Şemî, 30 Gulan 2026
  • Ji Bo Min
  • Favoriyên Min
  • Tomarên Min
  • Dîtinên Min
  • Blog
Video
Podcast
Zindî
Arşîv
Neşeriya Çalakiyan
Stêrk TV
  • DESTPÊK
  • ROJANE

    Rejîma Îranê cezayê darvekirinê li ciwanekî din jî birî

    Ji aliyê Stêrk TV

    Komkujiya Çorûmê: DEM Partiyê ji bo aştiyê banga rûbirûbûnê kir

    Ji aliyê Stêrk TV

    ‘Nexşerêya li Îmraliyê di hevdîtina 27’ê Adarê de hate amadekirin, kirin qurbanê siyaseta hundirîn’

    Ji aliyê Stêrk TV

    Ekîn Yeter: Qanûna pêvajoyê divê bê derxistin

    Ji aliyê Stêrk TV

    ROJEVA 29’Ê GULANA 2026’AN

    Ji aliyê Stêrk TV

    Buroya Hiqûqê ya Asrînê: Abdullah Ocalan bi malbata xwe re hevdîtin kir

    Ji aliyê Stêrk TV
  • KURDISTAN

    Li Rojhilatê Kurdistanê 2 xwişk hatin binçavkirin

    Ji aliyê Stêrk TV

    Hêzên Îranê 2 aktîvîstên Kurd kuştin

    Ji aliyê Stêrk TV

    Şehîd Rêbaz Sine hate bîranîn

    Ji aliyê Stêrk TV

    Rejîma Îranê sê girtiyên Kurd bi darve kir

    Ji aliyê Stêrk TV

    Li Mexmûrê pîrozbahiyên Cejna Qurbanê

    Ji aliyê Stêrk TV

    Di Cejna Qurbanê de serdana gora Vedat Aydin

    Ji aliyê Stêrk TV
  • JIN

    Li Îranê cezayê giran ê girtîgehê li aktîvîstên jin hate birîn

    Ji aliyê Stêrk TV

    Şewq û şemala heyva çardeşevî: Seadet

    Ji aliyê Stêrk TV

    Dîlek Başalan: Em hewl didin rojeva xwe ber bi aştiyê ve bikişînin

    Ji aliyê Stêrk TV

    Cîgeha Alîna: Em hemû YPJ ne!

    Ji aliyê Stêrk TV

    Mafê Werîşe Muradî yê axaftina bi telefonê tê astengkirin

    Ji aliyê Stêrk TV

    Li Îranê cezayê girtîgehê li 2 aktîvîstên jin hate birîn

    Ji aliyê Stêrk TV
  • ÇAND Û HÛNER

    Sarya Melek Demîr: Min xwest bêhna axê û hunerê bigihîne hev

    Ji aliyê Stêrk TV

    Mîhrîcana 37’emîn ku bêhtirî 400 folklorîst beşdar bûn bi dawî bû

    Ji aliyê Stêrk TV

    37’emîn Mîhrîcana Govendên Kurdistan li Elmanyayê destpê kir

    Ji aliyê Stêrk TV

    Hunermend Elî Mansûr li Kolnê hat bîranîn

    Ji aliyê Stêrk TV

    Koma Berxwedan: Em rê nedin êrîşên li ser saziyên xwe yên çand û hunerî

    Ji aliyê Stêrk TV

    Li Berlînê ji bo Rojava konsera alîkariyê tê lidarxistin

    Ji aliyê Stêrk TV
  • CÎHAN
  • YÊN DIN
    • Gotar
    • Civak
    • Rojava
    • Gotar
  • 🔥
  • HEMÛ BAJAR
  • BEHDÎNAN
  • AMED
  • STENBOL
  • ENQERE
  • QAMIŞLO
  • ROJEV
  • KOBANÊ
  • WAN
  • ŞENGAL
  • HESEKÊ
  • ŞIRNEX
  • MÊRDÎN
  • RIHA
  • LEZGÎN
  • ÊLIH
  • COLEMÊRG
Nûçeyên Lezgîn
Durziyên li Girtîgeha Adrayê dest bi greva birçîbûnê kirin
Kampa Dareşekran a Hewlêrê bi mûşekan hate hedefgirtin
Rêveberiya Tevgerê: Divê desthilatdariya AKP-MHP’ê gavên pêwîst bêyî derengxistinê biavêje!
Ozel û Îmamoglu: Wê nekaribin têkoşîna me teslîm bigirin
Îranê 4 jinên Behayî tecrîd dike û birçî dihêle
Dîtina TîpanAa
Stêrk TVStêrk TV
  • Kurdistan
  • Jin
  • Çand û Hûner
  • Cîhan
  • Rojava
  • Rojane
  • Cîhan
  • Civak & Ekolojî
  • Zanist
  • Ji Bo Min
  • Dîtinên Min
  • Tomarên Min
  • Favoriyên Min
Bigere
  • Kategorî
    • Kurdistan
    • Jin
    • Ciwan
    • Çand û Hûner
    • Cîhan
  • BAJAR
    • HEMÛ BAJAR
    • AMED
    • STENBOL
    • QAMIŞLO
    • ŞEHBA
    • REQA
    • WAN
  • JI BO TE
    • Ji Bo Min
    • Tomarên Min
    • Favoriyên Min
    • Dîtinên Min
  • RÛPEL
    • Podcast
    • Video
    • Wêne
    • Gotar
Hesabê we heye? Têketin
Me bişopîne
© Mafên belavkirinê li ba Stêrk TV parastî ne 2024. Hemû maf parastî ne.
Stêrk TV > Blog > Rojane > KJK: Dem hatiye ku têkoşîna Kurdistana Azad û Rêbertiya Azad bigihînin serkeftinê
Rojane

