În, 15 Gulan 2026
  • Ji Bo Min
  • Favoriyên Min
  • Tomarên Min
  • Dîtinên Min
  • Blog
Video
Podcast
Zindî
Arşîv
Neşeriya Çalakiyan
Stêrk TV
  • DESTPÊK
  • ROJANE

    Daxuyaniya DEM Parti ya derbarê Doza Kobanê de

    Ji aliyê Stêrk TV

    Di Cejna Zimanê Kurdî de ji bo statuya fermî ya Kurdî bang hatin kirin

    Ji aliyê Stêrk TV

    Elahe û Elnaz hêjayî Xelatên Wêrekiyê yên Rojnamevaniyê hatin dîtin

    Ji aliyê Stêrk TV

    Platforma Yekîtiya Neteweyî ya Jinên Kurd a Ewropayê 15’ê Gulanê pîroz kir

    Ji aliyê Stêrk TV

    Berdana Melîke Goksû cara sêyemîn hate taloqkirin

    Ji aliyê Stêrk TV

    NÛÇE TV dest bi weşanê kir

    Ji aliyê Stêrk TV
  • KURDISTAN

    KCK: Xwedîderketina li Kurdî xwedîderketina li nasnameya Kurd e!

    Ji aliyê Stêrk TV

    Rûken Mamxurî bû yek ji nefera YJA Starê

    Ji aliyê Stêrk TV

    Karayilan: Neteweya ku nikaribe zimanê xwe biparêze, nikare hebûna xwe jî biparêze

    Ji aliyê Stêrk TV

    Şehîd Yaşar Tendûrek li bajarê xwe hat veşartin

    Ji aliyê Stêrk TV

    Li Amedê atolyeya “Rojnamegeriya Aştiyê”

    Ji aliyê Stêrk TV

    SZPÊ Cejna Zimanê Kurdî pîroz kir

    Ji aliyê Stêrk TV
  • JIN

    Ji ber nameyên nivîsî cezayê girtîgehê li Werîşe Muradî hate birîn

    Ji aliyê Stêrk TV

    Periya gulan bû Gulperî

    Ji aliyê Stêrk TV

    Meclîsa Jinan a DEM Partiyê: Navê zemînê me yê têkoşîna hevpar, aştî ye

    Ji aliyê Stêrk TV

    DMME’yê di doza Ayla Akat Ata de Tirkiye mehkûm kir

    Ji aliyê Stêrk TV

    Li Tehranê nahêlin 8 jinên girtî bi malbat û parêzerên xwe re hevdîtinê bikin

    Ji aliyê Stêrk TV

    HPJ: Em ê bi hemû hêza xwe li kêleka YPJ’ê ne

    Ji aliyê Stêrk TV
  • ÇAND Û HÛNER

    Pîrozbahiya 40 saliya hunerî ya Hozan Şemdîn

    Ji aliyê Stêrk TV

    Li Nurnbergê 15’emîn Rojên Çanda Kurd destpê kir

    Ji aliyê Stêrk TV

    Nivîsên Mezopotamyayê hatin deşîfrekirin: Rîtuelên efsûnî, fîşên bîrayê, Gilgamêş…
Bi hezaran tablet

