Sêşem, 13 Cotmeh 2026
  • Ji Bo Min
  • Favoriyên Min
  • Tomarên Min
  • Dîtinên Min
  • Blog
Video
Podcast
Zindî
Arşîv
Neşeriya Çalakiyan
Stêrk TV
  • DESTPÊK
  • ROJANE

    Îtiraza ji bo Saît Yildirim a li dijî taloqkirina tehliyeyê hate redkirin

    Ji aliyê Stêrk TV

    Ji DBP’ê û DEM Partiyê civînên gel: ‘Em ê bi hev re sedsala nû ava bikin’

    Ji aliyê Stêrk TV

    ÎHD’ê banga berdana girtiyê nexweş Celal Yildirim kir

    Ji aliyê Stêrk TV

    Îranê bi dronan êrîş bir ser navçeya Koye

    Ji aliyê Stêrk TV

    Komploya navneteweyî li Mîçûrînskê hate şermezarkirin

    Ji aliyê Stêrk TV

    Li gorî Fetî Yildiz pêvajo dê heta dawiya Mijdarê bi encam be!

    Ji aliyê Stêrk TV
  • KURDISTAN

    Aqûbeta 5 Kurdên li Baneyê hatine girtin nayê zanîn 

    Ji aliyê Stêrk TV

    Çalakiya nobetê ya li Mexmûrê bi biryardarî didome

    Ji aliyê Stêrk TV

    Nivîskarê Kurd Mehmed Ûzûn li ser gora xwe hate bîranîn

    Ji aliyê Stêrk TV

    ‘Têkoşîna me wê heta azadiya fîzîkî ya Rêber Apo dewam bike’

    Ji aliyê Stêrk TV

    Li Amedê qurbaniyên Komkujiya 10’ê Cotmehê hatin bibîranîn

    Ji aliyê Stêrk TV

    Bi girseyî çûn serdana taziyeya Reşat Eroglu yê PKK’î

    Ji aliyê Stêrk TV
  • JIN

    Ji çiyayên Kurdistanê peyama ji bo Kombûna Jinan a Navneteweyî

    Ji aliyê Stêrk TV

    Aynûr Sarica: Divê jin bibin hîmê damezrîner ê pêvajoya aştiyê

    Ji aliyê Stêrk TV

    ‘Li dijî provokasyonên li Hesekê divê em helwest nîşan bidin!’

    Ji aliyê Stêrk TV

    Wê nexşerêya Jineolojiyê were diyarkirin

    Ji aliyê Stêrk TV

    Li Arjantînê ji bo bîranîna şehîd Lêgerîn Çiya civîn

    Ji aliyê Stêrk TV

    Rewşa tenduristiyê ya Nêrgis Mihemedî nebaş bû

    Ji aliyê Stêrk TV
  • ÇAND Û HÛNER

    Xelata Wêjeyê ya Nobelê ji Anne Carson re hate dayin

    Ji aliyê Stêrk TV

    ‘Divê şaredarî ji bo şano û çanda Kurd derfetan biafirîne’

    Ji aliyê Stêrk TV

    Li Freiburgê 1’emîn Festîvala Film a Kurdî destpê kir

    Ji aliyê Stêrk TV

    ‘Aştiya mayinde bi demokratîkbûneke xurt pêk tê û hunerê jî azad dike’

    Ji aliyê Stêrk TV

    Derhêner Semîr Aslanyurek: Sînema û huner divê bi aştiyê re be

    Ji aliyê Stêrk TV

    ‘Di pêvajoya aştiyê de rola hunerê bi qasî ya polîtîkayê girîng û pêwîst e’

    Ji aliyê Stêrk TV
  • CÎHAN
  • YÊN DIN
    • Gotar
    • Civak
    • Rojava
    • Gotar
  • 🔥
  • HEMÛ BAJAR
  • AMED
  • STENBOL
  • BEHDÎNAN
  • ENQERE
  • ROJEV
  • QAMIŞLO
  • KOBANÊ
  • WAN
  • ŞENGAL
  • HESEKÊ
  • ŞIRNEX
  • MÊRDÎN
  • RIHA
  • LEZGÎN
  • ÊLIH
  • COLEMÊRG
Nûçeyên Lezgîn
DAÎŞ’ê car din li Hewîce êrîş kir
Li Hesekê êrîşa çekdarî: 3 kes birîndar bûn
Serkirdeyekî DAÎŞ’ê hat girtin
Li Tehranê cezayê darvekirinê li 3 welatiyên Kurd hate birîn
Li Minbicê teqîn: Kesek jiyana xwe ji dest da
Dîtina TîpanAa
Stêrk TVStêrk TV
  • Kurdistan
  • Jin
  • Çand û Hûner
  • Cîhan
  • Rojava
  • Rojane
  • Cîhan
  • Civak & Ekolojî
  • Zanist
  • Ji Bo Min
  • Dîtinên Min
  • Tomarên Min
  • Favoriyên Min
Bigere
  • Kategorî
    • Kurdistan
    • Jin
    • Ciwan
    • Çand û Hûner
    • Cîhan
  • BAJAR
    • HEMÛ BAJAR
    • AMED
    • STENBOL
    • QAMIŞLO
    • ŞEHBA
    • REQA
    • WAN
  • JI BO TE
    • Ji Bo Min
    • Tomarên Min
    • Favoriyên Min
    • Dîtinên Min
  • RÛPEL
    • Podcast
    • Video
    • Wêne
    • Gotar
Hesabê we heye? Têketin
Me bişopîne
© Mafên belavkirinê li ba Stêrk TV parastî ne 2024. Hemû maf parastî ne.
Stêrk TV > Blog > Kurdistan > KCK: Ev berxwedana bi rûmet divê heta azadiya fîzîkî ya Rêber Apo bênavber dewam bike!
Kurdistan

