Wezareta Perwerdehiyê ya hikumeta veguhêz a Sûriyeyê îro biryara hejmar 493 a sala 2026’an da. Di biryarê de sererastkirina rênimayên rêveberiyê ji bo bicihanîna bendên Fermana hejmar 13’an a 2026’an jî heye, da ku destûr bê dayîn ku zimanê Kurdî li dibistanên giştî û taybet li deverên ku welatiyên Kurd rêjeyek girîng ji nifûsê pêk tînin, li kêleka wê jî birêxistinkirina mekanîzmayên ji bo hînkirina wê û dabînkirina kadroyên perwerdehiyê yên pêwîst.
Li gorî biryara ku di 27’ê Tebaxa 2026’an de li Şamê hatiye dayîn, ev guhertin di çarçoveya parastina mafên çandî, zimanî û pêşvebirina pirrengiya çandî û avakirina mekanîzmayên rêveberiyê de ne û ji bo pêkanîna bendên biryarnameyê di beşa perwerdehiyê de bi awayekî lihevhatî bi polîtîkayên perwerdehiyê yên giştî, prensîba derfetên wekhev û xebata rast a pêvajoya perwerdehiyê re ye.
BENDÊN BIRYARA TÊKILDARÎ METARYALÊN PERWERDEHIYÊ
Xala duyem a biryarê destnîşan kir ku zimanê Kurdî wekî zimanekî neteweyî li dibistanên giştî û taybet, bi taybetî jî li deverên ku welatiyên Kurd rêjeyek girîng a nifûsê pêk tînin, were hînkirin.
Her wiha di naveroka biryarê de hat destnîşankirin ku zimanê Kurdî di hemû astên perwerdehiyê de were hînkirin û wekî beşek ji bernameya xwendinê ya pejirandî were hesibandin.
Di biryarê de hat destnîşankirin ku zimanê Kurdî dê bi du awayan were hînkirin:
Zimanê Kurdî: 3 wane di hefteyê de, li kêleka Erebî û Îngilîzî têne xwendin. Pileya zimanê Kurdî dê li gorî prosedurên diyarkirî di pileyên dawîn de were zêdekirin.
Madeya Çalakî: Yek wane di hefteyê de.
Der barê qonaxa veguhêz de, biryar derfetê dide ku xwendekar, di sala xwendinê ya yekem a piştî pêkanîna wê de, li gorî bernameyên xwendinê yên pejirandî, bikaribin zanistên civakî, dîrok, erdnîgarî û felsefeyê bi Erebî yan Kurdî bixwînin. Ev vebijark tenê bi wê sala xwendinê ve sînordar e.
Navenda Neteweyî ya Pêşxistina Metaryalên Perwerdehiyê bi amadekirina metaryalên waneya zimanê Kurdî ji bo hemû qonaxên perwerdehiyê, li gorî prensîbên zanistî û perwerdehî yên pejirandî û li gorî çarçoveya metaryala neteweyî, ji bilî wergerandina materyalên çalakiyan li gorî rêbernameya çalakiya pejirandî, hat erkdarkirin.
MEKANÎZMAYA PEYDAKIRINA KADROYÊN PERWERDEHIYÊ
Di Xala sêyemîn de, li gorî biryarê Gerînendetiya Perwerdehiyê û Gerînendetiya Çavdêriya Perwerdehiyê erkdar kir ku li gorî şert û mercên taybetî, kadroyên perwerdehî û hînkirinê yên pêwîst ji bo hînkirina zimanê Kurdî, çi ji hundirê kadroyan be çi ji derve, peyda bikin.
MERCÊN PEYDAKIRINA KADROYAN:
Xwediyên bawernameya zanîngehê yan sertîfîkaya peymangeha perwerdehiya mamosteyan, û di zimanê Kurdî de jêhatî bin.
Xwediyên bawernameyên û di zimanê Kurdî de jêhatî bin, dema ku pêwîst be.
Di biryarê de hat destnîşankirin ku jêhatîbûna di zimanê Kurdî de dê bi rêya ezmûnên nivîskî û devkî yên ku ji hêla Gerînendetiya Çavdêriya Perwerdehiyê ve, bi hevrêziya Navenda Neteweyî ya Pêşxistina Metaryala Perwerdehiyê û li gorî pîvanên standardkirî û objektîf têne kirin, were verastkirin.

