Sêşem, 14 Tîrmeh 2026
  • Ji Bo Min
  • Favoriyên Min
  • Tomarên Min
  • Dîtinên Min
  • Blog
Video
Podcast
Zindî
Arşîv
Neşeriya Çalakiyan
Stêrk TV
  • DESTPÊK
  • ROJANE

    DEM Partî: Îradeya çareseriyê divê bi gavên şênber bê xurtkirin

    Ji aliyê Stêrk TV

    Lêpirsîna Komeleya Ahbap: 38 kes hatin binçavkirin

    Ji aliyê Stêrk TV

    Hêlîn Umît: Di pêvajoyê de her tişt di rê de nîne

    Ji aliyê Stêrk TV

    Ji bo jiyanê destberdana ji bedena xwe: Greva birçîbûnê û rojiya mirinê yên li Tirkiye û Kurdistanê

    Ji aliyê Stêrk TV

    ROJEVA 14’Ê TÎRMEHA 2026’AN

    Ji aliyê Stêrk TV

    Girtiyên Apoyî: ‘Rêber Apo xeyalên Berxwedana 14’ê Tîrmehê wê bi Komara Demokratîk tacîdar bike’

    Ji aliyê Stêrk TV
  • KURDISTAN

    Fermandariya YRK’ê cangoriyên 14’ê Tîrmehê bi bîr anî

    Ji aliyê Stêrk TV

    Nameya destpêkê ya ku Hayrî Dûrmûş beriya 46 salan ji girtîgehê nivîsî

    Ji aliyê Stêrk TV

    ’14’ê Tîrmehê tarîtiya li ser hebûna gelê Kurd ji holê rakir’

    Ji aliyê Stêrk TV

    KCK: Em ê hesreta berxwedêrên 14’ê Tîrmehê pêk bînin!

    Ji aliyê Stêrk TV

    Li Iraqê pêvajoya entegrasyonê: Gelo peymaneke nû ya 9’ê Cotmehê tê amadekirin?

