Pêncşem, 8 Cotmeh 2026
  • Ji Bo Min
  • Favoriyên Min
  • Tomarên Min
  • Dîtinên Min
  • Blog
Video
Podcast
Zindî
Arşîv
Neşeriya Çalakiyan
Stêrk TV
  • DESTPÊK
  • ROJANE

    Ji girtiyên Apoyî daxuyaniya ji bo ‘9’ê Cotmehê’

    Ji aliyê Stêrk TV

    Heyeta Îmraliyê bi AKP’ê re civiya

    Ji aliyê Stêrk TV

    DFG’ê Gûrbetellî Ersoz bi bîr anî

    Ji aliyê Stêrk TV

    Rêveberiya Tevgerê: Li pêşiya azadiya Rêber Apo ti astengî nemaye!

    Ji aliyê Stêrk TV

    Kalkan: Divê em ji bo têkoşîna sala 29’an armancên mezin deynin pêşiya xwe

    Ji aliyê Stêrk TV

    KON-MED’ê li dijî komploya 9’ê Cotmehê banga tevlîbûna çalakiyan kir

    Ji aliyê Stêrk TV
  • KURDISTAN

    Li Binarê Qendîlê 28’emîn salvegera Komploya 9’ê Cotmehê hat şermezarkirin

    Ji aliyê Stêrk TV

    Bi girseyî serdana taziyeya Şehîd Zozan hat kirin

    Ji aliyê Stêrk TV

    Meclisa gel a Şengalê: Bi sekn û helwesta Rêber Apo hemû komplo hatin têkbirin

    Ji aliyê Stêrk TV

    Li Hewlêrê çeteyekî DAÎŞ’ê hate girtin

    Ji aliyê Stêrk TV

    KNK: Bêdengiya li hemberî talankirina xwezayê sûcekî mezin e

    Ji aliyê Stêrk TV

    PDK ji bo rêyên li xaka xwe, destûr ji Tirkiyeyê digre

    Ji aliyê Stêrk TV
  • JIN

    PAJK: Azadiya Rêber Apo temînata aştiyê ya li Rojhilata Navîn e

    Ji aliyê Stêrk TV

    ‘Tehrîka neheq ji bo sûcdaran vediguhere mekanîzmayeke parastinê’

    Ji aliyê Stêrk TV

    MKG: Ji dema Gurbetellî heta îro têkoşîna rojnamegerên jinên Kurd didome

    Ji aliyê Stêrk TV

    KJK: Em daxwaza azadiya fîzîkî ya Rêbertî hîn bi xurtî bilêv bikin!

    Ji aliyê Stêrk TV

    ‘Biryara AYM’ê dikare bibe sedem ku dema jin cihê bû, xwe hîn bêhtir bêçare bibîne’

    Ji aliyê Stêrk TV

    Nobeda Bîr û Edaletê ya Jinan destpê kir

    Ji aliyê Stêrk TV
  • ÇAND Û HÛNER

    ‘Divê şaredarî ji bo şano û çanda Kurd derfetan biafirîne’

    Ji aliyê Stêrk TV

    Li Freiburgê 1’emîn Festîvala Film a Kurdî destpê kir

    Ji aliyê Stêrk TV

    ‘Aştiya mayinde bi demokratîkbûneke xurt pêk tê û hunerê jî azad dike’

    Ji aliyê Stêrk TV

    Derhêner Semîr Aslanyurek: Sînema û huner divê bi aştiyê re be

    Ji aliyê Stêrk TV

    ‘Di pêvajoya aştiyê de rola hunerê bi qasî ya polîtîkayê girîng û pêwîst e’

