Sêşem, 13 Cotmeh 2026
  • Ji Bo Min
  • Favoriyên Min
  • Tomarên Min
  • Dîtinên Min
  • Blog
Video
Podcast
Zindî
Arşîv
Neşeriya Çalakiyan
Stêrk TV
  • DESTPÊK
  • ROJANE

    Îtiraza ji bo Saît Yildirim a li dijî taloqkirina tehliyeyê hate redkirin

    Ji aliyê Stêrk TV

    Ji DBP’ê û DEM Partiyê civînên gel: ‘Em ê bi hev re sedsala nû ava bikin’

    Ji aliyê Stêrk TV

    ÎHD’ê banga berdana girtiyê nexweş Celal Yildirim kir

    Ji aliyê Stêrk TV

    Îranê bi dronan êrîş bir ser navçeya Koye

    Ji aliyê Stêrk TV

    Komploya navneteweyî li Mîçûrînskê hate şermezarkirin

    Ji aliyê Stêrk TV

    Li gorî Fetî Yildiz pêvajo dê heta dawiya Mijdarê bi encam be!

    Ji aliyê Stêrk TV
  • KURDISTAN

    Aqûbeta 5 Kurdên li Baneyê hatine girtin nayê zanîn 

    Ji aliyê Stêrk TV

    Çalakiya nobetê ya li Mexmûrê bi biryardarî didome

    Ji aliyê Stêrk TV

    Nivîskarê Kurd Mehmed Ûzûn li ser gora xwe hate bîranîn

    Ji aliyê Stêrk TV

    ‘Têkoşîna me wê heta azadiya fîzîkî ya Rêber Apo dewam bike’

    Ji aliyê Stêrk TV

    Li Amedê qurbaniyên Komkujiya 10’ê Cotmehê hatin bibîranîn

    Ji aliyê Stêrk TV

    Bi girseyî çûn serdana taziyeya Reşat Eroglu yê PKK’î

    Ji aliyê Stêrk TV
  • JIN

    Ji çiyayên Kurdistanê peyama ji bo Kombûna Jinan a Navneteweyî

    Ji aliyê Stêrk TV

    Aynûr Sarica: Divê jin bibin hîmê damezrîner ê pêvajoya aştiyê

    Ji aliyê Stêrk TV

    ‘Li dijî provokasyonên li Hesekê divê em helwest nîşan bidin!’

    Ji aliyê Stêrk TV

    Wê nexşerêya Jineolojiyê were diyarkirin

    Ji aliyê Stêrk TV

    Li Arjantînê ji bo bîranîna şehîd Lêgerîn Çiya civîn

    Ji aliyê Stêrk TV

    Rewşa tenduristiyê ya Nêrgis Mihemedî nebaş bû

    Ji aliyê Stêrk TV
  • ÇAND Û HÛNER

    Xelata Wêjeyê ya Nobelê ji Anne Carson re hate dayin

    Ji aliyê Stêrk TV

    ‘Divê şaredarî ji bo şano û çanda Kurd derfetan biafirîne’

    Ji aliyê Stêrk TV

    Li Freiburgê 1’emîn Festîvala Film a Kurdî destpê kir

    Ji aliyê Stêrk TV

    ‘Aştiya mayinde bi demokratîkbûneke xurt pêk tê û hunerê jî azad dike’

    Ji aliyê Stêrk TV

    Derhêner Semîr Aslanyurek: Sînema û huner divê bi aştiyê re be

    Ji aliyê Stêrk TV

    ‘Di pêvajoya aştiyê de rola hunerê bi qasî ya polîtîkayê girîng û pêwîst e’