    Ji aliyê Stêrk TV

    14’ê Tîrmehê nexşerêya berxwedan û jiyana azad e

    Ji aliyê Stêrk TV
  • JIN

    60 girtiyên jin ên din veguhestin Girtîgeha Evînê

    Ji aliyê Stêrk TV

    Li Merîwanê jinek hate kuştin

    Ji aliyê Stêrk TV

    KCDP: Di 6 mehên destpêkê yên salê de 150 jin hatin qetilkirin

    Ji aliyê Stêrk TV

    Hêza pêşeng a veguherîn û birêxistinbûna demokratîk: Bakur

    Ji aliyê Stêrk TV

    Ji destpêka salê û vir ve li Herêma Kurdistanê 31 jin hatin qetilkirin

    Ji aliyê Stêrk TV

    Leyla Amûdê: YPJ hêza parastina jin û civakê ye

    Ji aliyê Stêrk TV
  • ÇAND Û HÛNER

    Belgefîlma “Rojiya Jiyanê” ya Berxwedana 14’ê Tîrmehê wê bê pêşandan

    Ji aliyê Stêrk TV

    Tîma folklorê ya Kurd di Festîvala Navneteweyî ya Gallerê de bû yekemîn

    Ji aliyê Stêrk TV

    Şoreşgera kamil: Mizgîn

    Ji aliyê Stêrk TV

    Encamnameya Komxebata Sînemaya Kurdî hate eşkerekirin

    Ji aliyê Stêrk TV

    Ji Hozan Aydin çar albûmên nû

    Ji aliyê Stêrk TV

    Tev-Çandê ji bo bîranîna Alî Haydar Kaytan helbestek weşand

    Ji aliyê Stêrk TV
  • CÎHAN
  • YÊN DIN
    • Gotar
    • Civak
    • Rojava
    • Gotar
  • 🔥
  • HEMÛ BAJAR
  • BEHDÎNAN
  • AMED
  • STENBOL
  • ENQERE
  • QAMIŞLO
  • ROJEV
  • KOBANÊ
  • WAN
  • ŞENGAL
  • HESEKÊ
  • ŞIRNEX
  • MÊRDÎN
  • RIHA
  • LEZGÎN
  • ÊLIH
  • COLEMÊRG
Nûçeyên Lezgîn
Li Sûriyeyê di rojekê de 8 kesan jiyana xwe ji dest dan
Li Herêma Kurdistanê cînayet û mirinên bi guman ên jinan
Li Îranê darvekirin didomin
Li Rojhilatê Kurdistanê êşkence û cezayên darvekirinê zêde bûn
Cezayê girtîgehê yê heta bi hetayê li aktîvîstên Belûc hate birîn
Dîtina TîpanAa
Stêrk TVStêrk TV
  • Kurdistan
  • Jin
  • Çand û Hûner
  • Cîhan
  • Rojava
  • Rojane
  • Cîhan
  • Civak & Ekolojî
  • Zanist
  • Ji Bo Min
  • Dîtinên Min
  • Tomarên Min
  • Favoriyên Min
Bigere
  • Kategorî
    • Kurdistan
    • Jin
    • Ciwan
    • Çand û Hûner
    • Cîhan
  • BAJAR
    • HEMÛ BAJAR
    • AMED
    • STENBOL
    • QAMIŞLO
    • ŞEHBA
    • REQA
    • WAN
  • JI BO TE
    • Ji Bo Min
    • Tomarên Min
    • Favoriyên Min
    • Dîtinên Min
  • RÛPEL
    • Podcast
    • Video
    • Wêne
    • Gotar
Hesabê we heye? Têketin
Me bişopîne
© Mafên belavkirinê li ba Stêrk TV parastî ne 2024. Hemû maf parastî ne.
Stêrk TV > Blog > Kurdistan > KJK: Planeke nû ya tasfiyeyê di dewrê de ye, wê destûr jê re neyê dayin!
Kurdistan

KJK: Planeke nû ya tasfiyeyê di dewrê de ye, wê destûr jê re neyê dayin!

Koordînasyona KJK'ê diyar kir ku êrişa li ser kedkarên çapemeniyê yên li Ewropayê û binçavkirina şoreşgerên Kurd 'Êrîşeke NATO'yê ye' û got, "Wê ti carî destûr neyê dayin ku careke din tasfiye li ser gelê Kurd bê ferzkirin."

Stêrk TV
Stêrk TV Dîroka nûkirinê: 3. Gulan 2024 Dema xwendinê: 8 dq.
Parvekirin

Daxuyaniya Koordînasyona KJK’ê bi vî rengî ye: “Li çar aliyên cîhanê krîzên aborî, siyasî, civakî, ekolojîk û leşkerî belav dibin, roj bi roj mezin û giran dibin, encamên hilweşîner bi xwe re tînin. Ev krîz jî ji encamên Şerê Cîhanê yê 3’yemîn e ku li ser bingeha hesabên desthilatdariyê yên hêzên hegemonîk tê meşandin. Ev şerê ku ji aliyê sîstema faşîst, nijadperest û dijminê jinê ve tê meşandin, bi esasî ji bo tasfiyekirina doza azadiyê ya gel û jinan e. Yek ji cografyayên ku ev rastî bi şênberî lê tê dîtin, welatê me Kurdistan e. Şerê ku ji aliyê hêzên hegemon ve hatiye plankirin, tasfiyeyê li ser gelê me û têkoşîna me fez dike. Li dijî gel û têkoşîna me rojên dawî pêleke mezin a êrîşê jinûve ketiye meriyetê. Di van rojan de ku di siyaseta hundirîn û derve ya dewleta Tirk de guherîninên girîng pêk tên, êrîşên li ser gelê Kurd hatine girankirin. Dewleta Tirk ku ji ber pêknehatina planên têkbirinê yên dehan sal in li ser tevgera azadiyê ya Kurd ferz dike tengav bûye û hêzên Gladyo ku pê ve girêdayî ye, careke din dixwazin ku asta êrîşê bilind bikin. Em van êrîşan şermezar dikin. Li dijî van êrîşên îmha û qirkirinê ku li ser gelê Kurd û têkoşîna me ya azadiyê têne meşandin, weke têkoşîna azadiyê ya gelê me û hêzên demokratîk, şoreşger, em ê bi xurtî û mezin li ber xwe bidin û van êrîşan têk bibin. Bila kes ji vê yekê gumanan neke.

