Endamê Fermandariya Navenda Parastina Gel (NPG) Murat Karayilan, bersiv da pirsên ANF’ê û şehadetên ku di demê dawiyê de hatin ragihandin, bîranîn û taziyeyên girseyî yên li gelek bajarên Kurdistanê tên lidarxistin, sedema derengketina ragihandinan, rewşa cenazeyan û piştevaniya bi malbatên şehîdan re nirxand. Karayilan îşaret bi bîranînên ku li Amed, Stenbol, Wan, Gever, Cizîr û Nisêbînê ji bo 230 şehîdan tên lidarxistin kir û diyar kir ku beşdariya girseyî dilsoziya civka Kurd a bi şehîd û nirxên xwe re nîşan dide.
Karayilan diyar kir ku ji ber şert û mercên giran ên şer û sedemên ewlehiyê, hin agahiyên şehadetan dereng gihîştiye biryargehê û got ku şehadetên ku hîna ji bo raya giştî nehatine ragihandin, hene. Karayilan da zanîn ku 520 şehîdên Bakurê Kurdistanê were ragihandin û bilêv kir ku li parçeyên din ên Kurdistanê jî di hejmarekî kêmtir de şehîdên ku nehatine ragihandin hene û armanc dikin ku di hefte û mehên pêş de tevahî bi raya giştî re parve bikin.
Karayilan caran yekemîn derbarê hejmara şehîdan de daneyên berfireh parve kir û diyar kir ku ji 1976’an heta 2026 25 hezar û 922 şehîd hatine qeydkirin û tevî şehadetên nehatine qeydkirin nêzî 27 hezar şehîd hene. Karayilan derbarê cenazeyê şehîdên ku di demê dawî de hate ragihandin jî axivî û got ku piraniya cenazeyan di bin kontrola wan de ye û ji bo komkirina hemûyan di şehîtlîkan de xebatê dimeşînin.
Karayilan rêbaza têkoşîna nû ku wê di pêvajoya Aştî û Civaka Demokratîk de were bikaranîn jî nirxand û wiha got, “Em ji qonaxa şer a bi çek, derbasî qonaxa têkoşîna civakî dibin. Karayilan got, “Me dev ji stratejiya şer a bi çek berda, lê me dev ji têkoşînê berneda” û diyar kir ku dema nû wê bibe dema ku siyaseta demokratîk û rêxistinbûna civakî were mezinkirin.
Ji roja destpêkê ve Tevgera Apoyî hêza xwe ya bingehîn ji şehîdên xwe girt. Rêber Apo bi gotina “PKK Partiya şehîdan e” cihê şehîdan di têkoşînê de eşkere kir. Wate û girîngiya şehîdan wek Tevger hûn çawa dinirxînin?
Ez destpêkê ji bo tevahî xebatkarên ajansa we û ji bo tevahî temaşevanan silav û rêzên xwe pêşkêş dikim. Di ev heft rojên dawî de şehadeta 230 şehîdên qehreman li Amedê, Stenbol, Wan, Gever, Cizîra Botan û Nisêbînê hate ragihandin. Ez tevahî şehîdên qehreman, bi rêzdarî, xurmet û minetdarî bi bîr tînim û bejna xwe li hemberî bîranîna wan ditewînim. Soza ku me daye wan ez careke din dubare dikim û em dibêjin, ey şehîd bila dilê we şad be, wê ala we her bilind be û armanca we bi ser bikeve. Em ê heta dawî bi rêhevaltiyê ve girêdayî bin û xem û xeyala we bikin heqîqet. Ez bi navê biryargeha me û tevahî rêveberiya tevgera me, ji tevahî malbatên van şehîdên me yên hêja re sersaxî dixwazim. Sersaxî ji bo tevahî malbatan, ji bo tevahî gelê Kurd dixwazim. Bi taybet ew dayikên hêja yên ku van egîdên jin û xort ên wisa mezin kirine, silav dikin û ez destê wan maç dikim.