    Ji aliyê Stêrk TV

    Li Misirê goreke hespê şer ê beriya 3 hezar salan hat dîtin

    Ji aliyê Stêrk TV
  • CÎHAN
  • YÊN DIN
    • Gotar
    • Civak
    • Rojava
    • Gotar
  • 🔥
  • HEMÛ BAJAR
  • AMED
  • STENBOL
  • BEHDÎNAN
  • ENQERE
  • ROJEV
  • QAMIŞLO
  • KOBANÊ
  • WAN
  • ŞENGAL
  • HESEKÊ
  • ŞIRNEX
  • MÊRDÎN
  • RIHA
  • LEZGÎN
  • ÊLIH
  • COLEMÊRG
Nûçeyên Lezgîn
Serkirdeyekî DAÎŞ’ê hat girtin
Li Tehranê cezayê darvekirinê li 3 welatiyên Kurd hate birîn
Li Minbicê teqîn: Kesek jiyana xwe ji dest da
Baregeha KDP-Î ya li Hewlêrê hate bombekirin
Li Zaxoyê jinek hate kuştin
Dîtina TîpanAa
Stêrk TVStêrk TV
  • Kurdistan
  • Jin
  • Çand û Hûner
  • Cîhan
  • Rojava
  • Rojane
  • Cîhan
  • Civak & Ekolojî
  • Zanist
  • Ji Bo Min
  • Dîtinên Min
  • Tomarên Min
  • Favoriyên Min
Bigere
  • Kategorî
    • Kurdistan
    • Jin
    • Ciwan
    • Çand û Hûner
    • Cîhan
  • BAJAR
    • HEMÛ BAJAR
    • AMED
    • STENBOL
    • QAMIŞLO
    • ŞEHBA
    • REQA
    • WAN
  • JI BO TE
    • Ji Bo Min
    • Tomarên Min
    • Favoriyên Min
    • Dîtinên Min
  • RÛPEL
    • Podcast
    • Video
    • Wêne
    • Gotar
Hesabê we heye? Têketin
Me bişopîne
© Mafên belavkirinê li ba Stêrk TV parastî ne 2024. Hemû maf parastî ne.
Stêrk TV > Blog > Kurdistan > KJAR: Ruhê ciwantiyê ne îxanet e, tolhildan e
Kurdistan

KJAR: Ruhê ciwantiyê ne îxanet e, tolhildan e

KJAR’ê bi daxuyaniyeke nivîskî piştgiriya xwe ya ji bo pêngava ‘Dema Tolhildanê’ eşkere kir û got: ‘’Pêngava Dema Tolhildanê pêngava me hemûyan e. Em dikarin bes bi tolhildana şehîdên xwe, xwedî li şoreşa azadiyê derkevin.’’

Stêrk TV
Stêrk TV Dîroka nûkirinê: 4. Cotmeh 2024 Dema xwendinê: 5 dq.
Parvekirin

Komelgeha Jinên Azad ên Rojhilatê Kurdistanê (KJAR) bi daxuyaniyeke nivîskî piştgiriya xwe ya ji bo pêngava ‘Dema Tolhildanê’ eşkere kir ku ji aliyê  Komelgeha Jinên Ciwan ên Rojhilatê Kurdistanê (KJCR) û Komelgeha Ciwanên Rojhilatê Kurdistanê (KCR) ve hate destpêkirin.

KJAR’ê di destpêka daxuyaniya xwe de bal kişand ser girîngiya rola jin û ciwanan a di nava civakê de û ev yek got: ‘’Heya roja me ya îroyîn her dem dîrok li her devereke cîhanê bûye şahîd ku her dem pêşengên şoreş û serhildanan jin û ciwan in. Ciwan hêz û potansiyela civakan in. Ruhê ciwantiyê, ruhê serhildêrî û berxwedanê ye. Civak bi jin û ciwanan bi hêz dibin û azadiya xwe bi dest dixin. Di hemû şoreşên Kurdistanê de  her dem jin û ciwan xwediyên hêza pêşeng bûne. Ev yek heya roja me ya îro jî berdewam e. Di şoreşa; ‘Jin, Jiyan, Azadî’ de jî yên ku bê rawestan têdikoşin dîsa jin û ciwan in. Li kolanan ciwanên ku hêz û parastina wan tenê îrade û eşqa wan ya azadiyê bû, bi rêbazên herî hovane bi destê rejîma xwînmij ya Îranê hatin qetilkirin. Jin û ciwanên ku bi hemû hêza dengê xwe bang dikirin û daxwaza azadiya xwe dikirin, hatin êşkencekirin û zindankirin. Bi sedan  jin û ciwanên ku daxwaza jiyaneke azad dikin, ji aliyê rejîma Îranê ve hatin sûcdarkirin û li pêşiya çavê mirovahiyê hatin darvekirin.’’