Balkêş e ku piştî berxwedana dîrokî ya gerîla ya li Zapê û çalakiyên ku kirin, her wiha piştî 8’ê Adarê, Newrozê û biryardariya têkoşîn û xwedîderketinê ya gelê me di hilbijartinên xwecihî de li Tirkiye û Bakurê Kurdistanê nîşan da, ev êrîş hatin kirin. Hêzên hegemon li hemberî berxwedan, têkoşîn û berxwedêriya PKK û gelê Kurd ketine nava panîkê. Ji ber ku komplo û plana têkbirinê ya piştre kete meriyetê di asteeke girîng de hate bêbandorkirin, hêzên navborî careke din ketin nava liv û tevgerê, ji bo rejîma şerê taybet a AKP-MHP’ê di oxira berjewendiyên xwe de hîn bêhtir bi kar bîne dest bi parastina vê rejîmê kirin û êrîş dan destpêkirin.

PLANEKE NÛ YA TASFIYEYÊ

Êrîşên li Bakur û Başûrê Kurdistanê yên li ser gerîla, li gel planên qirêj ên li dijî siyaseta demokratîk a Kurd a li Tirkiyeyê, binçavkirina şoreşgerên Kurd, xebatkar û saziyên çapemeniyê yên li Tirkiye û Ewropayê, êrîşeke NATO’yê ye. NATO ku li gel hemû êrîşan jî nekarî têkoşîna rewa ya gelê me tasfiye bike, planeke nû ya tasfiyeyê xistiye dewrê. Em vê yekê ji Fransa, Elmanya, Belçîka û hemû welatên Ewropayê re dibêjin: Gel û zarokên Kurd DAÎŞ têk birin û berdêlên giran dan. Yên ku Ewropa ji belayê DAÎŞ’ê parastin zarokên gelê Kurd, gerîlayên PKK û hêzên YPJ-YPG’ê bûn. Bi têkoşîn û berxwedana xwe pêşî li DAÎŞ’ê girtin. Yên ku wê rojê çepik ji vê yekê re lê didan, îro ji bo berjewendiyên xwe yên qirêj êrîşî saziyên gelê Kurd dikin, şoreşgerên gelê Kurd digirin. Piştgiriyê didin kuştin û girtinê. Ji bo rejîma şerê taybet a Erdogan-Bahçelî li ser piyan bihêlin ku vê rejîmê DAÎŞ parast, xwedî kir û weke amûreke gefxwarinê bi kar anî, êrîşî Kurdan dikin. Em bang li van hêzan dikin ku dest ji polîtîkayên xwe yên qirêj û tarî berdin. Em dixwazin bi bîr bixînin ku ev êrîş li dijî rêbaza têkoşînê, jiyanê, feraset û felsefeya ‘Jin, Jiyan, Azadî’ tê kirin.