Gotinê Rêber Apo a ‘PKK partiya şehîdan e’ rastiyeke tîne ziman. Ji ber ku di rastiyê de Tevgera me bi şehîdan re hatiye avakirin, bi şehîd meşiyaye û bi şehîd mezin bûye. Ji bo na vê ev hevok heqîqetekî tîne ziman. Niha di dîrokê civakan de, cih û warê lehengan ango qehremenan pir zêde heye. Dema mirov berê xwe dide dîrokê, civakên di nava xwe de egîd an jî leheng dernexistine van civakan nekarîne hebûna xwe berdewam bikin. Civakên ku lehengên xwe ava nekirî, belav bûne, tune bûne. Encex civakê ku lehengên xwe ava kirî, nirx peyda kirî, li derdora wan nirxên civakî û netewî ava kirine, ew karîne hebûna xwe berdewam bikin. Niha di dîroka gelê me de, bêguman egîd hene. Lê di piraniya dîrokê de, ev negihiştine civak û gel. Tenê em bi saya qilamên dengbêjan hinek egîdan nas dikin. Ji bo vê di civaka me de egîd xwedî cihekî bûn, lê ev pir sînordar bû.
Derketina Rêber Apo, derketinekî dîrokî bû. Di salên 1970’ê de, siyaseta bişaftînê ango asîmîlasyonê ya ku li Kurdistanê hatibû meşandin, gelê Kurd anîbû kêleka tunebûnê. Bi taybet di sala 1975’an de, di tevgera başûrê Kurdistanê de şikestin çêbû. Ev di tevahiya Kurdistanê de bi xwe re bêhêvitiyeke mezin ava kir. Di van şert û mercan de, xebata ku Rêber Apo li başûrê Kurdistanê meşand, hîna di destpêkê de bingehê ruhê hevaltiyê bi xurtî danî. Di nav refên me de, hevaltî pir kûr bû. Dema êrîş li ser komê pêk hat û şehîdê yekem çêbû, hemû heval jê bandor bûn û ji bo bîranînê hîn zêdetir beşdar bûn. Wisa li hev xwedî derketin û bîranîn dayîna jiyankirin bû bingehê bilindkirina têkoşînê. Ev şêwaz her çû di nav Tevgerê me de xurt bû. Wisa lê hat ku her şehadet bû bingehê derketineke nû. Wisa her çû Tevger hîn xurttir bû, ango her şehadet Tevgera me lewaz nekir, berovajî bingehê xurtbûnê ava kir.
ŞEHÎD BÛN RUHÊ TÊKOŞÎN Û BEŞDARBÛNÊ
Ji bo vê şehîd bûn kaniya hêzê, bûn ruhê têkoşînê û beşdarbûnê. Ev yek piştre di nava civakê me de jî pêş ket. Nimûne; di malekî de birayek şehîd bû, xwişk li şûna wî beşdar bû, got divê ev çeka birayê xwe li erdê nehêlim. Yanî ev di nava civaka me de jî wisa pêş ket. Ji bo na vê, şehîd sinerjî çêdike, şehîd xurtbûnê ava dike, şehîd bûn hêz. Ji ber vê yekê Tevger bû tevgerekî nekeftî, di qonaxên pir zor û zehmet re derbas bû, lê dîsa li ser lingan ma. Di dîroka têkoşîna me de, şehîd roleke wisa lîstine. Ango şehîd bi xwe re xet, girêdanbûn û nirxek ava kirin. Di heman demê de, berxwedana şehîdan û têkoşîna ku li ser bingeha vê berxwedana destanî hat meşandin, serokatiya staratejîk jî hîn zêde mîsoger kir.
Ji bo hebûn û serkeftina gelekî rol û mîsyonê lehengan girîng e û avabûna stratejiyê ango serokatiya stratejiyê girîng e. Li Kurdistanê derketina rêveberiya stratejîk hebû, lê şehîd vê yekê mîsoger kirin û kirin heqîqet. Di navbera şehîd û serokatiya stratejîk de girêdanbûnek heye. Di welatên din de jî wisa bûye, lê li welatê me di nava vê heqîqetê de wisa pêk hatiye. Ango, şehîd bûn nirxê herî bingehîn, bûn koka hebûna civakê. Şehîdên me bûn bingehê hebûna gelê me, netewbûna me. Ji bo vê şehîd ji bo me her tişt in. Di civakê de ciwan û keçên Kurd ji bo netewa xwe, xwe feda dikin. Dema ku pêwîst bike agir berdidin canê xwe. Ruheke wisa fedayî û xurt pêş ket.
