Pêncşem, 8 Cotmeh 2026
  • Ji Bo Min
  • Favoriyên Min
  • Tomarên Min
  • Dîtinên Min
  • Blog
Video
Podcast
Zindî
Arşîv
Neşeriya Çalakiyan
Stêrk TV
  • DESTPÊK
  • ROJANE

    Oznûr Bartin:: Kurd yek jî hîmên esasî yên paşerroja demokratîk a vî welatî ne

    Ji aliyê Stêrk TV

    ROJEVA 8’Ê COTMEHA 2026’AN

    Ji aliyê Stêrk TV

    Li Wanê nerazîbûna li dijî revandin û hewldanên sîxurkirinê

    Ji aliyê Stêrk TV

    Tulay Hatîmogûllari: MGK li benda çi ye, pêvajo çima bi pêş ve naçe?

    Ji aliyê Stêrk TV

    DEM Partî: Di mercên Birêz Ocalan de ti guhertin nîne

    Ji aliyê Stêrk TV

    Meha Îlonê herî kêm 226 karkerî jiyana xwe ji dest dan

    Ji aliyê Stêrk TV
  • KURDISTAN

    PDK ji bo rêyên li xaka xwe, destûr ji Tirkiyeyê digre

    Ji aliyê Stêrk TV

    Li Kerkukê ceza li mamosteyê ku posterê şehîd Ziyad Heleb daleqandibû, hat birîn

    Ji aliyê Stêrk TV

    Riza Altûn li Mexmûrê hate bîranîn

    Ji aliyê Stêrk TV

    Aqubeta rahênerê Kurd ê li Dehgolanê hat binçavkirin nayê zanîn

    Ji aliyê Stêrk TV

    YRK: Hevrêyê me Çekdar li Pêncîwênê şehîd bû

    Ji aliyê Stêrk TV

    Birîna daran a li Dihokê wê bikeve rojeva Parlamenta Iraqê

    Ji aliyê Stêrk TV
  • JIN

    KJK: Em daxwaza azadiya fîzîkî ya Rêbertî hîn bi xurtî bilêv bikin!

    Ji aliyê Stêrk TV

    ‘Biryara AYM’ê dikare bibe sedem ku dema jin cihê bû, xwe hîn bêhtir bêçare bibîne’

    Ji aliyê Stêrk TV

    Nobeda Bîr û Edaletê ya Jinan destpê kir

    Ji aliyê Stêrk TV

    Li Girtîgeha Sîncanê tehliyeya 9 jinên girtî bi kêfî tê astengkirin

    Ji aliyê Stêrk TV

    Heyeta Tevgera Jinê Kurd li Hondurasê serdana COPINH’ê kir

    Ji aliyê Stêrk TV

    Li ber Girtîgeha Sîncanê banga berdana girtiyên jin hate kirin

    Ji aliyê Stêrk TV
  • ÇAND Û HÛNER

    Li Freiburgê 1’emîn Festîvala Film a Kurdî destpê kir

    Ji aliyê Stêrk TV

    ‘Aştiya mayinde bi demokratîkbûneke xurt pêk tê û hunerê jî azad dike’

    Ji aliyê Stêrk TV

    Derhêner Semîr Aslanyurek: Sînema û huner divê bi aştiyê re be

    Ji aliyê Stêrk TV

    ‘Di pêvajoya aştiyê de rola hunerê bi qasî ya polîtîkayê girîng û pêwîst e’

