jin
    • Ciwan
    • Çand û Hûner
    • Cîhan
  • BAJAR
    • HEMÛ BAJAR
    • AMED
    • STENBOL
    • QAMIŞLO
    • ŞEHBA
    • REQA
    • WAN
  • JI BO TE
    • Ji Bo Min
    • Tomarên Min
    • Favoriyên Min
    • Dîtinên Min
  • RÛPEL
    • Podcast
    • Video
    • Wêne
    • Gotar
Hesabê we heye? Têketin
Me bişopîne
© Mafên belavkirinê li ba Stêrk TV parastî ne 2024. Hemû maf parastî ne.
Stêrk TV > Blog > Jin > Jin wê di 4’ê Nîsanê de li ser aştiyê biaxivin
Jin

Jin wê di 4’ê Nîsanê de li ser aştiyê biaxivin

Yekîtiya Jinên Kurd a li Swîsreyê (YJK-S) û Tevgera Jinên Kurd a li Ewropayê (TJK-E) wê di 4'ê Nîsanê de bi dirûşma "Aştî bêyî me nabe" konferanseke aştiyê ya navneteweyî lidar bixin.

Stêrk TV
Stêrk TV Dîroka nûkirinê: 30. Adar 2026 Dema xwendinê: 4 dq.
Parvekirin

Yekîtiya Jinên Kurd a li Swîsreyê (YJK-S) û Tevgera Jinên Kurd a li Ewropayê (TJK-E) wê di 4’ê Nîsanê de li bajarê Zurich ê Swîsreyê bi dirûşma “Aştî bêyî me nabe” Konferanseke Aştiyê ya Jinan a Navneteweyî lidar bixin.

Di konferansê de wê rola jinan a di pêvajoyên aştiyê de, tecrûbeyên danûstandinan, temsîliyeta wekhev, azadiya rêxistinbûn û zemîna civakîbûna aştiyê bêne nîqaşkirin. Komîteya amadekar ragihand ku ji çar parçeyên Kurdistanê û gelek welatan wê nêzî 140 delege beşdarî konferansê bibin.

Endama Heyeta Îmraliyê ya DEM Partiyê û Serokwekîla Meclîsa Tirkiyeyê Pervîn Bûldan, senatora berê û muzakerevana aştiyê ya Kolombiyayî Victoria Sandino û ji welatê Baskê girtiya siyasî ya berê Kizkitza Gil de San Vincente ji beşdaran e.

Endama komîteya amadekar a konferansê û siyasetmedara Kurd Dîlan Dîrayet Taşdemîr anî ziman ku jin ne tenê ew beşa civakê ye ku li encamên herî giran ên şer rast tên, di heman demê de hêmana herî xurt a civakî ya têkoşîna aştiyê ne.

Dîlan Dîrayet Taşdemîr ji rojnameya Yenî Ozgur Polîtîkayê re axivî û diyar kir ku konferans wê ne tenê bibe qada parvekirina tecrûbeyan, her wiha dixwaze parastina aştiyê jî civakî bike. Taşdemîr anî ziman ku jin di pêvajoyên aştiyê de gelek caran ji nedîtî ve tên û got, “Bêyî jinan aştiyeke rasteqîn û mayinde pêk nayê.”

Hate ragihandin ku konferans bi zanebûn di 4’ê Nîsanê yanî di rojbûna Rêber Apo de wê bê lidarxistin.

Amadekaran destnîşankirin ku ev dem ji bo jinên Kurd ne tenê sembolîk e, her wiha pêwendiya xwe yekser bi têkoşîna azadiya jinê, civaka demokratîk û aştiyê heye. Li gel tevlîbûna fîzîkî her wiha bi online jî wê beşdarî li konferansê bê kirin.

Agahiyên li ser konferasnê

Dem: 4’ê Nîsana 2026 roja Şemiyê
Saet: 10:00
Cih: Rote Fabrik, Zürich
Malpera înternetê: https://kurdischefrauenunion.ch/index.html

***

Bernameya konferansê

“Frieden? Nicht ohne uns!” / “Aştî? Bêyî me nabe!”

10:00 – 10:10

Destpêk

Pêşwazîkirin û destpêkirina konferansê

10:10 – 11:30

Panel I: Di pêvajoyên aştiyê de tecrûbeyên navneteweyî yên jinan

Jinên ji herêmên cuda wê tecrûbeyên xwe yên têkildarî rola di pêvajoyên şer û aştiyê de parve bikin

Axaftvan:

Pervîn Bûldan – Endama Delegasyona Îmraliyê, Serokwekîla Meclîsa Tirkiyeyê (Tirkiye / Bakur)

Victoria Sandino – Muzakerevana aştiyê, senatora berê, aktîvîsta femînîst (Kolombiya)

Kizkitza Gil de San Vicente – Girtiya siyasî ay berê (Welatê Baskê)