Dema ku civak derketinên wisa egîdî, wêrek û fedakarî dît, ev yeke qelecan çêkir û civak rakir ser piyan. Şoreşa vejînê wisa çêbû. Şoreşa vejînê bi xwe re netewbûn pêş xist û gelek nirxên hebûnê ava kir. Ev hemû bi xwîna şehîdan çêbû. Dîsa derketina qehremanên jin, hem ji bo tevahî jinên cîhanê û hem jî ji bo civaka Kurd, destkeftiyeke mezin e. Pêşketineke pir girîng û dîrokî ye. Li Kurdistanê bi derketina qehreman û egîdên jin, gelê Kurd îradeyeke civakî bi dest xistin. Îradebûyîn li ser vê bigehê çêbûye.
Di rojên dawî de hêjmarek mezin şehîd hatin îlankirin. Bi vê ve tevlîbûna gel a bîranîn û taziyeyên şehîdan jî gelek bû û piştgirtina civakî ya mezin çebû. Divê mirov vê çawa bixwîne?
Weke ku malbatên me yên hêja tînin ser ziman; şehîdên me hebûna me ne, hebûna me avakirine. Ked û berxwedana şehîdên me, bû bingeha pêvajoya aştî û siyaseta demokratîk a îro. Ev pêvajo, bi ked û berxwedana şehîdên qehreman çêbû. Di heman demê de şehîd ji bo civaka Kurd bûn bingeh, gelê Kurd êdî dikare li ser vê bingehê bi serkeftî pêş ve biçe. Ev hevalên hêja û şehîdên qehreman ên hatine ragihandin, piraniya wan em nas dikin. Ciwanên herî dirust, samîmî, fedakar û wêrek ên Kurdistanê bûn. Li ser hîmê exlaqê şoreşgerî mezin bûn. Ji bo berjewendiyên gelê xwe fedayiyên mezin bûn. Egîdên wisa bûn. Bi rastî di vê serdemê de, berxwedana ku van hevalên hêja meşandin, wisa bi çend gotinan nayê ser ziman.
Ji ber vê, malbatên ku van egîd, keçên ciwan ên egîd, xortên ciwan ên egîd mezin kirine her tim dikarin bi wan serbilind bibin. Hemû ferdên malbatê dikarin her tim bi wan qehramanan serbilind bin. Ji ber ku milîtanên şoreşger, ev ciwanên Kurdistanê, bêyî ku ji bo xwe tiştekî bixwazin canê xwe feda kirin. Tevahiya jiyana xwe fedayî xizmeta pêşeroja civaka xwe kirin. Pêşeroja xwe bi pêşeroja civakê re kirin yek. Ji bo pêşeroja civakê jiyan kirin. Ji bo vê dibe ku jiyana wan kurt bû, lê bi wate bû. Dibe ku pir zêde dirêj jiyan nekirin, lê tijî jiyan kirin, kedeke mezin dan, li ber xwe dan. Îro ev berxwedana û keda wan, ji bo civak û gelê Kurd bû hîmê hebûn û serketina pêşerojê. Ez bi kurtî dikarim rola şehîdan a di têkoşîna me de bi vî rengî bînim ser ziman.
Di civakên dîtir de rabûnên gel ên girseyî yan ji bo armancên aborî yan jî bi daxwazên siyasî pêk tên, ango daketina gel a li kolanan ji ber van sedeman çêdibe. Lê li Kurdistanê ne bi vî rengî ye. Li Kurdistanê di dema herî zehmet de, di salên 1990’î de gel daketin qadan. Çima daketin kolanan? Ji bo ku xwedî li şehîdan derketin, daketin. Heta wê demê dewleta Tirk şehîdên me diveşart, direvand, kes nedizanî ku vedişêrin ku derê. Gel ji bo ku xwedî li şehîdan derkevin û wan bi merasîmê oxir bikin, daketin kolanan. Dewlet êrîşê kir, şehadet çêbûn, lê gel dîsa jî israr kir. Ji bo ku xwedî li şehîdên xwe derkevin israr kirin. Sosyolojiya Kurd wisa ye. Bawerî pê anîn ku gerîlla ji bo wan şehîd dibe, ji bo berjewendiyên gelê xwe şehîd dibe û vê yekê wekî erkê xwe dît, xwedî li şehîdê xwe derket. Bi vî rengî pêk hat.
