Sêşem, 14 Nîsan 2026
  • Ji Bo Min
  • Favoriyên Min
  • Tomarên Min
  • Dîtinên Min
  • Blog
Video
Podcast
Zindî
Arşîv
Neşeriya Çalakiyan
Stêrk TV
  • DESTPÊK
  • ROJANE

    DEM Partî bertek nîşanî êrîşa çekdarî ya li Sêweregê da

    Ji aliyê Stêrk TV

    Li 5 kesan cezayê darvekirinê hat birîn

    Ji aliyê Stêrk TV

    Tulay Hatîmogûllari: Aştî û civaka demokratîk xala me ya bingehîn e

    Ji aliyê Stêrk TV

    ‘Girtiyên siyasî yên li Îranê bi metirsiyeke mezin re rû bi rû ne’

    Ji aliyê Stêrk TV

    Li Antalyayê 3 girtiyên di greva birçîbûnê de rakirin nexweşxaneyê

    Ji aliyê Stêrk TV

    FEDA û DAKB’ê ji bo ‘Çarşema Sor’ peyamek dan

    Ji aliyê Stêrk TV
  • KURDISTAN

    Êrişên bi dronan li ser Hewlêr û Silêmaniyê

    Ji aliyê Stêrk TV

    Mehmet Çevîren ê li girtîgehê jiyana xwe ji dest da li Dêrikê hate veşartin

    Ji aliyê Stêrk TV

    Qurbaniyên Enfalê li Germiyanê hatin bîranîn

    Ji aliyê Stêrk TV

    Li Sêweregê êrişa çekdarî ya li dibistanê: Herî kêm 13 kes birîndar bûn

    Ji aliyê Stêrk TV

    KCK’ê qurbaniyên komkujiyên Enfalê bi rêzdarî bi bîr anî

    Ji aliyê Stêrk TV

    KCK: Cejna Çarşema Sor pîroz be

    Ji aliyê Stêrk TV
  • JIN

    TJA ber bi Gemlîkê ve dimeşe: Divê aliyê civakî yê hevdîtinan bi cih bê anîn

    Ji aliyê Stêrk TV

    ‘Qetilkirina Rojîn Kabaîş ronî bikin, dawî li gefên ser malbatê bînin’