11:30 – 12:30

Navber

12:30 – 13:15

Nîqaşa giştî: Pirs û fikrê hevpar

Nîqaşa vekirî bi axaftvanan re, perspektîf û pirsên temaşevanan

13:15 – 14:00

Navbera nîvro

14:00 – 16:00

Atolyeyên paralel

Atolye 1: Piştî pêvajoyên aştiyê tevgerên jinan – perspektîf û stratejî

Atolye 2: Ji pêvajoyên atşiyê ber bi civaka demokratîk ve – rola damezrîner a jinan

Atolye 3: Piştevaniya jinê ya navneteweyî û zemînên çalakiya hevpar

16:00 – 17:00

Pêşkêşkirina encamên atolyeyan

Parevekirina encamên bingehîn ên atolyeyan û nirxandina giştî

17:00 – 18:00

Forûma dawî

Kurteberiya daneyên bingehîn ên konferansê, peyamên hevpar û perspektîfa hevkariya paşerojê

18:00 – Bidawîbûna konferansê

YÊN HATINE ÊTÎKETKIRIN HEMÛ BAJAR

Ji me agahî bistîne!

Eger tu bibî abone em ê nûçeyên lezgîn yekser ji maîla te re bişînin.
Eger tu bibî abone te we wateyê ku tu Polîtikaya Malpera Me dipejînî û dîsa tê wê wateyê ku tu Şert û Mercên me qebûl dikî. Tu kendî bixwazî dikarî ji abonetiyê derkevî
Çi Difikirî?
.0
.0
.0
.0
.0
.0
Nûçeya Berê Rojnamevan û aktîvîstên Şengalî: Divê parastina Êzidiyan û rêveberiya wan hebe
Nûçeya Pişt re Îranê 2 girtiyên siyasî darve kir
Nirxandinek Bike Nirxandinek Bike

Nirxandinek Bike Cancel reply

You must be logged in to post a comment.

Me Bişopîne!

Tu dikarî li ser gelek platforman rûpelên me bişopînî.
FacebookBiecibîne
TwitterBişopîne
PinterestPîn bike
InstagramBişopîne
YoutubeSubscribe
TiktokBişopîne
TelegramBişopîne
Google NewsBişopîne
LinkedInBişopîne
- Frekans -
Ad image
- Frekans -
Ad image

Navarokên Li Pêş

Li Êlihê 12 kes hatin girtin

Li Êlihê ji 24 kesên 16'ê Mijdarê di serdegirtinên malan de hatibûn binçavkirin 12 jê…

Ji aliyê Stêrk TV

Endamtiya Yekîtiya Şaredariyên Tirk a ji bo Kerkûkê hate redkirin

Meclîsa Bajêr a Kerkûkê biryara ku bajêr bibe endamê Yekîtiya Şaredariyên Cîhana Tirk qebûl nekir…

Ji aliyê Stêrk TV

Meclisa Leşkerî ya Minbicê: Em ê dijmin poşman bikin ku êrîşî herêmên me kirine

Şervanên Meclisa Leşkerî ya Minbicê diyar kir ku di çarçoveya bersivdana êrîşan de, hêzên wan…

Ji aliyê Stêrk TV

Ev jî di be ku bala te bikşînin

Kurdistan

Bi dronan êrîşî baregeha Sazman-i Xebat a li Hewlêrê hate kirin

Ji aliyê Stêrk TV
Rojava

Şandeya jinan a ji Bakurê Kurdistanê çû Rojava serdana Pakrewangehê kir

Ji aliyê Stêrk TV
Kurdistan

Li Binarê Qendîlê 28’emîn salvegera Komploya 9’ê Cotmehê hat şermezarkirin

Ji aliyê Stêrk TV
Rojane

Ji girtiyên Apoyî daxuyaniya ji bo ‘9’ê Cotmehê’

Ji aliyê Stêrk TV
Ya Berê Ya Pişt re
Stêrk TV
Stêrk TV
Stêrk TV

Li Ser Şopa Heqîqetê

Stêrk TV ji sala 2009an ve di warên siyasî, civakî, çandî û hunerî de weşanê dike. Bi nêrîna azadiya jinê û avakirina civakeke demokratîk, Stêrk TV xebatên civakî, çandî, hunerî, dîrokî, aborî û yên jîngehê dimeşîne. Di çarçoveya parastin û pêşxistina çand û zimanê Kurdî de, bi zaravayên Kurmancî, Soranî, Kirmanckî û Hewramî nûçe û bernameyên cûrbicûr amade dike û diweşîne. Stêrk TV xizmetê li çand û hunera Kurdî dike.

Facebook Twitter Youtube Rss Medium
Kategorî
  • Kurdistan
  • Rojane
  • Çand û Hûner
  • Cîhan
  • Jin
  • Civak & Ekolojî
  • Zanist
Rûpel
  • Têkîlî
  • Frekans
  • Derbarê me de
  • Şert û Merc
  • Rêgezên Malperê
  • Kar Xwestin
  • Kunye

© Stêrk TV. Hemû mafê wê parastîne

adbanner
AdBlock Asteng Dike
Malpera me de reklam hene, ji ber vê sedemê malpera me bixin listeya spî ya AdBlock'ê
Temam, ez ê li listeya spî zêde bikim
Hûn bi xêr hatin

Têkevin hesabê xwe

Te paroleya xwe jibîr kir?