Duşem, 12 Cotmeh 2026
  • Ji Bo Min
  • Favoriyên Min
  • Tomarên Min
  • Dîtinên Min
  • Blog
Video
Podcast
Zindî
Arşîv
Neşeriya Çalakiyan
Stêrk TV
  • DESTPÊK
  • ROJANE

    Îtiraza ji bo Saît Yildirim a li dijî taloqkirina tehliyeyê hate redkirin

    Ji aliyê Stêrk TV

    Ji DBP’ê û DEM Partiyê civînên gel: ‘Em ê bi hev re sedsala nû ava bikin’

    Ji aliyê Stêrk TV

    ÎHD’ê banga berdana girtiyê nexweş Celal Yildirim kir

    Ji aliyê Stêrk TV

    Îranê bi dronan êrîş bir ser navçeya Koye

    Ji aliyê Stêrk TV

    Komploya navneteweyî li Mîçûrînskê hate şermezarkirin

    Ji aliyê Stêrk TV

    Li gorî Fetî Yildiz pêvajo dê heta dawiya Mijdarê bi encam be!

    Ji aliyê Stêrk TV
  • KURDISTAN

    Aqûbeta 5 Kurdên li Baneyê hatine girtin nayê zanîn 

    Ji aliyê Stêrk TV

    Çalakiya nobetê ya li Mexmûrê bi biryardarî didome

    Ji aliyê Stêrk TV

    Nivîskarê Kurd Mehmed Ûzûn li ser gora xwe hate bîranîn

    Ji aliyê Stêrk TV

    ‘Têkoşîna me wê heta azadiya fîzîkî ya Rêber Apo dewam bike’

    Ji aliyê Stêrk TV

    Li Amedê qurbaniyên Komkujiya 10’ê Cotmehê hatin bibîranîn

    Ji aliyê Stêrk TV

    Bi girseyî çûn serdana taziyeya Reşat Eroglu yê PKK’î

    Ji aliyê Stêrk TV
  • JIN

    Ji çiyayên Kurdistanê peyama ji bo Kombûna Jinan a Navneteweyî

    Ji aliyê Stêrk TV

    Aynûr Sarica: Divê jin bibin hîmê damezrîner ê pêvajoya aştiyê

    Ji aliyê Stêrk TV

    ‘Li dijî provokasyonên li Hesekê divê em helwest nîşan bidin!’

    Ji aliyê Stêrk TV

    Wê nexşerêya Jineolojiyê were diyarkirin

    Ji aliyê Stêrk TV

    Li Arjantînê ji bo bîranîna şehîd Lêgerîn Çiya civîn

    Ji aliyê Stêrk TV

    Rewşa tenduristiyê ya Nêrgis Mihemedî nebaş bû

    Ji aliyê Stêrk TV
  • ÇAND Û HÛNER

    Xelata Wêjeyê ya Nobelê ji Anne Carson re hate dayin

    Ji aliyê Stêrk TV

    ‘Divê şaredarî ji bo şano û çanda Kurd derfetan biafirîne’

    Ji aliyê Stêrk TV

    Li Freiburgê 1’emîn Festîvala Film a Kurdî destpê kir

    Ji aliyê Stêrk TV

    ‘Aştiya mayinde bi demokratîkbûneke xurt pêk tê û hunerê jî azad dike’

    Ji aliyê Stêrk TV

    Derhêner Semîr Aslanyurek: Sînema û huner divê bi aştiyê re be

    Ji aliyê Stêrk TV

    ‘Di pêvajoya aştiyê de rola hunerê bi qasî ya polîtîkayê girîng û pêwîst e’

