Yekşem, 28 Hezîran 2026
  • Ji Bo Min
  • Favoriyên Min
  • Tomarên Min
  • Dîtinên Min
  • Blog
Video
Podcast
Zindî
Arşîv
Neşeriya Çalakiyan
Stêrk TV
  • DESTPÊK
  • ROJANE

    Abdullah Zeydan: Demokrasiya xwecihî hîmê esasî yê pêvajoya aştiyê ye

    Ji aliyê Stêrk TV

    ROJEVA 28’Ê HEZÎRANA 2026’AN

    Ji aliyê Stêrk TV

    Tulay Hatîmogullari: Ev pêvajo divê bi aştiyê tacîdar be

    Ji aliyê Stêrk TV

    Çetîn Arkaş: Divê Rêber Apo demildest azad bibe

    Ji aliyê Stêrk TV

    Li Mêrsînê bi hezaran kes li mitîngê li hev civiya: Mîmarê aştiyê li Îmraliyê ye

    Ji aliyê Stêrk TV

    Gelê Çûkûrovayê ji bo ‘Mitînga Azadiyê’ ber bi Mersînê ve bi rê ketin

    Ji aliyê Stêrk TV
  • KURDISTAN

    ‘Şehîd Zîlan hêza jinê ya azad nîşanî tevahiya cîhanê da’

    Ji aliyê Stêrk TV

    Di mitînga Wanê de sînevîzyona axaftinên Rêber Apo hatin pêşandan

    Ji aliyê Stêrk TV

    Cenazeyê Şehîd Zozan hate veşartin, Diyar Xerîb hate bibîranîn

    Ji aliyê Stêrk TV

    Mitînga Wanê: Wê deriyên Îmraliyê gel veke, ne dewlet’

    Ji aliyê Stêrk TV

    Di Konfernsa Zimanê Kurdî de daxwaza hevpar: Divê Kurdî bi destûra bingehîn were mîsogerkirin

    Ji aliyê Stêrk TV

    Bi girseyî serdana serxiya Behiye Sevîm û Suleyman Bakir hat kirin

    Ji aliyê Stêrk TV
  • JIN

    Jin ji bo Festîvala Sakîne Cansiz amade ne: Em dengê xwe bi hev re bilind bikin

    Ji aliyê Stêrk TV

    TJA wê atolye û meşa şevê lidar bixe

    Ji aliyê Stêrk TV

    Li Bexdayê jinan çalakî lidar xist

    Ji aliyê Stêrk TV

    Nobeta Edaletê ya TJA’yê bi dawî bû

    Ji aliyê Stêrk TV

    Rêxistinên mafên mirovan ji bo Nana Xanim Babazade banga parastina neteweyî kirin

    Ji aliyê Stêrk TV

    Stûna jiyan û têkoşînê: Dilovan

    Ji aliyê Stêrk TV
  • ÇAND Û HÛNER

    MED-RA Dersim di Festîvala Muzîkê ya Cenevreyê de derket ser dikê

    Ji aliyê Stêrk TV

    Ji bo piştgiriya YPJ’ê pêşangeheke fermî hate vekirin

    Ji aliyê Stêrk TV

    FilmAmed destpê dike

    Ji aliyê Stêrk TV

    Pirtûka nû ya Zekî Bayhan

    Ji aliyê Stêrk TV

    Ji Bermal Çem strana ‘Evîna Ararat’

    Ji aliyê Stêrk TV

    Ji nivîskar Ehmedê Sedef pirtûka ‘Mem – Alan Kurdî’