    Ji aliyê Stêrk TV

    Li Parîsê 5’emîn Festîvala Çanda Kurdî tê lidarxistin

    Ji aliyê Stêrk TV

    Ji bo Mîhrîcana Fîlman a Rojava ya 6’emîn amadekariyê destpê kir

    Ji aliyê Stêrk TV

    Ji Komîna Fîlman a Rojava fîlmeke nû: Heval Kekê Min

    Ji aliyê Stêrk TV
  • CÎHAN
  • YÊN DIN
    • Gotar
    • Civak
    • Rojava
    • Gotar
  • 🔥
  • HEMÛ BAJAR
  • BEHDÎNAN
  • AMED
  • STENBOL
  • ENQERE
  • QAMIŞLO
  • ROJEV
  • KOBANÊ
  • WAN
  • ŞENGAL
  • HESEKÊ
  • ŞIRNEX
  • MÊRDÎN
  • RIHA
  • LEZGÎN
  • ÊLIH
  • COLEMÊRG
Nûçeyên Lezgîn
Polîsan sîxurtî li dayik û bav ferz kirine
10 xwendekarên ODTU hatin binçavkirin
Li Îranê 5 ciwan hatin darvekirin
Dîsa êrîşî Kampa Sûrdaş hate kirin
Li Efrînê di mehekê de 8 kes hatin revandin
Dîtina TîpanAa
Stêrk TVStêrk TV
  • Kurdistan
  • Jin
  • Çand û Hûner
  • Cîhan
  • Rojava
  • Rojane
  • Cîhan
  • Civak & Ekolojî
  • Zanist
  • Ji Bo Min
  • Dîtinên Min
  • Tomarên Min
  • Favoriyên Min
Bigere
  • Kategorî
    • Kurdistan
    • Jin
    • Ciwan
    • Çand û Hûner
    • Cîhan
  • BAJAR
    • HEMÛ BAJAR
    • AMED
    • STENBOL
    • QAMIŞLO
    • ŞEHBA
    • REQA
    • WAN
  • JI BO TE
    • Ji Bo Min
    • Tomarên Min
    • Favoriyên Min
    • Dîtinên Min
  • RÛPEL
    • Podcast
    • Video
    • Wêne
    • Gotar
Hesabê we heye? Têketin
Me bişopîne
© Mafên belavkirinê li ba Stêrk TV parastî ne 2024. Hemû maf parastî ne.
Stêrk TV > Blog > Kurdistan > KCK: Ji bo azadiya fîzîkî ya Rêber Apo em têkoşînê bilind bikin
Kurdistan

KCK: Ji bo azadiya fîzîkî ya Rêber Apo em têkoşînê bilind bikin

Konseya Serokatiya Giştî ya KCK'ê ji bo rakirinat ecrîdê û misogerkirina azadiya fîzîkî ya Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan banga mezinkirina têkoşînê û çalakiyan kir.

Stêrk TV
Stêrk TV Dîroka nûkirinê: 3. Nîsan 2024 Dema xwendinê: 9 dq.
Parvekirin

Konseya Serokatiya Giştî ya KCK’ê got, “4’ê Nîsanê rojbûna Rêber Apo ye ku wê bibe 75 salî. Di serî de li jin û ciwanan, li tevahiya gelê Kurd ê welatparêz û dostan pîroz be.”

Di daxuyaniya KCK’ê de hate gotin, “Em hevrê Mahsûm Karaoglan û Mûstafa Dag bi hurmet û mineteke mezin bi bîr tînin ku bûn şehîdê 4’ê Nîsanê, bûn sembola dilsoziya bi welatparêzî ya bi Rêber Apo re, du ewladên leheng ên Kurdan bû.”

Daxuyaniyê bi vî rengî dewam kir:

“Gelê me salên dûr û dirêj e 4’ê Nîsanê bi coş û kêfxweşiyeke mezin pîroz dike. Ji ber ku 4’ê Nîsanê rojbûna Rêbertî ye, ji bo gel û jinên Kurd xwedî wateyeke kûr e. 4’ê Nîsanê ew roj e ku gelê Kurd ji zivistana serma û seqemê xwe gihand Rojê. Mîna avdana xaka ziwabûyî ye. Ji bo gelê Kukrd mizgîniya jinûve vejînê ye. Mizgîniya jinûve bidestxistina hebûna xwe ye, ku li ber tinebûnê bû. Mizgîniya jiyaneke azad e.

