În, 28 Tebax 2026
  • Ji Bo Min
  • Favoriyên Min
  • Tomarên Min
  • Dîtinên Min
  • Blog
Video
Podcast
Zindî
Arşîv
Neşeriya Çalakiyan
Stêrk TV
  • DESTPÊK
  • ROJANE

    Li Mêrdîn, Sêrt û Amedê bîranîn sersaxiyên şehîdan

    Ji aliyê Stêrk TV

    Wê di 1’e İlonê de li Amedê meş were lidarxistin

    Ji aliyê Stêrk TV

    M. Saît Yildirim ê ku krîza dil derbas kir, car din şandin girtîgehê

    Ji aliyê Stêrk TV

    Li Cizîrê taziyeya şehîdan: Malbatan banga ‘em xwedî li pêvajoyê derkevin’ kirin

    Ji aliyê Stêrk TV

    Ayşegul Dogan: Em di dilê deriyê derbasbûna bêpevçûnê de ne

    Ji aliyê Stêrk TV

    Li Cizîrê di roja sêyemîn a taziyeyê de ji bo şehîdan mewlûd hat danîn

    Ji aliyê Stêrk TV
  • KURDISTAN

    Veysî Aktaş: Divê berxwedana me bi qasî xeyalên şehîdan mezin bibe

    Ji aliyê Stêrk TV

    Bayik: Nirxên ku Mamoste Şemal afirand, gelê me gihand asteke mezintir

    Ji aliyê Stêrk TV

    Li Wanê ji bo şehîdên azadiyê meşa bi meşaleyan

    Ji aliyê Stêrk TV

    Di kevirên Deraseyê de êş û berxwedana veşartî

    Ji aliyê Stêrk TV

    Arzû Îlhan: Têkoşîna ku bi berdêlên giran tê meşandin hîn bi encam nebûye

    Ji aliyê Stêrk TV

    Li Elkê bi sedan kes serdana sersaxiya şehîd Şiyar Jîrkî kirin

    Ji aliyê Stêrk TV
  • JIN

    ‘YPJ dikare weke hêzeke taybet entegreyî Wezareta Hundirîn were kirin’

    Ji aliyê Stêrk TV

    YPJ’ê nasnameya 3 şehîdên xwe ragihand

    Ji aliyê Stêrk TV

    Ji DEM Partiyê banga Rojîn Kabaîş: ‘Mirina wê divê were ronîkirin’

    Ji aliyê Stêrk TV

    Li Saqiz û Çapharê du jin ji aliyê hevjînên xwe ve hatin qetilkirin

    Ji aliyê Stêrk TV

    Li Îranê rewşa tenduristiyê ya 2 jinên girtî xirab dibe

    Ji aliyê Stêrk TV

    YRJ’ê û Jin Produksiyon rojnamevanan bibîr anîn: Em ê dengê rastiyê bigehînin civakê

