În, 20 Mijdar 2026
  • Ji Bo Min
  • Favoriyên Min
  • Tomarên Min
  • Dîtinên Min
  • Blog
Video
Podcast
Zindî
Arşîv
Neşeriya Çalakiyan
Stêrk TV
  • DESTPÊK
  • ROJANE

    Nobeda li Arzoxlî ya li dijî projeya GES’ê 30 roj li pey xwe hişt

    Ji aliyê Stêrk TV

    Di Roja Mafên Zarokan a Cîhanê de li gelek bajaran çalakî hatin lidarxistin

    Ji aliyê Stêrk TV

    Baroya Amedê: ‘Ji bo zarokan divê polîtîkayên civakî yên mayinde bêne afirandin’

    Ji aliyê Stêrk TV

    Ji Serokê Desteya Giştî ya NY’ê banga li Myanmarê: ‘Rohingyayiyan vegerînin malên wan’

    Ji aliyê Stêrk TV

    DFG’ê belavkarên rojnameyan ên salên 90’î bi bîr anî

    Ji aliyê Stêrk TV

    Parêzer Mahsuni Karaman: Divê Mazlum Içli beraat bike

    Ji aliyê Stêrk TV
  • KURDISTAN

    Îranê kolberek qetil kir

    Ji aliyê Stêrk TV

    Îranê Mehdî Roşanî bi cezayê darvekirinê didarizîne

    Ji aliyê Stêrk TV

    YRK: Rejîma Îranê êriş bir ser Serdeştê

    Ji aliyê Stêrk TV

    ‘Eger mafê çarenûsiyê ji gelên din re hatibe nasîn, çima ji Kurdan re neyê dayîn?’

    Ji aliyê Stêrk TV

    KJAR’ê cangoriyên Rojhilatê Kurdistanê bi bîr anî

    Ji aliyê Stêrk TV

    Li Mexmûrê Tûrnûvaya Futbolê ya Şehîd Baran Nujiyan destpê kir

    Ji aliyê Stêrk TV
  • JIN

    Gelawêj Ewrîn: Jin, Jiyan, Azadî felsefeyeke azadiyê ye

    Ji aliyê Stêrk TV

    Şadiye Dalkiran a ku keça wê hate kuştin: Divê jin li cihê ku tundî lê tê kirin nemîne

    Ji aliyê Stêrk TV

    Tulay Hatîmogullari: Divê pêşengên aştiyê jin bin

    Ji aliyê Stêrk TV

    Li Sêrt û Şirnexê çalakiyên ji bo berdana girtiyên jin ên nexweş

    Ji aliyê Stêrk TV

    Li bajarên herêma Cizîrê çalakiyên 25’ê Mijdarê dewam dikin

    Ji aliyê Stêrk TV

    Ji jinên KESK’î banga ji bo 25’ê Mijdarê: Em xwe bi rêxistin bikin, têkoşînê mezin bikin

    Ji aliyê Stêrk TV
  • ÇAND Û HÛNER

    Artêşa Sûdanê êriş kir: 4 jê zarok 15 kes mirin

    Ji aliyê Stêrk TV

    Mihrîcana Filman a Rojava ya Navneteweyî di roja 3’yemîn de didome

    Ji aliyê Stêrk TV

    10’emîn Festîvala Navneteweyî ya Şanoya Kolanê li Kerkûkê dest pê kir

    Ji aliyê Stêrk TV

    Omer Bîçer: Divê sînemaya Kurd di pêvajoya aştiyê de hişê dîrokê biafirîne

    Ji aliyê Stêrk TV

    Uysal: Hêza çêker û hevgirtinê ya hunerê dikare tevkariyê li pêvajoya aştiyê bike