Îro jî heman tişt tên jiyankirin. Ango civaka Kurd dizane ku şehîd tê çi wateyê. Ji bo doza netewî şehîd bûne, ji bo vê xwedî lê derdikevin. Niha ev girseya ku li qadan kom dibin û diçin taziyeya şehîdên me, rastiya civaka me jî nîşan dide. Civaka me welatparêz e, girêdayî şehîd û nirxên xwe ye. Ev heqîqatê tîne ziman. Ez li vir hemû kesên ku beşdarî taziye û bîranînên şehîdên me yên qehreman bûne, kesên ku gihiştine zanebûna welatparêzî û netewî silav dikim. Bi vî rengî beşdarbûna li bîranînan pir bi nirx e. Divê hemû welatparêz, kesên ku demokrasî û azadiyê dixwazin xwedî li şehîdên xwe derkevin. Ev şehîdên qehreman, dibe ku bibin zarokê malbatekî, lê ev şehîd şehîdê tevahî Kurdistanê ne.
Ne şehîdê malbatekî, şehîdê welatekî ne. Ji ber vê yekê divê her kes weke ku keç û kurên wan şehîd bûye, tevbigere. Jixwe di nava me de ev wisa ye. Ji bo me ne zarokên malbatekî yan bajarekî ne, yê gele û neteweyekî ne. Divê hemû welatparêzên me jî bi vî rengî nêz bibin. Jixwe wekî ku we jî got, wisa nêz dibin. Lê divê ji vê şûnde jî li her qadê, bi hêztir xwedî li nirxên xwe derkevin, helwestekî xurttir nîşan bidin û di vê mijarê de çalaktir bibin. Ev girîng û hêja ye. Ev yek nîşan dide ku em êdî civak û neteweyek in. Divê em vê rastiyê nîşanî her kesî bidin.
Hin şehîd dereng hatin ragihandin. Di derheqê sedema vê de hûn dikarin çi bêjin?Şehîdên nehatine îlankirin jî hene. Ji aliyê gel ve meraqek mezin heye ku ka zarokên wan jî di nav şehîdan de heye an na. Di derheqê şehîdên nehatine îlankirin de hûnê çi bêjin?
Me di vê mijarê de ji bo gelê xwe û raya giştî hin tişt anîbû ser ziman. Tevgera me bi taybet di deh salên dawî de, bi êrîşekî tunekirinê re rû bi rû ma. Em di şerekî pir giran de bûn. Dema ku şer dewam dikir, em neçar man ku pergala têkiliyê ji bo ewlekariya hevalan rawestînin. Ji ber vê şehadeta gelek hevalan zû negihişt biryargehê. Agahî dereng hat. Erê, pişte agahî hat lê şer berdewam bû û rojane şehadet çêdibûn. Ji ber vê yekê derfet çênebû ku em şehadetên ku berê çêbûne ragihînin. Lê di nava me de eşkere bû. Ji bo van şehîdên ku bîranîna wan hat kirin, me di nava xwe de gelek civîn û nîqaş kirin. Lê ji bo raya giştî û malbatan encex niha derfet çêbû û wisa hat ragihandin. Ez hêvî dikim ku gelê me, bi taybet malbatên hêja yên şehîdên me wate bidin vê yekê. Ez bawer dikim ku wê wate bidin. Ji ber ku rewşê ku tevgera me di nav de ye, ne asayî ye.
Tevahiya teknolojiyên serdemê li dijî me dihat bikaranîn. Li dijî vê teknolojiyê berxwedaneke pir destanî û dîrokî hat raberkirin. Ev jî bi saya qehremanên şehîd çêbû. Ez bawer dikim ku gelê me jî vê rewşê ji nêz ve şopand. Ew ê vê rewşê fêm bikin. Di vê mijarê de kêmanî hene, lê em rexnedayîna vê didin. Dibe ku di hin cihan de kêmaniyên tevgerê jî çêbûne, lê weke ku min got, em hêvî dikin ku malbatên me yên hêja ve yekê fêm bikin. Em ê di vê demê de hemû şehîdên xwe ragihînin. Em ê bi raya giştî û malbatên xwe yên hêja re parve bikin. Di bakurê Kurdistanê de, 520 şehîdên me man. Li parçeyên din ên Kurdistanê jî şehîdên me hene, lê hejmara wan kêmtir e. Em ê hewl bidin ku di hefte û meha pêşiya me de, tevahî şehîdan eşkere bikin. Di vê mijarê de xebatên me û xebatên saziyên eleqeder dewam dike. Ji ber vê yekê di demeke nêzîk de, tevahiya şehîdên şoreşê bi raya giştî û malbatên hêja re parve bikin.
