Sêşem, 13 Cotmeh 2026
  • Ji Bo Min
  • Favoriyên Min
  • Tomarên Min
  • Dîtinên Min
  • Blog
Video
Podcast
Zindî
Arşîv
Neşeriya Çalakiyan
Stêrk TV
  • DESTPÊK
  • ROJANE

    Îtiraza ji bo Saît Yildirim a li dijî taloqkirina tehliyeyê hate redkirin

    Ji aliyê Stêrk TV

    Ji DBP’ê û DEM Partiyê civînên gel: ‘Em ê bi hev re sedsala nû ava bikin’

    Ji aliyê Stêrk TV

    ÎHD’ê banga berdana girtiyê nexweş Celal Yildirim kir

    Ji aliyê Stêrk TV

    Îranê bi dronan êrîş bir ser navçeya Koye

    Ji aliyê Stêrk TV

    Komploya navneteweyî li Mîçûrînskê hate şermezarkirin

    Ji aliyê Stêrk TV

    Li gorî Fetî Yildiz pêvajo dê heta dawiya Mijdarê bi encam be!

    Ji aliyê Stêrk TV
  • KURDISTAN

    Aqûbeta 5 Kurdên li Baneyê hatine girtin nayê zanîn 

    Ji aliyê Stêrk TV

    Çalakiya nobetê ya li Mexmûrê bi biryardarî didome

    Ji aliyê Stêrk TV

    Nivîskarê Kurd Mehmed Ûzûn li ser gora xwe hate bîranîn

    Ji aliyê Stêrk TV

    ‘Têkoşîna me wê heta azadiya fîzîkî ya Rêber Apo dewam bike’

    Ji aliyê Stêrk TV

    Li Amedê qurbaniyên Komkujiya 10’ê Cotmehê hatin bibîranîn

    Ji aliyê Stêrk TV

    Bi girseyî çûn serdana taziyeya Reşat Eroglu yê PKK’î

    Ji aliyê Stêrk TV
  • JIN

    Ji çiyayên Kurdistanê peyama ji bo Kombûna Jinan a Navneteweyî

    Ji aliyê Stêrk TV

    Aynûr Sarica: Divê jin bibin hîmê damezrîner ê pêvajoya aştiyê

    Ji aliyê Stêrk TV

    ‘Li dijî provokasyonên li Hesekê divê em helwest nîşan bidin!’

    Ji aliyê Stêrk TV

    Wê nexşerêya Jineolojiyê were diyarkirin

    Ji aliyê Stêrk TV

    Li Arjantînê ji bo bîranîna şehîd Lêgerîn Çiya civîn

    Ji aliyê Stêrk TV

    Rewşa tenduristiyê ya Nêrgis Mihemedî nebaş bû

    Ji aliyê Stêrk TV
  • ÇAND Û HÛNER

    Xelata Wêjeyê ya Nobelê ji Anne Carson re hate dayin

    Ji aliyê Stêrk TV

    ‘Divê şaredarî ji bo şano û çanda Kurd derfetan biafirîne’

    Ji aliyê Stêrk TV

    Li Freiburgê 1’emîn Festîvala Film a Kurdî destpê kir

    Ji aliyê Stêrk TV

    ‘Aştiya mayinde bi demokratîkbûneke xurt pêk tê û hunerê jî azad dike’

    Ji aliyê Stêrk TV

    Derhêner Semîr Aslanyurek: Sînema û huner divê bi aştiyê re be

    Ji aliyê Stêrk TV

    ‘Di pêvajoya aştiyê de rola hunerê bi qasî ya polîtîkayê girîng û pêwîst e’