HEVDÎTINÊN DÎPLOMATÎK

Di pêvajoyeke welê de ku dijberiya di asta herêmî û global de dewam dike, bang li şefê faşîst R.T. Erdogan hate kirin ku biçe DYE’yê, piştî bi salan serdana Iraqê kir, Serokkomarê Elman serdana Tirkiyeyê kir, ku ev hemû hevdîtinên dîplomatîk ên bi hêzên herêmî re li ser dijberiya li PKK û Rêber Apo têne kirin. Di vê pêvajoyê de ku tê xwestin, siyaseta herêmê ji nû ve bê dîzaynkirin, wê ti carî destûr neyê dayin ku tasfiyekirin bibe para gelê Kurd. Di bingeha van êrîşan de armanca tasfiyekirina tevgera me, dagirkirina xaka Kurdistanê û mayindekirina desteserkirina xaka Kurdistanê heye. Hêzên hegemon ên navneteweyî dewleta Tirk û hevkarên Kurd li ser bingeha bikaranîna dîzaynkirina herêmê vê konsepta êrîşê dimeşînin. Dewleta Tirk a faşîst ku ji bo serweriya li herêmê ji xwe re şert dibîne ku PKK’ê tasfiye bike, siyaseta xwe ya hundirîn û derve ji bo vê armancê dimeşîne.

EM ÊRÎŞA LI SER KEDKARÊN ÇAPEMENIYÊ ŞERMEZAR DIKIN

Weke KJK em vê êrîşa antî demokratîk a li ser kedkarên çapemeniya azad careke din şermezar dikin ku hewl didin bibin deng û zimanê êşên gelekî, berxwedan û têkoşîna hebûnê ya gel. Cihê şermê ye ku Belçîka nirxên azadiya çapemeniyê û mafên mirovan dike qurbanê bazariyên qirêj ên bi Tirkiyeyê re. Ev yek êrîşek li ser azadiya nûçewergirtinê ya gelê me ye. Li cihekî weke Ewropayê ku xwe weke keleha maf, hiqûq, mafên mirovan û demokrasiyê pênase dike, ev êrîşa li ser navendeke çapemeniyê ya ku hewl dide bibe zimanê doza rewa ya gelekî bindest, darbe û qirêjiyek li ser parêzvaniya mafên mirovan a Ewropayê ye.

QIRKIRINA ERMENIYAN

Îro salvegera êrîşa li dijî gelê Ermenî ya di 24’ê Nîsana 1915’an de ye. Em careke din vê qirkirinê bi tundî şermezar dikin. Erîşa qirkirinê ya topyekûn a li ser gelê Kurd jî awayekî polîtîka û êrîşên qirkirinê yên li dijî gelê Ermenî ye. Em bang li hemû beşên civakê yên ku li dijî qirkirin û komkujiyan têdikoşin, dikin ku li dijî qirkirin û êrîşên dewleta Tirk ku li dijî gelan pêk tîne, têkoşîna xwe mezintir bikin û van êrîşên dewleta Tirk a dagirker pûç bikin. Hemû hêzên ku bûne hevalbendê van polîtîkayên qirêj  bila bizanibin ku ew nikarin pêşerojekê bi berjewendiyên ku bi xwîn û qirkirina gelan bi dest xistine, ava bikin. Nifşên wan û mirovahî vê yekê qebûl nakin.

JI RAYA GIŞTÎ YA DEMOKRATÎK RE BANGA HESASIYETÊ

Em bang li raya giştî ya demokratîk a mafparêz û serweriya hiqûqê ji berjewendîyên dewletan yên qirêj û durû bilindtir,dibînin, dikin ku helwesta xwe nîşan bidin. Dîsa em dubare bang li hemû beşên civakî dikin ku li dijî kiryar û polîtîkayên rejîma faşîst a AKP û MHP’ê yên ku bi operasyonên navxweyî û derve Tirkiyeyê bi alozî û krîzan re rû bi rû dihêle, helwesta xwe nîşan bidin û di vê mijarê de gelekî hesas bin.”

YÊN HATINE ÊTÎKETKIRIN HEMÛ BAJAR

Ji me agahî bistîne!

