Çarşem, 12 Tebax 2026
  • Ji Bo Min
  • Favoriyên Min
  • Tomarên Min
  • Dîtinên Min
  • Blog
Video
Podcast
Zindî
Arşîv
Neşeriya Çalakiyan
Stêrk TV
  • DESTPÊK
  • ROJANE

    Li Îzmîrê li diî projeyên JES’ê çalakî hate lidarxistin

    Ji aliyê Stêrk TV

    Partiya Kedê: Divê dest ji gotina ‘Tirkiyeya bê teror’ bê berdan, gav bê avêtin

    Ji aliyê Stêrk TV

    KNK: Êrişa li ser Kurdên Serêkaniyê êrişeke plankirî ye

    Ji aliyê Stêrk TV

    Kolombiyayê ‘serweriya’ Îsraîlê ya li ser girên Golanê nas kir

    Ji aliyê Stêrk TV

    Meral Daniş Beştaş: Birêz Ocalan her tim aştî xwestiye û gihiştiye van rojan

    Ji aliyê Stêrk TV

    ‘Kêmasiyeke girîng e ku di Qanûna Çarçoveyê de statuya Birêz Ocalan nehatiye diyarkirin’

    Ji aliyê Stêrk TV
  • KURDISTAN

    Li Bokanê 2 welatiyên Kurd hatin girtin

    Ji aliyê Stêrk TV

    Îranê fuze avêt baregeha Komele

    Ji aliyê Stêrk TV

    YRK’ê ragihand ku cehşekî destê wî di xwîna şehîdan de hebû hate cezakirin

    Ji aliyê Stêrk TV

    Meclîsa Gel a Şengalê bang li Iraqê kir: Hêzên leşkerî vekişîne, dest ji kiryarên nedostane berde

    Ji aliyê Stêrk TV

    Ji HPG’ê daxuyaniya têkildarî Selahattîn Gungen û Îzzet Batmaz

    Ji aliyê Stêrk TV

    Huseyîn Denîz di salvegera 34’emîn a qetilkirina xwe de hat bibîranîn

    Ji aliyê Stêrk TV
  • JIN

    Li girtîgehên Îranê zexta li ser girtiyên jin zêde dibe

    Ji aliyê Stêrk TV

    JINNEWS: Meha Tîrmehê 25 jin û zarokek hatin kuştin

    Ji aliyê Stêrk TV

    ‘Em ê nehêlin kuştina jinan di taritiyê de bimîne’

    Ji aliyê Stêrk TV

    Tevgera Jinan a Pêncşêr: Talîban girtin û înfazên girseyî dewam dike

    Ji aliyê Stêrk TV

    Li Girtîgeha Qerçekê binpêkirinên mafan ên li hemberî jinên girtî

    Ji aliyê Stêrk TV

    ‘Em ê dest ji daxwaza xwe ya ji bo azadiya fîzîkî ya Abdullah Ocalan bernedin’

    Ji aliyê Stêrk TV
  • ÇAND Û HÛNER

    Amadekariyên ji bo 34’emîn Festîvala Çanda Kurd a Navneteweyî bi dawî bûn

    Ji aliyê Stêrk TV

    Li Festîvala Çand û Xwezayê ya Depê banga aştî û civaka demokratîk

    Ji aliyê Stêrk TV

    Hejmara Tebaxê ya Komînal derket

    Ji aliyê Stêrk TV

    Di Festîvala Kurd de konsepta nû

    Ji aliyê Stêrk TV

    ‘Ev mîrate bi berxwedanê hate afirandin, em ê xwedî lê derkevin’

