În, 27 Mijdar 2026
  • Ji Bo Min
  • Favoriyên Min
  • Tomarên Min
  • Dîtinên Min
  • Blog
Video
Podcast
Zindî
Arşîv
Neşeriya Çalakiyan
Stêrk TV
  • DESTPÊK
  • ROJANE

    Li Enqereyê salvegera damezrandina PKKê hat pîrokirin

    Ji aliyê Stêrk TV

    DEM Partî: Divê statuya destûrî ya Herêma Kurdistanê were parastin

    Ji aliyê Stêrk TV

    Nobeta li ber Wezareta Edaletê ya ji bo girtiyên nexweş di roja 10’emîn de ye

    Ji aliyê Stêrk TV

    Rêxistinên pîşeyî yên çapemeniyê wê di mitînga karkeran de bimeşin

    Ji aliyê Stêrk TV

    Ji pêkhateyên 1001 îmze ji bo pêvajoya aştî banga wekhevî û ‘mafê hêviyê’ hat kirin

    Ji aliyê Stêrk TV

    Heyeta Îmraliyê bi Devlet Bahçelî re hevdîtin kir

    Ji aliyê Stêrk TV
  • KURDISTAN

    KCK: Rêber Apo û xeta PKK’ê wê bi tevahiya mirovahiyê bide qezençkirin!

    Ji aliyê Stêrk TV

    HPG: Cejna Berxwedana Neteweyî pîroz be

    Ji aliyê Stêrk TV

    KNK: Bi yekrêzî û yek helwestiyê destketiyên neteweyî biparêzin

    Ji aliyê Stêrk TV

    Hêzên PDK’ê li Soranê rojnamevanek û 2 welatî binçav kir

    Ji aliyê Stêrk TV

    Xwendevanên Mexmûrê bi meşaleyan kareografiya Hakî Karer çêkirin

    Ji aliyê Stêrk TV

    Hikumeta Herêma Kurdistanê: Em zimanê leşkerî û gefan red dikin

    Ji aliyê Stêrk TV
  • JIN

    REPAK: Divê demildest mafê hêviyê were bicihanîn!

    Ji aliyê Stêrk TV

    Li Urmiyê jinek hat kuştin

    Ji aliyê Stêrk TV

    Li Swîsreyê jin li dijî tundiyê li qadan bûn

    Ji aliyê Stêrk TV

    Çaglar Demirel: Jin wê bibin ‘çavê sêyemîn’ ê pêvajoyê

    Ji aliyê Stêrk TV

    Peyman Viyan: Jin êdî mexdûr nînin, pêşengiyê ji têkoşînê re dikin

    Ji aliyê Stêrk TV

    Li gelek bajaran jin li dijî tundiya mêr-dewletê daketin qadan

    Ji aliyê Stêrk TV
  • ÇAND Û HÛNER

    Hunermendên jin: Jin azad nebe aştî û edalet jî nabe

    Ji aliyê Stêrk TV

    Artêşa Sûdanê êriş kir: 4 jê zarok 15 kes mirin

    Ji aliyê Stêrk TV

    Mihrîcana Filman a Rojava ya Navneteweyî di roja 3’yemîn de didome

    Ji aliyê Stêrk TV

    10’emîn Festîvala Navneteweyî ya Şanoya Kolanê li Kerkûkê dest pê kir

    Ji aliyê Stêrk TV

    Omer Bîçer: Divê sînemaya Kurd di pêvajoya aştiyê de hişê dîrokê biafirîne

    Ji aliyê Stêrk TV

    Uysal: Hêza çêker û hevgirtinê ya hunerê dikare tevkariyê li pêvajoya aştiyê bike

    Ji aliyê Stêrk TV
  • CÎHAN
  • YÊN DIN
    • Gotar
    • Civak
    • Rojava
    • Gotar
  • 🔥
  • HEMÛ BAJAR
  • AMED
  • STENBOL
  • BEHDÎNAN
  • ENQERE
  • ROJEV
  • QAMIŞLO
  • KOBANÊ
  • WAN
  • ŞENGAL
  • HESEKÊ
  • ŞIRNEX
  • MÊRDÎN
  • RIHA
  • LEZGÎN
  • ÊLIH
  • COLEMÊRG
Nûçeyên Lezgîn
Girtiyê 30 salan Tekin hate berdan: Em ê têkoşînê mezin bikin
Li Hewlêrê mirina bi guman a jinekê
Petrola di ser Îranê re ji bo Efganistanê hate birin wê bê lêkolîn
Agahî ji 2 jinên Kurd ên li Îranê hatin binçavkirin nayê wergirtin
Dadgeriya Îranê cezayê darvekirinê yê li 4 çalakgeran hatibû birîn erê kir
Dîtina TîpanAa
Stêrk TVStêrk TV
  • Kurdistan
  • Jin
  • Çand û Hûner
  • Cîhan
  • Rojava
  • Rojane
  • Cîhan
  • Civak & Ekolojî
  • Zanist
  • Ji Bo Min
  • Dîtinên Min
  • Tomarên Min
  • Favoriyên Min
Bigere
  • Kategorî
    • Kurdistan
    • Jin
    • Ciwan
    • Çand û Hûner
    • Cîhan
  • BAJAR
    • HEMÛ BAJAR
    • AMED
    • STENBOL
    • QAMIŞLO
    • ŞEHBA
    • REQA
    • WAN
  • JI BO TE
    • Ji Bo Min
    • Tomarên Min
    • Favoriyên Min
    • Dîtinên Min
  • RÛPEL
    • Podcast
    • Video
    • Wêne
    • Gotar
Hesabê we heye? Têketin
Me bişopîne
© Mafên belavkirinê li ba Stêrk TV parastî ne 2024. Hemû maf parastî ne.
Stêrk TV > Blog > Jin > KBDH’ê ji bo mezinkirina berxwedana jinan bang kir
Jin