Eger tu bibî abone em ê nûçeyên lezgîn yekser ji maîla te re bişînin.
Eger tu bibî abone te we wateyê ku tu Polîtikaya Malpera Me dipejînî û dîsa tê wê wateyê ku tu Şert û Mercên me qebûl dikî. Tu kendî bixwazî dikarî ji abonetiyê derkevî
Çi Difikirî?
.0
.0
.0
.0
.0
.0
Nûçeya Berê Gerîla TV fîlmê ‘Agir kete dilê Enqereyê’ weşand
Nûçeya Pişt re Şî Cînpîng: Divê Çîn û DYE bibin hevkar, ne hevrik
Nirxandinek Bike Nirxandinek Bike

Nirxandinek Bike Cancel reply

You must be logged in to post a comment.

Me Bişopîne!

Tu dikarî li ser gelek platforman rûpelên me bişopînî.
FacebookBiecibîne
TwitterBişopîne
PinterestPîn bike
InstagramBişopîne
YoutubeSubscribe
TiktokBişopîne
TelegramBişopîne
Google NewsBişopîne
LinkedInBişopîne
- Frekans -
Ad image
- Frekans -
Ad image

Navarokên Li Pêş

Rêber Apo ji tevgera jinan re name şand

Rêber Apo di nameya xwe ya ji bo tevgera jinên Kurd de, diyar kir ku…

Ji aliyê Stêrk TV

YRA: Êrîş li dijî mafê agahîwergirtinê ye

YRA'yê li ser êrîşa li hemberî rojnamevan Hêmin Mamend daxuyaniyek da û got, "Divê bûyerê…

Ji aliyê Stêrk TV

Ji gerîlayên YJA Starê li Zap û Metînayê çalakî

Gerîlayên YJA Starê li Zap û Metînayê li dijî leşkerên Tirk ên dagirker gelek çalakî…

Ji aliyê Stêrk TV

Ev jî di be ku bala te bikşînin

Kurdistan

Fermandariya YRK’ê cangoriyên 14’ê Tîrmehê bi bîr anî

Ji aliyê Stêrk TV
Rojava

Berxwedana 14’ê Tîrmehê agirê têkoşîna bi rûmet gur kir

Ji aliyê Stêrk TV
Kurdistan

Nameya destpêkê ya ku Hayrî Dûrmûş beriya 46 salan ji girtîgehê nivîsî

Ji aliyê Stêrk TV
Rojane

Ji bo jiyanê destberdana ji bedena xwe: Greva birçîbûnê û rojiya mirinê yên li Tirkiye û Kurdistanê

Ji aliyê Stêrk TV
Ya Berê Ya Pişt re
Stêrk TV
Stêrk TV
Stêrk TV

Li Ser Şopa Heqîqetê

Stêrk TV ji sala 2009an ve di warên siyasî, civakî, çandî û hunerî de weşanê dike. Bi nêrîna azadiya jinê û avakirina civakeke demokratîk, Stêrk TV xebatên civakî, çandî, hunerî, dîrokî, aborî û yên jîngehê dimeşîne. Di çarçoveya parastin û pêşxistina çand û zimanê Kurdî de, bi zaravayên Kurmancî, Soranî, Kirmanckî û Hewramî nûçe û bernameyên cûrbicûr amade dike û diweşîne. Stêrk TV xizmetê li çand û hunera Kurdî dike.

Facebook Twitter Youtube Rss Medium
Kategorî
  • Kurdistan
  • Rojane
  • Çand û Hûner
  • Cîhan
  • Jin
  • Civak & Ekolojî
  • Zanist
Rûpel
  • Têkîlî
  • Frekans
  • Derbarê me de
  • Şert û Merc
  • Rêgezên Malperê
  • Kar Xwestin
  • Kunye

© Stêrk TV. Hemû mafê wê parastîne

adbanner
AdBlock Asteng Dike
Malpera me de reklam hene, ji ber vê sedemê malpera me bixin listeya spî ya AdBlock'ê
Temam, ez ê li listeya spî zêde bikim
Hûn bi xêr hatin

Têkevin hesabê xwe

Te paroleya xwe jibîr kir?