    Ji aliyê Stêrk TV

    Festîvala Çand û Xwezayê ya Mûnzûrê bi meşê destpê kir

    Ji aliyê Stêrk TV
  • CÎHAN
  • YÊN DIN
    • Gotar
    • Civak
    • Rojava
    • Gotar
  • 🔥
  • HEMÛ BAJAR
  • BEHDÎNAN
  • STENBOL
  • AMED
  • ENQERE
  • QAMIŞLO
  • ROJEV
  • KOBANÊ
  • WAN
  • ŞENGAL
  • HESEKÊ
  • ŞIRNEX
  • MÊRDÎN
  • RIHA
  • LEZGÎN
  • ÊLIH
  • COLEMÊRG
Nûçeyên Lezgîn
Di êrîşa li dijî Tûgeya Qamişloyê de 2 şervan şehîd bûn û 2 birîndar bûn
Li Silêmaniyeyê jinek hate kuştin
Bi 2 dronan êrîşî gundekî Dûkanê hat kirin
Li Sûriyeyê di rojekê de 11 kes mirin
Li Hewlêrê droneyên Îranê hatin xistin
Dîtina TîpanAa
Stêrk TVStêrk TV
  • Kurdistan
  • Jin
  • Çand û Hûner
  • Cîhan
  • Rojava
  • Rojane
  • Cîhan
  • Civak & Ekolojî
  • Zanist
  • Ji Bo Min
  • Dîtinên Min
  • Tomarên Min
  • Favoriyên Min
Bigere
  • Kategorî
    • Kurdistan
    • Jin
    • Ciwan
    • Çand û Hûner
    • Cîhan
  • BAJAR
    • HEMÛ BAJAR
    • AMED
    • STENBOL
    • QAMIŞLO
    • ŞEHBA
    • REQA
    • WAN
  • JI BO TE
    • Ji Bo Min
    • Tomarên Min
    • Favoriyên Min
    • Dîtinên Min
  • RÛPEL
    • Podcast
    • Video
    • Wêne
    • Gotar
Hesabê we heye? Têketin
Me bişopîne
© Mafên belavkirinê li ba Stêrk TV parastî ne 2024. Hemû maf parastî ne.
Stêrk TV > Blog > Kurdistan > KJK: Li Rojava û Îranê gel li dijî qirkirinê dîrokê dinivîsin
Kurdistan

KJK: Li Rojava û Îranê gel li dijî qirkirinê dîrokê dinivîsin

KJK, li hemberî êrîşên qirkirinê yên li Rojava û Rojhilatê yên ku kûr dibin, berxwedana gelan silav kir. KJK bal kişand ku planên emperyalîst Rojhilata Navîn dike Xeze û bang li raya giştî ya cîhanê kir ku bikeve tevgerê.

Stêrk TV
Stêrk TV Dîroka nûkirinê: 29. Çile 2026 Dema xwendinê: 9 dq.
Parvekirin

KJK di derbarê serhildanên gel ên li Îran û Rojhilatê û êrîşên qirkirinê yên li dijî Rojava de daxuyaniyek da. Di daxuyaniyê de hate gotin ku bi serhildanên “Jin, Jiyan, Azadî” re gel ketine qonaxeke dîrokî ya nû û siyasetên emperyalîst ên li Rojhilata Navîn gelan dixin nav pêvajoyeke tunekirineke giştî. KJK bang li raya giştî ya cîhanê û hemû hêzên demokratîk kir ku bi gelên Rojava û Îranê re bibin yek.

Daxuyaniya KJK a li ser malpera fermî ya https://www.kjkonline.net/ wiha ye:

“Şer û têkoşîna bi salan didome ya gelê me yê Îranî û Rojhilatê gihîştiye qonaxeke nû. Li Rojhilat bi gelê Kurd re hemû gelên Îranê protestoyên xwe destpê kirine û ev dîrokî ne. Em serhildanên ‘Jin, Jiyan, Azadî’ bi biryardarî û rêxistinkirina mezintir, daxwazên azadiyê bi dengekî bilindtir dibêjin, em silav li berxwedana rûmetdar a gelan dikin ku ji bo jiyaneke wekhev, azad, dadperwer û demokratîk radibin ser piyan. Em êrîşên qirkirinê yên li dijî destkeftiyên şoreşa gelê me li Rojava, ku ji aliyê hêzên hegemonîk ve tên kirin, bi tundî şermezar dikin.

Em berxwedana mezin a gelê xwe û hevalên xwe li her deverê, bi taybetî li Rojava û Rojhilatê Kurdistanê silav dikin. Em bi rêzdarî û minetdarî şehîdên ku di berxwedana li dijî êrîşan de bi lehengiyê gihîştin şehadetê bi bîr tînin. Em ji birîndarên êrîşan re şîfayê xêrê dixwazin.