    Ji aliyê Stêrk TV

    Rojên Fîlmên Kurd ên Serçavan a 12’emîn bi dawî bû

    Ji aliyê Stêrk TV
  • CÎHAN
  • YÊN DIN
    • Gotar
    • Civak
    • Rojava
    • Gotar
  • 🔥
  • HEMÛ BAJAR
  • AMED
  • STENBOL
  • BEHDÎNAN
  • ENQERE
  • ROJEV
  • QAMIŞLO
  • KOBANÊ
  • WAN
  • ŞENGAL
  • HESEKÊ
  • ŞIRNEX
  • MÊRDÎN
  • RIHA
  • LEZGÎN
  • ÊLIH
  • COLEMÊRG
Nûçeyên Lezgîn
Li Hewlêrê mirina bi guman a jinekê
Petrola di ser Îranê re ji bo Efganistanê hate birin wê bê lêkolîn
Agahî ji 2 jinên Kurd ên li Îranê hatin binçavkirin nayê wergirtin
Dadgeriya Îranê cezayê darvekirinê yê li 4 çalakgeran hatibû birîn erê kir
Êrîşkarê wêneyên şehîdan hate binçavkirin
Dîtina TîpanAa
Stêrk TVStêrk TV
  • Kurdistan
  • Jin
  • Çand û Hûner
  • Cîhan
  • Rojava
  • Rojane
  • Cîhan
  • Civak & Ekolojî
  • Zanist
  • Ji Bo Min
  • Dîtinên Min
  • Tomarên Min
  • Favoriyên Min
Bigere
  • Kategorî
    • Kurdistan
    • Jin
    • Ciwan
    • Çand û Hûner
    • Cîhan
  • BAJAR
    • HEMÛ BAJAR
    • AMED
    • STENBOL
    • QAMIŞLO
    • ŞEHBA
    • REQA
    • WAN
  • JI BO TE
    • Ji Bo Min
    • Tomarên Min
    • Favoriyên Min
    • Dîtinên Min
  • RÛPEL
    • Podcast
    • Video
    • Wêne
    • Gotar
Hesabê we heye? Têketin
Me bişopîne
© Mafên belavkirinê li ba Stêrk TV parastî ne 2024. Hemû maf parastî ne.
Stêrk TV > Blog > Jin > Jinên Êzidî ji 54 dewlet û saziyan re name şand
Jin

Jinên Êzidî ji 54 dewlet û saziyan re name şand

TAJÊ û SMJÊ ji dehan dewlet û saziyan re name şandin û xwestin, ku ji bo 3 hezar jinên Êzidî yên hatin revandin û aqûbeta wan ne diyar e, tîmeke taybet bê ava kirin.

Stêrk TV
Stêrk TV Dîroka nûkirinê: 18. Mijdar 2026 Dema xwendinê: 12 dq.
Parvekirin

Tevgera Azadiyê ya Jinên Êzidî (TAJÊ) û Sîwana Meclîsên Jinên Êzidî (SMJÊ) xwestin ku çarenûsa nêzî 3.000 kesên Êzidî, bi taybetî jin û zarokên ku ne diyarin û windane bên diyarkirin û ji bo zûtirin demê de encamek serketî bi dest bixin xwestin bi hevkariya saziyên navneteweyî, dewletên peywendîdar û aliyên berpirsyar, tîmeke taybet were avakirin. Ragihandin ku erkê vê tîma ku bê avakirin jî divê lêgerîna dîlgirtiyên Êzidî, zelalkirina çarenûsa wan û rizgarkirina wan be.

Nameya TAJÊ û SMJÊ ku bi sernavê ‘Ji bo dîlgirtiyên fermana 3.8.2014’an em azadî û edaletê dixwazin’ wiha ye:

“Ji bo rêzdar…

Di 3’ê Tebaxa 2014’an de, li dijî civaka Êzidî fermaneke giran û hovane pêk hat. Ji wê rojê heta îro 12 sal derbas bûne. Di encama vê fermanê de, nêzî 6.000 kesên Êzidî ketin destê rêxistina DAIŞ’ê û hatin dîlgirtin.

Em wekî civaka Êzidî, bi taybetî jî wekî jinên Êzidî, girîngiyeke mezin didin mijara kesên me yên dîlgirtî ku heta îro çarenûsa gelek ji wan ne diyare. Tevî derbasbûna 12 salan, hîn jî bi hezaran kes winda ne û çarenûsa wan nayê zanîn. Malbatên wan her roj û her sal bi hêviya rizgarkirina zarok, xizm û kesên xwe yên hezkirî li bendê ne.

Di van 12 salên borî de, li herêmên ku em lê dijîn, gelek guhertinên siyasî û leşkerî çêbûne û şerên cuda rû dane. Bi taybetî li Sûriyeyê ku gelek ji dîlgirtiyên Êzidî yên di destê DAIŞ’ê de li herêmên wekî Îdlib û deverên din hatine ragirtin, rewşeke aloz û ne ewle heye.

Di şerên ku di mehên Çile û Sibatê yên îsal de rû dane, Kampa Holê hate belavkirin. Li gorî agahiyên me, di vê kampê de gelek jinên Êzidî yên dîlgirtî hebûn ku ji ber tirs û gefan nikaribûn nasnameya xwe ya Êzidî eşkere bikin. Piştî belavbûna kampê, çarenûsa van jinan hîn jî ne diyare. Nayê zanîn ku ew bi ku ve hatine birin û di çi şert û mercan de ne. Ev pirsgirêk ne tenê bi Sûriyeyê ve sînordare. Li welatên din, bi taybetî li Iraq û Tirkiyeyê jî hîn kesên Êzidî yên dîlgirtî hene ku çarenûsa wan divê were zelalkirin.