    Ji aliyê Stêrk TV
  • CÎHAN
  • YÊN DIN
    • Gotar
    • Civak
    • Rojava
    • Gotar
  • 🔥
  • HEMÛ BAJAR
  • AMED
  • STENBOL
  • BEHDÎNAN
  • ENQERE
  • ROJEV
  • QAMIŞLO
  • KOBANÊ
  • WAN
  • ŞENGAL
  • HESEKÊ
  • ŞIRNEX
  • MÊRDÎN
  • RIHA
  • LEZGÎN
  • ÊLIH
  • COLEMÊRG
Nûçeyên Lezgîn
DAÎŞ’ê car din li Hewîce êrîş kir
Li Hesekê êrîşa çekdarî: 3 kes birîndar bûn
Serkirdeyekî DAÎŞ’ê hat girtin
Li Tehranê cezayê darvekirinê li 3 welatiyên Kurd hate birîn
Li Minbicê teqîn: Kesek jiyana xwe ji dest da
Dîtina TîpanAa
Stêrk TVStêrk TV
  • Kurdistan
  • Jin
  • Çand û Hûner
  • Cîhan
  • Rojava
  • Rojane
  • Cîhan
  • Civak & Ekolojî
  • Zanist
  • Ji Bo Min
  • Dîtinên Min
  • Tomarên Min
  • Favoriyên Min
Bigere
  • Kategorî
    • Kurdistan
    • Jin
    • Ciwan
    • Çand û Hûner
    • Cîhan
  • BAJAR
    • HEMÛ BAJAR
    • AMED
    • STENBOL
    • QAMIŞLO
    • ŞEHBA
    • REQA
    • WAN
  • JI BO TE
    • Ji Bo Min
    • Tomarên Min
    • Favoriyên Min
    • Dîtinên Min
  • RÛPEL
    • Podcast
    • Video
    • Wêne
    • Gotar
Hesabê we heye? Têketin
Me bişopîne
© Mafên belavkirinê li ba Stêrk TV parastî ne 2024. Hemû maf parastî ne.
Stêrk TV > Blog > Jin > Jinan dest ji kar berdan û daxwaza xwe ya aştiyê anîn ziman
Jin

Jinan dest ji kar berdan û daxwaza xwe ya aştiyê anîn ziman

Di çarçoveya çalakiyên 8’ê Adarê Roja Jinên Kedkar ên Cîhanê de jinan li Îzmîr, Enqere, Stenbol û Eskîşehîrê dest ji kar berdan û li gelek bajaran daxuyanî dan û çalakî lidar xistin.

Stêrk TV
Stêrk TV Dîroka nûkirinê: 7. Adar 2025 Dema xwendinê: 6 dq.
Parvekirin

Di çarçoveya 8’ê Adarê Roja Jinên Kedkar ên Cîhanê de li gelek bajaran çalakî hatin lidarxistin.

EDENE

Komîsyona Jinan a Şaxa Komeleya Mafên Mirovan (ÎHD) a Edeneyê di çarçoveya 8’ê Adarê de bi dirûşma “Jin aştiyê dixwazin” daxuyanî da. Daxuyanî, li avahiya şaxê hat dayin. Aktîvîstên Tevgera Jinên Azad (TJA) û nûnerên meclîsên jinan ên partiyên siyasî tevlî bûn. Berdevka Komîsyona Jinan a Şaxa ÎHD’a Edeneyê Baran Oner di daxuyaniyê de got ku herî zêde jin û zarok ji şer bibandor dibin û got: “Sedema ku jin di 8’ê Adarê de dengê xwe ewqas bilind dikin, daxwaza wan a ji bo aştiyê ye. Weke parastvanên mafên mirovan ên jin em bi dengekî bilind daxwaza aştiyê dikin. Em azadiyê û azadiya xwerêxistinkirinê dixwazin. Em dixwazin girtiyên siyasî, girtiyên nexweş bên berdan û dixwazin îradeya siyasî tişta pêwîst demildest pêk bîne.” 

Dayika Aştiyê Gîşver Aydin jî di daxuyaniyê de got ku ew dayikeke girtiyan e û ev tişt anî ziman: “Di serî kurê min, dixwazim hemû girtiyên siyasî bên berdan. Em piştgiriyê didin banga birêz Abdullah Ocalan. Lê dewlet hêj jî êrîşên xwe didomîne. Divê tavilê van êrîşan bide sekinandin û gavan biavêje. Dayik, aştî û çareseriyê dixwazin.”

MÊRSÎN

Komîsyona Jinan a Şaxa ÎHD’a Mêrsînê jî li avahiya xwe daxuyanî da. Endama Komîsyona Jinan a Şaxa ÎHD’ê Zeynep Kaya di daxuyaniyê de bal kişand ser mijarên Peymana Stenbolê, cînayetên jinan, tundiya mêr dewletê, rewşa girtiyên jin û aştiyê û got ku pêdiviya wan bi aştiyê heye.

HATAY

Komîsyona Jinan a Şaxa ÎHD’a Hatayê jî li avahiya xwe daxuyanî da. Di daxuyaniyê de bal kişandin ser Peymana Stenbolê, cînayetên jinan, tundiya mêr dewletê, rewşa girtiyên jin û aştiyê.

