Lîderê Koreya Bakur Kim Jong Un ragihand ku bernameya ji bo bicihkirina çekên nukleer li nava hêzên deryayî yên welêt, bi rengê ku tê plankirin didome.
Li gorî Ajansa Nûçeyan a Navenda Koreyê (KCNA) Kim Jong Un roja sêşemê li bajarê Nampo di merasîmekê de axivî û got, “Bernameya ji bo çekên nukleer, li ser rotaya hatî diyarkirin pêş dikeve.”
Kim Jong Un diyar kir ku ev strateji wê welêt ji bo operasyonên leşkerî bike xwedî kapasîteyeke nukleer a amade.
KEŞTIYÊN ŞER ÊN 10 HEZAR TONÎ
Di merasîmê de yek ji keştiyên şer a 5 hezar tonî “Choe Hyon” ji bo xizmetê hate girtin.
Kim Jong Un diyar kir ku piştî Choe Hyon destroyera nû ya bi navê “Kang Kon” jî wê nava demek kurt bikeve xizmetê û ragihand ku wê keştiyên şer 10 hezar tonî jî bên çêkirin.