    Ji aliyê Stêrk TV

    Ji TJA’yê peyama sersaxiyê: Em ê dilsozê mîrateya Zeynep Cansiz bimînin

    Ji aliyê Stêrk TV

    TJK-E’yê ji bo Zeynep Cansiz peyama sersaxiyê da

    Ji aliyê Stêrk TV

    Li Îranê di şerê 40 rojî de nêzî 500 jinan jiyana xwe ji dest dan

    Ji aliyê Stêrk TV

    Li Îranê aqûbeta 3 jinên hatine binçavkirin, ne diyar e

    Ji aliyê Stêrk TV
  • ÇAND Û HÛNER

    Hunermend Elî Mensûr jiyana xwe ji dest da

    Ji aliyê Stêrk TV

    Di Cannesê de 21 fîlm dê ji bo ‘Palmiya Zêrîn’ pêşbaziyê bikin

    Ji aliyê Stêrk TV

    Bi wesîleya rojbûna Rêber Apo konserek hate dayin

    Ji aliyê Stêrk TV

    ‘Rewşa herî qelebalix a bêedaletiyê’: Bêdeng be li Londonê hate nîşandan

    Ji aliyê Stêrk TV

    Galaya fîlmê “Azadî wê bi ser bikeve” li Londonê hate kirin

    Ji aliyê Stêrk TV

    Koma Berxwedan ji nû ve avakirina xwe îlan kir

    Ji aliyê Stêrk TV
  • CÎHAN
  • YÊN DIN
    • Gotar
    • Civak
    • Rojava
    • Gotar
  • 🔥
  • HEMÛ BAJAR
  • BEHDÎNAN
  • AMED
  • STENBOL
  • ENQERE
  • QAMIŞLO
  • ROJEV
  • KOBANÊ
  • WAN
  • ŞENGAL
  • HESEKÊ
  • ŞIRNEX
  • MÊRDÎN
  • RIHA
  • LEZGÎN
  • ÊLIH
  • COLEMÊRG
Nûçeyên Lezgîn
Li Hewlêrê droneyek hate xistin
Îranê pêla binçavkirinê da destpêkirin
Li Çemçemalê zaroka ku êşkence lê hatibû kirin, jiyana xwe ji dest da
Çeteyan 4 welatî ji Serêkaniyê revandine Tirkiyeyê
Li Idlib û Şamê 2 ciwan hatin kuştin
Dîtina TîpanAa
Stêrk TVStêrk TV
  • Kurdistan
  • Jin
  • Çand û Hûner
  • Cîhan
  • Rojava
  • Rojane
  • Cîhan
  • Civak & Ekolojî
  • Zanist
  • Ji Bo Min
  • Dîtinên Min
  • Tomarên Min
  • Favoriyên Min
Bigere
  • Kategorî
    • Kurdistan
    • Jin
    • Ciwan
    • Çand û Hûner
    • Cîhan
  • BAJAR
    • HEMÛ BAJAR
    • AMED
    • STENBOL
    • QAMIŞLO
    • ŞEHBA
    • REQA
    • WAN
  • JI BO TE
    • Ji Bo Min
    • Tomarên Min
    • Favoriyên Min
    • Dîtinên Min
  • RÛPEL
    • Podcast
    • Video
    • Wêne
    • Gotar
Hesabê we heye? Têketin
Me bişopîne
© Mafên belavkirinê li ba Stêrk TV parastî ne 2024. Hemû maf parastî ne.
Stêrk TV > Blog > Jin > KJK-PAJK: Xwedî li şoreşa jinê ya Rojava derkevin!
Jin

KJK-PAJK: Xwedî li şoreşa jinê ya Rojava derkevin!

Koordînasyonên KJK û PAJK’ê diyar kirin ku yekane plana rejîma faşîst a AKP-MHP’ê qirkirina Kurd e û wiha gotin, “Rojava şoreşa me hemûyan e, xwedî li şoreşa xwe ya jinan derkevin.”

Stêrk TV
Stêrk TV Dîroka nûkirinê: 11. Kanûn 2024 Dema xwendinê: 11 dq.
Parvekirin

Daxuyaniya Koordînasyonên Komalên Jinên Kurdistan (KJK) û Partiya Azadiya Jinên Kurdistan (PAJK) wiha ye:

Di êrîşên dewleta Tirk a faşîst û qirker û çeteyên DAÎŞ’ê yên bi maskeyên SMO de ku li dijî qadên Bakur û Rojhilarê Sûriyeyê bi taybet Til Rifat, Şehba, Minbic, Eyn Îsa û Kobanê, jin, zarok, sivîl û şervanên QSD, YPG û YPJ’ê şehîd dibin û birîndar dibin. Em di şexsê sê jinên ji rêveberiya Tevgera Jinê ya Zenubya ku herî dawî li Minbicê şehîd bûn û şehîdên xwe yên li nexweşxaneya Minbicê şehîd bûn de, şehîdên QSD, YPG û YPJ’ê bi bîr tînin û diyar dikin ku em ê li ser esasê dilsoziya bi bîranînên wan re têkoşîna xwe mezin bikin. Ev hemû êrîş û şehadetên çêdibin, erka têkbirina ev êrîşên ku dijminatiya yekîtiya jiyana azad a gelên Kurd, Ereb û jinan dike û xurtkirina girêdanbûna şoreşê ferz dike. Bersivdana bu ruhê seferberiyê ya li hemberî van êrîşên nemirovî û hov, erka mirovahiyê ye.

Şoreşa Gel û Jinan a Rojava ku sala xwe ya 13’emîn li pey xwe hişt, bi geşedanên dawî re di bin gefên cidî de ne. Di encama pêşveçûna HTŞ’ê ya ber bi Şamê de ji bo herêmê rewşeke nû derket. Dewleta Tirk a dagirker ku bi her curê rêxistinên çete û bi taybet bi DAÎŞ’ê re di nava tifaqê de ye, sûd ji vê rewşê wergirt û êrîşên xwe yên li ser Rojava gihand asteke nû.

Îro li Rojava gelên Kurd, Ereb, Ermenî, Suryanî, Çerkez û Tirkmenan li ser bingeha neteweya demokratîk û rêveberiya xwe ya xweser de di şert û mercên wekhev û azad de dijîn. Asta jiyana azad ku li Rojava pêş ketiye, di pêşengiya jinan de bi berdêlên mezin hatine afirandin. Ev şoreşa ku bi hezaran şehîd û gaziyan pêş ket, di heman demê de şoreşa jinê ye. Ji ber vê yekê Rojava ne tenê ji bo jinên herêmê, ji bo hemû jinên cîhanê bûye çavkaniya îlhamê.