    Ji aliyê Stêrk TV
  • CÎHAN
  • YÊN DIN
    • Gotar
    • Civak
    • Rojava
    • Gotar
  • 🔥
  • HEMÛ BAJAR
  • BEHDÎNAN
  • AMED
  • STENBOL
  • ENQERE
  • QAMIŞLO
  • ROJEV
  • KOBANÊ
  • WAN
  • ŞENGAL
  • HESEKÊ
  • ŞIRNEX
  • MÊRDÎN
  • RIHA
  • LEZGÎN
  • ÊLIH
  • COLEMÊRG
Nûçeyên Lezgîn
Cezayê girtîgehê yê heta bi hetayê li aktîvîstên Belûc hate birîn
Di bin siya şer de Îran û Rojhilatê Kurdistanê-III
Li Kendava Hurmuzê dronên Îranê hatin xistin
Hewldana provokasyonê ya li gundê Aşmê yê Kobanê hate astengkirin
Li Dihokê 2 drone hatin xistin
Dîtina TîpanAa
Stêrk TVStêrk TV
  • Kurdistan
  • Jin
  • Çand û Hûner
  • Cîhan
  • Rojava
  • Rojane
  • Cîhan
  • Civak & Ekolojî
  • Zanist
  • Ji Bo Min
  • Dîtinên Min
  • Tomarên Min
  • Favoriyên Min
Bigere
  • Kategorî
    • Kurdistan
    • Jin
    • Ciwan
    • Çand û Hûner
    • Cîhan
  • BAJAR
    • HEMÛ BAJAR
    • AMED
    • STENBOL
    • QAMIŞLO
    • ŞEHBA
    • REQA
    • WAN
  • JI BO TE
    • Ji Bo Min
    • Tomarên Min
    • Favoriyên Min
    • Dîtinên Min
  • RÛPEL
    • Podcast
    • Video
    • Wêne
    • Gotar
Hesabê we heye? Têketin
Me bişopîne
© Mafên belavkirinê li ba Stêrk TV parastî ne 2024. Hemû maf parastî ne.
Stêrk TV > Blog > Jin > KBDH: Piştî 25’ê Mijdarê divê têkoşîn bê mezinkirin
Jin

KBDH: Piştî 25’ê Mijdarê divê têkoşîn bê mezinkirin

Konseya Giştî ya KBDH’ê bi wesîleya 25’ê Mijdarê daxuyaniyeke nivîskî weşand û destnîşan kir ku li dijî sîstema desthilatdar a mêr wê têkoşîn bê mezinkirin û dewamkirin.

Stêrk TV
Stêrk TV Dîroka nûkirinê: 28. Mijdar 2024 Dema xwendinê: 9 dq.
Parvekirin

Konseya Giştî ya Tevgera Şoreşger a Yekbûyî ya Jinan (KBDH), bi wesîleya 25’ê Mijdarê Roja Têkoşîna li dijî Tundiya li Jinê ya Navneteweyî daxuyaniyeke nivîskî weşand. Di daxuyaniya bi sernavê “Li dijî dagirkerî, şer û tundiyê berxwedana jinê ya yekbûyî mezin bikin” de jinên ku ji bo 25’ê Mijdarê rabûn ser piyan û li ber xwe didin hatin silavkirin.

‘EM ŞEHÎDÊN TÊKOŞÎNA AZADIYÊ YA JINÊ SILAV DIKIN’

Daxuyanî wiha ye: “Em dixwazin diyar bikin ku her çend em li cihên cuda yên cîhanê ne, têkoşîna me ya hevpar dereng ango zû, wê sîstema desthilatdariya mêr hilweşîne. Em di şexsê Xwişkên Mîrabel ku yek ji blokên avakirina vê têkoşîna dîrokî ne û afirînerên 25’ê Mijdarê ne şehîdên têkoşîna azadiya jinê bi rêzdarî bi bîr tînin.

ÊRÎŞÊN LI DIJÎ JIN Û ZAROKAN ZÊDE DIBIN’

Em 25’ê Mijdarê ya îsal di bin siya şer û dagirkeriyê de, di pêvajoyekê de ku tundî û komkujiyên li ser jin û zarokan zêde dibin, di serdemek ku êrîşkariya emperyalîst zêde dibe de, xizanî kûr dibe, kedxwarî û îstîsmara bedenê zêde dibe, pêşwazî dikin. Ji ber barbariya sîstema emperyalist ku bi xwe re karesetên mirovî aniye, weke ku rewşeke ango bûyereke xwezayî ye hewl tê dayîn bê normalîze kirin. Ji ber reqabeta hêzên hegomonîk, li her derî şer, dagirkerî û îlhak tê pêkanîn, bajar tên wêrankirin û komkujiyên qirkirinê tên kirin.

