Duşem, 12 Cotmeh 2026
  • Ji Bo Min
  • Favoriyên Min
  • Tomarên Min
  • Dîtinên Min
  • Blog
Video
Podcast
Zindî
Arşîv
Neşeriya Çalakiyan
Stêrk TV
  • DESTPÊK
  • ROJANE

    Îtiraza ji bo Saît Yildirim a li dijî taloqkirina tehliyeyê hate redkirin

    Ji aliyê Stêrk TV

    Ji DBP’ê û DEM Partiyê civînên gel: ‘Em ê bi hev re sedsala nû ava bikin’

    Ji aliyê Stêrk TV

    ÎHD’ê banga berdana girtiyê nexweş Celal Yildirim kir

    Ji aliyê Stêrk TV

    Îranê bi dronan êrîş bir ser navçeya Koye

    Ji aliyê Stêrk TV

    Komploya navneteweyî li Mîçûrînskê hate şermezarkirin

    Ji aliyê Stêrk TV

    Li gorî Fetî Yildiz pêvajo dê heta dawiya Mijdarê bi encam be!

    Ji aliyê Stêrk TV
  • KURDISTAN

    Aqûbeta 5 Kurdên li Baneyê hatine girtin nayê zanîn 

    Ji aliyê Stêrk TV

    Çalakiya nobetê ya li Mexmûrê bi biryardarî didome

    Ji aliyê Stêrk TV

    Nivîskarê Kurd Mehmed Ûzûn li ser gora xwe hate bîranîn

    Ji aliyê Stêrk TV

    ‘Têkoşîna me wê heta azadiya fîzîkî ya Rêber Apo dewam bike’

    Ji aliyê Stêrk TV

    Li Amedê qurbaniyên Komkujiya 10’ê Cotmehê hatin bibîranîn

    Ji aliyê Stêrk TV

    Bi girseyî çûn serdana taziyeya Reşat Eroglu yê PKK’î

    Ji aliyê Stêrk TV
  • JIN

    Ji çiyayên Kurdistanê peyama ji bo Kombûna Jinan a Navneteweyî

    Ji aliyê Stêrk TV

    Aynûr Sarica: Divê jin bibin hîmê damezrîner ê pêvajoya aştiyê

    Ji aliyê Stêrk TV

    ‘Li dijî provokasyonên li Hesekê divê em helwest nîşan bidin!’

    Ji aliyê Stêrk TV

    Wê nexşerêya Jineolojiyê were diyarkirin

    Ji aliyê Stêrk TV

    Li Arjantînê ji bo bîranîna şehîd Lêgerîn Çiya civîn

    Ji aliyê Stêrk TV

    Rewşa tenduristiyê ya Nêrgis Mihemedî nebaş bû

    Ji aliyê Stêrk TV
  • ÇAND Û HÛNER

    Xelata Wêjeyê ya Nobelê ji Anne Carson re hate dayin

    Ji aliyê Stêrk TV

    ‘Divê şaredarî ji bo şano û çanda Kurd derfetan biafirîne’

    Ji aliyê Stêrk TV

    Li Freiburgê 1’emîn Festîvala Film a Kurdî destpê kir

    Ji aliyê Stêrk TV

    ‘Aştiya mayinde bi demokratîkbûneke xurt pêk tê û hunerê jî azad dike’

    Ji aliyê Stêrk TV

    Derhêner Semîr Aslanyurek: Sînema û huner divê bi aştiyê re be

    Ji aliyê Stêrk TV

    ‘Di pêvajoya aştiyê de rola hunerê bi qasî ya polîtîkayê girîng û pêwîst e’

    Ji aliyê Stêrk TV
  • CÎHAN
  • YÊN DIN
    • Gotar
    • Civak
    • Rojava
    • Gotar
  • 🔥
  • HEMÛ BAJAR
  • AMED
  • STENBOL
  • BEHDÎNAN
  • ENQERE
  • ROJEV
  • QAMIŞLO
  • KOBANÊ
  • WAN
  • ŞENGAL
  • HESEKÊ
  • ŞIRNEX
  • MÊRDÎN
  • RIHA
  • LEZGÎN
  • ÊLIH
  • COLEMÊRG
Nûçeyên Lezgîn
DAÎŞ’ê car din li Hewîce êrîş kir
Li Hesekê êrîşa çekdarî: 3 kes birîndar bûn
Serkirdeyekî DAÎŞ’ê hat girtin
Li Tehranê cezayê darvekirinê li 3 welatiyên Kurd hate birîn
Li Minbicê teqîn: Kesek jiyana xwe ji dest da
Dîtina TîpanAa
Stêrk TVStêrk TV
  • Kurdistan
  • Jin
  • Çand û Hûner
  • Cîhan
  • Rojava
  • Rojane
  • Cîhan
  • Civak & Ekolojî
  • Zanist
  • Ji Bo Min
  • Dîtinên Min
  • Tomarên Min
  • Favoriyên Min
Bigere
  • Kategorî
    • Kurdistan
    • Jin
    • Ciwan
    • Çand û Hûner
    • Cîhan
  • BAJAR
    • HEMÛ BAJAR
    • AMED
    • STENBOL
    • QAMIŞLO
    • ŞEHBA
    • REQA
    • WAN
  • JI BO TE
    • Ji Bo Min
    • Tomarên Min
    • Favoriyên Min
    • Dîtinên Min
  • RÛPEL
    • Podcast
    • Video
    • Wêne
    • Gotar
Hesabê we heye? Têketin
Me bişopîne
© Mafên belavkirinê li ba Stêrk TV parastî ne 2024. Hemû maf parastî ne.
Stêrk TV > Blog > Kurdistan > KCK: Dilê me bi Sirri Sureyya Onder re ye
Kurdistan

