Şemî, 30 Gulan 2026
  • Ji Bo Min
  • Favoriyên Min
  • Tomarên Min
  • Dîtinên Min
  • Blog
Video
Podcast
Zindî
Arşîv
Neşeriya Çalakiyan
Stêrk TV
  • DESTPÊK
  • ROJANE

    Rejîma Îranê cezayê darvekirinê li ciwanekî din jî birî

    Ji aliyê Stêrk TV

    Komkujiya Çorûmê: DEM Partiyê ji bo aştiyê banga rûbirûbûnê kir

    Ji aliyê Stêrk TV

    ‘Nexşerêya li Îmraliyê di hevdîtina 27’ê Adarê de hate amadekirin, kirin qurbanê siyaseta hundirîn’

    Ji aliyê Stêrk TV

    Ekîn Yeter: Qanûna pêvajoyê divê bê derxistin

    Ji aliyê Stêrk TV

    ROJEVA 29’Ê GULANA 2026’AN

    Ji aliyê Stêrk TV

    Buroya Hiqûqê ya Asrînê: Abdullah Ocalan bi malbata xwe re hevdîtin kir

    Ji aliyê Stêrk TV
  • KURDISTAN

    Li Rojhilatê Kurdistanê 2 xwişk hatin binçavkirin

    Ji aliyê Stêrk TV

    Hêzên Îranê 2 aktîvîstên Kurd kuştin

    Ji aliyê Stêrk TV

    Şehîd Rêbaz Sine hate bîranîn

    Ji aliyê Stêrk TV

    Rejîma Îranê sê girtiyên Kurd bi darve kir

    Ji aliyê Stêrk TV

    Li Mexmûrê pîrozbahiyên Cejna Qurbanê

    Ji aliyê Stêrk TV

    Di Cejna Qurbanê de serdana gora Vedat Aydin

    Ji aliyê Stêrk TV
  • JIN

    Li Îranê cezayê giran ê girtîgehê li aktîvîstên jin hate birîn

    Ji aliyê Stêrk TV

    Şewq û şemala heyva çardeşevî: Seadet

    Ji aliyê Stêrk TV

    Dîlek Başalan: Em hewl didin rojeva xwe ber bi aştiyê ve bikişînin

    Ji aliyê Stêrk TV

    Cîgeha Alîna: Em hemû YPJ ne!

    Ji aliyê Stêrk TV

    Mafê Werîşe Muradî yê axaftina bi telefonê tê astengkirin

    Ji aliyê Stêrk TV

    Li Îranê cezayê girtîgehê li 2 aktîvîstên jin hate birîn

    Ji aliyê Stêrk TV
  • ÇAND Û HÛNER

    Sarya Melek Demîr: Min xwest bêhna axê û hunerê bigihîne hev

    Ji aliyê Stêrk TV

    Mîhrîcana 37’emîn ku bêhtirî 400 folklorîst beşdar bûn bi dawî bû

    Ji aliyê Stêrk TV

    37’emîn Mîhrîcana Govendên Kurdistan li Elmanyayê destpê kir

    Ji aliyê Stêrk TV

    Hunermend Elî Mansûr li Kolnê hat bîranîn

    Ji aliyê Stêrk TV

    Koma Berxwedan: Em rê nedin êrîşên li ser saziyên xwe yên çand û hunerî

    Ji aliyê Stêrk TV

    Li Berlînê ji bo Rojava konsera alîkariyê tê lidarxistin

    Ji aliyê Stêrk TV
  • CÎHAN
  • YÊN DIN
    • Gotar
    • Civak
    • Rojava
    • Gotar
  • 🔥
  • HEMÛ BAJAR
  • BEHDÎNAN
  • AMED
  • STENBOL
  • ENQERE
  • QAMIŞLO
  • ROJEV
  • KOBANÊ
  • WAN
  • ŞENGAL
  • HESEKÊ
  • ŞIRNEX
  • MÊRDÎN
  • RIHA
  • LEZGÎN
  • ÊLIH
  • COLEMÊRG
Nûçeyên Lezgîn
Durziyên li Girtîgeha Adrayê dest bi greva birçîbûnê kirin
Kampa Dareşekran a Hewlêrê bi mûşekan hate hedefgirtin
Rêveberiya Tevgerê: Divê desthilatdariya AKP-MHP’ê gavên pêwîst bêyî derengxistinê biavêje!
Ozel û Îmamoglu: Wê nekaribin têkoşîna me teslîm bigirin
Îranê 4 jinên Behayî tecrîd dike û birçî dihêle
Dîtina TîpanAa
Stêrk TVStêrk TV
  • Kurdistan
  • Jin
  • Çand û Hûner
  • Cîhan
  • Rojava
  • Rojane
  • Cîhan
  • Civak & Ekolojî
  • Zanist
  • Ji Bo Min
  • Dîtinên Min
  • Tomarên Min
  • Favoriyên Min
Bigere
  • Kategorî
    • Kurdistan
    • Jin
    • Ciwan
    • Çand û Hûner
    • Cîhan
  • BAJAR
    • HEMÛ BAJAR
    • AMED
    • STENBOL
    • QAMIŞLO
    • ŞEHBA
    • REQA
    • WAN
  • JI BO TE
    • Ji Bo Min
    • Tomarên Min
    • Favoriyên Min
    • Dîtinên Min
  • RÛPEL
    • Podcast
    • Video
    • Wêne
    • Gotar
Hesabê we heye? Têketin
Me bişopîne
© Mafên belavkirinê li ba Stêrk TV parastî ne 2024. Hemû maf parastî ne.
Stêrk TV > Blog > Kurdistan > KCK: Berpirsyarê esasî yê dagirkerî û komkujiyan PDK û Barzanî ye
Kurdistan