    Ji aliyê Stêrk TV

    Li Misirê goreke hespê şer ê beriya 3 hezar salan hat dîtin

    Ji aliyê Stêrk TV

    Kurdan li Îçerîşehrê cilên xwe yên neteweyî nîşan dan

    Ji aliyê Stêrk TV
  • CÎHAN
  • YÊN DIN
    • Gotar
    • Civak
    • Rojava
    • Gotar
  • 🔥
  • HEMÛ BAJAR
  • AMED
  • STENBOL
  • BEHDÎNAN
  • ENQERE
  • ROJEV
  • QAMIŞLO
  • KOBANÊ
  • WAN
  • ŞENGAL
  • HESEKÊ
  • ŞIRNEX
  • MÊRDÎN
  • RIHA
  • LEZGÎN
  • ÊLIH
  • COLEMÊRG
Nûçeyên Lezgîn
Serkirdeyekî DAÎŞ’ê hat girtin
Li Tehranê cezayê darvekirinê li 3 welatiyên Kurd hate birîn
Li Minbicê teqîn: Kesek jiyana xwe ji dest da
Baregeha KDP-Î ya li Hewlêrê hate bombekirin
Li Zaxoyê jinek hate kuştin
Dîtina TîpanAa
Stêrk TVStêrk TV
  • Kurdistan
  • Jin
  • Çand û Hûner
  • Cîhan
  • Rojava
  • Rojane
  • Cîhan
  • Civak & Ekolojî
  • Zanist
  • Ji Bo Min
  • Dîtinên Min
  • Tomarên Min
  • Favoriyên Min
Bigere
  • Kategorî
    • Kurdistan
    • Jin
    • Ciwan
    • Çand û Hûner
    • Cîhan
  • BAJAR
    • HEMÛ BAJAR
    • AMED
    • STENBOL
    • QAMIŞLO
    • ŞEHBA
    • REQA
    • WAN
  • JI BO TE
    • Ji Bo Min
    • Tomarên Min
    • Favoriyên Min
    • Dîtinên Min
  • RÛPEL
    • Podcast
    • Video
    • Wêne
    • Gotar
Hesabê we heye? Têketin
Me bişopîne
© Mafên belavkirinê li ba Stêrk TV parastî ne 2024. Hemû maf parastî ne.
Stêrk TV > Blog > Kurdistan > Jinan li surên Amedê agirê Newrozê pêxistin
Kurdistan

Jinan li surên Amedê agirê Newrozê pêxistin

Bi pêşengiya jinan li Bircê Sen û Benê agirê Newrozê hat pêxistin. Jinan tevî meşale û erbaneyan derketin ser bican û dîmenek rengîn derket holê.

Stêrk TV
Stêrk TV Dîroka nûkirinê: 11. Adar 2026 Dema xwendinê: 3 dq.
Parvekirin

Bi pêşengiya Tevgerên Jinan Azad(TJA), jinan bi dirûşma “Agirê Newrozê ku me ji Zekiye û Rahşanan wergirtiye em ê bi dirûşma ‘azadî û demokrasiyê’ gur bikin” li Bircên Ben û Sen ên navçeya Sûra Amedê agirê Newrozê vêxistin. Parlamenterên DEM Partiyê, hevşaredarên Bajarê Mezin ên Amedê û hevşaredarên navçeyên Amedê, endam û rêveberên DBP û DEM Partiyê, nûnerên saziyên sivîl û bi sedan kes tevlî pîrozbahiya Newrozê bûn.

Di pîrozbahiya Newrozê de dirûşmeyên “Bijî Serok Apo”, “Bijî Newroz”, “Bê Serok jiyan nabe”, “Ey Serok Newroza te pîroz be”, “Jin Jiyan Azadî”, “Yek e yek e yek e gelê Kurd yek e” hatin berzkirin. Ciwanan Çarxa Şoreşê xwendin. Jin bi meşelayan derketin ser sûran û dîmenên reng bi reng derketin holê. Piştre bi stranên Kurdî ve govend gerandin.

Aktîvîsta TJA’yê Xecê Şahîn di pîrozbahiyê de axivî. Xecê Şahîn Newroza Rêber Apo û hemû cangoriyên Kurdistanê pîroz kir û ev tişt gotin: “Sûr warê berxwedanê ye. Sûr warê têkoşînê ye. Sûr cihê bilindkirina têkoşînê ye. Sûr, cihê Zekiye Alkanan e ku bedena xwe bi agirê Newrozê pêça û agirê Newrozê geş kir. Em jî îro li vir, wek jinên Kurd, wek dayikên Kurd, wek gelê Kurd dibêjin ku; li Sûrê, li cihê berxwedanê, keleha berxwedanê, ew agirê ku wê bi laşê xwe bilind kir, heta ku em bigihêjin azadiyê, heta ku em bigihêjin serkeftinê û em aştiyeke bi rûmet mayînde bikin, em ê têkoşîna xwe bilind bikin û em ê têkoşîna xwe bikin govenda gelan.”

‘EM VÎ AGIRÎ BI SERKEFTINÊ, BI AZADIYÊ TACÎDAR BIKIN’

Xecê Şahîn li ser pêvajoya ku Rêber Apo daye destpêkirin rawestiya û wiha domand: “Pêvajoya aştî û çareseriya demokratîk wek jinên Kurd, heta ku vê pêvajoyê bigihînin serkeftinê û heta ku azadiya Rêberê Gelê Kurd a fîzîkî em mîsoger bikin têkoşîna xwe nadin sekinandin. Em ê her bimeşin ber bi azadiyê, heta ku em vî agirî bi têkoşînê, bi serkeftinê, bi azadiyê tacîdar bikin. Em bihara gelan, Newroza gelê xwe û careke din Newroza cangoriyan, a berxwedêran û ya Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan careke din pîroz dikin. Ji bo azadiya fîzîkî em ê têbikoşin. Meşa me ya serkeftinê wê dewam bike.”