Têkoşînek 50 salî zêdetir heye. Di vê 50 sali de di derheqê hêjmara şehîdan de hûn dikarin hin hûrgiliyan bidin?
Bi rastî jî, 50 salê derbasbûyî di dîroka gelê me de wekî destanekî hat jiyîn. Bêguman ev destan, bi berxwedan û xwîna şehîdên qehreman hate afirandin. Me gelek şehîdên hêja dan. Em wekî Tevgera Apoyî ne tevgerekî ku yên rêveber her li paş dimînin û şervan pêşde diçin in. Em fermandar û şervan her bi hev re tevdigerin. Me ji bo doza azadiya vî gelî xwe feda kir. Ev tevgerekî fedayî ne. Em fedayiyên Apoyî ne. Bêguman, ji bo berjewendiyê rêxistinê û berjewendiyên neteweyê, divê fermandar û pêşeng werin parastin. Lê ev jî heta astekî ye. Ji astekî şûnde her kes nefer e û her kes fedayî ye. Di gelek qadan de wiha bûye. Ji ber vê yekê, di têkoşîna me de, pêşengtiyeke wisa bêhempa hatiye meşandin. Gelek hevalên me yên fermandarên qadan bixwe ketinê êrîşan û wisa şehîd bûne. Tu kes gav paşde neavêtiye. Heta nefesa dawî li ber xwe dane. Ev tevgerkî wisa ne. Ez ê di vê mijarê de raporek jî pêşkeşî gelê me bikim. Şehîdên me yên heta niha hatine dayîn, piraniya wan kadro û pêşeng in.
Ji van hevalan, 99 heval endamê Komîteya Navendî ya PKK’ê kirine. Ji van hinek di Komîteya Rêveber de cih digirtin, yên din jî endamên Komîteya Navendî ya partiya me bûn. Di heman demê de fermandarên qad û eyaletan bûn. Di serî şehîdên me yên pêşeng de, Hakî Karer heye. Rêber Apo ji bo heval Hakî Karer dibêje, “Ew ruhê min ê veşartî bû.” Alîkarê Rêber Apo bû. Di dawiya şehîdê me de jî, pêşeng rêheval Alî Haydar Kaytan e, hevalê yekemîn a Rêber Apo bû. Wekî aqil, fikir û ramanê Rêber Apo bû. Ango me ne tenê destê xwe kiriye bin ber, her tiştê xwe kiriye bin ber. Tevgera me di vê têkoşînê de wiha tevgeriyan. Di navbera van her du şehîdên me yên mezin de, gelek hevalên me yên hêja hene. Hevalê Riza Altun, heval Sakîne Cansiz, avakarên partiyê bûn. Cardin di nava avakerên partiyê de, Kemal Pîr, Hayrî Durmuş, Mazlûm Dogan, Ferhat Kurtay hebûn. Hem ji avakaran hem jî fermandarên giştî, heval Egîd (Mahsum Korkmaz), Nurettîn Sofî, Delal Amed hene. Ev erka fermandariya navendî girtin ser xwe. Ango em tevgerkî wisa ne.