KJK: Dem hatiye ku têkoşîna Kurdistana Azad û Rêbertiya Azad bigihînin serkeftinê

Koordînasyona KJK'ê ji bo çalakiya dîrokî ya ku li bajarê Koln ê Elmanyayê ji bo azadiya Rêber Apo hat lidarxistin, peyam şand û got: “Dem hatiye ku em têkoşîna bêdawî ya ji bo Kurdistana Azad û Rêbertiya Azad a gelê me û şehîdên me bigihînin serkeftinê."

Stêrk TV
Stêrk TV Dîroka nûkirinê: 16. Mijdar 2024 Dema xwendinê: 8 dq.
Parvekirin

Di çarçoveya pêngava “Ji Abdullah Ocalan re azadî, ji pirsgirêka Kurd re çareseriya siyasî” de li bajarê Koln ê Elmanyayê çalakiyeke mezin hat lidarxistin. Koordînasyona KJK’ê ji bo çalakiya dîrokî peyamekî nivîskî şand.

Peyama KJK’ê wiha ye:

“Gelê me yê welatparêz; em we bi hestên xwe yên şoreşgerî yên herî jidil silav dikin. Em soz didin we ku em ê têkoşîna azadiyê bi serketinê tacîdar bikin. Em careke din dixwazin ji were bibêjin; em pê serbilid û serfiraz in ku em zarokên vî gelî ne. Em zarokê vî gelî ne ku li ber zilmê serî natewîne, şer dike, şer dike û xweşik dibe, di azadiyê de israr dike.

Gelê me yê hêja; Pilana çokdanînê ji bo ku di sedsala 21’ê de têkoşîna gelê me ya ji bo azadiyê bişkîne û ji bo qirkirina Kurdan temam bike, hat çêkirin. Ev pilan pêşî li Îmraliyê bi tecrîdê xistin dewrê. Pergala qirkirinê ya li Îmraliyê weke sîstema qirkirina gelê Kurd bi israr tê meşandin. Ji ber ku Rêbertî weke sazûmaniya bîrdozî û siyasî paşeroj û hebûna gel temsîl dike. Dewleta Tirk ji bo gelê Kurd bi siyaseta înkar-îmha û pişaftinê qir bike, despêkê êrîşî rêbertiya vî gelî kiriye. Di dîrokê de jî wisa kir û rêber û pêşengên gel tasfiye kirin.

Rêber APO ji bo gelê Kurd ji vê çarenûsê rizgar bike, bi avakirina saziya Rêbertiya Azad xwest gelê Kurd ji qirkirinê rizgar bike, ji bo vê jî berxwedaneke bêhempa pêş xist.

Rêber Apo bi vê berxwedanê, hêzên komploger ên ku biryara tasfiyekirina tevgera me û gelê me dabûn, têk bir û bi paradîgmaya neteweya demokratîk û Konfederalîzma Demokratîk gelê Kurd kir hêza stratejîk a Rojhilata Navîn. Divê em pir baş fêm bikin ku Rêber APO çawa li dijî pergala qirkirina Îmraliyê li ber xwe da û gelê ku di nav pencên qirkirinê de veguherand hêzeke ku têk naçe. Ji ber vê berxwedana Rêber Apo rejîma faşîst a dewleta Tirk ev 8 sal in tecrîda girankirî ya bênavber li ser Rêbertiya me didomîne. Dewleta Tirk dixwaze gelê me bê Rêber bihêle û bêstatubûna gelê me bidomîne. Em li vê derê careke din radigîhînin ku wê rojên ku em weke jin û gel pergala qirkirinê ya Îmraliyê bişkînin nêzin. Em careke din radigîhînin ku di şexsê Rêber Apo de vê carê wê Rêbertiya Gelê Kurd encamê diyar bike û bi ser bikeve.

