Sêşem, 13 Cotmeh 2026
  • Ji Bo Min
  • Favoriyên Min
  • Tomarên Min
  • Dîtinên Min
  • Blog
Video
Podcast
Zindî
Arşîv
Neşeriya Çalakiyan
Stêrk TV
  • DESTPÊK
  • ROJANE

    Îtiraza ji bo Saît Yildirim a li dijî taloqkirina tehliyeyê hate redkirin

    Ji aliyê Stêrk TV

    Ji DBP’ê û DEM Partiyê civînên gel: ‘Em ê bi hev re sedsala nû ava bikin’

    Ji aliyê Stêrk TV

    ÎHD’ê banga berdana girtiyê nexweş Celal Yildirim kir

    Ji aliyê Stêrk TV

    Îranê bi dronan êrîş bir ser navçeya Koye

    Ji aliyê Stêrk TV

    Komploya navneteweyî li Mîçûrînskê hate şermezarkirin

    Ji aliyê Stêrk TV

    Li gorî Fetî Yildiz pêvajo dê heta dawiya Mijdarê bi encam be!

    Ji aliyê Stêrk TV
  • KURDISTAN

    Aqûbeta 5 Kurdên li Baneyê hatine girtin nayê zanîn 

    Ji aliyê Stêrk TV

    Çalakiya nobetê ya li Mexmûrê bi biryardarî didome

    Ji aliyê Stêrk TV

    Nivîskarê Kurd Mehmed Ûzûn li ser gora xwe hate bîranîn

    Ji aliyê Stêrk TV

    ‘Têkoşîna me wê heta azadiya fîzîkî ya Rêber Apo dewam bike’

    Ji aliyê Stêrk TV

    Li Amedê qurbaniyên Komkujiya 10’ê Cotmehê hatin bibîranîn

    Ji aliyê Stêrk TV

    Bi girseyî çûn serdana taziyeya Reşat Eroglu yê PKK’î

    Ji aliyê Stêrk TV
  • JIN

    Ji çiyayên Kurdistanê peyama ji bo Kombûna Jinan a Navneteweyî

    Ji aliyê Stêrk TV

    Aynûr Sarica: Divê jin bibin hîmê damezrîner ê pêvajoya aştiyê

    Ji aliyê Stêrk TV

    ‘Li dijî provokasyonên li Hesekê divê em helwest nîşan bidin!’

    Ji aliyê Stêrk TV

    Wê nexşerêya Jineolojiyê were diyarkirin

    Ji aliyê Stêrk TV

    Li Arjantînê ji bo bîranîna şehîd Lêgerîn Çiya civîn

    Ji aliyê Stêrk TV

    Rewşa tenduristiyê ya Nêrgis Mihemedî nebaş bû

    Ji aliyê Stêrk TV
  • ÇAND Û HÛNER

    Xelata Wêjeyê ya Nobelê ji Anne Carson re hate dayin

    Ji aliyê Stêrk TV

    ‘Divê şaredarî ji bo şano û çanda Kurd derfetan biafirîne’

    Ji aliyê Stêrk TV

    Li Freiburgê 1’emîn Festîvala Film a Kurdî destpê kir

    Ji aliyê Stêrk TV

    ‘Aştiya mayinde bi demokratîkbûneke xurt pêk tê û hunerê jî azad dike’

    Ji aliyê Stêrk TV

    Derhêner Semîr Aslanyurek: Sînema û huner divê bi aştiyê re be

    Ji aliyê Stêrk TV

    ‘Di pêvajoya aştiyê de rola hunerê bi qasî ya polîtîkayê girîng û pêwîst e’

    Ji aliyê Stêrk TV
  • CÎHAN
  • YÊN DIN
    • Gotar
    • Civak
    • Rojava
    • Gotar
  • 🔥
  • HEMÛ BAJAR
  • AMED
  • STENBOL
  • BEHDÎNAN
  • ENQERE
  • ROJEV
  • QAMIŞLO
  • KOBANÊ
  • WAN
  • ŞENGAL
  • HESEKÊ
  • ŞIRNEX
  • MÊRDÎN
  • RIHA
  • LEZGÎN
  • ÊLIH
  • COLEMÊRG
Nûçeyên Lezgîn
DAÎŞ’ê car din li Hewîce êrîş kir
Li Hesekê êrîşa çekdarî: 3 kes birîndar bûn
Serkirdeyekî DAÎŞ’ê hat girtin
Li Tehranê cezayê darvekirinê li 3 welatiyên Kurd hate birîn
Li Minbicê teqîn: Kesek jiyana xwe ji dest da
Dîtina TîpanAa
Stêrk TVStêrk TV
  • Kurdistan
  • Jin
  • Çand û Hûner
  • Cîhan
  • Rojava
  • Rojane
  • Cîhan
  • Civak & Ekolojî
  • Zanist
  • Ji Bo Min
  • Dîtinên Min
  • Tomarên Min
  • Favoriyên Min
Bigere
  • Kategorî
    • Kurdistan
    • Jin
    • Ciwan
    • Çand û Hûner
    • Cîhan
  • BAJAR
    • HEMÛ BAJAR
    • AMED
    • STENBOL
    • QAMIŞLO
    • ŞEHBA
    • REQA
    • WAN
  • JI BO TE
    • Ji Bo Min
    • Tomarên Min
    • Favoriyên Min
    • Dîtinên Min
  • RÛPEL
    • Podcast
    • Video
    • Wêne
    • Gotar
Hesabê we heye? Têketin
Me bişopîne
© Mafên belavkirinê li ba Stêrk TV parastî ne 2024. Hemû maf parastî ne.
Stêrk TV > Blog > Kurdistan > Jinên Mexmûrî: Dengê xwe bidin wan kesan ku karibin Kurdistanê biparêzin
Kurdistan