    Ji aliyê Stêrk TV
  • CÎHAN
  • YÊN DIN
    • Gotar
    • Civak
    • Rojava
    • Gotar
  • 🔥
  • HEMÛ BAJAR
  • AMED
  • STENBOL
  • BEHDÎNAN
  • ENQERE
  • ROJEV
  • QAMIŞLO
  • KOBANÊ
  • WAN
  • ŞENGAL
  • HESEKÊ
  • ŞIRNEX
  • MÊRDÎN
  • RIHA
  • LEZGÎN
  • ÊLIH
  • COLEMÊRG
Nûçeyên Lezgîn
DAÎŞ’ê car din li Hewîce êrîş kir
Li Hesekê êrîşa çekdarî: 3 kes birîndar bûn
Serkirdeyekî DAÎŞ’ê hat girtin
Li Tehranê cezayê darvekirinê li 3 welatiyên Kurd hate birîn
Li Minbicê teqîn: Kesek jiyana xwe ji dest da
Dîtina TîpanAa
Stêrk TVStêrk TV
  • Kurdistan
  • Jin
  • Çand û Hûner
  • Cîhan
  • Rojava
  • Rojane
  • Cîhan
  • Civak & Ekolojî
  • Zanist
  • Ji Bo Min
  • Dîtinên Min
  • Tomarên Min
  • Favoriyên Min
Bigere
  • Kategorî
    • Kurdistan
    • Jin
    • Ciwan
    • Çand û Hûner
    • Cîhan
  • BAJAR
    • HEMÛ BAJAR
    • AMED
    • STENBOL
    • QAMIŞLO
    • ŞEHBA
    • REQA
    • WAN
  • JI BO TE
    • Ji Bo Min
    • Tomarên Min
    • Favoriyên Min
    • Dîtinên Min
  • RÛPEL
    • Podcast
    • Video
    • Wêne
    • Gotar
Hesabê we heye? Têketin
Me bişopîne
© Mafên belavkirinê li ba Stêrk TV parastî ne 2024. Hemû maf parastî ne.
Stêrk TV > Blog > Jin > KJK: Hevrê Pelîn di xet û armanca xwe de zelal bû
Jin

KJK: Hevrê Pelîn di xet û armanca xwe de zelal bû

Koordînasyona KJK'ê endama Konseya Rêveber Pelîn Yilmaz bi bîr anî ku li Herêmên Parastinê yên Medyayê di êrîşa dewleta Tirk dagirker de şehîd bû. KJK'ê got, "Di xet û armana xwe de zelal bû. Di têkiliyan de dilnizm bû."

Stêrk TV
Stêrk TV Dîroka nûkirinê: 30. Nîsan 2025 Dema xwendinê: 7 dq.
Parvekirin

Koordînasyona KJK’ê peyamek weşand û got, “Di êrîşa dewleta Tirk a faşîst de ya 27’ê Çileya 2025’an li Herêmên Parastinê yên Medyayê ewlada bijarte ya gelê Kurd, milîtana pêşeng a têkoşîna azadiyê ya jinê hevrêya me Pelîn Yilmaz şehîd bû, em wê bi hurmet, hezkirin û minet bi bîr tînin. Di serî de malbata Yilmaz a hêja sersaxiyê ji tevahiya gelê xwe re dixwazin.”

Daxuyaniyê bi vî rengî dewam kir:

“Şehadeta endama me ya Konseya Rêveber a KJK’ê hevala me Pelîn bû windahiyeke gelekî mezin ku di nava tevgera me ya azadiyê de cihê wê bi zehmetî bê dagirtin. Ev yek di heman demê de nîşaneya tirsa dewleta Tirk a fşîst a ji tevgera me ya jinê û pêşengiya jinê ye ku tevgera me xwedî wê îdîayê ye ku sedsala me bike serdema azadiyê ya jinê. Em vê êrîşa nemerdane ya dijmin bi hêrs şermezar dikin û soza xwe dubare dikin ku ji bo bîranîna hevrêya me Pelîn û hemû şehîdên me, têkoşîna azadiyê bi serketinê tacîdar bikin.

Hevrêya me Pelîn hevaleke gelekî xurt bû ku bi hestên welatparêziyê yên bingehîn û keda dayikê mezin bû, lewma havênê xwe yê civakî gelekî xurt bû. Hevrêya me Pelîn ji Xîzan a Bedlîsê bû ku di têkoşîna azadkirin û pêşvebirina nasnameya neteweyî ya Kurd de xwedî cihekî girîng e. Li Wanê ji dayik bû, mezin bû û zû hişmendiya polîtîk wergirt. Di nava têkoşîna azadiyê de ku ji nava tevgera ciwanên Apoyî tevlî bû, bi dînamîkbûn û radîkalbûna xwe bi lez bû pêşeng. Hevrê Pelîn ku bi sekna xwe ya çalak bala dijmin kişand, dîl hate girtin, nêzî 5 salan girtî ma. Dema ku li zindanê bû, kekê wê Azad Serbilind ê li nava refên gerîla têkoşîna azadiyê dimeşand, tevlî nava karwanê şehîdan bû. Hevala me Pelîn salên ku girtî bû ji kevneşopiya berxwedanê ya zindanê tawîz neda û kesayetiya xwe ya têkoşer hîn xurt kir. Ev der ji xwe re weke qada perwerdeyê dît û ji aliyê îdeolojîk, rêxistinî û entelektuelî ve xwe hîn bêhtir şareza kir. Bi tecrûbe û danheviya xwe çawa ku ji zindanê derket di demeke stratejîk de li nava têkoşîna tevgera jinê û qada siyaseta demokratîk bi berpirsyariyên girîng rabû. Di destpêkê de di asta neteweyî de ji bo pêşvebirina têkilî û tifaqên demokratîk di navbera jinan ên li Rojhilata Navîn û cîhanê, bi roleke mezin rabû. Di avakirina sîstema jinê ya konfederal a demokratîk de kedeke mezin da, li her devera ku lê ma asta rêxistiniya jinê bilind kir.