KBDH’ê ji bo mezinkirina berxwedana jinan bang kir

Konsey Giştî ya KBDH'ê bi wesîleya 8'ê Adarê Roja Jinan a Cîhanê daxuyanî da û bangeke bi vî rengî kir, "Ji bo aştî û wekheviyê em berxwedana jinan a li dijî faşîzmê bi hev re mezin bikin."

Stêrk TV
Stêrk TV Dîroka nûkirinê: 6. Adar 2025 Dema xwendinê: 4 dq.
Parvekirin

Konseya Giştî ya Tevgera Şoreşê ya Yekbûyî ya Jinan (KBDH) bi wesîleya 8’ê Adarê Roja Jinan a Cîhanê daxuyaniyek da.

Di daxuyaniyê de hate ragihandin ku îradeya jinê ya ku di sedsala 20’î de 8’ê Adarê û şoreş afirand, di sedsala 21’ê de bi feraseta ‘her roj 8’ê Adarê’ têkoşîna zayendî ya hîn xurt kiriye û bi îdîaya ‘Şoreşa Jinê’ dewam dike. Di daxuyaniyê de hate gotin, “Şoreşa jinê ya ku sala 2012’an li Rojava hate ragihandin û berxwedana heta roja îro dewam dike, di asta herêmî de derfetên nû yên şoreşên jinê diafirînin, li dijî tarîtiya serweriya mêr û faşîzmê dibin ronahî û rê nîşan didin. Serhildana jinê ya li Îran/Rojhilat li ser vê bingehê ji xwe re rêyek peyda kir û bi hêvî dimeşe. Şoreş hem di asta herêmî hem jî di asta navneteweyî de dewam dike.

Têkoşîna me ya azadiya jinê ya li Tirkiye û Kurdistanê di rewşeke welê de dest bi 8’ê Adarê dike ku qeyûm li 12 şaredariyan hate danîn, li ser Rojava û Herêmên Parastinê yên Medyayê êrîşên nû yên dagirkeriyê têne kirin, polîtîkayên qirkirina Kurdan tê kûrkirin, karê bi koletiyê li karkerên jin têne ferzkirin, maf têne desteserkirin, xizanî li jinên kedkar rewa tê dîtin, êşkenceya birçîbûn û xizaniyê dewam dike, pêşengên jin ên şoreşger û berxwedêr têne qetilkirin.”

Di dewama daxuyaniyê de hate destnîşankirin ku di demeke bi vî rengî de parastina Şoreşa Jinê ya Rojava li eniya Tişrînê li hemberî êrîşên dewleta Tirk û çeteyên wê 2 meh in berxwedaneke dîrokî dike û hate gotin, “Rojava bi gel û şervanên xwe ji bo avakirina Sûriye û Rojhilata Navîn a demokratîk berdêlên giran dide û ji şoreşa Tirkiye û Kurdistanê re jî dibe çavkaniya sûdwergirtinê. Di serî de berxwedana li Bendava Tişrînê em hemû jinên ku di parastina şoreşa Rojava de tevlî karwanê nemiran bûn, bi hurmet bi bîr tînin.”

Konseya Giştî ya KBDH’ê diyar kir ku tevgera azadiyê ya jinên Kurd niha li Kurdistanê û Tirkiyeyê ji bo aştiyeke bi rûmet û bidestxistina destketiyên siyasî têkoşîneke mezin dimeşîne û destnîşan kir ku dem ew e ku bi tevgera azadiyê ya jinên Kurd re têkoşîneke hîn xurt a yekbûyî bê meşandin.

Di dewama daxuyaniyê de hate gotin, “Pêkanîna şert û mercên jiyan û kar ê azad ê hevrê Ocalan ku tevkariyên girîng li têkoşîna azadiyê ya jinê kiriye, li dijî şovenîzma sosyal, faşîzm û serweriya mêr, ji bo avêtina gavên pratîkî yên têkoşîna azadiyê ya siyasî gelekî girîng e. Ji bo xwişk û biratiya gelan, ji bo çareseriya demokratîk a pirsgirêka Kurd dem ne dema gotinê ye, dema çalakiyê ye. Ji 8’ê Adarê heta bi Newrozê têkoşîna yekbûyî ya jinan divê li dijî şovenîzma civakî bibe dengê xurt ê aştiya wekhev.”