Dewleta Tirk a faşîst ji roja yekem a şoraşa Rojava ve tu car ev pergal û îradeya jiyana azad ku li xaka Rojava pêş ket û mezin dibe, qebûl nekir. Di sala 2014’an de bi DAÎŞ’ê re êrîşî destkeftiyên jin û gelan kir û bi dagirkirina xakên azad xwest konseptekî qirkirinê pêk bîne. Dagirkirinên Efrîn, Girê Spî û Serêkaniyê bû dewama vê armancê û di van êrîşên dagirkeriyê de bi hezaran kes hatin qetilkirin, jin û zarok bi her curê êrîşê re rûbirû man û bi vê yekê re xwestin demografiya herêmê biguherînin.

YEKANA PLANA REJÎMA FAŞÎST A AKP-MHP’Ê QIRKIRINA KURDAN E

Ev polîtîkayên dagirkerî û hegemonyayê ya dewleta Tirk ji aliyê her kesî ve tê zanîn. Dewleta Tirk ji bo van planên xwe pêk bîne, qaşo nîqaşên aştî û çareseriyê dixe dewrê, li ser civakê operasyonên têgihê pêş dixe û hêzên demokratîk û şoreşger manîpule dike.

Ji destpêka meha Cotmehê ve, ev taktîka şerê taybet dîsa xistiye dewrê, di demeke kurt de bi êrîşên xwe yên dagirker û qirkirinê yên li ser Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê re ev taktîka şerê taybet eşkere bû. Rejîma faşîst a AKP-MHP’ê careke din derxist holê ku yekane plana wî qirkirina Kurdan e.

Dewleta Tirk a dagirker îro jî ji hilweşandina rejîma BAAS’ê sûd werdigire û dixwaze plana xwe ya qirkirinê ya nîvço mayî pêk bîne. Dewleta Tirk a faşîst ku bi rojan in bi jêmaniyên DAÎŞ’ê re bi dijwarî êrîşî Minbicê dike, komkujiyên sivîlan pêk tîne û di van êrîşan de bêyî ku bibêje jin û zarok mirovan qetil dike. Di van êrîşan de dîmenên ku dîlgirtî tên înfazkirin, bi saxî tên şewitandin, serê wan tê jêkirin, kesên li nexweşxaneyê têkoşîna jiyanê didin tên gulebarankirin, di çapemeniyê de tê dîtin. Bi taybet jêkirina serê jinan ku gel şahidî kirine, nîşan dide ku di sedsala 21’an de dixwazin pêleke nû ya qirkirina jinan bidin destpê kirin.

PLANA DAGIRKIRINA MINBICÊ, PLANA DAGIRKIRINA ROJAVA YE

Xwesteka dewleta Tirk a li herêmê eşkere ye. Ne rasthatin e ku ewqas êrîşên giran li ser Minbicê heye û planên dagirkirina Rojava ji vir destpê kiriye. Plana dagirkirina Minbicê, plana dagirkirina rojava ye. Plana tunekirina destkeftiyên ku jin û gelan bi berdêlên mezin bidestxistin e. Tê zanîn ku eger dewleta Tirk a faşîst plana dagirkirina Minbicê pêk bîne, wê ewil berê xwe bide Kobanê. Êrîşên li ser Kobanê ji niha ve di dijwariyeke diyar de dewam dikin. Divê her kes bizane ku Kobanê tê wateya şoreşa Rojava û şoreşa jinê.

Dîsa bi hezaran çeteyên DAÎŞ’ê li herêmên Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê girtî ne. Bi van êrîşan re rewşa zindanên ku ev çeteyên kujer lê dimînin, dikeve xeteriyê, ji her aliyê ve metirsiya ji nû ve zindîkirina DAÎŞ’ê zêde dibe. Ev rewş hêzên koalîsyona navneteweyî jî eleqeder dike ku diyar dikin ku ew ji bo têkoşîna li dijî DAÎŞ’ê li Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê dimînin. Li ser vê bingehê hêzên koalîsyona navneteweyî wê ji rewşên karesat ên muhtemel berpirsyar bin. Divê ev hêz xwedî li berpirsyariyên xwe derkevin.