KCK: Ev berxwedana bi rûmet divê heta azadiya fîzîkî ya Rêber Apo bênavber dewam bike!

KCK'ê her kesên beşdarî Mîtînga Azadiyê ya li Amedê bûn pîroz kir û got, "Ev berxwedana bi rûmet a gelê me divê heta şikandina sîstema êşkence û tecrîdê, heta misogerkirina azadiya fîzîkî ya Rêber Apo bênavber û bi berfirehî dewam bike."

Stêrk TV
Stêrk TV Dîroka nûkirinê: 15. Cotmeh 2024 Dema xwendinê: 4 dq.
Parvekirin

Hevserokatiya Konseya Rêveber a KCK’ê têkildarî Mîtînga Azadiyê ya 13’ê Cotmehê ya li Amedê daxuyaniyek da. Daxuyanî bi vî rengî ye:

“Di 13’ê Cotmehê de li Amedê Mîtînga Azadiyê ya mezin hate lidarxistin. Di serî de xelkê Amedê ji Serhedê heta Botanê, ji Dersimê heta Firatê ji her devera Bakurê Kurdistanê gelê me bi deh hezaran kesî berê xwe dan Amedê. Ji bajar û metropolên Tirkiyeyê jî bi hezaran mirovên Kurdistanî û Tirkiyeyî ji bo xwe bigihînin Amedê bi rê ketin. Li gel êrîş, qedexe û astengiyên dewletê jî gelê me rê, qad û kolan dagirt, nerazîbûna xwe ya li hemberî tecrîd û polîtîkayên qirkirinê bi xurtî nîşan da. Gelê me careke din dilsoziya xwe ya bi Rêber Apo re bi xurtî raxist pêş çavan û hem helwesta xwe nîşan da, hem jî peyama pêwîst da. Ji ber vê çalakiya bi heybet û bi wate em ji dil û can xelkê Amedê, tevahiya gelê xwe yê welatparêz û dostên xwe pîroz dikin. Her wiha silav û hurmetên xwe pêşkêşî hêzên demokrasiyê û gelên Tirkiyeyê dikin ku bi piştgiriya bi gelê Kurd re hêz dan Mîtînga Azadiyê. Her wiha her kesên ku bi rê ketin lê belê ji ber astengiyên faşîzmê nekarîn xwe bigihînin Amedê silav dikin û wan bi birêketina ji bo azadiyê û berxwedana li dijî astengiyên faşîzmê peyama pêwîst dan û encamên pêwîst bi dest xistin.

Di Mîtînga Azadiyê de gelê me li hemberî polîtîkayên tecrîdê helwesta xwe nîşan da û peyameke xurt da. Gelê me careke din bi şênberî destnîşan kir ku muxatabê çareseriya demokratîk a pirsgirêka Kurd Rêber Apo ye. Gelê me û hêzên demokrasiyê yên Tirkiyeyê bi dengê herî bilind gotin, li Tirkiyeyê aştiya bi rûmet tenê bi muxatabgirtina Rêber Apo, bi çareseriya demokratîk a pirsgirêka Kurd dibe û li ser vê bingehê destnîşan kirin ku divê tecrîda li ser Rêber Apo tavilê bê rakirin û çareseriya demokratîk a pirsgirêka Kurd pêk were. Ev peyama gelê Kurd divê ji aliyê her kesî ve baş bê fêhmkirin. Siyaseta ku van peyam û helwesta gelê Kurd ji nedîtî ve bê nikare bi ser bikeve. Her wiha her cûre lîstika ku tê xwestin bê lîstin wê têk biçe. Heta ku Rêber Apo muxatab neyê dîtin ne pirsgirêka Kurd dikare çareser bibe, ne li Tirkiyeyê aştî dikare pêk were. Li ser bingeha çareseriya demokratîk a pirsgirêka Kurd yê ku herî zêde ji bo aştî û demokratîkbûna li Tirkiyeyê têdikoşe Rêber Apo ye. Tecrîda li ser Rêber Apo jî polîtîkayek li hemberî vê hewldanê ye. Lewma heta ku tecrîda li ser Rêber Apo li Îmraliyê dewam bike, kes nikare qala aştî û çareseriyê bike. Ev yek nepêkan e û ne derbasdar e. Gelê me li Amedê ev rastî careke din bi şênberî nîşan da. Bi rengê herî xurt raxist pêş çavan ku Rêber Apo misogerî û hêmana bingehîn a tifaq, yekîtiya demokratîk a gelan, jiyana azad, demokratîk û aştiya navxweyî ya li Tirkiyeyê ye. Li ser vê bingehê em bang li her kesî dikin ku van peyamên gelê Kurd rast fêhm bikin, bibînin û li gorî vê tevbigerin.