KCK: Dilê me bi Sirri Sureyya Onder re ye

Hevserokatiya Konseya Rêveber a KCK'ê xemgîniya xwe ya ji ber rewşa tenduristiyê ya Endamê Heyeta Îmraliyê ya DEM Partiyê û Serokwekîlê Meclîsê Sirri Sureyya Onder anî ziman û şîfa xêrê jê re xwest.

Stêrk TV
Stêrk TV Dîroka nûkirinê: 17. Nîsan 2025 Dema xwendinê: 5 dq.
Parvekirin

Di daxuyaniya Hevserokatiya Konseya Rêveber a KCK’ê de hate gotin, “Hem ji ber baweriya xwe ya bi Rêber Apo û pêvajoyê, hem jî ji ber qedir û qîmetê ku em didin dostê xwe, hevrêyê doza gelê me Birêz Sirri Sureyya Onder, em ê vê hewldana xwe zêde bikin û dewam bikin.”

Daxuyaniya KCK’ê bi vî rengî ye:

“Serokwekîlê Meclîsê yê ji DEM Partiyê û Endamê Heyeta Îmraliyê Birêz Sirri Sureyya Onder ji ber nexweşiya dil a ji nişka ve rakirin nexweşxaneyê û emeliyateke giran a ji 12 saetan derbas kir. Mixabin doktoran gotin, metirsiya li ser jiyana wî hîn jî dewam dike. Me ev yek bi xemgînî ji çapemeniyê bihîst û hewl dan rewşa rasteqîn fêhm bikin. Beriya her tiştî em jê re şîfaya bi lez dixwazin û ji hezkiriyên wî re sebrê dixwazin. Cihê xemgîniyeke mezin e ku mirovekî hêja ketiye rewşeke bi vî rengî ku bi têkoşîna xwe ya sosyalîzm û demokrasiyê, bi karên xwe yên fikrî û hunerî bûye malê civakê. Hêvî û daxwaza me ew e ku tavilê ji vê rewşê rizgar bibe û di serî de karên ji bo aştî û demokrasiyê hemû karên xwe ji cihê mayî dewam bike. Em dixwazin ragihînin ku di nava daxwaz, hêvî û bendewariyeke bi vî rengî de ne.

Di demekê de ku li Tirkiyeyê çareseriya siyasî demokratîk a pirsgirêka Kurd ji nû ve kete rojevê û gavên girîng ber bi diyalogê ve tê avêtin, gelekî girîng e ku Sirri Sureyya Onder ê ku di vê pêvajoyê de bi roleke stratejîk radibû, kete rewşeke bi vî rengî. Ji ber ku Sirri Sureyya Onder karekî girîng meşand û ji bo pêvajoya aştî û civaka demokratîk bi pêş ve biçe û bigihêje vê astê tevkariyeke girîng kir. Li ser vê bingehê piştî hevdîtina bi Serokkomar û beriya hevdîtina bi wezîrê edaletê re kete nava rewşeke bi vî rengî. Lewma yên ku li Tirkiyeyê alîgirê demokratîkbûn û çareseriya pirsgirêka Kurd in, divê wate û qîmetê hewldanên Sirri Sureyya Onder hîn baştir fêhm bikin û ji bo pêşvebirina pêvajoya çareseriya demokratîk û aştiyê hîn bi wêrekî bixebitin, hewl bidin.

Weke ku doktorên emeliyat kirin gotin, rewşa heyî rewşeke normal nîne ku timî tê dîtin, rewşeke hêsan nîne. Eger rola Sirri Sureyya Onder a di pêvajoya siyasî de li ber çavan bê girtin, hingî divê mirov vê rewşê bi guman bibînin. Ji ber ku hebûna hêzên hundir û derve yên li dijî pêvajoya aştî û demokratîkbûnê tê zanîn, ku Sirri Sureyya Onder ji bo vê pêvajoyê di nava hewldaneke çalak de bû. Em dixwazin vê fikara xwe bînin ziman û ji hêzên pêwendîdar hemûyan dixwazin ku ji bo ronîkirina vê rewşê bikevin nava hewldanên pêwîst. Ji xwe Rêber Apo di hevdîtinan de bi girîngî bal kişandibû ser vê yekê ku rewşên bi vî rengî dikare biqewime û ji her kesî xwestibû ku bi tedbîr bin û baldar bin. Ji ber vê yekê ev yek bûyereke ku divê bê lêkolînkirin û zelalkirin.