    Ji aliyê Stêrk TV
  • ÇAND Û HÛNER

    Tevgerên Çandê Hêvî Şanoger bi bîr anî

    Ji aliyê Stêrk TV

    Xebata çêkirina peykera Salih Muslim bidawî bû

    Ji aliyê Stêrk TV

    Diyariya 15’ê Tebaxê ya Hunera Azad ji bo şervanên jin: Ji Wê Ve Tê

    Ji aliyê Stêrk TV

    Hejmara nû ya Kovara Huner hate weşandin

    Ji aliyê Stêrk TV

    Amadekariyên ji bo 34’emîn Festîvala Çanda Kurd a Navneteweyî bi dawî bûn

    Ji aliyê Stêrk TV

    Li Festîvala Çand û Xwezayê ya Depê banga aştî û civaka demokratîk

    Ji aliyê Stêrk TV
  • CÎHAN
  • YÊN DIN
    • Gotar
    • Civak
    • Rojava
    • Gotar
  • 🔥
  • HEMÛ BAJAR
  • AMED
  • BEHDÎNAN
  • STENBOL
  • ENQERE
  • QAMIŞLO
  • ROJEV
  • KOBANÊ
  • WAN
  • ŞENGAL
  • HESEKÊ
  • ŞIRNEX
  • MÊRDÎN
  • RIHA
  • LEZGÎN
  • ÊLIH
  • COLEMÊRG
Nûçeyên Lezgîn
Hevdîtina navbera şandeya YPJ’ê û Wezîrê Karên Hundir ê Sûriyeyê destpê kir
Îranê di meha dawî de 60 kes îdam kirin
Tevgera Nûceba: Em ê çekên xwe bi ti awayî teslîmî dewletê nekin
Di êrîşa li dijî Tûgeya Qamişloyê de 2 şervan şehîd bûn û 2 birîndar bûn
Li Silêmaniyeyê jinek hate kuştin
Dîtina TîpanAa
Stêrk TVStêrk TV
  • Kurdistan
  • Jin
  • Çand û Hûner
  • Cîhan
  • Rojava
  • Rojane
  • Cîhan
  • Civak & Ekolojî
  • Zanist
  • Ji Bo Min
  • Dîtinên Min
  • Tomarên Min
  • Favoriyên Min
Bigere
  • Kategorî
    • Kurdistan
    • Jin
    • Ciwan
    • Çand û Hûner
    • Cîhan
  • BAJAR
    • HEMÛ BAJAR
    • AMED
    • STENBOL
    • QAMIŞLO
    • ŞEHBA
    • REQA
    • WAN
  • JI BO TE
    • Ji Bo Min
    • Tomarên Min
    • Favoriyên Min
    • Dîtinên Min
  • RÛPEL
    • Podcast
    • Video
    • Wêne
    • Gotar
Hesabê we heye? Têketin
Me bişopîne
© Mafên belavkirinê li ba Stêrk TV parastî ne 2024. Hemû maf parastî ne.
Stêrk TV > Blog > Kurdistan > KJK: Em bi ruhê pêngava 15’ê Tebaxê beşdarî pêvajoya civaka demokratîk bibin
Kurdistan

KJK: Em bi ruhê pêngava 15’ê Tebaxê beşdarî pêvajoya civaka demokratîk bibin

Koordînasyonan KJK’ê Pêngava 15’ê Tebaxê pîroz kir û got, “Pêngava Civaka Demokratîk a Rêber Apo şensê dawî ye” û bang li her kesî kir ku bi ruhê pêngavê beşdarî pêvajoyê bibin.

Stêrk TV
Stêrk TV Dîroka nûkirinê: 15. Tebax 2025 1 Dema xwendinê: 8 dq.
Parvekirin

Koordînasyona Komalên Jinên Kurdistanê (KJK) bi wesîleya salvegera 41’emîn a Pêngava 15’ê Tebaxê peyamek weşand û ragihand ku pêngav berxwedaneke dîrokî ye ku gelê Kurd ji bin zexta qirkirinê rizgar kiriye û rêya azadiyê vekiriye.

Di peyamê de di şexsê Mahsûm Korkmaz (Egîd), Erdal (Engîn Sîncer), Nûreddîn Sofî, Koçero Urfa, Bahtiyar Gabar de şehîd hemû hatin bîranîn û silav ji gaziyan re hate şandin. Di peyamê de hate ragihandin ku 15’ê Tebaxê di heman demê de destpêka têkoşîna azadiya jinên Kurd e û şervanên jin ên pêşeng Besê Anûş, Bêrîtan, Zîlan, Delal Amed hatin bibîrxistin.

Di daxuyaniyê de işaret bi ‘Manîfestoya Civaka Demokratîk’ hate kirin û hate destnîşankirin ku pêvajoya çareseriya demokratîk divê li ser bingeha danûstandin û diyalogê bê meşandin. Ji avaniyên siyasî û gelên Tirkiyeyê re hate gotin, “Pêngava civaka demokratîk şensê dawî ye” û bang hate kirin.