ŞOREŞGERIYA ZÊDEYÎ ÇARYEK SEDSALÊ

Hevala me Pelîn jiyana xwe ya şoreşgerî ya zêdeyî çaryek sedsalê beriya her tiştî bi kedeke mezin û wateyeke kûr ava kir. Ew hevrêyeke me ya pir alî bû ku li çar parçeyên Kurdistanê ji ciwanan heta zindanê, ji siyaseta demokratîk heta dîplomasiYê, ji perwedeyê heta avakirina civakî li qadên cuda yên têkoşîna me li gorî pêwîstiyên şoreşê xwe bi rêk û pêk kir. Weke ku Rêberê me got, bi pîvanên ‘Dema dimeşe difikire, dema difikire dike’ jiya. Di xet û armana xwe de zelal bû. Di têkiliyan de dilnizm bû. Jineke şoreşger bû ku bi van taybetmendiyên xwe bandor li her kesî dikir, dibû cihê hurmet û hezkirinê.

Hevala me Pelîn yek ji wan hevrêyên me bû ku gotina ‘Mirova herî sade mirova herî bijarte ye’ ya Rêberê me bi rengê herî bedew temsîl dikir. Ew şoreşgerek bû ku gotin û cewhera wê ek bû. Hevrêyeke Rêbertî bû ku ya dikir ti carî têrker nedidît, her tim hewl dida ya herî bedew, baş û rast bike. Kedekeke hesas bû ku hewl dida her karê xwe bi rengê herî baş bike. Milîtanek bû ku ji bo serxistina şoreşa me ya azadiyê bêrawestandin hewl dida berpirsyariya para xwe bi cih bîne. Yeka rêxistinî bû ku bi hişmendiya bilind a berpirsyariyê, bi çanda partiyê ya ku bi kûrahî pejirandî, bi wijdanê xwe yê civakî yê xurt û hestên exlaqî li derdora xwe timî dibû cihê baweriyê. Perwerdekareke hişmendiyê bû ku ji zarokekî heta bi zanyarekî dixwest ji her kesî hîn bibe, ya ku hîn bûye jî bi hevrêyên xwe, gel û jinan re parve bike. Hevrêya me Pelîn ku parçebûna li ser bingeha sînorên çêkirî ku birîna xaka me ye ti carî qebûl nekir, ji bo avarkirina yekîtiya neteweya demokratîk bi sebir û biryardarî têkoşiya, lewma evîndareke jiyana azad a welatê azad bû. Nefereke şoreşa jinê bû ku ji belavbûna paradîgmaya Rêbertî bi kelecan dibû û hewl dida di navbera jinên Kurdistanê û cîhanê de tora Konfederal a Demokratîk ava bike. Pêşengeke pratîkî, afirîner û hilberîner bû ku pîvanên îdeolojiya rizgariya jinê di kesayetiya xwe de şênber kir, li hemberî çanda koletiyê ya ku mejiyê serwer ê mêr ferz dike ji bo çandina tovên civaka demokratîk û jiyana azad dixebitî. Ew milîtana serketî ya wezîfeyên zehmet bû.

Şehadeta hevrêyên weke hevrêya me Pelîn ku xwedî hemû hêz, şarezatî û zîrekbûna bicihanîna her cure erkên pêşengtiyê yên serdemê ne, ji aliyê têkoşîna azadiya jinan ve tên wateya windayên mezin. Em dikarin bes bi têkoşîneke mezintir layiqî van windahiyên mezin bibin. Rêber Apo PKK’ê weke Partiya Şehîdan pênase dike. Ev tê wateya şopandina rêya şehîdan a bi gavên baş, rast û azad, mînakgirtina taybetmendiyên wan ên milîtanî û ji bo pêkanîna xeyalên wan pêşxistina têkoşîneke bêhempa. 

Weke KJK’ê li hemberî şehadeta hevrêya me Pelîn û endama Konseya me ya Rêveber bersiva me ya herî mezin  mezinkirina têkoşîna avakirina jiyana azad, tacîdarkirina bi şoreşa jinan û sekeftina teqez a şoreşê ye. Girêdayî vê yekê em di şexsê hevrêya xwe Pelîn de hemû şehîdên xwe dubare bi hez û hesreteke bêdawî bi bîr tînin û li ser rêya wan a ronî soza Rêbertiya Azad û avakirina Jiyana Azad didin.”