Em wekî Tevgera Azadiya Jinên Êzidî (TAJÊ), ji bo ku dengê van kesên dîlgirtî û malbatên wan bigihînin raya giştî û saziyên berpirsiyar, dest bi pêngava “Ji bo Edalet û Azadiyê, Tu Jî Bibe Dengê Dîlgirtiyên Fermanê” kiriye.  Armanca me ewe ku bi derbasbûna salan re êş û azarên gelê me neyên jibîrkirin, çarenûsa dîlgirtiyan were zelalkirin, kesên dîlgirtî werin rizgarkirin û edalet were bicihanîn.

Em bawer dikin ku rizgarkirina dîlgirtiyên Êzidî ne tenê berpirsiyariya civaka Êzidî ye, berpirsiyariyeke mirovî, exlaqî û hiqûqî ya civaka navneteweyî jî ye. Heta îro, hîn nêzî 3.000 kesên Êzidî, bi taybetî jin û zarok, windane û çarenûsa wan ne diyare. Ji ber vê yekê, em ji we daxwaz dikin ku piştgiriyê bidin pêngava me û ji bo çareserkirina vê pirsgirêka mirovî gavên berbiçav bên avêtin.

Di vê çarçoveyê de, daxwazên me yên bingehîn evin:

1. Avakirina tîmeke taybet ji bo rizgarkirina dîlgirtiyan; Em daxwaz dikin ku bi hevkariya saziyên navneteweyî, dewletên peywendîdar û aliyên berpirsiyar, tîmeke taybet were avakirin. Erkê vê tîmê divê lêgerîna dîlgirtiyên Êzidî, zelalkirina çarenûsa wan û rizgarkirina wan be.

2. Dadgehkirina sûcdarên DAIŞ’ê bi sûcê jenosîdê; Em daxwaz dikin ku sûcdarên DAIŞ’ê ne tenê bi sûcên terorîzmê, bi sûcên jenosîdê, sûcên li dijî mirovahiyê û kiryarên ku li dijî civaka Êzidî hatine kirin, li ber dadgehên berpirsiyar bên darizandin. Ji bo pêkanîna edaleteke rastîn, girînge ku sûcên li dijî civaka Êzidî di çarçoveya hiqûqa navneteweyî de bên nirxandin û kesên berpirsiyar li gorî qanûnê bên darizandin.

3. Avakirina komîsyoneke navneteweyî ji bo kesên winda û lêkolînên DNA’yê; Em daxwaz dikin ku komîsyoneke navneteweyî ya taybet were avakirin, da ku bi rêya lêkolînên zanistî, tomarên nasnameyê û testên DNA’yê çarenûsa kesên Êzidî yên winda were zelalkirin. Ev komîsyon dikare roleke girîng di nasîna kesên winda, peydakirin û vegerandina dîlgirtiyan û her wiha di bersivdayîna malbatên ku bi salane li bendê ne de bilîze.

4. Bicihanîna berpirsiyariyên navneteweyî; Em ji dewletên ku jenosîda li dijî civaka Êzidî bi fermî nas kirine, daxwaz dikin ku vê naskirinê bi gavên pratîkî û berbiçav bidomînin.

Naskirina jenosîdê ne tenê helwesteke siyasî û exlaqî ye, lê her wiha berpirsiyariyên girîng di warê parastina mafên mexdûran, lêgerîna kesên winda, rizgarkirina dîlgirtiyan û pêkanîna edaletê de bi xwe re tîne. Ji ber vê yekê, em hêvî dikin ku dewlet û saziyên navneteweyî li gorî berpirsiyariyên xwe yên qanûnî û exlaqî tev bigerin û ji bo rakirina encamên vê jenosîdê gavên pêwîst bavêjin.

Em wekî Tevgera Azadiya Jinên Êzidî (TAJÊ) û Sîwana Meclisa Jinên Êzidî (SMJÊ), bi rêzdarî ji we daxwaz dikin ku piştgiriyê bidin vê hemleya me û ji bo rizgarkirina dîlgirtiyên Êzidî, zelalkirina çarenûsa kesên winda û pêkanîna edaletê bi me re hevkariyê bikin. Em bawer dikin ku bi hevkarî, berpirsyarî û hewildanên hevpar, dikare hêviya malbatên ku bi salane li benda kesên xwe ne, were zindîkirin. Her kesê ku hîn di dîlgirtiyê de ye, mafê azadiyê heye. Her malbateke ku kesên wê winda ne, mafê zanîna rastiyê heye. Her mexdûrekî jenosîdê mafê edaletê heye. Em hêvî dikin ku ev maf ne tenê di gotinan de bimînin, lê di pratîkê de jî werin bicîhanîn.

