Sêşem, 13 Cotmeh 2026
  • Ji Bo Min
  • Favoriyên Min
  • Tomarên Min
  • Dîtinên Min
  • Blog
Video
Podcast
Zindî
Arşîv
Neşeriya Çalakiyan
Stêrk TV
  • DESTPÊK
  • ROJANE

    Îtiraza ji bo Saît Yildirim a li dijî taloqkirina tehliyeyê hate redkirin

    Ji aliyê Stêrk TV

    Ji DBP’ê û DEM Partiyê civînên gel: ‘Em ê bi hev re sedsala nû ava bikin’

    Ji aliyê Stêrk TV

    ÎHD’ê banga berdana girtiyê nexweş Celal Yildirim kir

    Ji aliyê Stêrk TV

    Îranê bi dronan êrîş bir ser navçeya Koye

    Ji aliyê Stêrk TV

    Komploya navneteweyî li Mîçûrînskê hate şermezarkirin

    Ji aliyê Stêrk TV

    Li gorî Fetî Yildiz pêvajo dê heta dawiya Mijdarê bi encam be!

    Ji aliyê Stêrk TV
  • KURDISTAN

    Aqûbeta 5 Kurdên li Baneyê hatine girtin nayê zanîn 

    Ji aliyê Stêrk TV

    Çalakiya nobetê ya li Mexmûrê bi biryardarî didome

    Ji aliyê Stêrk TV

    Nivîskarê Kurd Mehmed Ûzûn li ser gora xwe hate bîranîn

    Ji aliyê Stêrk TV

    ‘Têkoşîna me wê heta azadiya fîzîkî ya Rêber Apo dewam bike’

    Ji aliyê Stêrk TV

    Li Amedê qurbaniyên Komkujiya 10’ê Cotmehê hatin bibîranîn

    Ji aliyê Stêrk TV

    Bi girseyî çûn serdana taziyeya Reşat Eroglu yê PKK’î

    Ji aliyê Stêrk TV
  • JIN

    Ji çiyayên Kurdistanê peyama ji bo Kombûna Jinan a Navneteweyî

    Ji aliyê Stêrk TV

    Aynûr Sarica: Divê jin bibin hîmê damezrîner ê pêvajoya aştiyê

    Ji aliyê Stêrk TV

    ‘Li dijî provokasyonên li Hesekê divê em helwest nîşan bidin!’

    Ji aliyê Stêrk TV

    Wê nexşerêya Jineolojiyê were diyarkirin

    Ji aliyê Stêrk TV

    Li Arjantînê ji bo bîranîna şehîd Lêgerîn Çiya civîn

    Ji aliyê Stêrk TV

    Rewşa tenduristiyê ya Nêrgis Mihemedî nebaş bû

    Ji aliyê Stêrk TV
  • ÇAND Û HÛNER

    Xelata Wêjeyê ya Nobelê ji Anne Carson re hate dayin

    Ji aliyê Stêrk TV

    ‘Divê şaredarî ji bo şano û çanda Kurd derfetan biafirîne’

    Ji aliyê Stêrk TV

    Li Freiburgê 1’emîn Festîvala Film a Kurdî destpê kir

    Ji aliyê Stêrk TV

    ‘Aştiya mayinde bi demokratîkbûneke xurt pêk tê û hunerê jî azad dike’

    Ji aliyê Stêrk TV

    Derhêner Semîr Aslanyurek: Sînema û huner divê bi aştiyê re be

    Ji aliyê Stêrk TV

    ‘Di pêvajoya aştiyê de rola hunerê bi qasî ya polîtîkayê girîng û pêwîst e’