Daxuyaniya KBDH’ê bi vê bangê bi dawî bû:

“Weke KBDH em bang li jinan hemûyan dikin ku di 8’ê Adarê de ji bo azadî û wekheviyê têkoşîna jinê ya li dijî faşîzmê bi hev re mezin bikin. Li dijî kuştina jinan, li hemberî tundiya zayendî, li hemberî dagirkerî û şer em berxwedana jinê bilind bikin. Li hemberî zayendîperestî, neteweperestî, şovenîzm û êrîşên li ser hebûna me, em xwe bi rêxistin bikin, şer bikin. Têkoşîna me têkoşîna ji bo avakirina cîhaneke wekhev û azad e. Sedsala 21’ê wê ji bo şoreşa jinê ya bi coş dewam dike, bibe sedsala serketinê. Berxwedan wê mezin bibe, em ê bi ser bikevin.”

YÊN HATINE ÊTÎKETKIRIN HEMÛ BAJAR

Ji me agahî bistîne!

Eger tu bibî abone em ê nûçeyên lezgîn yekser ji maîla te re bişînin.
Eger tu bibî abone te we wateyê ku tu Polîtikaya Malpera Me dipejînî û dîsa tê wê wateyê ku tu Şert û Mercên me qebûl dikî. Tu kendî bixwazî dikarî ji abonetiyê derkevî
Çi Difikirî?
.0
.0
.0
.0
.0
.0
Nûçeya Berê ‘DAÎŞ û dagirkerî bi destê jinan têk çûn’
Nûçeya Pişt re Kongra Star, banga xurtkirina têkoşîna hevpar kir
Nirxandinek Bike Nirxandinek Bike

Nirxandinek Bike Cancel reply

You must be logged in to post a comment.

Me Bişopîne!

Tu dikarî li ser gelek platforman rûpelên me bişopînî.
FacebookBiecibîne
TwitterBişopîne
PinterestPîn bike
InstagramBişopîne
YoutubeSubscribe
TiktokBişopîne
TelegramBişopîne
Google NewsBişopîne
LinkedInBişopîne
- Frekans -
Ad image
- Frekans -
Ad image

Navarokên Li Pêş

ROJEVA 8’Ê ADARA 2026’AN

Sernavên sereke ji rojeva Kurdistanê û Cîhanê.

Ji aliyê Stêrk TV

Kampa Holê: Xeteriya jinûve zindîkirina hişmendiya DAÎŞ’ê

Hêzên Sûriyeya Demokratîk (QSD) û Hêzên Ewlekariya Hundirîn ên Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê bi 3…

Ji aliyê Stêrk TV

Dayîkên Şemiyê ji bo Abdullah Canan ê ku ji aliyê dewletê ve hat qetilkirin kombûn

Dayikên Şemiyê ji bo Abdullah Canan ê ku 29 sal berê li Colemêrgê ji aliyê…

Ji aliyê Stêrk TV

Ev jî di be ku bala te bikşînin

Rojane

Li Enqereyê salvegera damezrandina PKKê hat pîrokirin

Ji aliyê Stêrk TV
Rojane

DEM Partî: Divê statuya destûrî ya Herêma Kurdistanê were parastin

Ji aliyê Stêrk TV
Rojava

27’ê Mijdarê li gelek bajaran hat pîrozkirin

Ji aliyê Stêrk TV
Rojava

Li Hesekê êrîşa li dijî dewriyeya Hêzên Ewlekariya Hundirîn: Welatiyek şehîd bû

Ji aliyê Stêrk TV
Ya Berê Ya Pişt re
Stêrk TV
Stêrk TV
Stêrk TV

Li Ser Şopa Heqîqetê

Stêrk TV ji sala 2009an ve di warên siyasî, civakî, çandî û hunerî de weşanê dike. Bi nêrîna azadiya jinê û avakirina civakeke demokratîk, Stêrk TV xebatên civakî, çandî, hunerî, dîrokî, aborî û yên jîngehê dimeşîne. Di çarçoveya parastin û pêşxistina çand û zimanê Kurdî de, bi zaravayên Kurmancî, Soranî, Kirmanckî û Hewramî nûçe û bernameyên cûrbicûr amade dike û diweşîne. Stêrk TV xizmetê li çand û hunera Kurdî dike.

Facebook Twitter Youtube Rss Medium
Kategorî
  • Kurdistan
  • Rojane
  • Çand û Hûner
  • Cîhan
  • Jin
  • Civak & Ekolojî
  • Zanist
Rûpel
  • Têkîlî
  • Frekans
  • Derbarê me de
  • Şert û Merc
  • Rêgezên Malperê
  • Kar Xwestin
  • Kunye

© Stêrk TV. Hemû mafê wê parastîne

adbanner
AdBlock Asteng Dike
Malpera me de reklam hene, ji ber vê sedemê malpera me bixin listeya spî ya AdBlock'ê
Temam, ez ê li listeya spî zêde bikim
Hûn bi xêr hatin

Têkevin hesabê xwe

Te paroleya xwe jibîr kir?