    Ji aliyê Stêrk TV
  • CÎHAN
  • YÊN DIN
    • Gotar
    • Civak
    • Rojava
    • Gotar
  • 🔥
  • HEMÛ BAJAR
  • AMED
  • STENBOL
  • BEHDÎNAN
  • ENQERE
  • ROJEV
  • QAMIŞLO
  • KOBANÊ
  • WAN
  • ŞENGAL
  • HESEKÊ
  • ŞIRNEX
  • MÊRDÎN
  • RIHA
  • LEZGÎN
  • ÊLIH
  • COLEMÊRG
Nûçeyên Lezgîn
DAÎŞ’ê car din li Hewîce êrîş kir
Li Hesekê êrîşa çekdarî: 3 kes birîndar bûn
Serkirdeyekî DAÎŞ’ê hat girtin
Li Tehranê cezayê darvekirinê li 3 welatiyên Kurd hate birîn
Li Minbicê teqîn: Kesek jiyana xwe ji dest da
Dîtina TîpanAa
Stêrk TVStêrk TV
  • Kurdistan
  • Jin
  • Çand û Hûner
  • Cîhan
  • Rojava
  • Rojane
  • Cîhan
  • Civak & Ekolojî
  • Zanist
  • Ji Bo Min
  • Dîtinên Min
  • Tomarên Min
  • Favoriyên Min
Bigere
  • Kategorî
    • Kurdistan
    • Jin
    • Ciwan
    • Çand û Hûner
    • Cîhan
  • BAJAR
    • HEMÛ BAJAR
    • AMED
    • STENBOL
    • QAMIŞLO
    • ŞEHBA
    • REQA
    • WAN
  • JI BO TE
    • Ji Bo Min
    • Tomarên Min
    • Favoriyên Min
    • Dîtinên Min
  • RÛPEL
    • Podcast
    • Video
    • Wêne
    • Gotar
Hesabê we heye? Têketin
Me bişopîne
© Mafên belavkirinê li ba Stêrk TV parastî ne 2024. Hemû maf parastî ne.
Stêrk TV > Blog > Kurdistan > KCK: Ji bo Kurdî bibe zimanê fermî em têkoşînê mezin bikin
Kurdistan

KCK: Ji bo Kurdî bibe zimanê fermî em têkoşînê mezin bikin

Komîteya Perwerdeyê ya KCK'ê diyar kir ku zimanê netewe dewletê li ser gelê Kurd tê ferzkirin û got, "Ji bo zimanê Kurdî bibe zimanê fermî, em têkoşînê bilind bikin."

Stêrk TV
Stêrk TV Dîroka nûkirinê: 15. Gulan 2025 Dema xwendinê: 7 dq.
Parvekirin

Komîteya Perwerdeyê ya Koma Civakên Kurdistanê (KCK) bi wesîleya 15’ê Gulanê Roja Zimanê Kurdî daxuyaniyek weşand. Daxuyaniya Komîteya Perwerdeyê ya KCK’ê bi vî rengî ye:

“Bi taybet di sedsala dawiyê de gelê Kurd hem ji aliyê fîzîkî, hem jî ji aliyê ziman û çandî ve bi qirkirinên pir mezin re rû bi rû hat hiştin. Netew-dewletên ku li ser bingeha nijadperestî û yekperestiyê hatin avakirin hebûna gelê Kurd ji bo hebûna xwe xeter didîtin û ji bo vê “xeteriyê” ji holê rakin siyaseta qirkirin, helandin û bişaftinê li dij gelê Kurd û zimanê Kurdî bi rê ve birin. Li çar parçeyên Kurdistanê gelê Kurd di nav çerxa qirkirinê de hat hiştin. Netew-dewletên ku Kurdistan di bin mêtingeriyê de digirtin, dixwestin qedîmtirîn gelê Mezopotamya û kevintirîn zimanê cîhanê di bin navê ‘yek al, yek ziman, yek milet, yek dewlet’ê de ji holê rake.

GELÊ KURD BI PÊŞENGIYA RÊBER APO RABÛ SER PIYAN

Li hember siyaseta qirkirin û tunekirinê li çar parçeyên Kurdistanê gelê Kurd ji bo hebûna xwe biparêze têkoşînên bêhempa dan meşandin û berdelên pir giran dan. 

Bi taybet li bakurê Kurdistanê gelê ku înkar, îmha û tunebûn li ser dihat ferzkirin, bi hêza ku ji çanda xwe ya qedîm digire bi pêşengiya Rêber Apo careke din rabû ser piyan û kefenê mirinê ji ser xwe avêt. Di pêşengtiya PKK’ê de bi keda hezaran şehîdên azadiya Kurdistanê hebûna gelê Kurd hat parastin û hat mîsogerkirin. Tevgera Azadiya Kurdistanê di parastina hebûn, çand, nasname û zimanê Kurdî de erk û berpirsiyariya xwe ya dîrokî bi şêweyekî serkeftî pêk anî. Têkoşîna hebûn û azadiyê derbasî qonaxeke nû kir!

Bi dehan sal ji ber tunehesibandina neteweya Kurd, bi awayekî hovane hewl hat dayîn ku çand û zimanê Kurdî jî ji holê were rakirin. Di encama têkoşîna azadiya Kurdistanê de ev hewldan têk çûn.

