Sêşem, 14 Nîsan 2026
  • Ji Bo Min
  • Favoriyên Min
  • Tomarên Min
  • Dîtinên Min
  • Blog
Video
Podcast
Zindî
Arşîv
Neşeriya Çalakiyan
Stêrk TV
  • DESTPÊK
  • ROJANE

    DEM Partî bertek nîşanî êrîşa çekdarî ya li Sêweregê da

    Ji aliyê Stêrk TV

    Li 5 kesan cezayê darvekirinê hat birîn

    Ji aliyê Stêrk TV

    Tulay Hatîmogûllari: Aştî û civaka demokratîk xala me ya bingehîn e

    Ji aliyê Stêrk TV

    ‘Girtiyên siyasî yên li Îranê bi metirsiyeke mezin re rû bi rû ne’

    Ji aliyê Stêrk TV

    Li Antalyayê 3 girtiyên di greva birçîbûnê de rakirin nexweşxaneyê

    Ji aliyê Stêrk TV

    FEDA û DAKB’ê ji bo ‘Çarşema Sor’ peyamek dan

    Ji aliyê Stêrk TV
  • KURDISTAN

    Êrişên bi dronan li ser Hewlêr û Silêmaniyê

    Ji aliyê Stêrk TV

    Mehmet Çevîren ê li girtîgehê jiyana xwe ji dest da li Dêrikê hate veşartin

    Ji aliyê Stêrk TV

    Qurbaniyên Enfalê li Germiyanê hatin bîranîn

    Ji aliyê Stêrk TV

    Li Sêweregê êrişa çekdarî ya li dibistanê: Herî kêm 13 kes birîndar bûn

    Ji aliyê Stêrk TV

    KCK’ê qurbaniyên komkujiyên Enfalê bi rêzdarî bi bîr anî

    Ji aliyê Stêrk TV

    KCK: Cejna Çarşema Sor pîroz be

    Ji aliyê Stêrk TV
  • JIN

    TJA ber bi Gemlîkê ve dimeşe: Divê aliyê civakî yê hevdîtinan bi cih bê anîn

    Ji aliyê Stêrk TV

    ‘Qetilkirina Rojîn Kabaîş ronî bikin, dawî li gefên ser malbatê bînin’