    Ji aliyê Stêrk TV
  • CÎHAN
  • YÊN DIN
    • Gotar
    • Civak
    • Rojava
    • Gotar
  • 🔥
  • HEMÛ BAJAR
  • AMED
  • STENBOL
  • BEHDÎNAN
  • ENQERE
  • ROJEV
  • QAMIŞLO
  • KOBANÊ
  • WAN
  • ŞENGAL
  • HESEKÊ
  • ŞIRNEX
  • MÊRDÎN
  • RIHA
  • LEZGÎN
  • ÊLIH
  • COLEMÊRG
Nûçeyên Lezgîn
DAÎŞ’ê car din li Hewîce êrîş kir
Li Hesekê êrîşa çekdarî: 3 kes birîndar bûn
Serkirdeyekî DAÎŞ’ê hat girtin
Li Tehranê cezayê darvekirinê li 3 welatiyên Kurd hate birîn
Li Minbicê teqîn: Kesek jiyana xwe ji dest da
Dîtina TîpanAa
Stêrk TVStêrk TV
  • Kurdistan
  • Jin
  • Çand û Hûner
  • Cîhan
  • Rojava
  • Rojane
  • Cîhan
  • Civak & Ekolojî
  • Zanist
  • Ji Bo Min
  • Dîtinên Min
  • Tomarên Min
  • Favoriyên Min
Bigere
  • Kategorî
    • Kurdistan
    • Jin
    • Ciwan
    • Çand û Hûner
    • Cîhan
  • BAJAR
    • HEMÛ BAJAR
    • AMED
    • STENBOL
    • QAMIŞLO
    • ŞEHBA
    • REQA
    • WAN
  • JI BO TE
    • Ji Bo Min
    • Tomarên Min
    • Favoriyên Min
    • Dîtinên Min
  • RÛPEL
    • Podcast
    • Video
    • Wêne
    • Gotar
Hesabê we heye? Têketin
Me bişopîne
© Mafên belavkirinê li ba Stêrk TV parastî ne 2024. Hemû maf parastî ne.
Stêrk TV > Blog > Kurdistan > KCK’ê ji bo kesên li Bolûyê jiyana xwe ji dest dane sersaxî xwest
Kurdistan

KCK’ê ji bo kesên li Bolûyê jiyana xwe ji dest dane sersaxî xwest

KCK: “Gelekî eşkere ye ku ev karesat ji ber xemsariyan rû daye. Ji ber ku dewlet û desthilatdarî erkên xwe yên sereke bi cih naînin, li Tirkiyeyê bûyerên weke îhmalkarî, gendelî, xizaniya gel û zehmetiyên jiyanî bi awayekî zêde rû didin.”

Stêrk TV
Stêrk TV Dîroka nûkirinê: 21. Çile 2025 Dema xwendinê: 3 dq.
Parvekirin

Hevserokatiya Konseya Rêveber a KCK’ê bi boneya şewata li Hotêla Grandê ya li Navenda Liyanê ya Kartalkaya ya Bolûyê ku 66 kesan jiyana xwe ji dest da daxuyaniyek nivîskî weşand.

Di daxuyaniya Hevserokatiya Konseya Rêveber a KCK’ê de wiha hate gotin: “Di encama şewata otêla li tesîsên Kartalkaya ên li Bolûyê de bi dehan kesan jiyana xwe ji dest dane û birîndar bûne.  Ji raya giştî re hate parvekirin ku 66 kesan jiyana xwe ji dest dane û zêdetirî 50 kesî jî birîndar bûne. Em dixwazin diyar bikin ku vê bûyerê em gelekî xemgîn kirine. Rehma Xwedê li ser kesên jiyane xwe ji dest dane be û ji malbatan wan re sersaxiyê dixwazin. Ji birîndaran re jî şifayê dixwazin.

EŞKERE YE KU EV KARESAT JI BER XEMSARIYÊ RÛ DAYE

Gelekî eşkere ye ku ev karesat ji ber xemsariyan rû daye. Karesatên bi vî rengî ku li Tirkiyeyê gelekî rû didin, tim ji ber xemsariyê rû didin.  Ji ber ku dewlet û desthilatdarî erkên xwe yên sereke bi cih naînin, li Tirkiyeyê bûyerên weke îhmalkarî, gendelî, xizaniya gel û zehmetiyên jiyanî bi awayekî zêde rû didin. Deshilatdariya Tirkiyeyê, di çarçoveya xizmetguzariya gel de ku erka wê ya sereke ye, tevnagere. Tekane tişta ku heya niha desthilatdariyê giranî dayê û li ser çavkaniyan xerc dike, qirkirina gelê Kurd û şerê li dijî gelê Kurd e.  Hemû neheqî, kiryarên nedemokratîk, gendelî, îhmalkarî û dizî weke encameke vê ferasetê derketîne holê û zêde bûne.  Ger zext neyê kirin û têkildarî bûyerê lêkolînên berfireh werin kirin, wê eşkere bibe ku şewata otêla li tesîsên Kartalkaya ên li Bolûyê rasterast bi vê ferasetê ve girêdayî ye.

DIVÊ MUXALEFET XEMSARÎ Û SEDEMÊN RASTÎN DERXE HOLÊ

Lê belê weke hemû caran zext tê kirin, biryara qedexeya weşanê tê dayîn, rê li ber lêkolîneke serbixwe û berfireh tê girtin.  Weke hemû caran bi veşartina rastiyan û tevlîhevkirina bûyerê re saziyên eleqedar kesekî weke sûcdar diyar dikin yan jî çend kes tên binçavkirin û bûyer tê veşartin.  Mixabin ku sedemên rastîn û zîhniyet û polîtîkayên di bin van sedeman de nayên eşkerekirin.  Em hêvî dikin ku vê carê wê muxalefet û rêxistinên civakî bi awayekî berfireh li ser vê karesatê bisekinin, xemsarî û sedemên rastîn ên xemsariyê derxînin holê  û bernameyeke nûbûn û demokratîkbûnê ya ku wê sererastkirineke rastîn dabîn bike, pêş bixin.”

