Şemî, 30 Gulan 2026
  • Ji Bo Min
  • Favoriyên Min
  • Tomarên Min
  • Dîtinên Min
  • Blog
Video
Podcast
Zindî
Arşîv
Neşeriya Çalakiyan
Stêrk TV
  • DESTPÊK
  • ROJANE

    Rejîma Îranê cezayê darvekirinê li ciwanekî din jî birî

    Ji aliyê Stêrk TV

    Komkujiya Çorûmê: DEM Partiyê ji bo aştiyê banga rûbirûbûnê kir

    Ji aliyê Stêrk TV

    ‘Nexşerêya li Îmraliyê di hevdîtina 27’ê Adarê de hate amadekirin, kirin qurbanê siyaseta hundirîn’

    Ji aliyê Stêrk TV

    Ekîn Yeter: Qanûna pêvajoyê divê bê derxistin

    Ji aliyê Stêrk TV

    ROJEVA 29’Ê GULANA 2026’AN

    Ji aliyê Stêrk TV

    Buroya Hiqûqê ya Asrînê: Abdullah Ocalan bi malbata xwe re hevdîtin kir

    Ji aliyê Stêrk TV
  • KURDISTAN

    Li Rojhilatê Kurdistanê 2 xwişk hatin binçavkirin

    Ji aliyê Stêrk TV

    Hêzên Îranê 2 aktîvîstên Kurd kuştin

    Ji aliyê Stêrk TV

    Şehîd Rêbaz Sine hate bîranîn

    Ji aliyê Stêrk TV

    Rejîma Îranê sê girtiyên Kurd bi darve kir

    Ji aliyê Stêrk TV

    Li Mexmûrê pîrozbahiyên Cejna Qurbanê

    Ji aliyê Stêrk TV

    Di Cejna Qurbanê de serdana gora Vedat Aydin

    Ji aliyê Stêrk TV
  • JIN

    Li Îranê cezayê giran ê girtîgehê li aktîvîstên jin hate birîn

    Ji aliyê Stêrk TV

    Şewq û şemala heyva çardeşevî: Seadet

    Ji aliyê Stêrk TV

    Dîlek Başalan: Em hewl didin rojeva xwe ber bi aştiyê ve bikişînin

    Ji aliyê Stêrk TV

    Cîgeha Alîna: Em hemû YPJ ne!