    Ji aliyê Stêrk TV

    Ji TJA’yê peyama sersaxiyê: Em ê dilsozê mîrateya Zeynep Cansiz bimînin

    Ji aliyê Stêrk TV

    TJK-E’yê ji bo Zeynep Cansiz peyama sersaxiyê da

    Ji aliyê Stêrk TV

    Li Îranê di şerê 40 rojî de nêzî 500 jinan jiyana xwe ji dest dan

    Ji aliyê Stêrk TV

    Li Îranê aqûbeta 3 jinên hatine binçavkirin, ne diyar e

    Ji aliyê Stêrk TV
  • ÇAND Û HÛNER

    Hunermend Elî Mensûr jiyana xwe ji dest da

    Ji aliyê Stêrk TV

    Di Cannesê de 21 fîlm dê ji bo ‘Palmiya Zêrîn’ pêşbaziyê bikin

    Ji aliyê Stêrk TV

    Bi wesîleya rojbûna Rêber Apo konserek hate dayin

    Ji aliyê Stêrk TV

    ‘Rewşa herî qelebalix a bêedaletiyê’: Bêdeng be li Londonê hate nîşandan

    Ji aliyê Stêrk TV

    Galaya fîlmê “Azadî wê bi ser bikeve” li Londonê hate kirin

    Ji aliyê Stêrk TV

    Koma Berxwedan ji nû ve avakirina xwe îlan kir

    Ji aliyê Stêrk TV
  • CÎHAN
  • YÊN DIN
    • Gotar
    • Civak
    • Rojava
    • Gotar
  • 🔥
  • HEMÛ BAJAR
  • BEHDÎNAN
  • AMED
  • STENBOL
  • ENQERE
  • QAMIŞLO
  • ROJEV
  • KOBANÊ
  • WAN
  • ŞENGAL
  • HESEKÊ
  • ŞIRNEX
  • MÊRDÎN
  • RIHA
  • LEZGÎN
  • ÊLIH
  • COLEMÊRG
Nûçeyên Lezgîn
Li Hewlêrê droneyek hate xistin
Îranê pêla binçavkirinê da destpêkirin
Li Çemçemalê zaroka ku êşkence lê hatibû kirin, jiyana xwe ji dest da
Çeteyan 4 welatî ji Serêkaniyê revandine Tirkiyeyê
Li Idlib û Şamê 2 ciwan hatin kuştin
Dîtina TîpanAa
Stêrk TVStêrk TV
  • Kurdistan
  • Jin
  • Çand û Hûner
  • Cîhan
  • Rojava
  • Rojane
  • Cîhan
  • Civak & Ekolojî
  • Zanist
  • Ji Bo Min
  • Dîtinên Min
  • Tomarên Min
  • Favoriyên Min
Bigere
  • Kategorî
    • Kurdistan
    • Jin
    • Ciwan
    • Çand û Hûner
    • Cîhan
  • BAJAR
    • HEMÛ BAJAR
    • AMED
    • STENBOL
    • QAMIŞLO
    • ŞEHBA
    • REQA
    • WAN
  • JI BO TE
    • Ji Bo Min
    • Tomarên Min
    • Favoriyên Min
    • Dîtinên Min
  • RÛPEL
    • Podcast
    • Video
    • Wêne
    • Gotar
Hesabê we heye? Têketin
Me bişopîne
© Mafên belavkirinê li ba Stêrk TV parastî ne 2024. Hemû maf parastî ne.
Stêrk TV > Blog > Kurdistan > KCK’ê bang li tevgerên sosyalîst kir: 1’ê Gulanê tevlî Pêngava Azadiyê bibin
Kurdistan

KCK’ê bang li tevgerên sosyalîst kir: 1’ê Gulanê tevlî Pêngava Azadiyê bibin

Hevserokatiya Konseya Rêveber a KCK’ê bang li tevgerên sosyalîst û demokratîk kir ku li dijî tecrîda Îmraliyê helwest nîşan bidin û tevlî Pêngava Azadiyê ya ku ji bo azadiya fîzîkî ya Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan hatî destpêkirin, bibin.

Stêrk TV
Stêrk TV Dîroka nûkirinê: 4. Gulan 2024 Dema xwendinê: 7 dq.
Parvekirin

Hevserokatiya Konseya Rêveber a KCK’ê bi wesîleya 1’ê Gulanê Cejna Karkeran peyamek weşand û diyar kir ku divê modernîteya kapîtalîst a ku hemû nirxên mirovahiyê tune kir, rê li ber hilweşîna ekolojîk vekir û jiyan anî rewşa tunebûnê, ji holê were rakirin û li şûna wê jiyaneke demokratîk, komunal, wekhev, azadîxwaz û ekolojîk were avakirin. Hat destnîşankirin ku di 1’ê Gulanê de divê azadiya fîzîkî ya Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan were xwestin û Pêngava Azadiyê ya Gerdûnî girseyî bibe.

Temamiya peyamê bi vî rengî ye:

“Em 1’ê Gulanê roja yekîtî û hevgirtinê li hemû çînên bindest, gelan û jinan bi taybetî li çîna karkeran pîroz dikin. 1’ê Gulanê têkoşîn, yekîtî û hevgirtina karker, kedkar û çînên bindest li dijî mêtingeriya kapîtalîst îfade dike. Têkoşîna karker, kedkar û çînên bindest di têkoşîna mirovahiyê ya ji bo wekhevî û azadiyê ya li dijî mêtingeriyê di dîrokê de xwedî cihekî pir girîng e. Weke hemû nirxan 1’ê Gulanê jî bi têkoşîn û berdêlên mezin pêk hat. Em di şexsê şehîdên 1’ê Gulanê de şehîdên şoreş û demokrasiyê, afirînerên hemû nirxan bi rêzdarî û minetdarî bi bîr tînin. Dema em vê roja girîng pîroz dikin, em careke din soza xwe dubare dikin ku em ê dilsozê şehîdan bin û bi berfirehkirina têkoşînê bîranînên wan pêk bînin.