Gelê me yê hêja; Bi saya tevlêbûna we ya pêngava “Ji Rêber Apo re azadî, ji Kurdistanê re statû”, bi saya têkoşîna we û bi saya berxwedana fedaî û lehengiya gerîla, bi Rêber Apo re hevdîtin pêk hat û der barê tenduristiya Rêber Apo de me agahî wergirt. Me weke Tevgera Azadiya Jinê û gel silavên Rêber Apo wergirt. Em diyar dikin ku em ê bi awayekî serketî bersiva vê silavê bidin û em ê vê silavê bikin hinceta hevdîtina bi Rêberê Azad re.

Silava Rêbertî îdiaya serketina têkoşîna azadiya jinê hîn xurtir dike; Eşkere ye silava Rêbertiyê moral û îradeya têkoşînê zêde kiriye. Lê divê em ji bîr nekin Rêber Apo got, ‘Tecrîd berdewam dike.’ Divê em bizanibin ku tecrîd bi hevdîtina malbatê re bi dawî nebûye û pergala qirkirinê didome. Rejîma faşîst a Tirk, ji bo têkoşîna li dijî tecrîdê sist bike û serdema nû ya êrîşên qirkirinê bi hêsanî pêk bîne, şerê taybet xistiye dewrê. Di pêvajoya dîzaynkirina nû ya li Rojhilata Navîn de astengkirina pêkhatina statuya gelê Kurd, polîtîkaya esasî ya dewleta Tirk a vê serdemê ye. Dema ku dewleta Tirk ferq kir ku bi leşkerî nikare vê polîtîkayê pêk bîne, şerê taybet xist dewrê. Armanca dewletê ew e ku gelê Kurd bi gelên herêmê re bikeve nava nakokiyan, şer bike, bibe aliyekî şer. Bi gotinên weke pêvajoya çareseriyê jî têkoşînê sist bike û gel ji têkoşînê dûr bixe. Ji xeynî fêlbaziyeke nû ya qirêj, operasyoneke bîrbirinê û şîlokirina mêjiyan tu pêşketinek tine. Li holê çareserî tune ye, ya dixwazin biserxistina konsepta teslîmgirtinê ye. Jixwe bi rêya xespkirina şaredariyan jî nîşan dan ku wê îradeya gelê Kurd nas nekin û polîtîkayên xwe yên qirkirinê bidomînin.

Tevî piştgiriya navneteweyî û herêmî, tevî teknolojiya xwe ya pesnê xwe pê didin, tevî çekên kîmyewî û her cure êrîşên qirkirinê jî, li hemberî têkoşîna Tevgera Azadiya Kurdistanê bêçare mane. Heta di nuqteya şikestin û widakirinê de ne. Xuya ye ku fêmkirine ku wê winda bikin, ji ber vê serî li dek û dolaban, serî li hîle û xurdeyan didin.

Yekane rêya têkbirina konsepta teslîmiyetê, şikandina tecrîda Îmraliyê û avakirina şert û mercên xebata azad a Rêbertî ye. Ji bilî vê pêvajoyeke çareseriyê û têkoşînê nabe. Yekane muxatabê çareseriyê li ser navê gelê Kurd Rêber Apo ye. Berxwedana gelê me û pêngava azadiyê ku pêş xist, muxatab eşkere kir. Azadiya gelê Kurd; bi mezinkirina têkoşînê û bilindkirina berxwedanê re pêk bê. Hûn hevrêyên Rêber Apo ne, we bi wî re meşiya û bi wî re dest bi jiyaneke nû kir. Ev tê wateya bidestxistina îradeyeke ji pola, tê wateya hişmendiya heqîqetê û bidestxistina azadiyê. Em ji dil bawer dikin ku hûn ê bi îradeya xwe, bi rastiya xwe ya azad têkoşîna li dijî tecrîd û konsepta tasfiyeyê bi serketî bimeşînin.

Em weke Tevgera Azadiya Jinên Kurdistanê KJK’ê, diyar dikin ku ji bilî misogerkirina azadiya fîzîkî ya Rêberê xwe em ê tu biryar, nêzîkatî û helwestê qebûl nekin.

Em dibêjin êdî dem hatiye ku em vê meşa azadiyê bi şikandina tecrîda li Îmraliyê û bi hevdîtina Rêbertiya azad re tacîdar bikin.

Dem hatiye ku em vê meşê bi pêkanîna hesreta hezar salan a gelê me yê Rojava, Bakur, Rojhilat û Başûr bigihînin armancê.

Dem hatiye ku em têkoşîna bêdawî ya ji bo Kurdistana Azad û Rêbertiya Azad a gelê me û şehîdên me bigihînin serketinê.