KJAR’ê di berdewamiya daxuyaniya xwe de destnîşan kir ku pêngava ‘Dema Tolhildanê’ di demeke kurt de di nava civakê de belav bûye û piştgiriya xwe ji bo pêngavê bi van gotinan eşkere kir: ‘’Pêngava ‘Dema Tolhildanê’  pêngava me tevan e. Ev pêngav ji aliyê tevgerên jinên ciwan û ciwanan hatiye destpêkirin. Ji ber ku em dikarin bes bi tolhildana şehîdên xwe, xwedî li şoreşa azadiyê derkevin. Pêngava ‘Dema Tolhildanê’ ya ji aliyê  Komelgeha Jinên Ciwan ên Rojhilatê Kurdistanê (KJCR) û Komelgeha Ciwanên Rojhilatê Kurdistanê (KCR) ve hatiye destpêkirin û di demeke kurt de dengekî mezin û çalakvaniyeke berfirej derxist holê. Ev yek dide diyarkirin ku tevahiya gelê Rojhilatê Kurdistan û Îranê hêrsa tolhildana şehîdên xwe di nava her hucreyeke bedena xwe de hîs dike. Rejîma Îranê bi awayekî hovane êrîşî li jin û ciwanan dike. Ji bo ku bitirsîne, ji tekoşîn û berxwedana ji bo azadiyê dûr bixe, serî li her rê û rêbazên hovane dide. Lê belê jin, ciwan û tevahiya gelê Rojhilatê Kurdistan û Îranê ji bo yek kêliyê be jî netirsiyane û gav paş de navêtine.  Serîtewandina li hemberî vê rejîma xwînmij tê wateya îxanetkirina li xwîna şehîdên ku canê xwe di nava şoreşa ‘Jin, Jiyan, Azadî’ de fedayî azadî û demokrasiyê kirine. Pêwîst e ku em weke  jin û ciwanan tu carî  vê îxanetê ji xwe re qebûl nekin. Rihê ciwantiyê ne îxanet e, tolhildan e.’’

KJAR’ê di dawiya daxuyaniya xwe de banga xwedîderketina pêngavê kir û daxuyaniya xwe bi van gotinan bi dawî kir: ‘’Em weke KJAR’ê  bi wesîleya vê daxuyaniya piştgiriyê Şehîd Sara, Bişeng, Tolhildan, Nîka, Sarîna, Komar, Hedîs û hemû şehîdên şoreşa ‘Jin, Jiyan, Azadî’ bi rêz û minetdarî bi bîr tînin. Her wiha em didin diyarkirin ku ji bo tolgirtina hemû jin û ciwanên ku bi destê deshilata qirêj hatine qetilkirin, em jî piştgiriya xwe ya ji bo pêngava ‘Dema Tolhildanê’ eşkere dikin. Li hemû qadan em ê li ser vî esasî xebat û têkoşîna xwe  bihêztir bikin. Her wiha em bang li tevahiya jin û jinên ciwan dikin ku bi hemû hêza xwe beşdarî vê pêngavê bibin û bi ruhê tolgirtinê  jiyan bikin. Em ê bi tolhildanê berdewamiyê bidin şoreşa xwe, azadiya xwe bi dest bixin û bigihîjin jiyana birûmet.’’

YÊN HATINE ÊTÎKETKIRIN HEMÛ BAJAR

Ji me agahî bistîne!