TINEBÛN LI SER ZIMANÊ KURDÎ HATE FERZKIRIN

Tunekirin û jiholêrakirina zimanan sûcekî mezin ê li dij mirovahiyê ye. Hîna zimanê Kurdî di fermiyetê de nayê qebûlkirin; bi rê û rêbazên cuda tunehesibandin, qedexekirin, dorpêçkirin û bişaftina li ser zimanê Kurdî berdewam dikin. Li ser gelê Kurd ferzkirina zimanê netew-dewletê li her derê Kurdistanê û li her derê ku Kurd lê dijîn berdewam dike. Bi siyaseta yekperestiyê dixwazin Kurd werin bişaftin, zimanê Kurdî bihele û bi demê re ji holê rabe.

ZIMANÊ ME NIRXÊ ME YÊ HERÎ PÎROZ E

Zimanê Kurdî yek ji zimanên herî kevnar û dewlemend ên cîhanê ye, bi sedan sal li hember zext û astengiyan li berxwe daye. Zimanê Ehmedê Xanî, Feqiyê Teyran, Melayê Cizîrî, Celadet Elî Bedirxan, gelek dengbêj, helbestvan, nivîskar û rewşenbîrên din ên mezin e ku bi berhemên xwe yên hêja mîrateyeke devkî, nivîskî, wêjeyî ya bêhempa ji gelê Kurd re hiştine. 

Zimanê Kurdî ne tenê zimanek e, ruhê gelê Kurd e. Zimanê me nîşaneya hebûna me ye û nirxê me yê herî pîroz e. Di nava xwe de çand û dîroka me ji windabûnê parastiye, zimanê me şertê hebûnê yê pêşîn e, keleha xwebûnê ya herî mezin e ku civaka me pê hatiye parastin. Lewma di dîrokê de dijminên Kurdan dema ku xwestine Kurdan tune bikin, berê xwe dane zimanê Kurdî û qedexe kirine, hemû rê li pêşiya zimanê Kurdî girtine û xwestine di nav zimanên xwe de zimanê Kurdî bihelînin û civaka Kurd tune bikin. Hîn jî li Kurdistanê ev siyaseta helandin û bişaftinê li dij zimanê me berdewam dike. Qedexeyên li ser zimanê Kurdî nehatine rakirin. Zimanê Kurdî hîn jî nebûye zimanê fermî yê perwerdeyê.

MAFÊ PERWERDEYA BI KURDÎ MAFEKÎ HERÎ REWA YE

Rêber Apo, asta pêşketina ziman wekî asta pêşketina jiyanê pênase dike û dibêje; ‘Civakekê zimanê xwe yê dayikê çiqasî bi pêş de biribe, ew tê wê wateyê ku asta xwe ya jiyanê jî bi pêş de biriye.’ Pêşdebirin û bilindkirina asta jiyanê bi azadiya gelê Kurd û hemû nirxên Kurdistanê ve girêdayî ye. 

Ji bo zimanê Kurdî bibe zimanê fermî, bibe zimanê perwerdeyê têkoşîn, hewldan û helwestên cidî pêwîst dikin. Ziman beden e, çand beden e, li bedena xwe xwedî derkevin. Ji bo ku careke din tu hêz nekaribe gelê Kurd bixe bin “pencên qirkirina çandî” hişyarî di asta herî bilind de pêwîst dike. Em bizanibin ku parastina ziman sekna li dijî bişaftinê ye, parastina ziman parastina çandê ye, parastina ziman parastina Kurdistanê ye. Parastina ziman parastina rabirdû û dahatûyê ye. Her netew bi zimanê xwe heye. Çawa ku dar li ser koka xwe şîn dibin, gelê Kurd jî dê li ser zimanê xwe mezin bibe. 

Mafê perwerdeya bi zimanê Kurdî mafekî rewa û xwezayî ye, pêwîst e her kes xwedî lê derkeve û ji bo zimanê Kurdî bibe zimanê fermî têkoşînê bilind bike. Zimanê dayikê beden û laşê mirov e, divê mirov laş û bedena xwe ji hemû êrîş û nexweşiyan biparêze.

LI GELÊ KURDISTANÊ PÎROZ BE

Di van demên dîrokî de, bi boneya 15ê Gulanê Roja Zimanê Kurdî bi rêzdarî û minet bejna xwe li ber tevahî şehîdên azadiya Kurdistanê ditewînin. Careke din bang li gelê xwe dikin ku bi felsefeya “her peyveke Kurdî ji bo me dozek e” li zimanê xwe xwedî derkevin, zarokên xwe fêrî Kurdî bikin û wekî doza neteweyî xwedî li doza ziman derkevin.