DIVÊ 1’Ê GULANÊ LI GORÎ WATEYA WÊ PÊŞWAZÎ BIKIN

Têkoşîna çîna karkeran a li dijî mêtingeriya kapîtalîst bi pêş ketiye, her ku diçe hemû beşên civakî yên bindest xwedî lê derdikevin û îro bûye têkoşîna jin, ciwan û hemû beşên civakî yên ji bo wekhevî, azadî û demokrasiyê  li dijî modernîteya kapîtalîst têdikoşin. Veguheriye têkoşîneke gerdûnî û bûye ya mirovahiyê. Di vî warî de têkoşîna sosyalîzmê ti girîngiya xwe winda nekiriye, wateya wê hê mezintir bûye û berpirsyariya tevgera sosyalîst zêde bûye. Îro berpirsyariya hemû tevgerên azadîxwaz ên demokratîk ên li dijî modernîteya kapîtalîst têdikoşin, bi taybet tevgerên sosyalîst zêde bûye û bi berpirsyariya têkbirina pergala modernîst a kapîtalîst re rû bi rû maye û rê li ber rizgariya hemû mirovahiyê vekiriye. Bi vê hişmendiya berpirsyariyê tevgerîn, kûrkirina vê bingehê û pêngavên xurt wê ji bo têkbirina pergala modernîteya kapîtalîst û bidawîkirina mêtingeriyê bibe diyarker. Bi hişmendiya vê berpirsyariya dîrokî re divê em hişmendiya azadiyê kûr bikin, zihniyeta serdest a mêr têk bibin û jiyana komunal a ekolojîk a demokratîk pêş bixin. Divê em 1’ê Gulanê bi rengekî li gorî wateya wê pêşwazî bikin û pîroz bikin.

DIVÊ TEQEZ SÎSTEMA MÊTINGERIYÊ JI HOLÊ WERE RAKIRIN

Pêşengên dîrokî yên sosyalîzmê diyar kirin ku modernîteya kapîtalîst her ku biçe wê mêtingeriyê mezin bike û veguhere mêtingeriya bêsînor û rakirina vê pergala mêtingeriyê erka herî bingehîn a mirovahiyê ye. Îro em gelek çêtir dibînin ku dîrokê wan piştrast kiriye. Modernîteya kapîtalîst bi sekna xwe ya ji bo destkeftiyên herî zêde, bi tinekirina hemû nirxên mirovahiyê, ferdperestî û xweperestiyê bi pêş xist û bi tinekirina ekolojiyê re jiyan aniye asta tinebûnê. Ne civak û ne jî xwezaya ku em tê de dijîn êdî nikarin tehemulî modernîteya kapîtalîst bikin. Jiholêrakirina vê pergala mêtingeriyê û avakirina jiyaneke demokratîk, komînal, wekhevîxwaz, azadîxwaz û ekolojîk bûye esas. Rêya bi destxistina vê yekê jî pêşxistina yekîtî û tifaqa ku cewhera 1’ê Gulanê îfade dike û bi têkoşîna gel û jinan re di nava yekîtî û hevgirtinê de têkoşîna sosyalîzm û demokrasiyê ye.

RÊBER APO JI BO AZADIYA HEMÛ GELAN TÊKOŞIYA

Şoreşa Azadiya Kurdistanê di çarçoveya têkoşîna sosyalîzmê de pêş ket. Rêber Apo ne tenê ji bo azadiya gelê Kurd, ji bo azadiya hemû gelan û bindestan têkoşiya û ji bo vê jî her tim di nava lêgerîn û hewldanan de bû. Têgihiştin û helwesta têkoşîna hevpar û jiyana hevbeş bi têkoşîna gelê Kurd re kiriye parçeyek û hêza pêşeng a têkoşîna gelên Tirkiye û Rojhilata Navîn. Rêber Apo bi israr ji bo pêşxistina wê têkoşiyaye. Şoreşa ku li Rojava derket holê, pêşketina gelên Îran û Rojhilatê ya di ronahiya felsefeya Jin Jiyan û Azadiyê de, paşveçûna faşîzma AKP-MHP’ê ya li Tirkiyeyê û geşedanên ku hêzên demokratîk bi dest xistin, encamên vê israrê bûn. Li aliyê din Rêber Apo bi pêşxistina paradîgmaya sosyalîzma derveyî dewletî ya li ser esasê azadiya jinê, demokrasî û ekolojiyê û teoriya modernîteya demokratîk a li dijî modernîteya kapîtalîst, hewl da astengiya îdeolojîk-teorîk derbas bike û asoyê bide têkoşîna sosyalîzmê. Ev keda Rêber Apo xwedî girîngiyeke dîrokî ye.

BANG LI TEVGERÊN SOSYALÎST Û DEMOKRATÎK HATE KIRIN KU TEVLÎ PÊNGAVA AZADIYÊ BIBIN

Ev hemû nîşan dide ku Rêber Apo bi berpirsyariyeke dîrokî tevgeriya. Em bang li hemû tevgerên sosyalîst û demokratîk dikin ku li dijî tecrîda mutleq a li ser Rêber Apo, di 1’ê Gulanê de bi yekîtî û hevgirtina bi gelê Kurd re, bi hewldan û helwesta têkoşînê ya Rêber Apo re bibin xwedî helwesta ku azadiya fîzîkî ya Rêber Apo armanc dike û tevlî pêngava azadiyê bibin.