Temamiya peyama KJK’ê bi vî rengî ye:

“Di pêvajoyekê de ku dîrok jinûve tê avakirin û çareseriyên bingehîn ji bo pirsgirêkên dîrokî ji aliyê Rêber Apo ve têne pêşkêşkirin, em salvegera 41’emîn a Pêngava 15’ê Tebaxê pêşwazî dikin. Gelê Kurd ku li ser bingeha înkar û asîmîlasyonê dihate qirkirin, navê xwe jî nedihate bilêvkirin û êdî bi pirsgirêka hebûnê re rû bi rû bû, bi Pêngava 15’ê Tebaxê ya destanî û berxwedana dîrokî re ji tinebûnê rizgar bû, bû xwedî hebûn û azadiya xwe misoger kir.

Beriya her tiştî em nemirê Pêngava 15’ê Tebaxê fermandarê leheng hevrê Egîd û bi deh hezaran şehîdên xwe bi dilsoziyeke bê dawî bi bîr tînin û silavên xwe ji gaziyên xwe re dişînin. Ewladên herî leheng ên gelê Kurd berxwedana bê navber a 41 salan bi ruhê fedaîtiyeke bilind meşandin, her kêliyeke wê veguherandin destaneke lehengiyê. Em Fermandarê Biryargeha Navendî şehîdê 15’ê Tebaxê fermandar hevrê Erdal (Engîn Sîncer) bi vê wesîleyê bi bîr tînin.

PÊNGAVA 15’Ê TEBAXÊ PIRSGIRÊKA AZADIYÊ RAXIST PÊŞ ÇAVAN

Gelê Kurd fedaîtiya herî bilind afirand, nasnameya civakî ji aliyê şehîdan ve hate afirandin û bi lehengiyê jî aqlê hebûnê hate afirandin. Şehîdên mezin ên dawî yên vê dîroka destanî hevalên Nûreddîn Sofî Koçero Urfa û Bahtiyar Gabar di salvegera 41’emîn a Pêngava 15’ê Tebaxê de bi soza pêkanîna xewn û xeyalên wan bi bîr tînin. Bi sedan hevrêyên me yên enternasyonalîst hebûn ku azadiya gelê Kurd kirin wezîfeya bingehîn a sosyalîstbûnê û azadiya civakî jî bi pîvana azadiya gelan ve girêdan û tevlî vê berxwedana serbilind bûn. Em careke din dilsoziya xwe ya mezin bi bîranîna hevrêyên xwe yên enternasyonalîst nîşan didin ku tevlî têkoşîna azadiyê ya gelê Kurd bûn û şehîd bûn.

Gelê me ku bi ked û fedakariyeke mezin tevlî bû, xwedî û afirînerê vê berxwedanê ye. Êşên mezin kişand û kêfxweşiya azadiyê ya mezin bi israr jiya. Li ser vê bingehê em cejna vejînê ya gelê me û gelên Rojhilata Navîn pîroz dikin.

Pêngava 15’ê Tebaxê û dîroka me ya berxwedanê li gel gelê Kurd her wiha pirsgirêka azadiyê ya jinê derxiste holê, kir ku jin bibe xwedî hebûna xwe û pirsgirêka jinê bi xeta çareseriyê ve girê da. Dîroka berxwedana çekdarî ya jinên Kurd ku bi Besê Anûş û Hanim Yaverkaya destpê kir, bi pêşengiya hevalên me fermandar Azîme, Bêrîtan, Zîlan, Delal Amed, Çîçek Kiçî, Leyla Amed, Berwar û Azê Malazgîrt bi artêşbûna jinê dewam kir, bi Asya, Rûken û Sarayan re jî ruhê fedaîtiyê yê herî bilind ê israra li ser azadiyê afirand.