4’Ê NÎSANÊ JI BO KURDAN ROJA JINÛVE VEJÎNÊ YE

Kurd 4’ê Nîsanê ji bo xwe weke roja jinûve vejînê dibîne. Weke rojbûna xwe, roja hebûna xwe dibîne û bi wî rengî pîroz dike. Ji ber ku ji bo Kurdan beriya 4’ê Nîsanê ji tarîtiya goristanê cuda nebû. Jiyana di bin siyaseat înkar û îmhayê ya sîstema qirker mêtinger ji tarîtiya goristanê cuda nebû. Ya ku li gelê Kurd dihate kirin stratejiyeke qirkirinê bû. Rastiya jiyanê ya li Kurdistanê ku bi sînorê biyolojîk hatibû asêkirin, ev qirkirin hîn giran dikir. Ev rewşa hebûnê ya di nava sînorê biyolojîk de ku ‘ne jiyan, ne jî mirin bû’ gelê Kurd mehkûmî rewşeke welê kiribû ku ji mirinê jî xerabtir bû. Ev rewşa ku Kurd tê de bû, dişibiya xistina mirovan bi saxî li gorê. Ji ber vê yekê jî rojbûna Rêbertî yıa 4’ê Nîsanê ji bo Kurdîtiya li gorê hatibû veşartin, dibû mizgîniya rabûna ser piyan.

Dema ku bi rojbûna Rêber Apo destpê kir, demeke nû ya Kurdan afirand. Kir ku gelê Kurd xwe bigihîne koka xwe ya dîrokî û nasnameya xwe ya ji dest dayî. Bi nasnameya xwe ya rastî careke din çavên xwe li jiyaneke bi rûmet vekir. Bi saya vê yekê gelê Kurd weke gelekî bi rûmet di nava gelên cîhanê de bû xwedî qîmetekê. Gelê me li gel hovîtiya qirkirinê ya giran û êşên giran, berdêlên mezin da ber çavên xwe û ev têkoşîn her roj hinekî din mezin kir. Ji ber ku fêhm kir ku xeta Rêber Apo yekane rêya rizgariyê ye û jê bawer kir. Lewma êş û zehmetî ji xwe re kir çavkaniya pêngavên şoreşgerî yên nû û bedewiyê.

Ruhê ku Rêber Apo da gelê Kurd, bû ruhê demokrasiyê, ruhê azadiyê, ruhê biratiya gelan. Li cografya Kurdistan û Rojhilata Navîn ku sîstema netewe dewlet a serwer hewl da bi yek rengî boyax bike, bi hişmendî û têkoşîna Rêber Apo rewş û taybetmendiya xwe ya bi hev re, pir çandî û dewlemend hate dîtin û veguherî yekîtiya gelan a li ser bingeha biratî û rûmetdariyê. Jiyana bi hev re ya nasname û çandên li Kurdistan û Rojhilata Navîn a li ser bingeha xwişk û biratiyê, ji bo mirovahiyê bi taybetî rewşeke balê dikişîne. Yê ku ev gav da avêtin fikrê komunal û demokratîk ên Rêber Apo ye, ku li dijî nijadperestî, neteweperestî û zayendîperestiyê ye. Yanî fikrê Apoyî sîstemeke fikrî ye ku xwe ji her cûre nijadperestî, neteweperestî û zayendîperestiyê paqij kiriye.

TEZÊN AZADIYA JINÊ YÊN RÊBER APO RÊYA JINÊN KURD HÎN BÊHTIR RONÎ DIKE

Tezên Azadiya Jinê ya Rêber Apo di sedsala 21’ê de rêya jinên Kurd hîn bêhtir ronî dike. Jinên Kurd ên bi Tezên Azadiyê yên wî bi rê ketine, bi têkoşîna xwe li Kurdistanê û Rojhilata Navîn pêşketinên gelekî cidî diafirînin. Asta îradeyî ya bilind a ku jinên Kurd ji aliyê siyasî, leşkerî û civakî ve afirandine, li hemû parçeyên Kurdistanê hem li nava jinên Kurd hem jî li nava jinên ji gelên cîran hişyarî û hişmendiyeke cidî bi xwe re tîne. Ev yek êdî dibe pêşketinek ku pêşî nikare lê bê girtin. Hêza ti dewletê têrê nake ku vê hişyarbûn û hişmendiyê, îradeya azadiya jinê bitepisîne. Em vê yekê herî zêde di sekna berxwedêr û bi biryar ên jinên Kurd de dibînin ku li dijî polîtîkayên dijminatiya li jinê ya rejîma faşîst a AKP-MHP’ê ya mêtinger qirker a li Tirkiyeyê tê nîşandan. Her wiha di şerê dijî çeteyên DAÎŞ’ê yên dijminê mirovahiyê de em vê yekê di berxwedana jinên Rojavayî de dibînin. Bi heman rengî di serhildanên jinê yên li Rojhilat de me ev yek dît ku bi dirûşma ‘Jin, Jiyan, Azadî’ deng veda. Lewma berxwedana jinên Kurd bi saya hişmendî û hêza Rêber Apo, bû sîleyeke xurt ku li rûyê tecawizkariya sîstema kapîtalîst ket.