ANTALYA

Komîsyona Jinan a Şaxa ÎHD’a Antalyayê bi dirûşma “Jin aştiyê dixwazin” li avahiya komeleyê daxuyanî dan. Di daxuyaniyê de daxwaza aştiyê hat kirin.

STENBOL

Komîsyona Jinan a Navendî ya Şaxa ÎHD’a Stenbolê jî li Qada Şîşhaneyê daxuyanî da. Di daxuyaniyê de pankarta “Jin di 8’ê Adarê Roja Jinan a Cîhanê de aştiyê dixwazin” hate hilgirtin. Hevseroka Giştî ya ÎHD’ê Eren Keskîn û gelek jin tevlî bûn. Eren Keskîn, di daxuyaniyê de got ku ÎHD’ê her tim aştî parastiye û weke jin ew aştiyê dixwazin. 

Seroka Şaxa ÎHD’a Stenbolê Gulseren Yolerî jî got: “Di bingeha pirsgirêkên welêt de meseleya Kurd heye û heta bi rêyên aştiyene çareser nebe dê binpêkirinên mafên jinan jî bidomin.”

Meclîsên Jinan ên Konfederasyona Sendîkayên Kedkarên Cemaweriyê (KESK) û Sendîkaya Kedkarên Tenduristî û Xizmetên Civakî (SES) jî li Fakûlteya Tipê ya Stenbolê ya li Fatîhê daxuyanî da. Di daxuyaniyê de hate gotin ku dê têkoşîna wan a li dijî kapîtalîzma patrîarkal, şer û nefretê bidome.

MÊRDÎN

Navenda Mafên Mirovan a Baroya Mêrdînê jî li pêşiya edliyeyê daxuyanî da. Gelek jin tevlî daxuyaniyê bûn. Seroka Navenda Mafên Jinan parêzer Başak Ayyildiz di daxuyaniyê de got ku ew ê li dijî hemû zîhniyetên hewl didin destkeftiyên wan tune bikin têbikoşin.

ÎZMÎR

Baroya Îzmîrê jî parêzer Ceren Şeren li avahiya baroyê daxuyanî da û got ku armanca wan ew e ku pêşî li ber êrîşên ser jinan û LGBTÎ+’yan bigirin û ji bo vê mekanîzmayan ava bikin. Di belgeya hatiye parvekirin de hat teahûdkirin ku Baroya Îzmîrê dê tu cureyên êrîş, cihêkarî, tundî û tacîz/êrîşên zayendî jinedîtî ve neyê. Her wiha ji bo zayenda civakî çêbibe yek bi yek hemû gavên dê werin avêtin hatin rêzkirin.

Her wiha endamên sendîkayên girêdayî DÎSK’ê jî derketin grevê û ji pêşiya Konak Pîerê heta Sumerbank a berê meşiyan. Gelek jin tev li meşê bûn û Şaredara Konakê Nîlufer Çinarli jî piştgirî da meşê. Di meşê de hat gotin ku divê Peymana Stenbolê dîsa bikeve meriyetê. 

ENQERE

Komîsyona Jinan a DÎSK’ê di çarçoveya 8’ê Adarê de grev lidar xist. Gelek jinên ji sektorên cuda tevlî grevê bûn. Jinên ku ji bo daxuyaniyê li Cadeya Sakaryayê hatin gel hev, gelek caran dirûşmên “Bijî 8’ê Adarê” û “Jin, jiyan, azadî” berz kirin. Endama Komîsyona Jinan a DÎSK’ê Zeynep Akpinar Mucukgîl polîtîkayên desthilatdariyê rexne kir û got ku dê têkoşîna wan a li dijî polîtîkayên necezakirinê, newekheviyê û cihêkariyê bidomin.

Nûnera Herêma Anatoliyaya Navîn a DÎSK’ê Bîrgul Kaya jî got ku jinên di gelek sektoran de di grevê de ne, ew ê rê nedin xwarina keda jinê û got: “Roj roja têkoşînê ye û dê jin û ked bi ser kevin.” Zeynep Akpinar Mucukgîl, piştre jî daxwazên jinan rêz kir.

ESKÎŞEHÎR

Endamên sendîkayên girêdayî DÎSK’ê yên li Eskîşehîrê jî çalakiya devjêberdana kar lidar xistin. Jinên li pêşiya Nûnertiya DÎSK’ê ya Herêma Eskîşehîrê hatin gel hev, pankarta “Jin ji bo jiyanê bidin sekinandin di grevê de ne” hilgirtin. Demet Bagci di daxuyaniyê de got ku ew ê xwedî li ked, beden û nasnameya jinan derkevin.