    Ji aliyê Stêrk TV

    Mafê Werîşe Muradî yê axaftina bi telefonê tê astengkirin

    Ji aliyê Stêrk TV

    Li Îranê cezayê girtîgehê li 2 aktîvîstên jin hate birîn

    Ji aliyê Stêrk TV
  • ÇAND Û HÛNER

    Sarya Melek Demîr: Min xwest bêhna axê û hunerê bigihîne hev

    Ji aliyê Stêrk TV

    Mîhrîcana 37’emîn ku bêhtirî 400 folklorîst beşdar bûn bi dawî bû

    Ji aliyê Stêrk TV

    37’emîn Mîhrîcana Govendên Kurdistan li Elmanyayê destpê kir

    Ji aliyê Stêrk TV

    Hunermend Elî Mansûr li Kolnê hat bîranîn

    Ji aliyê Stêrk TV

    Koma Berxwedan: Em rê nedin êrîşên li ser saziyên xwe yên çand û hunerî

    Ji aliyê Stêrk TV

    Li Berlînê ji bo Rojava konsera alîkariyê tê lidarxistin

    Ji aliyê Stêrk TV
  • CÎHAN
  • YÊN DIN
    • Gotar
    • Civak
    • Rojava
    • Gotar
  • 🔥
  • HEMÛ BAJAR
  • BEHDÎNAN
  • AMED
  • STENBOL
  • ENQERE
  • QAMIŞLO
  • ROJEV
  • KOBANÊ
  • WAN
  • ŞENGAL
  • HESEKÊ
  • ŞIRNEX
  • MÊRDÎN
  • RIHA
  • LEZGÎN
  • ÊLIH
  • COLEMÊRG
Nûçeyên Lezgîn
Durziyên li Girtîgeha Adrayê dest bi greva birçîbûnê kirin
Kampa Dareşekran a Hewlêrê bi mûşekan hate hedefgirtin
Rêveberiya Tevgerê: Divê desthilatdariya AKP-MHP’ê gavên pêwîst bêyî derengxistinê biavêje!
Ozel û Îmamoglu: Wê nekaribin têkoşîna me teslîm bigirin
Îranê 4 jinên Behayî tecrîd dike û birçî dihêle
Dîtina TîpanAa
Stêrk TVStêrk TV
  • Kurdistan
  • Jin
  • Çand û Hûner
  • Cîhan
  • Rojava
  • Rojane
  • Cîhan
  • Civak & Ekolojî
  • Zanist
  • Ji Bo Min
  • Dîtinên Min
  • Tomarên Min
  • Favoriyên Min
Bigere
  • Kategorî
    • Kurdistan
    • Jin
    • Ciwan
    • Çand û Hûner
    • Cîhan
  • BAJAR
    • HEMÛ BAJAR
    • AMED
    • STENBOL
    • QAMIŞLO
    • ŞEHBA
    • REQA
    • WAN
  • JI BO TE
    • Ji Bo Min
    • Tomarên Min
    • Favoriyên Min
    • Dîtinên Min
  • RÛPEL
    • Podcast
    • Video
    • Wêne
    • Gotar
Hesabê we heye? Têketin
Me bişopîne
© Mafên belavkirinê li ba Stêrk TV parastî ne 2024. Hemû maf parastî ne.
Stêrk TV > Blog > Kurdistan > KCK: Em bi dirûşma ‘Azadî ji Rêber Apo re, statu ji Rojava re’ rabin ser piyan
Kurdistan

KCK: Em bi dirûşma ‘Azadî ji Rêber Apo re, statu ji Rojava re’ rabin ser piyan

Hevserokatiya Konseya Rêveber a KCK'ê di salvegera 27'emîn a komploya navneteweyî de bang li gelê Kurd û gelan kir ku bi dirûşma "Azadî ji Rêber Apo re, statu ji Rojava re" rabin ser piyan.

Stêrk TV
Stêrk TV Dîroka nûkirinê: 12. Sibat 2026 Dema xwendinê: 12 dq.
Parvekirin

Daxuyaniya Hevserokatiya Konseya Rêveber a KCK’ê ya têkildarî salvegera 27’emîn a komploya navneteweyî bi vî rengî ye:

“Em di sala 28’an a komploya navneteweyî de ne ku li dijî Rêber Apo hate kirin. Salvegera 27’emîn a dîlgirtina Rêber Apo ye ku di 15’ê Sibata 1999’an de dîl hate girtin. Em hemû dewlet û hêzên siyasî yên tevlî vê komployê bûn bi tundî şermezar dikin û careke din dubare dikin ku heta Rêber Apo azad bibe em ê li dijî komployê têbikoşin. Şehîdên xwe yên ‘Hûn nikarin roja me tarî bikin’ bi hurmet û minet bi bîr tînin ku pêşengên têkoşîna li dijî komploya navneteweyî bûn. Ji bo komplo negihêje armanca xwe ew bûn bend, her wiha bûn bingeh û afirînerê têkoşîna me ya heyî. Ji komploya navnetewyî û vir ve bûn rêgeh û nirxê moralê yê têkoşîna me.

Rêber Apo ji roja destpêkê ya komploye û vir ve ji bo pûçkirina komployê kete nava kûrbûn û hewldaneke bêhempa. Ji bo têkbirina komployê û xurtikrina tevgera me ya azadiyê li nava şert û mercên zindanê jî bi rola xwe rabû; kir ku tevgrea me û gelê me têkoşîneke hîn bi xurtî bimeşînin. Em Rêberê xwe bi hurmet û hezkirin silav dikin ku 27 sal in li hemberî komployê berxwedaneke mezin dimeşîne.

Komploya navneteweyî li dijî porojeya Rojhilata Navîn a Demokratîk hate kirin ku Rêber Apo wê demê li ser bingeha azadiya gelê Kurd û xwişk-biratiya gelan xwest biafirîne. Ji ber ku hêzên navneteweyî û herêmî Rojhilateke Navîn a welê afirandibûn ku xwe dispart ragirtina Kurdan a li binê serweriyê û qirkirina wan. Berjewendiyên xwe di nava Rojhilata Navîn a bi vî rengî de didîtin.