YÊN HATINE ÊTÎKETKIRIN HEMÛ BAJAR

Ji me agahî bistîne!

Eger tu bibî abone em ê nûçeyên lezgîn yekser ji maîla te re bişînin.
Eger tu bibî abone te we wateyê ku tu Polîtikaya Malpera Me dipejînî û dîsa tê wê wateyê ku tu Şert û Mercên me qebûl dikî. Tu kendî bixwazî dikarî ji abonetiyê derkevî
Çi Difikirî?
.0
.0
.0
.0
.0
.0
Nûçeya Berê Îsraîl: Ji bo parastina Durziyan me li komekê xist
Nûçeya Pişt re Ji Rêveberiya Xweser peyama 1’ê Gulanê
Nirxandinek Bike Nirxandinek Bike

Nirxandinek Bike Cancel reply

You must be logged in to post a comment.

Me Bişopîne!

Tu dikarî li ser gelek platforman rûpelên me bişopînî.
FacebookBiecibîne
TwitterBişopîne
PinterestPîn bike
InstagramBişopîne
YoutubeSubscribe
TiktokBişopîne
TelegramBişopîne
Google NewsBişopîne
LinkedInBişopîne
- Frekans -
Ad image
- Frekans -
Ad image

Navarokên Li Pêş

Îsraîl êrîşê Îranê kir: 78 kes mirin

Li gorî medyaya Îranê di êrîşên Îsraîlê de 78 kes mirin û 329 kes birîndar…

Ji aliyê Stêrk TV

DEM Partî: Bi lînçên siyasî û berevajîkirina rastiyê, qeyûm nikare bê rewakirin

DEM Partiyê têkildarî hedefnîşandana Hevserokê Giştî Tûncer Bakirhan got, "Bi lînçên siyasî hewldanên berevajîkirina rastiyê,…

Ji aliyê Stêrk TV

‘Bîranîna hevalên me çavkaniya têkoşîna me ye’

Gerîlaya HPJ'ê Aysel Çiyayê di 14'emîn salvegera îdamkirina mamosteyên Kurdî de, ew bi rêzdarî bi…

Ji aliyê Stêrk TV

Ev jî di be ku bala te bikşînin

Kurdistan

Aqûbeta 5 Kurdên li Baneyê hatine girtin nayê zanîn 

Ji aliyê Stêrk TV
Rojane

Îtiraza ji bo Saît Yildirim a li dijî taloqkirina tehliyeyê hate redkirin

Ji aliyê Stêrk TV
Rojava

Hevrîn Xelef û Ferhad Remezan li Dêrikê hatin bibîranîn

Ji aliyê Stêrk TV
Rojane

Ji DBP’ê û DEM Partiyê civînên gel: ‘Em ê bi hev re sedsala nû ava bikin’

Ji aliyê Stêrk TV
Ya Berê Ya Pişt re
Stêrk TV
Stêrk TV
Stêrk TV

Li Ser Şopa Heqîqetê

Stêrk TV ji sala 2009an ve di warên siyasî, civakî, çandî û hunerî de weşanê dike. Bi nêrîna azadiya jinê û avakirina civakeke demokratîk, Stêrk TV xebatên civakî, çandî, hunerî, dîrokî, aborî û yên jîngehê dimeşîne. Di çarçoveya parastin û pêşxistina çand û zimanê Kurdî de, bi zaravayên Kurmancî, Soranî, Kirmanckî û Hewramî nûçe û bernameyên cûrbicûr amade dike û diweşîne. Stêrk TV xizmetê li çand û hunera Kurdî dike.

Facebook Twitter Youtube Rss Medium
Kategorî
  • Kurdistan
  • Rojane
  • Çand û Hûner
  • Cîhan
  • Jin
  • Civak & Ekolojî
  • Zanist
Rûpel
  • Têkîlî
  • Frekans
  • Derbarê me de
  • Şert û Merc
  • Rêgezên Malperê
  • Kar Xwestin
  • Kunye

© Stêrk TV. Hemû mafê wê parastîne

adbanner
AdBlock Asteng Dike
Malpera me de reklam hene, ji ber vê sedemê malpera me bixin listeya spî ya AdBlock'ê
Temam, ez ê li listeya spî zêde bikim
Hûn bi xêr hatin

Têkevin hesabê xwe

Te paroleya xwe jibîr kir?