Sala borî Rêber Apo, ji bo bêbandorkirina metirsiyên vê serdema kaotîk, pêvajoyeke têkoşîn-muzakereyê da destpê kirin. Bi muzakereyê li şûna qirkirinê vebijêrka çareseriya demokratîk danî pêş. Bi rêgeza têkoşînê re di vê pêvajoyê de amadekariya leşkerî, siyasî, dîplomatîk û civakî li dijî plana qirkirinê, avakirina eniya têkoşînê, afirandina hevkariyên nû yên taktîk-stratejîk armanc kir. Pêvajoya muzakere-têkoşînê, Kurdan li maseyê û li qadan dike xwedî hêza cewherî û bi vê yekê re pêvajoya qirkirinê rawestandin û kirina xwedî statû ye. Pêvajoya çareseriyê ya Rêber Apo bi taybetî ji bo rakirina metirsiya qirkirina nû ya ku bi HTŞ’ê dest pê kiriye hatiye pêşxistin. Hişyariya Rêber Apo ya ‘ger tedbîr neyên girtin 50 Xeze tê jiyîn’ jî kurtasiya vê metirsiyê ye. Rêber Apo li dijî siyasetên emperyalîst ên ku gelan ji hev vediqetînin û dike dijminê hev, pêvajoya ‘Aştî û Civaka Demokratîk’ dest pê kiriye.

Îro li Rojhilata Navîn ji aliyê hêzên herêmî û hegemonîk ve hemû deriyên dojehê hatine vekirin. Ev hêzên ku cîhanê li gorî berjewendiyên xwe yên jeopolîtîk vediguherînin textê şetrencê, ji hemû komkujî, koçberî, wêrankirin û komployên li herêmê berpirsiyar in. Siyasetên qirêj û hov ên bi navê ‘ji nû ve sêwirandina cihan û Rojhilata Navîn’ di dehsalên dawî de bûye sedema wêrankirina mezin a gelên herêmê. Bêîstîqrarbûna Iraqê, qirkirina li Xeze, şer û komkujiyên bêdawî li hemû parçeyên Kurdistanê, dewletbûna DAIŞ’ê li Sûriyê û gelek bûyerên din encamên van siyasetên emperyalîst in.

Yek ji herêmên ku ev rewş herî zêde xwe nîşan dide Sûriye ye. Şerê li Rojava û Îranê yê îro jî berdewama van meylên emperyalîst e. Şerê Helebê, qirkirina Şêxmeqsûd û serhildanên li Îranê qonaxeke nû li herêm û cîhanê vekirine. Şerê Helebê, qirkirina Şêxmeqsûd, dorpêça Kobanê bi kurtî komployeke duyemîn a 15’ê Sibatê ye.

Wek tê zanîn Sûriye ji aliyê hêzên hegemonîk ve navenda sêwirandina Rojhilata Navîn e. Plan û pozîsyonên li wir, baregeha siyasetên herêmî û şerên hêzan in. Di salekê de pêvajoya rewakirin û desthilatdariya HTŞ’ê hatiye meşandin. Desthilatdariya HTŞ, armanc dike ku li dijî Hîlala Şîî ya nû dorpêçekê ava bike, ji Îsraîlê re hinterlandeke nû peyda bike û Deryaya Spî kontrol bike. Ev rewş bi pêkanîna konsepta tunekirina nû ya li dijî Kurdan xwe nîşan dide. Bi vî rengî dewletbûna HTŞ xençereke li pêşeroja azad û demokratîk a gelan, jin û Rojhilata Navîn e.

Ji bo guhertina rejîma Îranê jî hêzên selefî têne pêşxistin û bi îttîfaqa herêmî ya Sunî re dê li Îranê mudaxele çêbibe. Ev îttîfaq li ser bingeha erêkirina qirkirina Rojava û Kurdan destpê kiriye. Peymana Parîsê qonaxeke nû li Sûriye û Rojava vekiriye. Ev peymana qirêj a di navbera Îsraîl-DYA-Sûriye-Tirkiyê de, careke din Sykes-Pîcot û Sevrê nijen kiriye.