Ji bo serketina pêvajoya bi banga ‘Aştî û Çareseriya Demokratîk’ a Rêber Apo destpê kir û bi ked û hewldanên mezin ên Birêz Sirri Sureyya Onder pêş ve çû, em ê hewldanên xwe ji niha û pê ve jî dewam bikin. Hem ji ber baweriya xwe ya bi Rêber Apo û pêvajoyê, hem jî ji ber qedir û qîmetê ku em didin dostê xwe, hevrêyê doza gelê me Birêz Sirri Sureyya Onder, em ê vê hewldana xwe zêde bikin û dewam bikin. Em careke din ji wî re şîfaya bi lez dixwazin û dibêjin, dilê me bi dilê wî yê hêja re lê dide.”

YÊN HATINE ÊTÎKETKIRIN HEMÛ BAJAR

Ji me agahî bistîne!

Eger tu bibî abone em ê nûçeyên lezgîn yekser ji maîla te re bişînin.
Eger tu bibî abone te we wateyê ku tu Polîtikaya Malpera Me dipejînî û dîsa tê wê wateyê ku tu Şert û Mercên me qebûl dikî. Tu kendî bixwazî dikarî ji abonetiyê derkevî
Çi Difikirî?
.0
.0
.0
.0
.0
.0
Nûçeya Berê Dayikên Aştiyê çûn nexweşxaneya ku Onder lê tê dermankirin
Nûçeya Pişt re Hevserokên Giştî yên DEM Partiyê li pêşiya nexweşxanyê daxuyanî dan
Nirxandinek Bike Nirxandinek Bike

Nirxandinek Bike Cancel reply

You must be logged in to post a comment.

Me Bişopîne!

Tu dikarî li ser gelek platforman rûpelên me bişopînî.
FacebookBiecibîne
TwitterBişopîne
PinterestPîn bike
InstagramBişopîne
YoutubeSubscribe
TiktokBişopîne
TelegramBişopîne
Google NewsBişopîne
LinkedInBişopîne
- Frekans -
Ad image
- Frekans -
Ad image

Navarokên Li Pêş

Li Amedê pîrozbahiya 8’ê Adarê bi dirûşmeya ‘Bê Serok Jiyan Nabe’ destpê kir

Li Amedê pîrozbahiya 8’ê Adarê Roja Jinên Kedkar ên Cîhanê destpê kir. Jin bênavber dirûşmeyên…

Ji aliyê Stêrk TV

Mehmet Sîncar li Qoserê li ser gora xwe hate bîranîn

Parlamenterê Mêrdînê yê DEP'ê Mehmet Sîncar di salvegera 31'emîn a qetilkirinê de li navçeya Qoser…

Ji aliyê Stêrk TV

Li Brezîlyayê karesata lehiyê: Herî kêm 55 kes mirin, 70 hezar kesan malên xwe terk kirin

Li Brezîlyayê li gorî rayedarên eyaleta Rîo Grande do Sûlê, di karesata lehiyê ya ev…

Ji aliyê Stêrk TV

Ev jî di be ku bala te bikşînin

Kurdistan

Aqûbeta 5 Kurdên li Baneyê hatine girtin nayê zanîn 

Ji aliyê Stêrk TV
Rojane

Îtiraza ji bo Saît Yildirim a li dijî taloqkirina tehliyeyê hate redkirin

Ji aliyê Stêrk TV
Rojava

Hevrîn Xelef û Ferhad Remezan li Dêrikê hatin bibîranîn

Ji aliyê Stêrk TV
Rojane

Ji DBP’ê û DEM Partiyê civînên gel: ‘Em ê bi hev re sedsala nû ava bikin’

Ji aliyê Stêrk TV
Ya Berê Ya Pişt re
Stêrk TV
Stêrk TV
Stêrk TV

Li Ser Şopa Heqîqetê

Stêrk TV ji sala 2009an ve di warên siyasî, civakî, çandî û hunerî de weşanê dike. Bi nêrîna azadiya jinê û avakirina civakeke demokratîk, Stêrk TV xebatên civakî, çandî, hunerî, dîrokî, aborî û yên jîngehê dimeşîne. Di çarçoveya parastin û pêşxistina çand û zimanê Kurdî de, bi zaravayên Kurmancî, Soranî, Kirmanckî û Hewramî nûçe û bernameyên cûrbicûr amade dike û diweşîne. Stêrk TV xizmetê li çand û hunera Kurdî dike.

Facebook Twitter Youtube Rss Medium
Kategorî
  • Kurdistan
  • Rojane
  • Çand û Hûner
  • Cîhan
  • Jin
  • Civak & Ekolojî
  • Zanist
Rûpel
  • Têkîlî
  • Frekans
  • Derbarê me de
  • Şert û Merc
  • Rêgezên Malperê
  • Kar Xwestin
  • Kunye

© Stêrk TV. Hemû mafê wê parastîne

adbanner
AdBlock Asteng Dike
Malpera me de reklam hene, ji ber vê sedemê malpera me bixin listeya spî ya AdBlock'ê
Temam, ez ê li listeya spî zêde bikim
Hûn bi xêr hatin

Têkevin hesabê xwe

Te paroleya xwe jibîr kir?