Eger tu bibî abone em ê nûçeyên lezgîn yekser ji maîla te re bişînin.
Eger tu bibî abone te we wateyê ku tu Polîtikaya Malpera Me dipejînî û dîsa tê wê wateyê ku tu Şert û Mercên me qebûl dikî. Tu kendî bixwazî dikarî ji abonetiyê derkevî
Çi Difikirî?
.0
.0
.0
.0
.0
.0
Nûçeya Berê Canpolat: Aştîxwaz divê tevlî mîtîngê bibin
Nûçeya Pişt re Li bejahiya Elbakê operasyona leşkerî hate destpêkirin
Nirxandinek Bike Nirxandinek Bike

Nirxandinek Bike Cancel reply

You must be logged in to post a comment.

Me Bişopîne!

Tu dikarî li ser gelek platforman rûpelên me bişopînî.
FacebookBiecibîne
TwitterBişopîne
PinterestPîn bike
InstagramBişopîne
YoutubeSubscribe
TiktokBişopîne
TelegramBişopîne
Google NewsBişopîne
LinkedInBişopîne
- Frekans -
Ad image
- Frekans -
Ad image

Navarokên Li Pêş

Li Qamûşanê ji bo gerîllayê HPG’ê Baz Serhed taziye hat danîn

Bi girseyî serdana taziyeya ku li navçeya Qamûşan ê Qersê ji bo gerîllayê HPG’ê Baz…

Ji aliyê Stêrk TV

Serdana Dîreoktorê CIA’yê bo Kubayê bal kişand

Şandeya DYE bi seroktiya Dîrektorê CIA’yê John Ratcliffe ji bo bi rayedarên Kubayê re hevdîtin…

Ji aliyê Stêrk TV

‘Li dijî xeta xiyanetê pêwîstî bi stratejî û yekdengiya neteweyî heye’

Siyasetmedar û rewşenbîrên li Başûrê Kurdistanê diyar kirin ku divê li dijî dagirkeriyên li ser…

Ji aliyê Stêrk TV

Ev jî di be ku bala te bikşînin

Rojava

Şandeya jinan a ji Bakurê Kurdistanê çû Rojava serdana Pakrewangehê kir

Ji aliyê Stêrk TV
Kurdistan

Li Binarê Qendîlê 28’emîn salvegera Komploya 9’ê Cotmehê hat şermezarkirin

Ji aliyê Stêrk TV
Kurdistan

Bi girseyî serdana taziyeya Şehîd Zozan hat kirin

Ji aliyê Stêrk TV
Kurdistan

Meclisa gel a Şengalê: Bi sekn û helwesta Rêber Apo hemû komplo hatin têkbirin

Ji aliyê Stêrk TV
Ya Berê Ya Pişt re
Stêrk TV
Stêrk TV
Stêrk TV

Li Ser Şopa Heqîqetê

Stêrk TV ji sala 2009an ve di warên siyasî, civakî, çandî û hunerî de weşanê dike. Bi nêrîna azadiya jinê û avakirina civakeke demokratîk, Stêrk TV xebatên civakî, çandî, hunerî, dîrokî, aborî û yên jîngehê dimeşîne. Di çarçoveya parastin û pêşxistina çand û zimanê Kurdî de, bi zaravayên Kurmancî, Soranî, Kirmanckî û Hewramî nûçe û bernameyên cûrbicûr amade dike û diweşîne. Stêrk TV xizmetê li çand û hunera Kurdî dike.

Facebook Twitter Youtube Rss Medium
Kategorî
  • Kurdistan
  • Rojane
  • Çand û Hûner
  • Cîhan
  • Jin
  • Civak & Ekolojî
  • Zanist
Rûpel
  • Têkîlî
  • Frekans
  • Derbarê me de
  • Şert û Merc
  • Rêgezên Malperê
  • Kar Xwestin
  • Kunye

© Stêrk TV. Hemû mafê wê parastîne

adbanner
AdBlock Asteng Dike
Malpera me de reklam hene, ji ber vê sedemê malpera me bixin listeya spî ya AdBlock'ê
Temam, ez ê li listeya spî zêde bikim
Hûn bi xêr hatin

Têkevin hesabê xwe

Te paroleya xwe jibîr kir?