Daxuyaniya Komîteya Gel û Baweriyan a KCK’ê bi vî rengî ye:
“Em cejna Çarşema Sor pîroz dike ku di baweriya gelê me yê Êzidî de xwedî cih û wateyeke mezin e. Hêvîdar im ku cejn bibe wesîleya xêrê û bereketê bi xwe re bîne. Em hêvî dikin ku Çarşema Sor aştî û xwişk-biratiyê bîne her derê ku ji bo Êzidiyan tê wateya destpêkirina sala nû û xak û mirovan digihîne pîrozmendiyê.
Gelê me yê Êzidî bi hezaran sal in cejna Çarşema Sor pîroz dike ku di bingeha wê de xweşî û başiya exlaqî heye. Ev pîrozbahî tê wateya berxwedêrî û israra wan a ji bo parastina nasnameya xwe ya çandî. Berxwedana bi vê taybetmendiyê kir ku Êzidî li hemberî her cûre êrişan hebûna xwe biparêzin. Gelê me yê Êzidî ku rabirdûya xwe ya qedîm ji bîr nekiriye, Çarşema Sor a ku di bîr a baweriyê de xwedî cihekî taybet e îsal bi wateyeke hîn kûr pîroz dike.
Xwedîderketina civakekê li bawerî û çanda xwe tê wateya parastina hebûna xwe. Gelê me yê Êzidî ku heta niha bi dehan caran komkujî bi serê wan ve hat, herî dawî di 3’ê Tebaxa 2014’an de li komkujiya çeteyên DAÎŞ’ê yên selefî cîhadîst rast hat. Li hemberî vê êrişa qirkirinê ya ku weke fermana 74’an derbasî nava dîrokê bû gelê me yê Êzidî li gel berxwedana xwe ya çandî û baweriyê bi rêbazên xweparastinê li ber xwe da û li cih û warê xwe ma. Berxwedana xweparastinê ya ku tevkarî li berxwedana xwe ya çanda civakî û nasnameya baweriyê kir, yekîtiya wan xurt kir, kir ku bi rêxistinî têbikoşin û li gel van pêşketinan bûn xwedî tecrûbeyeke girîng a siyasî. Berxwedana ku li hemberî fermana 74’an dan û heta îro jî bê navber dewam dikin, hişmendiyeke bingehîn di nava gelê me yê Êzidî de afirand. Di serî de qadên civakî, siyasî, xweparastin û baweriyê li her qada jiyanê ev hişmendî derekte holê û ji bo gelê me yê Êzidî bû wesîleya destpêkirineke Ronesansê. Bêguman li gel xweparastinê, hişmendiya ku xwe ji nirxên weke cejna Çarşema Sor xwedî dike jî di dewamkirina hebûna Êzidiyan û berxwedana li dijî her cûre êrişê de xwedî pareke mezin e. Êzidî di roja me ya îro de jî li ser rêya civaka demokratîk gelekî bi pêş ve çûne. Êzidî ku di mijara xwerêvebirinê de bûne xwedî tecrûbe, li ser bingeha pêwîstiyên bîra dîrokî di rêwîtiya nûbûnê de pêşketineke girîng bi dest xistine.
Cejna Çarşema Sor a îsal di atmosfereke welê de tê pîrozkirin ku Şerê Cîhanê yê 3’yemîn li Rojhilata Navîn giran bûye. Ev şer dibe sedema felaketên mirovî yên mezin. Gelê me yê Êzidî di vê dema şer de bi xeteriyên nû re rû bi rû ma. Cejna Çarşema Sor a îsal li demeke bi vî rengî rast hat ku ev metirsî û gef dewam dikin. Ji ber vê jî pêwîstiya gelê me yê Êzidî ji her demê bêhtir bi wê yekê heye ku yekîtiya xwe xurt bike, çanda piştevaniyê ya nava xwe mezin bike, tedbîrên xwe yên parastinê zêde bike. Di serî de xelkê me yê Êzidî yê li Şengalê divê Êzidî hemû li hemberî êrişên gengaz ên li ser hebûna wan gef e, bi hişmendiya welatparêziyê tedbîrên xweparastinê werbigirin. Em di wê baweriyê de ne ku gelê me yê Êzidî dema ku cejna xwe pîroz kir, wê van wezîfeyên girîng ji rojeva xwe nexîne.
Bi wesîleya cejna Çarşema Sor, di serî de hevrêyên xwe yên li dijî êrişa qirkirinê ya 3’ê Tebaxa 2014’an di parastina gelê me yê Êzidî de şehîd bûn, hemû şehîdên xwe yên ku li dijî êrişên îmha, înkar û tinekirinê yên li ser gelê Kurd di rêya civakîbûna komînal a demokratîk de di têkoşînê de şehîd bûn, bi minetdariyeke mezin û bi rêzdarî bi bîr tînin. Em bang li Êzidiyan û tevahiya gelê xwe dikin ku xwedî li bîranîna şehîdan derkeve û careke din cejna Çarşema Sor li gelê me yê Êzidî pîroz dikin. Em hêvîdar in ku cejna îsal bibe wesîleya wê yekê ku Êzidî bi nasnameya xwe ya civakî û baweriyê, bêyî ku li gef û êrişekê rast bên bi rengekî demokratîk û azad bijîn.”