Jinên Mexmûrî: Dengê xwe bidin wan kesan ku karibin Kurdistanê biparêzin

Jinên Wargeha Penaberan ên Mexmûrê têkildarî hilbijartinên li Başûrê Kurdistanê ev bang kirin: "Kijan partî û kes ji bo gelê Başûr başe û dikare xaka Kurdistanê û mafê kesên hejar biparêze, divê dengê xwe bidin wan."

Stêrk TV
Stêrk TV Dîroka nûkirinê: 17. Cotmeh 2024 Dema xwendinê: 4 dq.
Parvekirin

Wê xelkê Herêma Kurdistanê di 20’ê Cotmehê ji bo hilbijartina dema 6’an a Parlamenta Herêma Kurdistanê dengê xwe bi kar bîne. Gelek partî û hevpeymanên Başûrê Kurdistanê ji bo bidestxistina 100 kursiyên di Parlamenta Herêma Kurdistanê de, di nava hevrikiyekê de ne. Têkildarî vê mijarê, Jinên Wargeha Penaberan a Şehîd Rustem Cûdî (Mexmûr) ji ANF’ê re axivîn.

‘AXÊ BIPARÊZE Û DAGIRKERAN JI KURDISTANÊ DERBIXE’

Zelîxa Şirnexî di destpêka axaftina xwe de bang li gelê Başûrê Kurdistanê kir ku destê xwe danin ser wijdana xwe û wisa dengê xwe bikar bîne û wiha got: “Pêwîste gelê me yê Başûrê Kurdistanê dengê xwe bide wan kesan ê ku bikaribe axê biparêze û dagirkeran ji Kurdistanê derbixe. Kesên tên hilbijatin jî, divê di Başûrê Kurdistanê de xwedî li mafê jinan derbikevin. Ji ber ku her roj li Başûrê Kurdistanê bi dehan jin tên kuştin û bi tundiyê re rû bi rû dimînin. Gelê Başûr jî xwedî şehîd û kedek mezine, pêwîste li keda şehîdên xwe bibin xwedî û wisa berê xwe bidin ser sindoqên dengdanê. Êdî li Başûrê Kurdistanê kes nikare du gotin bike. Kesên doza ax û mafê xwe dike, tên girtin û êşkence lê tê kirin. Silêman Ehmed ev demek dirêje bê suc di girtigehên Başûrê Kurdistanê de tê girtin. Ev yek jî sedemê xwe ji asteng kirina azadiya nêrînên kesan digire. Bi dehan hevalên Silêman Ehmed ên ku karekî ji bo civaka xwe dikin, niha di girtîgehên Başûrê Kurdistanên de ne. Ciwanên Başûrê Kurdistanê ji ber bê derfetî û nebûyîna jiyanek aram, berê xwe didin Ewropa û di rê de jiyana xwe ji dest didin.”

‘SERKETIN A GELÊ AZADÎXWAZ E’

Zelîxa Şirnexî di dawiya gotinên xwe de da xuyakirin ku gelê Başûrê Kurdistanê dikare di vê hilbijartinê de li xaka xwe bibe xwedî û got: “Axa Başûrê Kurdistanê hemû hatiye dagirkirin û firotin, gundên Başûrê Kurdistanê hatin şewitandin û ji dewleta Tirk re hatin valakirin. Pêwîste kesên tên hilbijartin li gelê Başûr, malbatên şehîdan û zarokên Başûrê Kurdistanê xwedî derbikevin. Xwedê mafê me ji kesên ku bi xiyanetê zarokên me kirin qurbanî xwe re nehêle. Xayîn û xwefiroş çi dikin bila bikin, wê serkeftin a gelê azadîxwaz be.”

Taybet Mijînî jî destnîşan kir ku gelê Başûrê Kurdistanê êdî divê rastiya li Başûrê Kurdistanê tê jiyankirin bibîne û li gorî wê dengê xwe bikarbîne û wiha peyivî: “20’ê mehê hilbijartina Başûrê Kurdistanê ye. Hilbijartin mafekî rawa yê her kesekî ye ku dikare azad dengê xwe bikar bîne. Gelê me yê Başûrê Kurdistanê bi xwe jî bi gelek zoriyan re rû bi rû mane, hatine qetilkirin û li her çar aliyê Kurdistanê jî penaber bûne. Ev êş ji nêz ve jiyan kirine. Divê êdî çavên xwe vekin û pêşiya xwe bibînin ku îro kî wê çawan mafê wan bi parêze? Kijan partî û kes ji bo wan başe wê bikaribe xaka Kurdistanê, mafê wan û kesên hejar biparêze divê dengê xwe bidin wan. Bi taybetî jî dayîk û jin divê li jinan xwedî derbikevin. Bila êdî li Başûrê Kurdistanê jin û zarok neyên qetilkirin, bila xaka Kurdistanê neyê dagirkirin.”

