Yek ji navdarên sînemaya Tirk Kadîr Înanir jiyana xwe ji dest da.
Kadîr Înanir di sala 2024’an de ji ber xwîn rijiya ser mjiyê wî rakiribûn nexweşxaneyê û li beşa lênêrîna lezgîn hat dermankirin. Piştî dermankirina bi mehan ji nexweşxaneyê derket.
Hunermend Kadîr Înanir herî dawî di 14’ê Gulanê de ji ber nexweşiyê rakiribûn nexweşxaneyê û piştî 6 rojan hatibû entubekirin. Înanir ê ku nêzîkî du mehan di beşa lênêrîna lezgîn de dihat dermankirin îro jiyana xwe ji dest da.
Kadîr Înanir di “Pêvajoya Çareseriyê” de di nava “Şandeya Aqilmendan“ de cih girt û li herêma Deryaya Spî gund bi gund geriya û girîngiya aştiyê vegot. Înanir timî bi Rêber Apo û hevserokê berê yê HDPê yê girtî Selahattîn Demîrtaş re di nava hevgirtinê de bû.