Weke Komîteya Perwerdê ya KCK’ê, em roja zimanê Kurdî li hemû gelê Kurdistanê, kedkar û xemxurên zimanê Kurdî pîroz dikin.”

YÊN HATINE ÊTÎKETKIRIN HEMÛ BAJAR

Ji me agahî bistîne!

Eger tu bibî abone em ê nûçeyên lezgîn yekser ji maîla te re bişînin.
Eger tu bibî abone te we wateyê ku tu Polîtikaya Malpera Me dipejînî û dîsa tê wê wateyê ku tu Şert û Mercên me qebûl dikî. Tu kendî bixwazî dikarî ji abonetiyê derkevî
Çi Difikirî?
.0
.0
.0
.0
.0
.0
Nûçeya Berê PÎK’ê Cejna Zimanê Kurdî pîroz kir
Nûçeya Pişt re Berxwedaneke ji bêdengiyê deng vedide
Nirxandinek Bike Nirxandinek Bike

Nirxandinek Bike Cancel reply

You must be logged in to post a comment.

Me Bişopîne!

Tu dikarî li ser gelek platforman rûpelên me bişopînî.
FacebookBiecibîne
TwitterBişopîne
PinterestPîn bike
InstagramBişopîne
YoutubeSubscribe
TiktokBişopîne
TelegramBişopîne
Google NewsBişopîne
LinkedInBişopîne
- Frekans -
Ad image
- Frekans -
Ad image

Navarokên Li Pêş

15 kes ji Efrînê hatin revandin û ew xistin girtîgehên Tirkiyeyê

Dewleta Tirk a dagirker 15 kes ji Efrînê revand ku 6 ji wan jin in…

Ji aliyê Stêrk TV

Aştiya ku li muxatabê xwe digere -I-

Di ser agirbesta destpêkê de 32 sal derbas bûn, ku Rêber Apo ji bo aştî…

Ji aliyê Stêrk TV

Meclîsa Jinan a DBP’ê Deklarasyona 8’ê Adarê eşkere kir

Meclisa Jinan a Partiya Herêman a Demokratîk (DBP), deklarasyona 8’ê Adarê Roja Jinan a Cîhanî…

Ji aliyê Stêrk TV

Ev jî di be ku bala te bikşînin

Kurdistan

Aqûbeta 5 Kurdên li Baneyê hatine girtin nayê zanîn 

Ji aliyê Stêrk TV
Rojane

Îtiraza ji bo Saît Yildirim a li dijî taloqkirina tehliyeyê hate redkirin

Ji aliyê Stêrk TV
Rojava

Hevrîn Xelef û Ferhad Remezan li Dêrikê hatin bibîranîn

Ji aliyê Stêrk TV
Rojane

Ji DBP’ê û DEM Partiyê civînên gel: ‘Em ê bi hev re sedsala nû ava bikin’

Ji aliyê Stêrk TV
Ya Berê Ya Pişt re
Stêrk TV
Stêrk TV
Stêrk TV

Li Ser Şopa Heqîqetê

Stêrk TV ji sala 2009an ve di warên siyasî, civakî, çandî û hunerî de weşanê dike. Bi nêrîna azadiya jinê û avakirina civakeke demokratîk, Stêrk TV xebatên civakî, çandî, hunerî, dîrokî, aborî û yên jîngehê dimeşîne. Di çarçoveya parastin û pêşxistina çand û zimanê Kurdî de, bi zaravayên Kurmancî, Soranî, Kirmanckî û Hewramî nûçe û bernameyên cûrbicûr amade dike û diweşîne. Stêrk TV xizmetê li çand û hunera Kurdî dike.

Facebook Twitter Youtube Rss Medium
Kategorî
  • Kurdistan
  • Rojane
  • Çand û Hûner
  • Cîhan
  • Jin
  • Civak & Ekolojî
  • Zanist
Rûpel
  • Têkîlî
  • Frekans
  • Derbarê me de
  • Şert û Merc
  • Rêgezên Malperê
  • Kar Xwestin
  • Kunye

© Stêrk TV. Hemû mafê wê parastîne

adbanner
AdBlock Asteng Dike
Malpera me de reklam hene, ji ber vê sedemê malpera me bixin listeya spî ya AdBlock'ê
Temam, ez ê li listeya spî zêde bikim
Hûn bi xêr hatin

Têkevin hesabê xwe

Te paroleya xwe jibîr kir?