Hêzên navneteweyî bi rêya hevkarên xwe Rojhilata Navîn kontrol dikirin. Rêber Ap bi paradîgmaya xwe ya ku xwe dispart çareeriya pirsgirêka Kurd û xwişk û biratiya gelan, pergala ku xwe dispart hevkarî û nokeriya li Rojhilata Navîn bi dawî bike. Ji ber ku çareseriya pirsgirêka Kurd wê li Rojhilata Navîn rê li ber demokratîkbûnê vekiribûya. Lawazkirina hevkariyê û pêşîvekirina li demokratîkbûnê, dihat wateya şikestina lingên hêzên hegemon ên li herêmê. Ji ber vê yekê jî Rêber Apo û PKK li pêşiya hegemonya xwe ya li Rojhilata Navîn astengî didîtin. Bi tasfiyekirina Rêber Apo û PKK’ê re xwestin vê xeteriya li ser hegemonya xwe ji holê rakin. Hebûna pergala Rojhilata Navîn a xwe dispêre hevkarî û nokeriyê ji bo wan girîng bû. Ev komplo di heman demê de li dijî xeta azadiya jinê jî hate kirin ku di pêşvebirina demokrasî û azadiyê de weke havên û katalîzor e. Ji ber ku hêzên hegemonîk ên bi serweriya mêr, îdeolojiya rizgariya jinê ji bo sîstema xwe ya bi serweriya mêr weke metirsiyeke mezin didîtin. Bêguman şikandina bandora PKK’ê ya li nava Kurdan bi bandor e, yek ji armancên wan ên bingehîn bû.

Hêzên hegemon plan kirin ku bi bêbandorkirina Rêber Apo û tasfiyekirina Tevgera Azadiyê dikarin bigihêjin van armancên xwe. Ji ber vê yekê jî gelek welat tevlî vê komployê kirin ku di dîrokê de mînakeke xwe nîne û li dijî Rêber Apo êrişek welê xistin meriyetê ku li ser rûyê erdê nikaribe ji xwe re cihekî bibîne. Meşandina komployê bi vî rengî nîşan da ku ji fikir, îdeolojî û xeta polîtîk a Rêber Apo çiqasî ditirsin. Rêber Apo bi komployeke bi vî rengî di 15’ê Sibata 1999’an de dîl hate girtin û ew xistin zindana Îmraliyê ya yek şexsî.

Di pêvajoya komployê de ku 9’ê Cotmeha 1998’an hate destpêkirin û heta 15’ê Sibata 1999’an dîlgirtina Rêber Apo hate dewamkirin, bi pêşengiya çalakiyên ‘Hûn nikarin roja me tarî bikin’ gelê me li her cihî rabû ser piyan. Li Bakur, Başûr, Rojava û Rojhilatê Kurdistanê gelê me li hemberî her cûre zextan li ber xwe da, li dijî komploya navneteweyî xwe kir bend. Gelê me yê li Ewropayê qet rûnenişt, di pêvajoya komployê û piştî 15’ê Sibatê de timî li ser piyan ma, li hemberî komployê di afirandina ruhê berxwedanê de bi roleke girîng rabû.

Yên ku komploya navneteweyî meşandin ji xwe re kiribûn armanc ku bi dîlgirtinê re Rêbe Apo bê bandor bikin, PKK’ê tasfiye bikin û gelê me ji Rêber Apo û PKK’ê qut bikin. Lê belê bi PKK bi ruhê berxwedana ‘Hûn nikarin roja me tarî bikin’ hîn bêhtir bi  Rêber Apo re bû, gelê me jî li dora Rêber Apo û PKK’ê civiya û li dijî komplogeran sekneke dîrokî nîşan da. Gelê Kurd li çar parçeyên Kurdistanê xwedî li Rêberê me derket ku mînaka vê yekê di dîrokê de nîne. Wezîra Karên Derve ya DYE’yê ya wê demê Merlyn Olbreit bi gotina ‘Em ne li benda nerazîbûneke di vê astê de bûn’ rastiya xwedîderketina gelê me ya li Rêbertî bi rengekî balkêş anîbû ziman.

Rêber Apo di nava mercên dîlgirtinê yên Îmraliyê de got, komployên dîrokî nikarin pêşketinan bisekinînin, lê bi lez dikin û mînaka herî mezin a berxwedana zindanê nîşan da. Rêber Apo bi berxwedana zindanê ya 27 salan hîn xurt bû, mezin bû, veguherî rêberê azadiyê yê jinan û tevahiya mirovahiyê. Rêber Apo di nava van 27 salan de aqlê Kurd afirand. Bi analîza li ser modernîteya kapîtalîst û rexneya li ser reel sosyalîzmê, xeta sosyalîzma demokratîk û paradîgmaya modernîteya demokratîk diyarî mirovahiyê kir ku wê tevahiya mirovahiyê rizgar bike. Bi vî rengî di rewşeke welê de ku modernîteya kapîtalîst krîzên giran afirandiye, îdeolojiya rizgariyê pêşkêşî mirovahiyê kir. Pêşengî ji vê îdeolojiya rizgariyê re kir û rêbertiya xwe li tevahiya cîhanê belav kir. Sedsala 21’emîn bi îdeolojiya rizgariyê ya Rêbertî re wê bibe sedsala azadî û demokrasiya mirovahiyê. Di afirandina vê sedsalê de wê têkoşîna azadiya jinê roleke pêşengiyê bilîze.