Taybet Mijînî gotinên xwe wiha bi dawî kir: “Ez bang li gelê Başûrê Kurdistanê bi taybetî li jinan dikim ku giştî berê xwe bidin ser sindoqên dengdanê û dengê xwe bikar bînin. Divê bizanibin kesên ku di parlamentoyê de wê bikaribin doza mafê jinan û axa Kurdistanên bi parêzin, dengê xwe bidin wan.”

YÊN HATINE ÊTÎKETKIRIN MEXMÛR

Ji me agahî bistîne!

Eger tu bibî abone em ê nûçeyên lezgîn yekser ji maîla te re bişînin.
Eger tu bibî abone te we wateyê ku tu Polîtikaya Malpera Me dipejînî û dîsa tê wê wateyê ku tu Şert û Mercên me qebûl dikî. Tu kendî bixwazî dikarî ji abonetiyê derkevî
Çi Difikirî?
.0
.0
.0
.0
.0
.0
Nûçeya Berê Yekîneyên YCWK’ê yên Wanê li dijî qereqola Jendermeyan çalakî kirin
Nûçeya Pişt re Çalakiya Dayikên Aştiyê ya li dijî şer di roja sêyemîn de ye
Nirxandinek Bike Nirxandinek Bike

Nirxandinek Bike Cancel reply

You must be logged in to post a comment.

Me Bişopîne!

Tu dikarî li ser gelek platforman rûpelên me bişopînî.
FacebookBiecibîne
TwitterBişopîne
PinterestPîn bike
InstagramBişopîne
YoutubeSubscribe
TiktokBişopîne
TelegramBişopîne
Google NewsBişopîne
LinkedInBişopîne
- Frekans -
Ad image
- Frekans -
Ad image

Navarokên Li Pêş

Firat: Tecrîd berdewamiya nefreta dîrokî ye

Şaredarê berê yê Xinûsê yek ji neviyên Şêx Seîd Hasan Basrî Firat got ku tecrîd…

Ji aliyê Stêrk TV

Meclîsa Jinan a DBP’ê Deklarasyona 8’ê Adarê eşkere kir

Meclisa Jinan a Partiya Herêman a Demokratîk (DBP), deklarasyona 8’ê Adarê Roja Jinan a Cîhanî…

Ji aliyê Stêrk TV

Temel: Çapemeniya Kurd di ti şert û mercî de ji şopa heqîqetê dûr neket

Cîgirê Hevserokatiya Giştî ya DEM Partiyê Tayîp Temel roja Rojnamevaniya Kurd pîroz kir û destnîşan…

Ji aliyê Stêrk TV

Ev jî di be ku bala te bikşînin

Kurdistan

Aqûbeta 5 Kurdên li Baneyê hatine girtin nayê zanîn 

Ji aliyê Stêrk TV
Kurdistan

Çalakiya nobetê ya li Mexmûrê bi biryardarî didome

Ji aliyê Stêrk TV
Kurdistan

Nivîskarê Kurd Mehmed Ûzûn li ser gora xwe hate bîranîn

Ji aliyê Stêrk TV
Kurdistan

‘Têkoşîna me wê heta azadiya fîzîkî ya Rêber Apo dewam bike’

Ji aliyê Stêrk TV
Ya Berê Ya Pişt re
Stêrk TV
Stêrk TV
Stêrk TV

Li Ser Şopa Heqîqetê

Stêrk TV ji sala 2009an ve di warên siyasî, civakî, çandî û hunerî de weşanê dike. Bi nêrîna azadiya jinê û avakirina civakeke demokratîk, Stêrk TV xebatên civakî, çandî, hunerî, dîrokî, aborî û yên jîngehê dimeşîne. Di çarçoveya parastin û pêşxistina çand û zimanê Kurdî de, bi zaravayên Kurmancî, Soranî, Kirmanckî û Hewramî nûçe û bernameyên cûrbicûr amade dike û diweşîne. Stêrk TV xizmetê li çand û hunera Kurdî dike.

Facebook Twitter Youtube Rss Medium
Kategorî
  • Kurdistan
  • Rojane
  • Çand û Hûner
  • Cîhan
  • Jin
  • Civak & Ekolojî
  • Zanist
Rûpel
  • Têkîlî
  • Frekans
  • Derbarê me de
  • Şert û Merc
  • Rêgezên Malperê
  • Kar Xwestin
  • Kunye

© Stêrk TV. Hemû mafê wê parastîne

adbanner
AdBlock Asteng Dike
Malpera me de reklam hene, ji ber vê sedemê malpera me bixin listeya spî ya AdBlock'ê
Temam, ez ê li listeya spî zêde bikim
Hûn bi xêr hatin

Têkevin hesabê xwe

Te paroleya xwe jibîr kir?