Ji pêşkeftinan tê fêmkirin ku îrade û daxwazên gelan têne paşguhkirin, hemû nerazîbûnên rewa bi xwînê têne tepisandin û rejîmên faşîst têne avakirin. Divê em wek gel vê pergala lanetkirî ya ku sedsalekê li me daye wendakirin derbas bikin. Rêya esasî ev e ku aqil û têkoşîna hevpar a gelan ava bikin. Ger ev plana hov, zordar û tarî neyê rawestandin, dê li Sûriyê ne tenê Xazeyek, 50 Xeze bên jiyîn.

Pêwendî û hevkariya ku dewleta Tirk li Sûriyê bi hêzên cîhadîst re daniye xeternak e. Dewleta Tirk dikeve xeletiyeke dîrokî ya ku telafîkirina wê zehmet e. Divê neyê jibîrkirin ku êrîşên îro li Sûriyê ne tenê bi Kurdan re sînordar dimînin; ger ev metirsî neyê rawestandin, dê di nav gelan de dijminahiyê belav bike. Dezînformasyona ku îro dewlet û hêzên tarî li dijî Rêbertiyê û pêvajoyê dimeşînin jî bi armanca hilweşandina şoreşa Rojava tê kirin. Em bang li her kesî dikin ku li dijî van hewldanên dezînformasyonê, Rêber Apo û Rojava biparêzin.

Rewşa Îran û Rojhilatê Kurdistanê, serhildan û mudaxaleyên derketine holê, bûye mijara sereke ya gelek rojev û peymanan. Pêşkeftinên li qada Sûriyê jî bi vê yekê ve girêdayî ne. Wek tê dîtin di mijara mudaxaleya li Îranê de du meylên sereke derketine holê. Van her du hêzên ku van meylan temsîl dikin, qet siyaseteke wan a xistina rojevê ya pirsgirêk û hewcedariyên gel û jinê tune ye.

Heta niha li Îranê bi deh hezaran kes beşdarî serhildanan bûne, jiyana xwe ji dest dane, birîndar bûne û hatine girtin. Ev mezintirîn serhildana komî ya li dijî rejîma molayan e, lê mudaxale pêk nehat. Tenê pîroztiyek van hêzan heye, ew jî berjewendiyên wan e. Ev hêz tenê dema ku xizmetê ji berjewendiyên wan dike, dikevin tevgerê. Car caran behsa mudaxaleya leşkerî dikin, lê îhtîmala entegrekirina Îranê bi awayên din jî bi qasî wê xurt e. Divê gel, jin û Kurd siyasetên riyakar, pragmatîk û qirêj ên hêzên hegemonîk bibînin û rêbazên têkoşînê piralî bikin.

Berxwedana gelên Îranê, yên jin û Kurdan a li dijî rejîma Îranê hemû dîwarên tirsê hilweşandine û bi berdêlên mezin didome. Îro jî wek her carê rejîm bi gotina ‘lîstika hêzên derve’ tundiyê rewa dike û dixwaze gel û jin ji vê helwesta biryardar dûr bixîne. Êdî li hember zordarî, îdam, îşkence, zîndan, wêrankirina aborî û bêhiqûqiya rejîmê bendewariya paş de gavavêtina gelan û jinê beyhude ye. Gel û jin dixwazin ji zordarî, îstismar, cudakarî û wekhevnebûnê xelas bibin. Li Îranê bi hezaran kes jiyana xwe ji dest dane, bi hezaran hatine girtin û îşkence li wan hatiye kirin; îro duyemîn drameke Xeze tê jiyîn. Li ber çavên hemû mirovahiyê gelê me ji aliyê terora dewletê ya dijminê maf û azadiyan ve tê qetilkirin û îşkence li wan tê kirin.

Em bang li dewleta Îranê dikin ku êrîşên xwe yên bi çekên giran li dijî gel û jinên ku ji berxwedanê venagerin rawestîne û kolanan neke qesabxane. Rejîmek ku gelê xwe bi vî rengî hovane qetil dike û îşkence dike ne rewa ye. Îran îro bi terora dewletê dibe Xeze. Bêdengî û bêhelwestiya rayagiştî ya cîhanê mirinan vedixwîne. Ji bo rawestandina terora dewleta Îranê em bang li rayagiştî ya cîhanê, saziyên jinên pêşverû-çepgir-demokratîk, gel û jinên Îranê dikin ku di têkoşîna ji bo azadî, edalet, wekhevî û demokrasiyê de bibin yek.”