Komplo di asteke girîng de hatiye pûçkirin, lê belê bi temamî nehatiye têkbirin û bidawîkirin. Ji xwe piştî Peymana Parîsê ya di 5’ê Çileya 2026’an de hate kirin, êrişa 6’ê Çileyê ya li ser taxên Şêxmeqsûd û Eşrefiyê yên Helebê ku taxên Kurdan e, bû komploya duyemîn a navneteweyî. Li cografya ku komploya navneteweyî ya 1998’an lê destpê kir, komplo hate nûkirin û êrişê destpê kir. Çawa ku komploya 15’ê Sibata 1999’an di şexsê Rêber Apo de êrişa ji bo qirkirina Kurdan bû, êrişa ku di 6’ê Çileyê de hate destpêkirin jî êrişek li ser paradîgmaya Rêber Apo, sîstema demokratîk û destketiyên afirandî ye. Di heman demê de êrişek ji bo sabotekirina pêvajoya aştî û civaka demokratîk e. Rêber Apo li Rojhilata Navîn ku bi şerê olî û etnîkî yê westiya ye, bi çareseriyeke civakî û siyasî ya xwe dispêre neteweya demokratîk xwest dawî li vî şerê bê dawî yê li Rojhilata Navîn bîne. Ev paradîgmaya Rêber Apo li gel kêmasiyan li Rojava û Bakur-Rojhilatê Sûriyeyê kete pratîkê û ji bo Rojhilata Navîn sîstemeke demokratîk a mînak afirand. Desthilatdariya demkî ya li Şamê û çeteyên ser bi wê ve bi piştgiriya hêzên navneteweyî û dewleta Tirk êriş birin ser Rojava û Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê û hewl dan sîstema demokratîk a ku bibe modela demokratîk a Rojhilata Navîn ku xwe dispêre neteweya demokratîk, tasfiye bikin. Bi vî rengî derb li sîstema demokratîk a li Bakur-Rojhilatê Sûriyeyê hate xistin, sîstema demokratîk a xwe dispêre neteweya demokratîk vekişiya nava sînorên Rojavayê Kurdistanê. Bi vî rengî ev komploya ji bo qirkirinê û êrişa li ser azadî û hebûna Kurdan weke sala 1999’an bû êrişek li dijî sîstema demokratîk ku dihate xwestin li Rojhilata Navîn bê avakirin. Êrişa li ser demokratîkbûnê bi esasî, êrişa li ser hebûna Kurdan û jiyana azad e, lewma ev komploya navneteweyî êrişek li dijî hebûna Kurdan, destketiyên Kurdan ên li herêmê û nirxên hevpar ên gelan e.

Gelê Kurd li dijî komploya navneteweyî ya ku 9’ê Cotmeha 1998’an destpê kir, armancên wê yên nexêr dît û li çar parçeyên Kurdistanê û derveyî welat rabû ser piyan. Bi heman rengî dît ku ev komplo jî êrişek li ser hebûn, jiyana demokratîk û azad a Kurdan e, lewma li her cihî rabû ser piyan. Weke nerazîbûna sala 1999’an a li hemberî komployê, heman nerazîbûn di serhildanên xwedîderketina li Rojavayê Kurdistanê de jî hate nîşandan. Ev xwedîderketin di heman demê de xwedîderketina li paradîgmaya Rêber Apo û jiyana demokratîk û azad a gelê Kurd e. Xwedîderketina li destketiyan e ku bi têkoşîna bi dehan salan li çar parçeyên Kurdistanê hatin afirandin. Hate dîtin ku êriş di şexsê Rojava de li hemberî tevahiya gelê Kurd û destketiyan e. Xwedîderketina li Rojava xwedîderketina hîn berfireh a sala 1999’an a li Rêber Apo û PKK’ê bû. Êriaş li ser Şêxmeqsûd, Eşrefiyê, Rojava û Bakur-Rojhilatê Sûriyeyê komployek li ser demokratîkbûna Rojhilata Navîn û azadiya gelê Kurd e. Em gelê xwe û hêzên demokrasiyê yên li her parçeyên Kurdistanê li hemberî vê komployê rabû ser piyan, pîroz dikin. Divê bê zanîn ku komplo dewam dike û bi vê têgihiştinê ev xwedîderketin bê dewamkirin û armanca komployê bi temamî bê têkbirin.