Bi rêz û silav,

Tevgera Azadiya Jinên Êzidî (TAJÊ)

Sîwana Meclisa Jinên Êzidî (SMJÊ)”

Dewlet, sazî û kesayetên ku name ji wan re hatîn şandin evin;

ALMANYA

•             Parlamentoya Federal a Almanyayê

•             Wezareta Karên Derve ya Almanyayê

•             Enstîtuya Almanî ya Mafên Mirovan

•             Komîteya Mafên Mirovan a Parlamentoya Federal

SWÎSRE

•             Encûmena Neteweyî ya Swîsreyê

•             Wezareta Federal a Karên Derve

•             Nûneriya Daîmî ya Swîsreyê li Neteweyên Yekbûyî li Cenevreyê

HOLANDA

•             Meclîsa Nûneran a Holandayê

•             Tîma Lêkolînên Sûcên Navneteweyî

BELÇÎKA

•             Parlamentoya Federal a Belçîkayê

•             Komîsyona Navwezaretî ya Hiqûqa Mirovî ya Navneteweyî

•             Dozgeriya Federal a Belçîkayê

FRANSA

•             Komîteya Karên Ewropî ya Parlamentoya Fransayê

AWÛSTÛRYA

•             Serokwezîriya Federal a Awûstûryayê

•             Wezareta Federal a Karên Ewropî û Navneteweyî ya Awûstûryayê (Beşa 1.7)

•             Parlamentoya Awûstûryayê

SWÊD

•             Parlamentoya Swêdê

•             Wezareta Karên Derve ya Swêdê

•             Rêveberiya Navendî ya Hikûmeta Swêdê

LUKSEMBÛRG

•             Wezareta Karên Derve ya Luksembûrgê

•             Wezareta Serokwezîrtiyê

•             Rêveberiya Parlamentoya Luksembûrgê

PORTEKÎZ

•             Wezareta Karên Derve ya Portekîzê

ERMENISTAN

•             Wezareta Karên Derve ya Komara Ermenistanê

•             Komîteya Mafên Mirovan a Parlamentoya Ermenistanê

•             Mafparezê Gel ê Ermenistanê

•             Beşa Hevkariya Navneteweyî ya Ofîsa Mafparezê Gel

AWUSTRALYA

•             Komîsyona Mafên Mirovan a Awustralyayê

•             Komîteya Parlamenterî ya Mafên Mirovan

•             Komîteya Karên Derve û Bazirganî ya Senatoyê

•             Komîteya Hevbeş a Karên Derve, Parastin û Bazirganî

•             Balyozxaneya Awustralyayê li Bexdayê

KANADA

•             Wezareta Karên Derve ya Kanadayê

•             Komîteya Giştî ya Parlamentoya Kanadayê

ÎRLANDA

•             Wezîra Karên Derve ya Îrlandayê – Helen McEntee

DEWLETÊN YEKBÛYÎ YÊN AMERÎKAYÊ

•             Komîsyona Dewletên Yekbûyî ya Azadiya Olî ya Navneteweyî

YEKÎTIYA EWROPAYÊ

•             Komîteya Daxwaznameyan a Parlamentoya Ewropayê

•             Seroka Komîsyona Ewropayê – Ursula von der Leyen

NETEWEYÊN YEKBÛYÎ

•             Ofîsa Komîseriya Bilind a Neteweyên Yekbûyî ji bo Mafên Mirovan

•             Beşa Civaka Sivîl a Mekanîzmayên Taybet ên Mafên Mirovan ên Neteweyên Yekbûyî

•             Encûmena Mafên Mirovan a Neteweyên Yekbûyî – Beşa Gilî û Gazincan

ISKOÇYA

•             Hikûmeta Skotlandê

•             Wezîra Wekheviyê û Pêşveçûna Navneteweyî

•             Hevkariya Pêşveçûna Navneteweyî

•             Komîsyona Mafên Mirovan a Skotlandê

WEZARETÊN KARÊN DERVE Û WEZÎRÊN WAN

•             Îngilîstan

•             Luksembûrg

•             Belçîka

•             Swîsre – Wezîr: Beat Jans

•             Ermenistan

•             Almanya – Wezîr: Dr. Stefanie Hubig

•             Portekîz – Wezîr: Rita Alarcão Júdice

•             Kanada

•             Fransa

YÊN HATINE ÊTÎKETKIRIN ŞENGAL

Ji me agahî bistîne!