YÊN HATINE ÊTÎKETKIRIN HEMÛ BAJAR

Ji me agahî bistîne!

Eger tu bibî abone em ê nûçeyên lezgîn yekser ji maîla te re bişînin.
Eger tu bibî abone te we wateyê ku tu Polîtikaya Malpera Me dipejînî û dîsa tê wê wateyê ku tu Şert û Mercên me qebûl dikî. Tu kendî bixwazî dikarî ji abonetiyê derkevî
Çi Difikirî?
.0
.0
.0
.0
.0
.0
Nûçeya Berê Hejmara kesên di şewatê de jiyana xwe ji dest dayin derket 76’an
Nûçeya Pişt re Fermandara YPJ’ê ya ji Erebistana Siûdî: Ez di nava dozeke mafdar de me
Nirxandinek Bike Nirxandinek Bike

Nirxandinek Bike Cancel reply

You must be logged in to post a comment.

Me Bişopîne!

Tu dikarî li ser gelek platforman rûpelên me bişopînî.
FacebookBiecibîne
TwitterBişopîne
PinterestPîn bike
InstagramBişopîne
YoutubeSubscribe
TiktokBişopîne
TelegramBişopîne
Google NewsBişopîne
LinkedInBişopîne
- Frekans -
Ad image
- Frekans -
Ad image

Navarokên Li Pêş

Rêxistina Efûyê: ‘Piştgiriya sîstema apartheid û qirkirinê ya Îsraîlê rawestînin’

Amnesty International, bang li dewlet û şîrketan kir ku hemû xebatên ku piştgirî dide ‘sîstema…

Ji aliyê Stêrk TV

Trump: Agirbest di meriyetê de ye, hemû balafir wê vegerin baregehên xwe

Serokê DYE’yê Donald Trump teqez kir ku agirbesta di navbera Îran û Îsraîlê de, êdî…

Ji aliyê Stêrk TV

Cenazeyê Goz 3 sal şûnde radestî malbatê hat kirin

Cenazeyê Adem Goz ê di şerekî di sala 2021’an de li Dersîmê derketî de şehîd…

Ji aliyê Stêrk TV

Ev jî di be ku bala te bikşînin

Kurdistan

Aqûbeta 5 Kurdên li Baneyê hatine girtin nayê zanîn 

Ji aliyê Stêrk TV
Rojane

Îtiraza ji bo Saît Yildirim a li dijî taloqkirina tehliyeyê hate redkirin

Ji aliyê Stêrk TV
Rojava

Hevrîn Xelef û Ferhad Remezan li Dêrikê hatin bibîranîn

Ji aliyê Stêrk TV
Rojane

Ji DBP’ê û DEM Partiyê civînên gel: ‘Em ê bi hev re sedsala nû ava bikin’

Ji aliyê Stêrk TV
Ya Berê Ya Pişt re
Stêrk TV
Stêrk TV
Stêrk TV

Li Ser Şopa Heqîqetê

Stêrk TV ji sala 2009an ve di warên siyasî, civakî, çandî û hunerî de weşanê dike. Bi nêrîna azadiya jinê û avakirina civakeke demokratîk, Stêrk TV xebatên civakî, çandî, hunerî, dîrokî, aborî û yên jîngehê dimeşîne. Di çarçoveya parastin û pêşxistina çand û zimanê Kurdî de, bi zaravayên Kurmancî, Soranî, Kirmanckî û Hewramî nûçe û bernameyên cûrbicûr amade dike û diweşîne. Stêrk TV xizmetê li çand û hunera Kurdî dike.

Facebook Twitter Youtube Rss Medium
Kategorî
  • Kurdistan
  • Rojane
  • Çand û Hûner
  • Cîhan
  • Jin
  • Civak & Ekolojî
  • Zanist
Rûpel
  • Têkîlî
  • Frekans
  • Derbarê me de
  • Şert û Merc
  • Rêgezên Malperê
  • Kar Xwestin
  • Kunye

© Stêrk TV. Hemû mafê wê parastîne

adbanner
AdBlock Asteng Dike
Malpera me de reklam hene, ji ber vê sedemê malpera me bixin listeya spî ya AdBlock'ê
Temam, ez ê li listeya spî zêde bikim
Hûn bi xêr hatin

Têkevin hesabê xwe

Te paroleya xwe jibîr kir?