EM BI RUHÊ PÊNGAVÊ TEVLÎ PÊVAJOYA ÇARESERIYA DEMOKRATÎK BIBIN

Ne tesadufî ye ku jin a ku mêtingeha herî kevn e di nava rastiya gelê Kurd de ku gelê herî dawî yê mêtingeh e, dîroka xwe ya azadiyê derxistiye holê. Gelê Kurd jî di nava berxwedana azadiya jinê de xwe jinûve afirandiye. Weke ku herdu nasname ji bo azadiyê bi azadiya ya din ve hatine girêdan. Zagros cografya destpêkê ya civakîbûn û gelbûyînê ye; ji ber vê yekê jî li hemberî rastiya mêtingehkirinê dîroka azadiyê ya bi biryar di şexsê jinan û gelan de hate nîşandan. Lewma Berxwedana Vejînê ya 15’ê Tebaxê tê wateya cejna vejînê ya jinê. Vê berxwedanê li Rojhilata Navîn û cîhanê berxwedan û azadiya bi hev re ya gelan û jinan, diyalektîkeke bi vî rengî, aqil û polîtîkayeke bi vî rengî ya gerdûnî derxiste holê.

Rêber Apo, piştî ku pêvajoya bidestxistina hebûnê temam bû, li ser bingeha girêdana hebûnê ya bi statuya azadiyê pêvajoya ‘Manîfestoya Civaka Demokratîk’ da destpêkirin. Pêwîstî bi wê yekê heye ku hemû nasnameyên bindest li ser bingeha azadî, parastin û wekheviyê xwe pênase bikin, çareseriya Komara Demokratîk-Civaka Demokratîk li ser bingeha naskirina hiqûqî, danûstandin û diyalogê pêwîstiyê bi rêbazeke siyaseta demokratîk dibîne. Pêvajoya çareseriya demokratîk serketina keda pîroz a Rêber Apo, şehîdên me û dîroka berxwedana me ya mezin e. Çareseriya demokratîk tê wê wateyê ku temambûna pêvajoya nîşandana pirsgirêkê, afirandina hêza çareseriyê û pêkanîna çareseriyê. Li ser vê bingehê em bang li gelê xwe dikin ku bi ruhê pêvgava çareseriya demokratîk beşdar bibe û hêza çareseriyê mezin bike.

PÊNGAVA CIVAKA DEMOKRATÎK ŞENSÊ DAWÎ YE

Banga me li gelên Tirkiyeyê, li rêxistinên siyasî û demokratîk e; şerê bê rehm ê ji ber Komara înkar û îmhayê hate meşandin û rastiya berxwedana me ya hebûnê ya li hemberî vî şerî divê bi xurtî bê fêhmkirin. Tepisandina bi zordarî bi xwe re hebûna bi zordarî tîne û ev yek jî êşên giran dide gelan. Pêngava Civaka Demokratîk a ku Rêberê me da destpêkirin, ji bo parçekirina vî şerê li gelan tê ferzkirin bi rêbaza danûstandin û çareseriyê, şensê dawî ye. Divê li ser bingeha çareseriya demokratîk wate ji berxwedana hebûnê ya gelê Kurd re bê dayin. Fêhmkirin û qebûlkirin çareser dike. Di vê çarçoveyê de erk û wezîfeya her kesî ye ku feraseta neteweyî demokratîk bike, feraseta komarê ya yekperest pirrengî bike, hemû nasname bi hev re sîstema demokratîk ava bikin. Dîrokê firsendek pêşkêşî me hemûyan kiriye ku em paşerojeke baş bidin gelên xwe û divê ev firsend hêja bê dîtin.

Li ser vê bingehê em Cejna 15’ê Tebaxê li hevrêyên xwe hemûyan, li gelê Kurd, gelan, jinan, ciwanan, baweriyan, kedkaran pîroz dikin û soz didin ku em ê vê dîroka serbilind a gelê xwe bi serketina çareseriya azadîparêz tacîdar bikin.”

YÊN HATINE ÊTÎKETKIRIN HEMÛ BAJAR

Ji me agahî bistîne!