XWEDÎDERKETINA LI RÊBER APO XWEDÎDERKETINA LI NIRXÊN AZADIYÊ YE

Fikrên azadîparêziya jinê, demokratîk û ekolojîk ên Rêber Apo her ku tê fêhmkirin û naskirin, hîn bêhtir li nava beşên berfireh ên civakî û gerdûnî belav dibe, her ku belav dibe hîn bêhtir xwedî lê tê derketin. Ji ber ku di fikrê Rêber Apo de cihê faşîzm, nijadperestî, neteweperestî, zayendîperestî, neheqî û bê exlaqî nîne. Lewma parastina Rêber Apo sekneke li dijî kapîtalîzmê ye. Rabûna li ber nijadperestî, neteweperestî, serweriya mêr, rabûna li hemberî dijberiya li xweza û ekolojiyê ye. Parastina Rêber Apo xwedîderketina li nirxên demokrasî, azadî û wekheviyê yên civakî yên sedsala 21’ê ye. Parastina Rêber Apo sekneke antî kapîtalîst û sosyalîst demokratîk e. Azadîparêziya jinê, demokratîk û ekolojîk e.

ARMANCA HERÎ MEZIN MISOGERKIRINA AZADIYA RÊBER APO YE

Gelê me Newroza îsal weke Newroza Rêbertî pîroz kir. Coş û helwesta xwe ya bi biryar a di vê mijarê de li qadên Newrozê nîşan da, daxwaza ji bo azadiya Rêber Apo bi dengekî bilind berz kir. Bi rengekî şênber eşkere kir ku weke gelê Kurd armanca herî mezin misogerkirina azadiya Rêber Apo ye, ku ev yek daxwazeke ku nema tê taloqkirin. Gelê me ev helwest û biryardariya xwe ya di Newrozê de nîşan da, di hilbijartinên xwecihî yên dawî de veguehrand îradeyeke mezin a siyasî; bi vî rengî rejîma AKP-MHP’ê ya faşîst a mêtinger-qirker-qeyûm şaş  kir. Em gelê xwe hem ji ber helwesta xwe ya azadîparêz a di Newrozê de hem jî ji ber serketina xwe ya di hilbijartinên xwecihî de pîroz dikin. Em di wê baweriyê de ne ku li dijî siyaseta qeyûm, talanker, diz a rejîma faşîst, wê helwest û biryardariya xwe dewam bike, heta dawiyê xwedî li îradeya xwe derkeve, şaredariyên xwe nedin kesî ku hewl tê dayin bêne desteserkirin.

Ev sekna siyasî ya bi îrade, bi biryar û bi coş a gelê me ku li qadên Newrozê û li dengdana hilbijartinên xwecihî nîşan da, di sala 2024’an de wê veguhere asteke bilind a çalakiyan û hêzeke xurt a rêxistiniyê. Em ê jî weke tevger, armanca rakirina tecrîdê û misogerkirina azadiya fîzîkî ya Rêber Apo bikin esasê têkoşîna xwe û bi vê perspektîfê bixebitin. Li ser vê bingehê em bang li jin û ciwanan, tevahiya gelê xwe yê welaparêz û dostên hêja dikin ku ji bo rakirina tecrîda li ser Rêber Apo û misogerkirina azadiya fîzîkî têkoşînê hîn mezin bikin, rêxistiniyê hîn xurt bikin, çalakiyên hîn bi bandor pêk bînin. Em bang li her kesî dikin ku di 4’ê Nîsanê de li her devera ku lê ne daran biçînin û derdorê şîn bikin.”

YÊN HATINE ÊTÎKETKIRIN BEHDÎNAN

Ji me agahî bistîne!