Eger tu bibî abone em ê nûçeyên lezgîn yekser ji maîla te re bişînin.
Eger tu bibî abone te we wateyê ku tu Polîtikaya Malpera Me dipejînî û dîsa tê wê wateyê ku tu Şert û Mercên me qebûl dikî. Tu kendî bixwazî dikarî ji abonetiyê derkevî
Çi Difikirî?
.0
.0
.0
.0
.0
.0
Nûçeya Berê Li Taylandê qirêjiya arsenîkê: Ava vexwarinê ya 20 hezar xaniyan tune ye
Nûçeya Pişt re Ji fîlozofê Emerîkî Caputo piştgiriya ji bo Pêvajoya Aştî û Civaka Demokratîk
Nirxandinek Bike Nirxandinek Bike

Nirxandinek Bike Cancel reply

You must be logged in to post a comment.

Me Bişopîne!

Tu dikarî li ser gelek platforman rûpelên me bişopînî.
FacebookBiecibîne
TwitterBişopîne
PinterestPîn bike
InstagramBişopîne
YoutubeSubscribe
TiktokBişopîne
TelegramBişopîne
Google NewsBişopîne
LinkedInBişopîne
- Frekans -
Ad image
- Frekans -
Ad image

Navarokên Li Pêş

DEM Partî, YNK û KOMAW bertek nîşanî êrîşa ser pêşmergeyan dan

DEM Partî, Serokê YNK’ê Bafil Talabanî û KOMAW derbarê 6 Pêşmergeyên di êrîşa Îranê de…

Ji aliyê Stêrk TV

Rohilat Efrîn: YPJ bûye artêşeke hevbeş a jinên Sûriyeyê

Endama Fermandariya Giştî ya YPJ'ê Rohilat Efrîn li ser girîngiya parastina rewa rawestiya û got,…

Ji aliyê Stêrk TV

Nobeta li dijî JES’ê bênavber berdewam dike

Parêzerên ÇHD’ê serdana nobeta li dijî projeya JES’ê ya ku li gundê Xwarik ê Gimgimê…

Ji aliyê Stêrk TV

Ev jî di be ku bala te bikşînin

Jin

Li Amedê ji bo jinên hatin qetilkirin ‘dara bîrê’

Ji aliyê Stêrk TV
Jin

Gelawêj Ewrîn: Jin, Jiyan, Azadî felsefeyeke azadiyê ye

Ji aliyê Stêrk TV
Jin

Şadiye Dalkiran a ku keça wê hate kuştin: Divê jin li cihê ku tundî lê tê kirin nemîne

Ji aliyê Stêrk TV
Jin

Tulay Hatîmogullari: Divê pêşengên aştiyê jin bin

Ji aliyê Stêrk TV
Ya Berê Ya Pişt re
Stêrk TV
Stêrk TV
Stêrk TV

Li Ser Şopa Heqîqetê

Stêrk TV ji sala 2009an ve di warên siyasî, civakî, çandî û hunerî de weşanê dike. Bi nêrîna azadiya jinê û avakirina civakeke demokratîk, Stêrk TV xebatên civakî, çandî, hunerî, dîrokî, aborî û yên jîngehê dimeşîne. Di çarçoveya parastin û pêşxistina çand û zimanê Kurdî de, bi zaravayên Kurmancî, Soranî, Kirmanckî û Hewramî nûçe û bernameyên cûrbicûr amade dike û diweşîne. Stêrk TV xizmetê li çand û hunera Kurdî dike.

Facebook Twitter Youtube Rss Medium
Kategorî
  • Kurdistan
  • Rojane
  • Çand û Hûner
  • Cîhan
  • Jin
  • Civak & Ekolojî
  • Zanist
Rûpel
  • Têkîlî
  • Frekans
  • Derbarê me de
  • Şert û Merc
  • Rêgezên Malperê
  • Kar Xwestin
  • Kunye

© Stêrk TV. Hemû mafê wê parastîne

adbanner
AdBlock Asteng Dike
Malpera me de reklam hene, ji ber vê sedemê malpera me bixin listeya spî ya AdBlock'ê
Temam, ez ê li listeya spî zêde bikim
Hûn bi xêr hatin

Têkevin hesabê xwe

Te paroleya xwe jibîr kir?