Divê gelê Kurd jî bêhtir xwedî li 1’ê Gulanê derkeve. Di 1’ê Gulanê de dakeve qadan û bi kedkar û gel re hevgirtina xwe nîşan bide. Bi xurtî daxwazên xwe yên azadiyê biqîre û bi daxwaza azadiya fîzîkî ya Rêber Apo Pêngava Azadiyê ya Gerdûnî bînin asta girseyîbûnê. Bi vê hest û helwestê em careke din 1’ê Gulanê pîroz dikin. Di serî de gelê Kurdistanê bang li hemû gelan, jinan, ciwanan û dostan dikin ku di 1’ê Gulanê de dakevin qadan, bi hevgirtina karker û kedkaran re têkoşîna wekhevî, azadî û demokrasiyê bilind bikin. Li ser vê bingehê banga bi xurtî pîrozkirina 1’ê Gulanê dikin.”

YÊN HATINE ÊTÎKETKIRIN BEHDÎNAN

Ji me agahî bistîne!

Eger tu bibî abone em ê nûçeyên lezgîn yekser ji maîla te re bişînin.
Eger tu bibî abone te we wateyê ku tu Polîtikaya Malpera Me dipejînî û dîsa tê wê wateyê ku tu Şert û Mercên me qebûl dikî. Tu kendî bixwazî dikarî ji abonetiyê derkevî
Çi Difikirî?
.0
.0
.0
.0
.0
.0
Nûçeya Berê HBDH: Em berxwedana li dijî dagirkeriyê mezin bikin!
Nûçeya Pişt re ‘Înfaza karkerên Kurd bi biryara MGK’ê pêk hat’
Nirxandinek Bike Nirxandinek Bike

Nirxandinek Bike Cancel reply

You must be logged in to post a comment.

Me Bişopîne!

Tu dikarî li ser gelek platforman rûpelên me bişopînî.
FacebookBiecibîne
TwitterBişopîne
PinterestPîn bike
InstagramBişopîne
YoutubeSubscribe
TiktokBişopîne
TelegramBişopîne
Google NewsBişopîne
LinkedInBişopîne
- Frekans -
Ad image
- Frekans -
Ad image

Navarokên Li Pêş

Li Çelebiyê gel berê xwe da qada Newrozê

Ji Çelebiyê û derdor gel ji bo şahiya Newrozê berê xwe da gundê Reqasê.

Ji aliyê Stêrk TV

ROJEVA 25’Ê ADARA 2024’AN

Sernavên sereke ji rojeva Kurdistanê û Cîhanê.

Ji aliyê Stêrk TV

DEM Partiyê xalên sereke yên aştî û demokrasiyê diyar kir

Meclîsa DEM Partiyê, di encamnameya civîna Meclîsa Partiyê de ku di 12’ê Sibatê de hatibû…

Ji aliyê Stêrk TV

Ev jî di be ku bala te bikşînin

Kurdistan

Êrişên bi dronan li ser Hewlêr û Silêmaniyê

Ji aliyê Stêrk TV
Kurdistan

Mehmet Çevîren ê li girtîgehê jiyana xwe ji dest da li Dêrikê hate veşartin

Ji aliyê Stêrk TV
Kurdistan

Qurbaniyên Enfalê li Germiyanê hatin bîranîn

Ji aliyê Stêrk TV
Jin

Ji KJK’ê ji bo Zeynep Cansiz peyama sersaxiyê

Ji aliyê Stêrk TV
Ya Berê Ya Pişt re
Stêrk TV
Stêrk TV
Stêrk TV

Li Ser Şopa Heqîqetê

Stêrk TV kanaleke pirziman ya nûçeyan e. Zimanê sereke ya kanalê kurdî ye. Kanal bi van zimanan nûçeyan diweşîne; kurmancî, soranî, goranî, hewramî, dimilî û îngilîzî.

Facebook Twitter Youtube Rss Medium
Kategorî
  • Kurdistan
  • Rojane
  • Çand û Hûner
  • Cîhan
  • Jin
  • Civak & Ekolojî
  • Zanist
Rûpel
  • Têkîlî
  • Frekans
  • Derbarê me de
  • Şert û Merc
  • Rêgezên Malperê
  • Kar Xwestin
  • Kunye

© Stêrk TV. Hemû mafê wê parastîne

adbanner
AdBlock Asteng Dike
Malpera me de reklam hene, ji ber vê sedemê malpera me bixin listeya spî ya AdBlock'ê
Temam, ez ê li listeya spî zêde bikim
Hûn bi xêr hatin

Têkevin hesabê xwe

Te paroleya xwe jibîr kir?