Pîrozbahî bi gerandina govendê û dirûşmeyan bi dawî bû.

 

YÊN HATINE ÊTÎKETKIRIN AMED

Ji me agahî bistîne!

Eger tu bibî abone em ê nûçeyên lezgîn yekser ji maîla te re bişînin.
Eger tu bibî abone te we wateyê ku tu Polîtikaya Malpera Me dipejînî û dîsa tê wê wateyê ku tu Şert û Mercên me qebûl dikî. Tu kendî bixwazî dikarî ji abonetiyê derkevî
Çi Difikirî?
.0
.0
.0
.0
.0
.0
Nûçeya Berê Li Serhedê Newroz hat pîrozkirin
Nûçeya Pişt re Cenazeyê Salih Muslim wê derbasî Rojava bê kirin
Nirxandinek Bike Nirxandinek Bike

Nirxandinek Bike Cancel reply

You must be logged in to post a comment.

Me Bişopîne!

Tu dikarî li ser gelek platforman rûpelên me bişopînî.
FacebookBiecibîne
TwitterBişopîne
PinterestPîn bike
InstagramBişopîne
YoutubeSubscribe
TiktokBişopîne
TelegramBişopîne
Google NewsBişopîne
LinkedInBişopîne
- Frekans -
Ad image
- Frekans -
Ad image

Navarokên Li Pêş

CPI’yê ofîsa xwe ya li Caracasê girt: Hikûmeta Maduro berteke tund nîşan da

Dadgeha Cazayî ya Navneteweyî (CPI) bi hinceta ku li gel hikûmeta Venezuelayê zêde hevkarî nehatiye…

Ji aliyê Stêrk TV

Rejîma Îranê çalakvana Kurd binçav kir

Rejîma Îranê bi hinceta tevlîbûna Roja Jinan ya Cîhanî, çalakvana Kurd Sohêl Meta ya ji…

Ji aliyê Stêrk TV

Peyama zelal a Newroza Amedê: Azadî ji Rêber Apo re û aştî

Kesên ku beşdarî pîrozbahiya Newrozê ya li Aedê bûn daxwaza azadiya fîzîkî ya Rêber Apo…

Ji aliyê Stêrk TV

Ev jî di be ku bala te bikşînin

Kurdistan

PDK ji bo rêyên li xaka xwe, destûr ji Tirkiyeyê digre

Ji aliyê Stêrk TV
Kurdistan

Li Kerkukê ceza li mamosteyê ku posterê şehîd Ziyad Heleb daleqandibû, hat birîn

Ji aliyê Stêrk TV
Kurdistan

Riza Altûn li Mexmûrê hate bîranîn

Ji aliyê Stêrk TV
Kurdistan

Aqubeta rahênerê Kurd ê li Dehgolanê hat binçavkirin nayê zanîn

Ji aliyê Stêrk TV
Ya Berê Ya Pişt re
Stêrk TV
Stêrk TV
Stêrk TV

Li Ser Şopa Heqîqetê

Stêrk TV ji sala 2009an ve di warên siyasî, civakî, çandî û hunerî de weşanê dike. Bi nêrîna azadiya jinê û avakirina civakeke demokratîk, Stêrk TV xebatên civakî, çandî, hunerî, dîrokî, aborî û yên jîngehê dimeşîne. Di çarçoveya parastin û pêşxistina çand û zimanê Kurdî de, bi zaravayên Kurmancî, Soranî, Kirmanckî û Hewramî nûçe û bernameyên cûrbicûr amade dike û diweşîne. Stêrk TV xizmetê li çand û hunera Kurdî dike.

Facebook Twitter Youtube Rss Medium
Kategorî
  • Kurdistan
  • Rojane
  • Çand û Hûner
  • Cîhan
  • Jin
  • Civak & Ekolojî
  • Zanist
Rûpel
  • Têkîlî
  • Frekans
  • Derbarê me de
  • Şert û Merc
  • Rêgezên Malperê
  • Kar Xwestin
  • Kunye

© Stêrk TV. Hemû mafê wê parastîne

adbanner
AdBlock Asteng Dike
Malpera me de reklam hene, ji ber vê sedemê malpera me bixin listeya spî ya AdBlock'ê
Temam, ez ê li listeya spî zêde bikim
Hûn bi xêr hatin

Têkevin hesabê xwe

Te paroleya xwe jibîr kir?