YÊN HATINE ÊTÎKETKIRIN HEMÛ BAJAR

Ji me agahî bistîne!

Eger tu bibî abone em ê nûçeyên lezgîn yekser ji maîla te re bişînin.
Eger tu bibî abone te we wateyê ku tu Polîtikaya Malpera Me dipejînî û dîsa tê wê wateyê ku tu Şert û Mercên me qebûl dikî. Tu kendî bixwazî dikarî ji abonetiyê derkevî
Çi Difikirî?
.0
.0
.0
.0
.0
.0
Nûçeya Berê Li Santiagoyê jinan çalakiya azadî ji bo Rêber Apo lidar xist
Nûçeya Pişt re Li Curnê Reş şahiya 8’ê Adarê
Nirxandinek Bike Nirxandinek Bike

Nirxandinek Bike Cancel reply

You must be logged in to post a comment.

Me Bişopîne!

Tu dikarî li ser gelek platforman rûpelên me bişopînî.
FacebookBiecibîne
TwitterBişopîne
PinterestPîn bike
InstagramBişopîne
YoutubeSubscribe
TiktokBişopîne
TelegramBişopîne
Google NewsBişopîne
LinkedInBişopîne
- Frekans -
Ad image
- Frekans -
Ad image

Navarokên Li Pêş

Meclîsa Leşkerî ya Dêrezorê: Ji bo parastina gel derbasî navenda bajêr bûn

Meclisa Leşkerî ya Dêrezorê diyar kir ku komên çete yên girêdayî dewleta Tirk a dagirker…

Ji aliyê Stêrk TV

DEM Partî: Hevalên me yên rehîn hatine girtin serbest berdin

DEM Partiyê bertek nîşanî operasyona li dijî HDK’ê da ku 30 kes hatin girtin û…

Ji aliyê Stêrk TV

Mêjî heta 60 salî giran nabe

Li gorî lêkolîneke ku hatî kirin ji 20 salî heta bi 60 salî leza me…

Ji aliyê Stêrk TV

Ev jî di be ku bala te bikşînin

Kurdistan

Aqûbeta 5 Kurdên li Baneyê hatine girtin nayê zanîn 

Ji aliyê Stêrk TV
Rojane

Îtiraza ji bo Saît Yildirim a li dijî taloqkirina tehliyeyê hate redkirin

Ji aliyê Stêrk TV
Rojava

Hevrîn Xelef û Ferhad Remezan li Dêrikê hatin bibîranîn

Ji aliyê Stêrk TV
Rojane

Ji DBP’ê û DEM Partiyê civînên gel: ‘Em ê bi hev re sedsala nû ava bikin’

Ji aliyê Stêrk TV
Ya Berê Ya Pişt re
Stêrk TV
Stêrk TV
Stêrk TV

Li Ser Şopa Heqîqetê

Stêrk TV ji sala 2009an ve di warên siyasî, civakî, çandî û hunerî de weşanê dike. Bi nêrîna azadiya jinê û avakirina civakeke demokratîk, Stêrk TV xebatên civakî, çandî, hunerî, dîrokî, aborî û yên jîngehê dimeşîne. Di çarçoveya parastin û pêşxistina çand û zimanê Kurdî de, bi zaravayên Kurmancî, Soranî, Kirmanckî û Hewramî nûçe û bernameyên cûrbicûr amade dike û diweşîne. Stêrk TV xizmetê li çand û hunera Kurdî dike.

Facebook Twitter Youtube Rss Medium
Kategorî
  • Kurdistan
  • Rojane
  • Çand û Hûner
  • Cîhan
  • Jin
  • Civak & Ekolojî
  • Zanist
Rûpel
  • Têkîlî
  • Frekans
  • Derbarê me de
  • Şert û Merc
  • Rêgezên Malperê
  • Kar Xwestin
  • Kunye

© Stêrk TV. Hemû mafê wê parastîne

adbanner
AdBlock Asteng Dike
Malpera me de reklam hene, ji ber vê sedemê malpera me bixin listeya spî ya AdBlock'ê
Temam, ez ê li listeya spî zêde bikim
Hûn bi xêr hatin

Têkevin hesabê xwe

Te paroleya xwe jibîr kir?