Dibe ku em cara yekem şehîdên xwe bi komî radigihînin. Şehîdên me yên yekem di sala 1976’an de çêbûn. Ji 1976’an heta 1983’an 173 şehîdên me hene. Ji 1984’an heta 2000’an 13.778 şehîdên me hene. Ji 2001’an heta 2026’an 7. 949 şehîdên me hene. Ji 2015’an heta 2026’an şehîdên rêxistina YPS’ê 760 in. Ev tevahî şehîdên Bakurê Kurdistanê ne. Cardin weke tê zanîn, li dijî DAÎŞ’ê destwerdana me çêbû. Di serî de, li ser Şengal, Kobanê, Rojava. Weke tê zanîn li Kerkuk û Mexmûrê jî destwerdan çêbûn. Lê me van li ser Bakur hesibandin. Lê di şerê li dijî DAÎŞ’ê de, li Kobanê, Rojava û Şengalê, 3. 262 şehîdên me hene. Şehîdên me yên 50 salan ango ji 1976’an heta 2026’an 25. 922 şehîd hene.
Hin şehîdên me yên ku nehatine qeydkirin jî hene. Bi taybet di navbera 1984 û 2000’an de, hin hevalên me yên ku nehatiye qeydkirin hene. Em bawer dikin ku nêzî 1000 heval in. Dibe ku ji hezarî zêdetir bin. Dema ku em wan jî hesab bikin, şehîdên me yên giştî nêzî 27 hezar in. Bêguman şehîdên me yên sivîl jî hene. Mixabin me hîna hejmara şehîdên xwe yên sivîl zelal nekiriye. Lê di navbera 5 hezar û 10 hezar de ye. Di demên pêş de, em ê bi alîkariyên saziyên hêjmarên şehîdên sivîl ên Kurdistanê, bakur jî zelal bikin. Bi awayekî giştî agahiya ku ez derbarê şehîdan de bidim, ev e.
PIRANIYA CENAZEYÊ ŞEHÎDÊN ME YÊN KU HERÎ DAWÎ HATIN RAGIHANDIN, DI BIN KONTROLA ME DE YE
Tevgera Azadiyê, di têkoşîna xwe ya 50 sal zêdetir de şehadetên çêbûne helbet rastiyê şer e. Lêbelê cenazeyên gerîlayên ku şehîd bûne pir kêm ji malbatan re tê dayîn. Gelek şehîd hene ku cihê wan jî nayê zanîn. Ji malbatan daxwaza xwe gîhandina cenazeyan gelek in. Di vê mijarê de hûn dikarin çi bêjin?
Ev jî ji bo me mijarekî girîng e. Weke tê zanîn ji demê Komar û vir ve, ji ber ku dixwazin civaka Kurd tune bikin, qehreman werin jibîrkirin, yên bibîranîn, armanc dikirin ku bîra me tune bikin. Ango dixwazin em dîroka xwe winda bikin. Ji ber vê yekê, ji destpêkê heta niha, ne diyar e ku gora şehîdên me yên ku di serhildanên Kurdistanê de jiyana xwe ji dest dane, li ku derê ne. Ne diyar e ku gora Şêx Seîd, Seyît Riza, şehîdên Geliyê Zîlan û Berxwedana Agiriyê li ku derê ye. Yên me jî heta 1990’î qedexe bû. Nimûne, hîna ne diyare ku cenazeyê heval Egîd (Mahsum Korkmaz) li ku derê ye. Gora tevahî hevalên di wê demê de ne diyar e. Heta sala 2000’î jî piranî wisa ye. Weke tê zanîn, di navbera salên 2013 û 2015’an de agirbest hebû. Me di wê demê de, li Bakur, dîsa li Başûr gelek şehîdlîk ava kirin. Me şehîdên xwe kom kir.
Dema ku şer destpê kir, şehîtlîkên me jî hatin hedefgirtin. Ev mijar tê zanîn, raya giştî û her kes dizane. Heta li Garzanê xestiyên şehîdên me derxistin, birin Kilyosê Stenbolê. Ango dixwazin dîrok winda bibe, me bêyî dîrok bihêlin. Lê niha jî pêvajoya aştiyê heye, demeke nû ye. Ger di navbera gelê Kurd û dewlet, di navbera Tirk û Ereban de, aştî çêbibe, wê demê divê paşeroja tu kesî neye qedexekirin. Ji ber vê yekê em dixwazin hemû şehîdên xwe kom bikin. Ango ji kevn Şêx Seîd, Seyîd Riza, Geliyê Zîlan jî di nav de, di çarçoveya pêvajoya aştî û çareseriyê de, ev mijar çareser bibe. Şehîdên me, bi taybet ji 2000’î vir ve piranî dizanin, ji ber vê divê hemûya kom bikin. Malbatên ev şehîdên ku şehadeta wan hate ragihandin, bila piştrast bibin ku cenazeyê piraniya wan di bin kontrola me de ye.