Gelê me bi rêya vê çalakiyê ispat kir ku bi biryardariya li ser berxwedanê wê karibe her cûre astengiyên faşîzmê ji holê rake û serketinê pêk bîne. Ev berxwedana bi rûmet a gelê me divê heta şikandina sîstema êşkence û tecrîdê, heta misogerkirina azadiya fîzîkî ya Rêber Apo bênavber û bi berfirehî dewam bike.”

YÊN HATINE ÊTÎKETKIRIN BEHDÎNAN

Ji me agahî bistîne!

Eger tu bibî abone em ê nûçeyên lezgîn yekser ji maîla te re bişînin.
Eger tu bibî abone te we wateyê ku tu Polîtikaya Malpera Me dipejînî û dîsa tê wê wateyê ku tu Şert û Mercên me qebûl dikî. Tu kendî bixwazî dikarî ji abonetiyê derkevî
Çi Difikirî?
.0
.0
.0
.0
.0
.0
Nûçeya Berê Cenazeyê Apê Nemir bi merasîmeke bi heybet hate veşartin
Nûçeya Pişt re Li cihê ku Gulistan Tara û Hêro Behadîn lê hatine qetilkirin, lêkolîn nehatiye kirin!
Nirxandinek Bike Nirxandinek Bike

Nirxandinek Bike Cancel reply

You must be logged in to post a comment.

Me Bişopîne!

Tu dikarî li ser gelek platforman rûpelên me bişopînî.
FacebookBiecibîne
TwitterBişopîne
PinterestPîn bike
InstagramBişopîne
YoutubeSubscribe
TiktokBişopîne
TelegramBişopîne
Google NewsBişopîne
LinkedInBişopîne
- Frekans -
Ad image
- Frekans -
Ad image

Navarokên Li Pêş

Piştî sih salan li qada Newrozê bû: Herî zêde mafê Rêbertî ye ku li qada Newrozê be

Soydan Akay ku piştî dîlgirtina zêdeyî sih salan tevlî Newroza Amed û Cizîrê bû got,…

Ji aliyê Stêrk TV

Rejîma Îranê kolberek qetil kir

Rejîma Îranê li herêma Bane Musa Zîbapûr qetil kir ku bavê sê zarokan bû. Hate…

Ji aliyê Stêrk TV

Ji ber ku li binê dîwêr nemeşiya, nehate berdan

Girtiyê ku 32 sal in girtî ye û niha li Girtîgeha Karbûkê dimîne Mehmet Şirîn…

Ji aliyê Stêrk TV

Ev jî di be ku bala te bikşînin

Kurdistan

Aqûbeta 5 Kurdên li Baneyê hatine girtin nayê zanîn 

Ji aliyê Stêrk TV
Kurdistan

Çalakiya nobetê ya li Mexmûrê bi biryardarî didome

Ji aliyê Stêrk TV
Kurdistan

Nivîskarê Kurd Mehmed Ûzûn li ser gora xwe hate bîranîn

Ji aliyê Stêrk TV
Kurdistan

‘Têkoşîna me wê heta azadiya fîzîkî ya Rêber Apo dewam bike’

Ji aliyê Stêrk TV
Ya Berê Ya Pişt re
Stêrk TV
Stêrk TV
Stêrk TV

Li Ser Şopa Heqîqetê

Stêrk TV ji sala 2009an ve di warên siyasî, civakî, çandî û hunerî de weşanê dike. Bi nêrîna azadiya jinê û avakirina civakeke demokratîk, Stêrk TV xebatên civakî, çandî, hunerî, dîrokî, aborî û yên jîngehê dimeşîne. Di çarçoveya parastin û pêşxistina çand û zimanê Kurdî de, bi zaravayên Kurmancî, Soranî, Kirmanckî û Hewramî nûçe û bernameyên cûrbicûr amade dike û diweşîne. Stêrk TV xizmetê li çand û hunera Kurdî dike.

Facebook Twitter Youtube Rss Medium
Kategorî
  • Kurdistan
  • Rojane
  • Çand û Hûner
  • Cîhan
  • Jin
  • Civak & Ekolojî
  • Zanist
Rûpel
  • Têkîlî
  • Frekans
  • Derbarê me de
  • Şert û Merc
  • Rêgezên Malperê
  • Kar Xwestin
  • Kunye

© Stêrk TV. Hemû mafê wê parastîne

adbanner
AdBlock Asteng Dike
Malpera me de reklam hene, ji ber vê sedemê malpera me bixin listeya spî ya AdBlock'ê
Temam, ez ê li listeya spî zêde bikim
Hûn bi xêr hatin

Têkevin hesabê xwe

Te paroleya xwe jibîr kir?