‘ŞER RÊ LI BER BELAVBÛNA TUNDIYÊ VEDIKIN’

Em careke din dibînin ku belavbûna şer û dagirkeriyê ji bo jinan tê wateya hîn bêhtir tundî, komkujî, kedxwarî, mirin li ser rêyên koçberiyê û xizaniyê. Dîsa em şahidin ku xurtbûna meylên faşîzan ên li seranserê cîhanê, dibe sedema ku destketiyên jin bên desteserkirin û rastî tundiyê bên. Û her wiha em dibin şahid ku bi van êrîşan re jin di nav sînorên malê û malbatê de bêhtir tên girtin.

‘DESTHILATDARIYA FAŞÎST HEWL DIDE LI SER PIYAN BIMÎNE’

Diyardeya şer, dagirkerî û faşîzmê ku bi serdestiya mêr xwedî dibin, bi xurtkirina serdestiya mêr re bi pêş ve diçin. Di nava şert û mercên şer ên emperyalîst, dagirkerî û faşîzmê de tundiya li jinê roj bi roj zêde dibe. Bi vê zêdebûnê re hewl tê dayîn tundiya mêr/dewletê belavî tevahiya civakê bê kirin û rawekirin. Ji ber vê komkujî û destdirêjiyên li ser zarok û pitikan ku di demên dawî de belav bûne, vê rastiyê radixe ber çavan. Qirêjiya sîstema kapîtalîst a bi serdestiya mêr gihaştiye wê astê ku nema dikare xwe veşêre. Em bi rastiya desthilatdariyeke faşîst a hewl dide bi zext û zorê li ser piyan bimîne re rû bi rû ne.

‘KUŞTINÊN ZÊDE POLÎTÎKAYA DESTHILATDARIYA FAŞÎST E’

Her ku jin li dijî sîstema koledariyê serî hildidin, ‘malbata pîroz’ red dike, li hemberî normên civakî helwesta xwe raber dikin, hê bêhtir rastî tundiyê tên û tên kuştin. Êrîşên zêde dibin jî îfadeya wê yekê ye ku jin îro ji duh zêdetir serî hildidin da ku li ser jiyan û bedena xwe bibin xwedî biryar. Her wiha cezakirina jinên ku xwe diparêzin, hêza darazê ya dewleta faşîst a ku zilaman diparêze û jinan sûcdar dike, bi kêmkirina cezayê ango berdanê re kuştin û tundiya mêr rewa dike. Di demên dawî de zêdebûna kuştina jinan paralelî polîtîkayên desthilatdariya faşîst a ku malbatê li navendê bi cih dike, pêş dikeve.

‘JIN JI ALIYÊ XIZMÊN XWE VE TÊN QETILKIRIN’

Jin herî zêde li nava malbatê, li malê û ji aliyê xizmên xwe yên herî nêz ve tên kuştin. Daxwaza sînordarkirina jiyana jinan a malê û mêran tê wateya ku tundî mezin dibe. Dewleta mêr, tundiya mêr xwedî dike û teşwîq dike. Mafên jiyanê yên nasnameyên zayendî yên bindest jî ji nedîtî ve tên, gef lê tên xwarin û rastî zext û zordariya desthilatdariya faşîst tên.

‘GEL HER KU DIÇE XIZANTIR DIBE’

Qeyrana aborî dibe sedem ku mirovên kedkar bi giştî xizan bibin. Jin vê xizaniyê bi awayekî kûrtir dijîn. Rastiya rewşa jinê ya xizaniyê, tundiya li jinê zêde dike. Sermaye û dewleta kapîtalîst a bi serdestiya mêr, barê herî giran ê vê qeyranê li karker û jinan barkiriye. Şert û mercên xebitandinê yên bi heqdestê pêşîn û kêm mûçe, her ku diçe berbelavtir dibe, îstismara kedê girantir dike. Jinên ku neçar in berpirsyariya hemû barê malê hilgirin, di nava şert û mercên qeyranê de rastî kedxwariya girantir û tundiyê tên. Karker û jinên kedkar ên ji bo mafên xwe dikevin grevê û li ber xwe didin, dibin hedefa tundiya dewletê ya faşîst.