Niha dîrok ji her demê bêhtir têkoşîn, xebat, rêxistinbûn, çalakî û pêşengiya kedê ji me dixwaze. Em we bi hezkirin û dilsoziya xwe ya ji dil we silav dikin. Em di wê baweriyê de ne ku hûn ê têkoşîna ku we heta niha fedakariyeke mezin meşandiye, hîn berfirehtir bikin.

Bijî Reber Apo

Biji Tekoşîna Azadiya Gelê Kurd

Jin Jiyan Azadî

Şehîd Namirin.”

 

YÊN HATINE ÊTÎKETKIRIN HEMÛ BAJAR

Ji me agahî bistîne!

Eger tu bibî abone em ê nûçeyên lezgîn yekser ji maîla te re bişînin.
Eger tu bibî abone te we wateyê ku tu Polîtikaya Malpera Me dipejînî û dîsa tê wê wateyê ku tu Şert û Mercên me qebûl dikî. Tu kendî bixwazî dikarî ji abonetiyê derkevî
Çi Difikirî?
.0
.0
.0
.0
.0
.0
Nûçeya Berê Nahêlin Werîşe Muradî sewqî nexweşxaneyê bê kirin
Nûçeya Pişt re Bakirhan: Em dixwazin nîqaşan veguherin çareseriyê
Nirxandinek Bike Nirxandinek Bike

Nirxandinek Bike Cancel reply

You must be logged in to post a comment.

Me Bişopîne!

Tu dikarî li ser gelek platforman rûpelên me bişopînî.
FacebookBiecibîne
TwitterBişopîne
PinterestPîn bike
InstagramBişopîne
YoutubeSubscribe
TiktokBişopîne
TelegramBişopîne
Google NewsBişopîne
LinkedInBişopîne
- Frekans -
Ad image
- Frekans -
Ad image

Navarokên Li Pêş

MAK’ê li Geverê bi teqemeniyan li dijî polîsan çalakî lidar xist

MAK’ê ragihand ku wan di çarçoveya “seferberiya çalakiyên li dijî operasyonên leşkerî û siyasî yên…

Ji aliyê Stêrk TV

Ji bo jin tevlî mekanîzmayên biryargirtinê bibin komîteyek hat avakirin

Nivîsgeha Jinan a MSD’ê û Kombûna Jinan a Zenûbiya ya Kantona Reqayê ji bo xurtkirina…

Ji aliyê Stêrk TV

Bayhan: Desthilatdarî wê van kûmpasan hîn bêhtir weke amûrekê bi kar bîne

Parlamenterê Stenbolê Îskender Bayhan ê ji Partiya Kedê operasyona li hemberî HDK'ê nirxand û destnîşan…

Ji aliyê Stêrk TV

Ev jî di be ku bala te bikşînin

Cîhan

Law ê ku kîtên mirinê ji sedan kesan re şandibû wê ji cînayetê neyê darizandin

Ji aliyê Stêrk TV
Civak & Ekolojî

Li Skoçyayê giraveke çêkirî ya efsûnî ji dema Neolîtîkê maye hat dîtin

Ji aliyê Stêrk TV
Cîhan

Kujerê rêzeyî ê ku Rûsyayê ji bo şer serbest berdabû, fîrar kir

Ji aliyê Stêrk TV
Rojane

Rejîma Îranê cezayê darvekirinê li ciwanekî din jî birî

Ji aliyê Stêrk TV
Ya Berê Ya Pişt re
Stêrk TV
Stêrk TV
Stêrk TV

Li Ser Şopa Heqîqetê

Stêrk TV ji sala 2009an ve di warên siyasî, civakî, çandî û hunerî de weşanê dike. Bi nêrîna azadiya jinê û avakirina civakeke demokratîk, Stêrk TV xebatên civakî, çandî, hunerî, dîrokî, aborî û yên jîngehê dimeşîne. Di çarçoveya parastin û pêşxistina çand û zimanê Kurdî de, bi zaravayên Kurmancî, Soranî, Kirmanckî û Hewramî nûçe û bernameyên cûrbicûr amade dike û diweşîne. Stêrk TV xizmetê li çand û hunera Kurdî dike.

Facebook Twitter Youtube Rss Medium
Kategorî
  • Kurdistan
  • Rojane
  • Çand û Hûner
  • Cîhan
  • Jin
  • Civak & Ekolojî
  • Zanist
Rûpel
  • Têkîlî
  • Frekans
  • Derbarê me de
  • Şert û Merc
  • Rêgezên Malperê
  • Kar Xwestin
  • Kunye

© Stêrk TV. Hemû mafê wê parastîne

adbanner
AdBlock Asteng Dike
Malpera me de reklam hene, ji ber vê sedemê malpera me bixin listeya spî ya AdBlock'ê
Temam, ez ê li listeya spî zêde bikim
Hûn bi xêr hatin

Têkevin hesabê xwe

Te paroleya xwe jibîr kir?