 

YÊN HATINE ÊTÎKETKIRIN HEMÛ BAJAR

Ji me agahî bistîne!

Eger tu bibî abone em ê nûçeyên lezgîn yekser ji maîla te re bişînin.
Eger tu bibî abone te we wateyê ku tu Polîtikaya Malpera Me dipejînî û dîsa tê wê wateyê ku tu Şert û Mercên me qebûl dikî. Tu kendî bixwazî dikarî ji abonetiyê derkevî
Çi Difikirî?
.0
.0
.0
.0
.0
.0
Nûçeya Berê ‘Hedefê destpêkê ya çeteyên Îslamî û cîhadî dîsa jin bûn’
Nûçeya Pişt re Êzidiyên Şengalê: Ger Rojava nemîne, wê Şengal jî nemîne!
Nirxandinek Bike Nirxandinek Bike

Nirxandinek Bike Cancel reply

You must be logged in to post a comment.

Me Bişopîne!

Tu dikarî li ser gelek platforman rûpelên me bişopînî.
FacebookBiecibîne
TwitterBişopîne
PinterestPîn bike
InstagramBişopîne
YoutubeSubscribe
TiktokBişopîne
TelegramBişopîne
Google NewsBişopîne
LinkedInBişopîne
- Frekans -
Ad image
- Frekans -
Ad image

Navarokên Li Pêş

Şêniyên Amedê hişyarî dan: Dest ji taktîka mijûlkirinê berdin

Şêniyên Amedê diyar kirin ku Pêvajoya Aştî û Civaka Demokratîk şensek ji bo hemû gelan…

Ji aliyê Stêrk TV

Ayşegul Dogan: Li vî welatî her tişt bi şer re girêdayî ye

Berdevka DEM Partiyê Ayşegul Dogan ragihand ku ew do çarçoveya hevpariya têkoşînê de planên nû…

Ji aliyê Stêrk TV

Ji dermansazekî Kobanê banga lezgîn

Aram Elî ku dermansazekî li Kobanê ye, anî ziman ku ji ber dorpêçê derman bi…

Ji aliyê Stêrk TV

Ev jî di be ku bala te bikşînin

Rojane

Li Îzmîrê li diî projeyên JES’ê çalakî hate lidarxistin

Ji aliyê Stêrk TV
Rojava

Di êrîşa li dijî Tûgeya Qamişloyê de 2 şervan şehîd bûn û 2 birîndar bûn

Ji aliyê Stêrk TV
Rojava

Êrîşî Tûgaya Qamişloyê hat kirin

Ji aliyê Stêrk TV
Cîhan

Hejmara kesên di erdheja Kolombiyayê de mirin gihîşt 224 kesan

Ji aliyê Stêrk TV
Ya Berê Ya Pişt re
Stêrk TV
Stêrk TV
Stêrk TV

Li Ser Şopa Heqîqetê

Stêrk TV ji sala 2009an ve di warên siyasî, civakî, çandî û hunerî de weşanê dike. Bi nêrîna azadiya jinê û avakirina civakeke demokratîk, Stêrk TV xebatên civakî, çandî, hunerî, dîrokî, aborî û yên jîngehê dimeşîne. Di çarçoveya parastin û pêşxistina çand û zimanê Kurdî de, bi zaravayên Kurmancî, Soranî, Kirmanckî û Hewramî nûçe û bernameyên cûrbicûr amade dike û diweşîne. Stêrk TV xizmetê li çand û hunera Kurdî dike.

Facebook Twitter Youtube Rss Medium
Kategorî
  • Kurdistan
  • Rojane
  • Çand û Hûner
  • Cîhan
  • Jin
  • Civak & Ekolojî
  • Zanist
Rûpel
  • Têkîlî
  • Frekans
  • Derbarê me de
  • Şert û Merc
  • Rêgezên Malperê
  • Kar Xwestin
  • Kunye

© Stêrk TV. Hemû mafê wê parastîne

adbanner
AdBlock Asteng Dike
Malpera me de reklam hene, ji ber vê sedemê malpera me bixin listeya spî ya AdBlock'ê
Temam, ez ê li listeya spî zêde bikim
Hûn bi xêr hatin

Têkevin hesabê xwe

Te paroleya xwe jibîr kir?