Eger tu bibî abone em ê nûçeyên lezgîn yekser ji maîla te re bişînin.
Eger tu bibî abone te we wateyê ku tu Polîtikaya Malpera Me dipejînî û dîsa tê wê wateyê ku tu Şert û Mercên me qebûl dikî. Tu kendî bixwazî dikarî ji abonetiyê derkevî
Çi Difikirî?
.0
.0
.0
.0
.0
.0
Nûçeya Berê NPG’ê ji ber serketina gerîlayan peyameke pîrozkirinê weşand
Nûçeya Pişt re Şerê Xezeyê: 600 leşkerên Îsraîlê mirin
Nirxandinek Bike Nirxandinek Bike

Nirxandinek Bike Cancel reply

You must be logged in to post a comment.

Me Bişopîne!

Tu dikarî li ser gelek platforman rûpelên me bişopînî.
FacebookBiecibîne
TwitterBişopîne
PinterestPîn bike
InstagramBişopîne
YoutubeSubscribe
TiktokBişopîne
TelegramBişopîne
Google NewsBişopîne
LinkedInBişopîne
- Frekans -
Ad image
- Frekans -
Ad image

Navarokên Li Pêş

Îlham Ehmed û hikûmeta demkî li ser rola jinan û dîlgirtiyan nîqaş kirin

Hevseroka Daîreya Têkiliyên Derve ya Rêveberiya Xweser Îlham Ehmed bi Wezîra Kar û Barên Civakî…

Ji aliyê Stêrk TV

Rêveberiya Xweser: Bêdengiya li hemberî êrîşan êrêkirina veşartî ye

Rêveberiya Xweseriya Demokratîk a Herêma Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê bêdengiya navneteweyî û herêmî sûcên dewleta…

Ji aliyê Stêrk TV

PJAK:Projeya Yekîtiya Neteweyî gavekî stratejik e

Meclisa PJAK’ê piştgiriya xwe ji ‘Projeya Yekitiya Netewî’ re nîşan da û got; “Em bawer…

Ji aliyê Stêrk TV

Ev jî di be ku bala te bikşînin

Kurdistan

KCK: Xwedîderketina li Kurdî xwedîderketina li nasnameya Kurd e!

Ji aliyê Stêrk TV
Kurdistan

Rûken Mamxurî bû yek ji nefera YJA Starê

Ji aliyê Stêrk TV
Kurdistan

Karayilan: Neteweya ku nikaribe zimanê xwe biparêze, nikare hebûna xwe jî biparêze

Ji aliyê Stêrk TV
Kurdistan

Şehîd Yaşar Tendûrek li bajarê xwe hat veşartin

Ji aliyê Stêrk TV
Ya Berê Ya Pişt re
Stêrk TV
Stêrk TV
Stêrk TV

Li Ser Şopa Heqîqetê

Stêrk TV ji sala 2009an ve di warên siyasî, civakî, çandî û hunerî de weşanê dike. Bi nêrîna azadiya jinê û avakirina civakeke demokratîk, Stêrk TV xebatên civakî, çandî, hunerî, dîrokî, aborî û yên jîngehê dimeşîne. Di çarçoveya parastin û pêşxistina çand û zimanê Kurdî de, bi zaravayên Kurmancî, Soranî, Kirmanckî û Hewramî nûçe û bernameyên cûrbicûr amade dike û diweşîne. Stêrk TV xizmetê li çand û hunera Kurdî dike.

Facebook Twitter Youtube Rss Medium
Kategorî
  • Kurdistan
  • Rojane
  • Çand û Hûner
  • Cîhan
  • Jin
  • Civak & Ekolojî
  • Zanist
Rûpel
  • Têkîlî
  • Frekans
  • Derbarê me de
  • Şert û Merc
  • Rêgezên Malperê
  • Kar Xwestin
  • Kunye

© Stêrk TV. Hemû mafê wê parastîne

adbanner
AdBlock Asteng Dike
Malpera me de reklam hene, ji ber vê sedemê malpera me bixin listeya spî ya AdBlock'ê
Temam, ez ê li listeya spî zêde bikim
Hûn bi xêr hatin

Têkevin hesabê xwe

Te paroleya xwe jibîr kir?