‘JIN PRANGAYÊN GIRÊDANBÛNÊ PARÇE DIKIN’

Zêdebûna nakokiya zayendî û pêşketina lêgerîna azadiyê ya jinan, gefê li sîstema kapîtalîst a desthilatdariya mêr dixwe. Jin bi hêza xwe û piştevaniya jinê, prangayên girêdanbûnê ya ku mêr li ser ferz dike, parçe dike û guh naditê. Li hemberî polîtîkayên dijminê jinê, paşve gav naavêje; berevajî li dijî dewleta faşîst a desthilatdariya mêr alên serhildanê bilind dikin. Li dijî komkujî, tundî, şer û xizaniyê bêdeng namîne û dibe yek; li her çar aliyên cîhanê bi Jin, Jiyan, Azadî dibe yek deng; ji Îranê heta Efganistanê, ji Kurdistanê heta Fîlîstînê tevî hemû zext, dagirkerî, paşverûtî, îdam û qedexeyan serî radike; çiyayan, bajaran û zindanan bi qêrînên azadiyê dihejînin.

‘DIVÊ PIŞTÎ 25’Ê MIJDARÊ JÎ TÊKOŞÎN BÊ MEZINKIRIN’

Divê em vê 25’ê Mijdarê bikin hinceta têkoşîna li dijî şer, dagirkerî, xizanî û tundiyê û li dijî emperyalîzm, siyonîzm, faşîzm û hevkarên wan têkoşîna xwe ya hevpar hîn geştir bikin. Divê tenê bi 25’ê Mijdarê re em sînordar nemînin û piştî 25’ê Mijdarê jî divê em têkoşînê mezin bikin û kolanan terk nekin. Divê her jina ku hatî qetilkirin, ji me re bibe hinceta serhildanê. Divê em hemû civakê bixin nava liv û tevgerê, xeteke çalakiyê diyar bikin û li dijî êrîşan berxwedana jinê ya yekgirtî li her qadê mezin bikin.

‘EM TÊKOŞÎNA XWE YA HEVPAR MEZIN DIKIN’

Em jin ji tecrubeyên xwe yên dîrokî û rojane dizanin ku ji dervey têkoşînê, ti rêyeke din a ji bo me bisûd nîne. Em bi vê zanebûnê têkoşîna xwe ya hevpar mezin dikin. Em ê li dijî hovîtiyên emperyalîzm, siyonîzm, faşîzm û desthilatdariya mêr, li her derê têkoşîna xwe ya milîtan, yekgirtî û rêxistinkirî hîn bêhtir pêş bixin. Em ê li dijî tundiya mêr parastina xwe hîn xurttir bikin û li dijî tundiya dewleta faşîst tundiya şoreşgerî bilind bikin.

‘TEQEZ WÊ HESAB JI VÊ SÎSTEMÊ BÊ PIRSÎN’

Em ji têkoşîna xwedî hêza têkneçûnê ya xwişkên Mîrabel a li dijî sîstema desthilatdariya mêr û faşîzmê, hêz werdigirin û em ê mîna wan heta ku jiyana xwe digihînin jiyaneke wekhev, têkoşînê bidomînin. Em ê bi rêxistinbûn, mezinkirina têkoşîna milîtan û yekîtiyê ber bi şoreşa jinê ve bimeşin. Yên ku bi sîstema xwe rizî mehkûmî hilweşînê ne, wê ji hedefa çalakiyên me yên şoreşgeriyê rizgar nebin; teqez wê hesab ji vê sîstema kujerê jin û zarokan bê pirsîn!”

YÊN HATINE ÊTÎKETKIRIN HEMÛ BAJAR

Ji me agahî bistîne!