Em girîngî didin vê mijarê. Me niha destpê kiriye, em dixwazin hemûyan di şehîtlîkan de kom bikin. Em li ser vê mijarê disekinin. Yanî em ê nehêlin ku tu şehîdê me winda bibe. Heya ji destê me tê, em alîkarî ji kesên ku dizanin jî dixwazin. Em dixwazin hemû şehîdên xwe kom bikin. Ev şehîd nirx û dîrokê vî gelî ne. Divê ji civakê re bibin mal û neyên winda kirin. Divê tu car neyên jibîrkirin. Divê em bi vî rengî xwedî li şehîdên xwe derkevin. Divê em wekî gel xwedî lê derkevin. Em hevrêyên van hevalan in; em ji bo wan jiyan dikin. Wateya jiyana me, ji bo pêkanîna armancên wan e. Ji ber vê yekê, bêguman berê her tiştê divê cenazeyên hevalên xwe biparêzin û bikin mal.
Daxwazên îlankirina şîna netewî heye. Di derheqê vê daxwazê de hûnê çi bêjin?
Niha, gelê me û malbatên me şîn û tazî çêdikin. Lê di nêrîn û destgirtina me de, wisa ne şînekî xilasî ku wisa reşayî ye. Em şîn dikin, lê şînê me şînek cuda ye. Em tu caran şehîdên xwe wekî windahî nagrin dest. Rêber Apo tu car şehîd wekî windahî nenirxandiye. Divê mirov wekî pêşveçûn û nûbûnek bigre dest. Çawa? Ango her gelekî ji bo rêya xwe ya azadiyê ji bo her curê fedakariyê amade be, ev îdia û îradeyeke mezin e. Ev tê wateya ku dikare bi ser bikeve. Ger gelê Kud dikare zarokên xwe şehîd bike, ev pêşveçûnek e. Di aliyê neteweyî de helwestekî girîng e. Ji ber vê yekê ne şînên klasîk ku yek miriye û ser miriyê digîrin e. Ev egîdên demê û gel in. Ji bo ku pêşeroja gelê xwe ava bikin, ji bo azadiya gelên xwe, xwe feda kirine.
Divê em di vê çarçoveyê de nêz bibin. Dema ku mirov di vê çarçoveyê de nêz bibe, şaş e ku mirov vê wekî şînekî neteweyî bibîne. Li şûna wê, divê mirov xwedî lê derkeve, bi bîr bîne, têkoşînê mezin bike û wekî pêngavekî têkoşînê bibîne. Wekî ku min berê got, di dîroka me de her heleqa şehadetên mezin bûye bingehê derketinên mezin û pêngavên xurt. Divê em şehîdan wisa bigrin dest. Ango divê şehîdên xwe girseyî û bi hev re bi bîr bînin. Em şehîdên xwe yên di vê demê de bikin bingehê pêngavekî nû, pêngavê xwedî lê derketinê, xwedî lê derketina li nirxên xwe, pêngavê mezinkirina têkoşîna pêvajoya ku Rêber Apo ragihand û pêngavê xwedî lê derketina li pêvajoya aştî û siyaseta demokratîk. Ev şehîd ji bo serketina gelê me xwe feda kirin, divê em bidin pey şopa wan û vê dozê mezintir bikin.
Nimûne, divê wekî pêngava rêxistinbûna komunan bigrin dest. Em komunên demokratîk ava bikin û bingeha vê çêbikin. Ango divê bi girseyî bibîranîna van şehîdên qehreman, li her derê rêxistinkirina komunên demokratîk, bibe bingeha pêngava rêxistinbûnê. Şehîdên me nedixwestin ku em li pey wan bigîrin, bêmoral bin. Ji me dixwazin ku em bidin pey şopa wan û bi awayekî xurt bimeşin. Divê em hesret û xeyalên şehîdan pêk bînin, tişta ku wan dixwest heta ku ji destê me bê bikin, bingehê pêngava rêxistinbûn û xwedî lê derketina pêvajoyê ava bikin.
Dewam dike…