KCK: Berpirsyarê esasî yê dagirkerî û komkujiyan PDK û Barzanî ye

KCK'ê êrîşên dewleta Tirk ên li ser Başûrê Kurdistanê şermezar kir û got, "Berpirsyarê esasî yê dagirkerî û komkujiyên li ser Başûrê Kurdistanê PDK û Barzanî ye."

Stêrk TV
Stêrk TV Dîroka nûkirinê: 6. Îlon 2024 Dema xwendinê: 4 dq.
Parvekirin

Hevserokatiya Konseya Rêveber a KCK’ê têkildarî êrîşên dewleta Tirk a dagirker ên li Başûrê Kurdistanê ku dema dawî zêde bûne daxuyaniyek da.

Daxuyanî bi vî rengî ye:

“Di encama êrîşên dewleta Tirk a mêtinger qirker de yên li ser Başûrê Kurdistanê, gelek sivîl, mirovên welatparêz û ji gel şehîd bûn, gelek jî birîndar bûn. Em mirovên ku di van êrîşan de şehîd bûn bi rêzdarî bi bîr tînin û ji birîndaran re jî şîfayê dixwazin. Em bang li gelê xwe, saziyên welatparêz û demokratîk dikin ku xwedî li şehîdan û birîndaran derkevin û piştgiriyê bikin. Ev yek wezîfeya bingehîn a welatparêziyê ye, divê ev wezîfe bêkêmasî bi cih bê anîn.

Em van êrîşên nemerdane yên dewleta Tirk careke din bi tundî şermezar dikin. Her wiha hikumeta Iraqê jî şermezar dikin ku bi têkilî û peymanênb i dewleta Tirk re bingeh ji komkujiyan re ava kiriye. Eşkere ye ku êrîşên dewleta Tirk ên zêde bûne, encama peymanên qirêj û têkiliyên bi dewleta Iraqê re ne. Ispat bûye ku ev yek tê wateya dagirkerî û komkujiyê. Divê bê zanîn ku ji êrîşên ji niha û pê ve yên li ser Başûrê Kurdistanê û Iraqê, ji dagirkerî û komkujiyê wê bi qasî dewleta Tirk hikumeta Iraqê jî berpirsyar bê dîtin. Her wiha hêzên ku li pişt hikumeta Iraqê disekinin, dibin şirîkê vê şaşitiya dîrokî yan jî bi rengekî eşkere helwestê nîşan nadin, wê gunehkar bin.

Di serî de hikumeta Iraqê em careke din hişyariyê didin hêzên pêwendîdar û bang li wan dikin ku ji têkiliyên metirsîdar û şaş ên bi dewleta Tirk vegerin. Ev têkiliya ji berjewendiyên qirêj ku armanca xwe dagirkirin û qirkirina li Kurdistanê ye, her wiha Iraqê dixîne binê hegemonya dewleta Tirk, paşeroja azad demokratîk a gelên Rojhilata Navîn dixe metirsiyê.

Armanca desthilatdariya AKP-MHP’ê ya faşîst, neo Osmanî û dagirker ew e ku gelan qetil bike, berde hev, mîsakî mîlî dagir bike û serweriyê li ser herêmê çêbike. Ev polîtîka beriya her tiştî gefê li Iraqê û yekîtiya Iraqê dixwe. Lewma herî zêde divê Iraq vê rastiyê bibîne.

Ji ber van têkiliyên şaş ên hikumeta Iraqê, Iraq bi lez ber bi aliyekî şaş û metirsîdar ve çûye. Hêzên ku dibêjin ew li dijî vê rêveçûnê ne, divê helwesteke hîn xurt nîşan bidin. Ne bi rengekî neyekser, lê bi rengekî yekser, eşkere pêwîstî bi helwesteke xurt heye. Lewma hêzên Iraqî yên welatparêz û demokratîk ên ku alîgirê serwerî û yekîtiya Iraqê ne, rewşenbîrên Iraqî divê helwesteke şênber û xurt nîşan bidin ku hikumetê ji vê rêveçûnê vegerînin.