Eger tu bibî abone em ê nûçeyên lezgîn yekser ji maîla te re bişînin.
Eger tu bibî abone te we wateyê ku tu Polîtikaya Malpera Me dipejînî û dîsa tê wê wateyê ku tu Şert û Mercên me qebûl dikî. Tu kendî bixwazî dikarî ji abonetiyê derkevî
Çi Difikirî?
.0
.0
.0
.0
.0
.0
Nûçeya Berê Li 9 taxên Geverê Cejna Vejînê hat pîrozkirin
Nûçeya Pişt re Jin li Awûstûryayê meşiyan
Nirxandinek Bike Nirxandinek Bike

Nirxandinek Bike Cancel reply

You must be logged in to post a comment.

Me Bişopîne!

Tu dikarî li ser gelek platforman rûpelên me bişopînî.
FacebookBiecibîne
TwitterBişopîne
PinterestPîn bike
InstagramBişopîne
YoutubeSubscribe
TiktokBişopîne
TelegramBişopîne
Google NewsBişopîne
LinkedInBişopîne
- Frekans -
Ad image
- Frekans -
Ad image

Navarokên Li Pêş

Amnesty: Em di qonaxa herî zehmet a serdema xwe de ne

Amnesty International di rapora xwe ya 2025’an de diyar kir ku sîstema gerdûnî di asteke…

Ji aliyê Stêrk TV

Ji ber alîkarîdayîna cîhadîstan 34 sal cezayê hepsê li Serokwezîrê berê yê Tûnisê hate birîn

Ji ber îdîaya Serokwezîrê berê yê Tûnisê Ali Larayedh derbasbûna cîhadîstên ku xwestine tevlî nava…

Ji aliyê Stêrk TV

Li Humsê 10 kes hatin binçavkirin û kesek birîndar bû

Hêzên Hikûmeta Demkî ya Sûriyeyê, li gundê Ekrad El Dasiniyê ya Humsê 10 sivîl binçav…

Ji aliyê Stêrk TV

Ev jî di be ku bala te bikşînin

Jin

Beate Schwarzkopf: Divê em fikrê aştiyê bixin navenda jiyana xwe

Ji aliyê Stêrk TV
Rojava

Cenazeyê şervanê HRE’yê Şervan Heleb hat veşartin

Ji aliyê Stêrk TV
Rojane

Tulay Hatîmogullari: Ev pêvajo divê bi aştiyê tacîdar be

Ji aliyê Stêrk TV
Kurdistan

Cenazeyê Şehîd Zozan hate veşartin, Diyar Xerîb hate bibîranîn

Ji aliyê Stêrk TV
Ya Berê Ya Pişt re
Stêrk TV
Stêrk TV
Stêrk TV

Li Ser Şopa Heqîqetê

Stêrk TV ji sala 2009an ve di warên siyasî, civakî, çandî û hunerî de weşanê dike. Bi nêrîna azadiya jinê û avakirina civakeke demokratîk, Stêrk TV xebatên civakî, çandî, hunerî, dîrokî, aborî û yên jîngehê dimeşîne. Di çarçoveya parastin û pêşxistina çand û zimanê Kurdî de, bi zaravayên Kurmancî, Soranî, Kirmanckî û Hewramî nûçe û bernameyên cûrbicûr amade dike û diweşîne. Stêrk TV xizmetê li çand û hunera Kurdî dike.

Facebook Twitter Youtube Rss Medium
Kategorî
  • Kurdistan
  • Rojane
  • Çand û Hûner
  • Cîhan
  • Jin
  • Civak & Ekolojî
  • Zanist
Rûpel
  • Têkîlî
  • Frekans
  • Derbarê me de
  • Şert û Merc
  • Rêgezên Malperê
  • Kar Xwestin
  • Kunye

© Stêrk TV. Hemû mafê wê parastîne

adbanner
AdBlock Asteng Dike
Malpera me de reklam hene, ji ber vê sedemê malpera me bixin listeya spî ya AdBlock'ê
Temam, ez ê li listeya spî zêde bikim
Hûn bi xêr hatin

Têkevin hesabê xwe

Te paroleya xwe jibîr kir?