Eger tu bibî abone em ê nûçeyên lezgîn yekser ji maîla te re bişînin.
Eger tu bibî abone te we wateyê ku tu Polîtikaya Malpera Me dipejînî û dîsa tê wê wateyê ku tu Şert û Mercên me qebûl dikî. Tu kendî bixwazî dikarî ji abonetiyê derkevî
Çi Difikirî?
.0
.0
.0
.0
.0
.0
Nûçeya Berê Gerîlayên Ereb: Têkoşîn wê bi ruhê Egîd dewam bike
Nûçeya Pişt re ‘Bi 15’ê Tebaxê re vejîn pêk hat, niha dora azadiyê ye’
Nirxandinek Bike Nirxandinek Bike

Nirxandinek Bike Cancel reply

You must be logged in to post a comment.

Me Bişopîne!

Tu dikarî li ser gelek platforman rûpelên me bişopînî.
FacebookBiecibîne
TwitterBişopîne
PinterestPîn bike
InstagramBişopîne
YoutubeSubscribe
TiktokBişopîne
TelegramBişopîne
Google NewsBişopîne
LinkedInBişopîne
- Frekans -
Ad image
- Frekans -
Ad image

Navarokên Li Pêş

Şêniyên Kantona Firatê şehîd Qehreman û Omêrî oxir kirin

Şêniyên Kantona Firatên şehîd Qehreman Botan û Omêrî bi merasîmeke girseyî oxir kirin.

Ji aliyê Stêrk TV

Dayikên Aştiyê nerazîbûn nîşanî darvekirinan dan

Meclîsa Dayikên Aştiyê ya Amedê, nerazîbûn nîşanî darvekirinên li Îranê dan û gotin, “Ji Bakur…

Ji aliyê Stêrk TV

Volkana Etnayê hîn jî xweliyê diavêje

Volkana Etna ya li Girava Sîcîlya ya Îtalyayê hîn jî xweliyeke zêde diavêje, lewma demê…

Ji aliyê Stêrk TV

Ev jî di be ku bala te bikşînin

Kurdistan

Veysî Aktaş: Divê berxwedana me bi qasî xeyalên şehîdan mezin bibe

Ji aliyê Stêrk TV
Kurdistan

Bayik: Nirxên ku Mamoste Şemal afirand, gelê me gihand asteke mezintir

Ji aliyê Stêrk TV
Rojane

Li Mêrdîn, Sêrt û Amedê bîranîn sersaxiyên şehîdan

Ji aliyê Stêrk TV
Rojava

PYD: Divê mafên Kurdan bibin beşek ji avaniya destûrî ya Sûriyeyê

Ji aliyê Stêrk TV
Ya Berê Ya Pişt re
Stêrk TV
Stêrk TV
Stêrk TV

Li Ser Şopa Heqîqetê

Stêrk TV ji sala 2009an ve di warên siyasî, civakî, çandî û hunerî de weşanê dike. Bi nêrîna azadiya jinê û avakirina civakeke demokratîk, Stêrk TV xebatên civakî, çandî, hunerî, dîrokî, aborî û yên jîngehê dimeşîne. Di çarçoveya parastin û pêşxistina çand û zimanê Kurdî de, bi zaravayên Kurmancî, Soranî, Kirmanckî û Hewramî nûçe û bernameyên cûrbicûr amade dike û diweşîne. Stêrk TV xizmetê li çand û hunera Kurdî dike.

Facebook Twitter Youtube Rss Medium
Kategorî
  • Kurdistan
  • Rojane
  • Çand û Hûner
  • Cîhan
  • Jin
  • Civak & Ekolojî
  • Zanist
Rûpel
  • Têkîlî
  • Frekans
  • Derbarê me de
  • Şert û Merc
  • Rêgezên Malperê
  • Kar Xwestin
  • Kunye

© Stêrk TV. Hemû mafê wê parastîne

adbanner
AdBlock Asteng Dike
Malpera me de reklam hene, ji ber vê sedemê malpera me bixin listeya spî ya AdBlock'ê
Temam, ez ê li listeya spî zêde bikim
Hûn bi xêr hatin

Têkevin hesabê xwe

Te paroleya xwe jibîr kir?