KCDK-E û TJK-E’yê daxuyanî dan û gotin, “Komploya navneteweyî ne pêvajoyeke ji rêzê bû ku tenê ji aliyê hêzên xwecihî ve hate meşandin. Ev konsepta tarî ku 9’ê Cotmeha 1998’an bi zordayina derketina Rêber Abdullah Ocalan a ji Sûriyeyê destpê kir, destwerdaneke dîrokî bû ku di serî de DYE, Îngilistan û Îsraîlê jbi hevkariya hêzên emperyalîst ên global, NATO û dewletên hevkar hate plankirin. Êrişeke mêtingeriyê ye, komployeke înkarker e ku yekser li hemberî hebûna gelê Kurd, îradeya azadiyê û destketiyên gelê Kurd e. Ev aqlê hegemon ku dixwaze îradeya gelan temsîl bigire, saziyên navneteweyî hemû kirine maşikê van polîtîkayên xwe yên qirêj.”
Daxuyaniyê bi vî rengî dewam kir, “Rêber Abdullah Ocalan bi Banga Aştî û Civaka Demokratîk re ku 27’ê Sibatê ragihand, bersiva herî xurt da aqlê komploger û rêya jiyana wekhev û bi hev re ya gelan vekir.
Em bi eşkere radigihînin: Yekane rêya rasteqîn a çareseriya aştiyane ya pirsgirêka Kurd, azadiya gelê Kurd û krîza dîrokî ya Rojhilata Navîn azadiya fîzîkî ya Rêber Abdullah Ocalan e. Heta ku Rêber Ocalan azad nebe ne gelê Kurd dikare azad bibe ne jî aştiyeke mayinde dikare bê Rojhilata Navîn.
Niha dema mezinkirina pêngava azadiyê ye, dema dagirtina qadan e.
Di sala 29’emîn a Komploya Navneteweyî de wezîfeya me ya bingehîn ew e ku dîwarê bêdengiyê yê hêzên navneteweyî hilweşînin, qad, kolan û hemû qadên têkoşînê bi dirûşmên azadiyê bihejînin.
Weke KCDK-E û TJK-E em bang li gelê xwe, dostên xwe û raya giştî ya şoreşger-demokratîk dikin:
Ji Awûstralyayê heta bi Kanadayê, ji Îngilistanê heta bi Skandînavyayê û çar aliyên Ewropayê, em bi girseyî beşdarî çalakiyên ji bo şermezarkirina Komploya Navneteweyî bibin ku wê li her devera cîhanê bêne lidarxistin. Ji bo parçekirina dîwarên tecrîdê, ji bo mehkûmkirina zîhniyeta komploger û bilêvkirina daxwaza azadiya fîzîkî ya Rêber Abdullah Ocalan em bang li gelê xwe dikin ku ber bi qadên çalakiyan ve biherike.
Divê Rêber Abdullah Ocalan tavilê azad bibe, pêşî li muzakereyan û çareseriya demokratîk bê vekirin.”
Çalakiyên ku di salvegera komployê de bêne lidarxistin bi vî rengî ne:
Elmanya
Düsseldorf
Çalakî
10.10.2026
13.00
DGB-Haus
Elmanya
Berlin
Çalakî
10.10.2026
17.00
Hermannplatz
Elmanya
Hamburg
Çalakî
10.10.2026
15.00
Gänsemarkt
Elmanya
Frankfurt
Çalakî
10.10.2026
14.00
Hauptbahnhof
Elmanya
Bremen
Çalakî
10.10.2026
15.00
Marktplatz, pêşiya parlamentê
Swîsre
Bern
Çalakî
10.10.2026
13.00
Weißenhaus Platz
Îngilistan
London
Çalakî
11.10.2026
14.00
Wood Green Library, N22 6XD
Skandînavya
Stockholm
Çalakî
09.10.2026
17.00
Sergels Torg
Belçîka
Brüksel
Çalakî
10.10.2026
16.00
Place de Luxembourg, pêşiya Parlamenta Ewropayê
Fransa
Paris
Civîna gel
10.10.2026
14.00
Espace Venise
Fransa
Paris / Villiers-le-Bel
Çalakî
09.10.2026
19.00
Pêşiya NCDK
Fransa
Toulouse
Çalakî
08.10.2026
18.00
Jean Jaurès
Fransa
Marsilya
Çalakî
10.10.2026
13.00
La Canebière
Fransa
Bordeaux
Çalakî
09.10.2026
18.00
Place de la Bourse
Awûstûrya
Viyana
Çalakî
10.10.2026
16.00
Westbahnhof