EM BANG LI HEMÛ GELÊ XWE DIKIN KU BI RUHÊ SEFERBERIYÊ PIŞTGIRÎ BIDIN

Di encama êrîşên li ser Til Rifat û Şehbayê de bi sed hezaran kes neçar man koçî herêmên Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê bibin. Şert û mercên zivistanê, êrîşên dewleta Tirk a faşîst û zehmetiyên koçberiyê bi awayekî herî dijwar tên jiyîn. Rêveberiya Xweser û gelê me yê Rojava ligel derfetên kêm di nava seferberiyê de alîkarî dikin. Êrîşên dawî vê zehmetiyê zêdetir kiriye û derfet kêmtir bûne. Êrîşên faşîst di vê milê de jî zehmetî dide. Di vî aliyê de jî em bang li hemû gelê xwe dikin ku bi ruhê seferberiyê piştgirî bidin.

Bila bê zanîn ku wek jin û gelê Kurd, em ê li dijî êrîşên qirker yên dewleta Tirk a dagirker wekî duh îro jî têkoşîna xwe li ser asta herî bilind bidomînin. Bangawaziya seferberiyê ya Rêveberiya Xweser a Rojavayê ne tenê ji bo Rojava ji bo tevahiya Kurdistan û diasporayê ye. Divê wek jin û gelê Kurd li çar parçeyên Kurdistanê û li derveyî welat, em bi hemû hêza xwe bi ‘Ruhê Kobanê’ her rojê bikin roja berxwedanê. Ji niha pê de divê kes li hember vê pêvajoyê bêdeng nemîne û ji 7 salî heta 70 salî her kes hemû îmkanên xwe ji bo parastina Rojava seferber bike. Divê dost û dijmin her kes bizane ku her milîtaneke PJAK’ê dê bi awayekî fedaiyane li dijî van êrîşên dagirkirin û nijadkujiyê rabe. Her jina Kurd dê li her qada ku lê ye bide dengê Rojavayê.

BÊDENGIYA LI HEMBER QETLÎAMAN HEVPARIYA SÛCÊ MIROVAHIYÊ YE

Bêdengiya li hember qetlîam, guherîna demografîk û dagirkirina li Rojavayê tê wateya hevpariya sûcê mirovahiyê. Li ser vê esasê, di serî de em bangî saziyên navneteweyî dikin ku bi rol û mîsyona xwe tevbigerin. Divê saziyên navneteweyî sehayên xwe yên hewayî ji bo dewleta Tirk a faşîst bigire û wê cezadar bike. Divê Erdoganê faşîst wek sûcdarê şer bê darizandin.

Wek jin û gelê Kurd em ji pêvajoyeke man û nemanê derbas dibin. Divê em ruhê berxwedana netewî bersiva vê pêvajoyê bidin. Jin û Kurd dê êdî bi xwe dîroka xwe binivîsin. Ev dîrok dê bibe dîroka Kurdê azad yê ku têkoşîna jiyaneke birûmet û azad dide. Ji bo vê yekê, di serî de jinên Kurd, divê hemû gelê me bi ruhekî mezin ê berxwedanê bikeve nav liv û tevgerê û xwedî li Rojavayê derkeve. Divê em ji bîr nekin; Rojava rûmeta me ye! Xwedîlêderketina Rojavayê xwedîlêderketina rûmet, azadî û pêşeroja me ye.

Em bangî hemû tevgerên jinan ên cîhanê û dostên xwe yên enternasyonalîst ên jin dikin: “Şoreşa Rojavayê ku bi felsefeya Jin Jiyan Azadî’yê ji bo hrmû jinên cîhanê bûye hêvî, ne tenê ji bo jinên li herêmê, ji bo hemû jinên cîhanê bûye rêberek. Di van êrîşan de ku dewleta Tirk a faşîst bi rêya çeteyên jêmayên DAIŞ’ê  jinan bi hovane qetil dike, rêbazeke bizanebûn e. Dixwazin careke din destkeftiyên jinan hepsî cîhana xwe ya tarî bikin. Lê em jin, em ê tu carî destûra vê yekê nedin. Loma em ji bo hemû jinên ku têkoşîna azaduyê didin dibêjin ku;

Em rê nedin ku li Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê li ser jinan qirkirineke wekî qirkirina jinên Êzîdî bê kirin!