Berpirsyarê esasî yê komkujî û dagirkeriya li Başûrê Kurdistanê PDK û Barzanî ye. PDK’ê û Barzanî di oxira rant û berjewendiyên xwe de bûn şirîkê qirkirina Kurdan û ji bo Kurdistanê bûne gefa herî mezin. Barzanî ji bo helwesta xwe ya hevkarî û xiyanetê binixumîne û vê yekê rewa bike, dewleta Iraqê neçar hişt ku têkiliyeke bi vî rengî dîne. Eger wê qala welatparêziyê bê kirin, bi navê welatparêziyê wê tiştek bê kirin, beriya her tiştî divê ev metirsî bê dîtin û li hemberî vê metirsiyê helwesteke xurt bê nîşandan. Divê siyaset, hêzên welatparêz û rewşenbîrên Kurd bi vê berpirsyariyê tevbigerin û pêşengiyê ji vê yekê re bikin. Gelê me jî divê li hemberî van êrîşan bêdeng nemîne, li dijî komkujiyan û xeta xiyanetê ya hevkaran helwesta xwe bi xurtî nîşan bide, hîn bi xurtî xwedî li rastiya şehîdan derkeve, yekîtiya xwe xurt bike û têkoşîna azadiyê bilind bike.”

YÊN HATINE ÊTÎKETKIRIN BEHDÎNAN

Ji me agahî bistîne!

Eger tu bibî abone em ê nûçeyên lezgîn yekser ji maîla te re bişînin.
Eger tu bibî abone te we wateyê ku tu Polîtikaya Malpera Me dipejînî û dîsa tê wê wateyê ku tu Şert û Mercên me qebûl dikî. Tu kendî bixwazî dikarî ji abonetiyê derkevî
Çi Difikirî?
.0
.0
.0
.0
.0
.0
Nûçeya Berê YJA Starê Nûjiyan Amed bi rêzdarî bi bîr anî
Nûçeya Pişt re Li Çînê bagera super: Zêdeyî 400 hezar kes hatin veguhestin
Nirxandinek Bike Nirxandinek Bike

Nirxandinek Bike Cancel reply

You must be logged in to post a comment.

Me Bişopîne!

Tu dikarî li ser gelek platforman rûpelên me bişopînî.
FacebookBiecibîne
TwitterBişopîne
PinterestPîn bike
InstagramBişopîne
YoutubeSubscribe
TiktokBişopîne
TelegramBişopîne
Google NewsBişopîne
LinkedInBişopîne
- Frekans -
Ad image
- Frekans -
Ad image

Navarokên Li Pêş

Cenazeyê gerîlayê HPG’ê Pale Rêvan piştî 6 salan hate radestkirin

Cenazeyê gerîlayê HPG’ê Pale Rêvan ê di sala 2019’an de li Dersimê şehîd bûbû, piştî…

Ji aliyê Stêrk TV

Yekîtiya Komînên Şaredariyên Gel ên Şengalê hate ragihandin

2’emîn Konferansa Şaredariyên Gel ên Şengalê bi ragihandina encamnameyê bi dawî bû. Di encamnameyê de…

Ji aliyê Stêrk TV

Gef li cerdevanên ku naxwazin tevlî êrîşên dagirkeriyê bibin dikin

Cerdevanên ku dihat xwestin bibin herêmên Zap, Avaşîn û Metîna û tevî êrîşê dagirkeriyê bikin…

Ji aliyê Stêrk TV

Ev jî di be ku bala te bikşînin

Kurdistan

Li Rojhilatê Kurdistanê 2 xwişk hatin binçavkirin

Ji aliyê Stêrk TV
Kurdistan

Hêzên Îranê 2 aktîvîstên Kurd kuştin

Ji aliyê Stêrk TV
Kurdistan

Şehîd Rêbaz Sine hate bîranîn

Ji aliyê Stêrk TV
Kurdistan

Rejîma Îranê sê girtiyên Kurd bi darve kir

Ji aliyê Stêrk TV
Ya Berê Ya Pişt re
Stêrk TV
Stêrk TV
Stêrk TV

Li Ser Şopa Heqîqetê

Stêrk TV ji sala 2009an ve di warên siyasî, civakî, çandî û hunerî de weşanê dike. Bi nêrîna azadiya jinê û avakirina civakeke demokratîk, Stêrk TV xebatên civakî, çandî, hunerî, dîrokî, aborî û yên jîngehê dimeşîne. Di çarçoveya parastin û pêşxistina çand û zimanê Kurdî de, bi zaravayên Kurmancî, Soranî, Kirmanckî û Hewramî nûçe û bernameyên cûrbicûr amade dike û diweşîne. Stêrk TV xizmetê li çand û hunera Kurdî dike.

Facebook Twitter Youtube Rss Medium
Kategorî
  • Kurdistan
  • Rojane
  • Çand û Hûner
  • Cîhan
  • Jin
  • Civak & Ekolojî
  • Zanist
Rûpel
  • Têkîlî
  • Frekans
  • Derbarê me de
  • Şert û Merc
  • Rêgezên Malperê
  • Kar Xwestin
  • Kunye

© Stêrk TV. Hemû mafê wê parastîne

adbanner
AdBlock Asteng Dike
Malpera me de reklam hene, ji ber vê sedemê malpera me bixin listeya spî ya AdBlock'ê
Temam, ez ê li listeya spî zêde bikim
Hûn bi xêr hatin

Têkevin hesabê xwe

Te paroleya xwe jibîr kir?