Di salvegera 27’emîn a komploya navneteweyî de em bang li gelê xwe û gelên xwe hemûyan dikin ku bi dirûşma azadî ji Rêber Apo re, statu ji Rojava re rabin ser piyan. Em dubare dikin ku em ê têkoşîna xwe ya li dijî komployê heta dawiyê dewam bikin û armanca xwe ya azadiya Rêber Apo û Kurdistanê pêk bînin.”

YÊN HATINE ÊTÎKETKIRIN BEHDÎNAN

Ji me agahî bistîne!

Eger tu bibî abone em ê nûçeyên lezgîn yekser ji maîla te re bişînin.
Eger tu bibî abone te we wateyê ku tu Polîtikaya Malpera Me dipejînî û dîsa tê wê wateyê ku tu Şert û Mercên me qebûl dikî. Tu kendî bixwazî dikarî ji abonetiyê derkevî
Çi Difikirî?
.0
.0
.0
.0
.0
.0
Nûçeya Berê Hebîb: Sûriye bi feraseta yekperest nikare bê birêvebirin
Nûçeya Pişt re Ji Înîsiyatîfa Azadî ji Abdullah Ocalan re daxuyaniya têkildarî komploya 15’ê Sibatê
Nirxandinek Bike Nirxandinek Bike

Nirxandinek Bike Cancel reply

You must be logged in to post a comment.

Me Bişopîne!

Tu dikarî li ser gelek platforman rûpelên me bişopînî.
FacebookBiecibîne
TwitterBişopîne
PinterestPîn bike
InstagramBişopîne
YoutubeSubscribe
TiktokBişopîne
TelegramBişopîne
Google NewsBişopîne
LinkedInBişopîne
- Frekans -
Ad image
- Frekans -
Ad image

Navarokên Li Pêş

Li ser mekanîzmeya kar a  Zeviyên Rimêlanê nîqaş hat kirin

Di çarçoveya pêkanîna lihevkirina 30ˊê Çileyê ya navbera QSDˊê û hikumeta demkî ya Sûriyeyê de…

Ji aliyê Stêrk TV

Parêzgarê Hesekê şandeya hikumeta demkî qebûl kir

Parêzgar Nûredîn Ehmed û hikumeta demkî ya Sûriyeyê têkildarî hevkariya di qada çavkaniyên enerjî û…

Ji aliyê Stêrk TV

Trump: DYE wê F-35 bifiroşe Erebistana Siûdî

Serokê Dewletên Yekbûyî yên Emerîkayê (DYE) Donald Trump piştrast kir ku beriya serdana prensê Siûdî…

Ji aliyê Stêrk TV

Ev jî di be ku bala te bikşînin

Kurdistan

Li Rojhilatê Kurdistanê 2 xwişk hatin binçavkirin

Ji aliyê Stêrk TV
Kurdistan

Hêzên Îranê 2 aktîvîstên Kurd kuştin

Ji aliyê Stêrk TV
Kurdistan

Şehîd Rêbaz Sine hate bîranîn

Ji aliyê Stêrk TV
Kurdistan

Rejîma Îranê sê girtiyên Kurd bi darve kir

Ji aliyê Stêrk TV
Ya Berê Ya Pişt re
Stêrk TV
Stêrk TV
Stêrk TV

Li Ser Şopa Heqîqetê

Stêrk TV ji sala 2009an ve di warên siyasî, civakî, çandî û hunerî de weşanê dike. Bi nêrîna azadiya jinê û avakirina civakeke demokratîk, Stêrk TV xebatên civakî, çandî, hunerî, dîrokî, aborî û yên jîngehê dimeşîne. Di çarçoveya parastin û pêşxistina çand û zimanê Kurdî de, bi zaravayên Kurmancî, Soranî, Kirmanckî û Hewramî nûçe û bernameyên cûrbicûr amade dike û diweşîne. Stêrk TV xizmetê li çand û hunera Kurdî dike.

Facebook Twitter Youtube Rss Medium
Kategorî
  • Kurdistan
  • Rojane
  • Çand û Hûner
  • Cîhan
  • Jin
  • Civak & Ekolojî
  • Zanist
Rûpel
  • Têkîlî
  • Frekans
  • Derbarê me de
  • Şert û Merc
  • Rêgezên Malperê
  • Kar Xwestin
  • Kunye

© Stêrk TV. Hemû mafê wê parastîne

adbanner
AdBlock Asteng Dike
Malpera me de reklam hene, ji ber vê sedemê malpera me bixin listeya spî ya AdBlock'ê
Temam, ez ê li listeya spî zêde bikim
Hûn bi xêr hatin

Têkevin hesabê xwe

Te paroleya xwe jibîr kir?