Em xwedî li şoreşa jinan a pergala jinên azad ên jinên Kurd, Ereb, Suryanî, Ermenî û Tirkmen ên li Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê derkevin!

Em li dor Şoreşa Rojavayê bibin yek!

Rojava Şoreşa me hemûyan e, em xwedî li şoreşa xwe derkevin!

 

YÊN HATINE ÊTÎKETKIRIN NAVENDAN NÛÇEYAN

Ji me agahî bistîne!

Eger tu bibî abone em ê nûçeyên lezgîn yekser ji maîla te re bişînin.
Eger tu bibî abone te we wateyê ku tu Polîtikaya Malpera Me dipejînî û dîsa tê wê wateyê ku tu Şert û Mercên me qebûl dikî. Tu kendî bixwazî dikarî ji abonetiyê derkevî
Çi Difikirî?
.0
.0
.0
.0
.0
.0
Nûçeya Berê DAKB: Em 14’ê Kanûnê beşdarî çalakiyan bibin, xwedî li Rojava derkevin
Nûçeya Pişt re Li dijî şer zincîra ji jinan: Jinên hatine revandin sedema têkoşîna me ne
Nirxandinek Bike Nirxandinek Bike

Nirxandinek Bike Cancel reply

You must be logged in to post a comment.

Me Bişopîne!

Tu dikarî li ser gelek platforman rûpelên me bişopînî.
FacebookBiecibîne
TwitterBişopîne
PinterestPîn bike
InstagramBişopîne
YoutubeSubscribe
TiktokBişopîne
TelegramBişopîne
Google NewsBişopîne
LinkedInBişopîne
- Frekans -
Ad image
- Frekans -
Ad image

Navarokên Li Pêş

Li Başûrê Kurdistanê di du mehan de 6 jin hatin qetilkirin

Li gorî bîlançoya mehane ya Rojnewsê di du mehên borî de li Başûrê Kurdistanê 6…

Ji aliyê Stêrk TV

Li Îranê parêzvana mafên jinan hate girtin

Li bajarê Damxan ê eyaleta Simnan a Îranê, nivîskar û parêzvana mafên jinan Etîfe Rengrêz…

Ji aliyê Stêrk TV

Tulay Hatîmogûllari: Divê têgihiştina şaredarivaniyê em derbasî jiyanê bikin

Serdanên Hevserokên Giştî yên DEM Partiyê yên bi boneya Cejna Qurbanê dewam dikin. Di serdanan…

Ji aliyê Stêrk TV

Ev jî di be ku bala te bikşînin

Jin

Ji KJK’ê ji bo Zeynep Cansiz peyama sersaxiyê

Ji aliyê Stêrk TV
Jin

TJA ber bi Gemlîkê ve dimeşe: Divê aliyê civakî yê hevdîtinan bi cih bê anîn

Ji aliyê Stêrk TV
Jin

‘Qetilkirina Rojîn Kabaîş ronî bikin, dawî li gefên ser malbatê bînin’

Ji aliyê Stêrk TV
Jin

Ji TJA’yê peyama sersaxiyê: Em ê dilsozê mîrateya Zeynep Cansiz bimînin

Ji aliyê Stêrk TV
Ya Berê Ya Pişt re
Stêrk TV
Stêrk TV
Stêrk TV

Li Ser Şopa Heqîqetê

Stêrk TV kanaleke pirziman ya nûçeyan e. Zimanê sereke ya kanalê kurdî ye. Kanal bi van zimanan nûçeyan diweşîne; kurmancî, soranî, goranî, hewramî, dimilî û îngilîzî.

Facebook Twitter Youtube Rss Medium
Kategorî
  • Kurdistan
  • Rojane
  • Çand û Hûner
  • Cîhan
  • Jin
  • Civak & Ekolojî
  • Zanist
Rûpel
  • Têkîlî
  • Frekans
  • Derbarê me de
  • Şert û Merc
  • Rêgezên Malperê
  • Kar Xwestin
  • Kunye

© Stêrk TV. Hemû mafê wê parastîne

adbanner
AdBlock Asteng Dike
Malpera me de reklam hene, ji ber vê sedemê malpera me bixin listeya spî ya AdBlock'ê
Temam, ez ê li listeya spî zêde bikim
Hûn bi xêr hatin

Têkevin hesabê xwe

Te paroleya xwe jibîr kir?