Sêşem, 21 Nîsan 2026
  • Ji Bo Min
  • Favoriyên Min
  • Tomarên Min
  • Dîtinên Min
  • Blog
Video
Podcast
Zindî
Arşîv
Neşeriya Çalakiyan
Stêrk TV
  • DESTPÊK
  • ROJANE

    Rapora girtîgehan a 3 mehan a Herêma Marmarayê hate eşkerekirin

    Ji aliyê Stêrk TV

    Bakirhan: Heta ku demokratîkbûn nebe asayîbûn nabe

    Ji aliyê Stêrk TV

    DEM Partiyê ji bo 1’ê Gulanê bang kir: Em li Kadikoyê li hev bicivin

    Ji aliyê Stêrk TV

    Şaredarê Eşmeyê hate girtin

    Ji aliyê Stêrk TV

    110 madenkar hatin binçavkirin

    Ji aliyê Stêrk TV

    Ozev: Tundiya li nava dibistanê bi guhertina sîstema perwerdeyê çareser dibe

    Ji aliyê Stêrk TV
  • KURDISTAN

    Rejîma Îranê cezayê darvekirinê li 3 girtiyên Kurd birî

    Ji aliyê Stêrk TV

    Latîf Fatîh Ferec: Yekîtiya neteweyî xeyal û armanca her Kurdekî ye

    Ji aliyê Stêrk TV

    Komîteya Piştevaniya bi Malbatên Şehîdan re Şevîn Tetwan û Seyît Dersim bi bîr anî

    Ji aliyê Stêrk TV

    Li Hewlêrê zarokan dayik û bavê xwe qetil kirin, cenazeyên wan mehekê li malê veşartin

    Ji aliyê Stêrk TV

    Di nobeta Mexmûrê de banga ji bo dewleta Tirk: Qanûnên xwe biguherîne

    Ji aliyê Stêrk TV

    Xezal Mewlan li ser gora xwe hat bibîranîn

    Ji aliyê Stêrk TV
  • JIN

    Êrişên li Bakurê Kurdistanê zêde bûne li Mexmûrê hatin şermezarkirin

    Ji aliyê Stêrk TV

    Hêza Jinan a Ermen: Hevrêya me Talar şehîd bû

    Ji aliyê Stêrk TV

    Meclisa Jinan a PYD’ê: Xezale Moylan bi helwesteke neexlaqî û nemirovî hat qetilkirin

    Ji aliyê Stêrk TV

    Jin ber bi Gemlîkê ve bi rê ketin: Bê Serok jiyan nabe

    Ji aliyê Stêrk TV

    Li Dersimê daxuyanî: Jin wê hesabê ji kujeran bipirsin!

    Ji aliyê Stêrk TV

    KJK: Li dijî êrişên mêr ê serwer, em bi ruhê seferberiyê tevlî têkoşîna parastinê bibin!

    Ji aliyê Stêrk TV
  • ÇAND Û HÛNER

    Nivîskara Kurd Meral Şîmşek beşdarî Festîvala Wêjeyê ya Munchenê dibe

    Ji aliyê Stêrk TV

    Peyamên hevgirtinê yên ji bo banga ‘Aştî û Civaka Demokratîk’ bû pirtûk

    Ji aliyê Stêrk TV

    Tev-Çand Ewropa hunermend Elî Mansûr bi bîr anî

    Ji aliyê Stêrk TV

    Hunermend Elî Mensûr jiyana xwe ji dest da

    Ji aliyê Stêrk TV

    Di Cannesê de 21 fîlm dê ji bo ‘Palmiya Zêrîn’ pêşbaziyê bikin

    Ji aliyê Stêrk TV

    Bi wesîleya rojbûna Rêber Apo konserek hate dayin

    Ji aliyê Stêrk TV
  • CÎHAN
  • YÊN DIN
    • Gotar
    • Civak
    • Rojava
    • Gotar
  • 🔥
  • HEMÛ BAJAR
  • BEHDÎNAN
  • STENBOL
  • AMED
  • ENQERE
  • QAMIŞLO
  • ROJEV
  • KOBANÊ
  • WAN
  • ŞENGAL
  • HESEKÊ
  • ŞIRNEX
  • MÊRDÎN
  • RIHA
  • LEZGÎN
  • ÊLIH
  • COLEMÊRG
Nûçeyên Lezgîn
Li Hewlêrê zarokan dayik û bavê xwe qetil kirin, cenazeyên wan mehekê li malê veşartin
Dewleta Tirk êrîşî sivîlên ku vegeriyan Serêkaniyê kir
Li Hewlêrê droneyek hate xistin
Îranê pêla binçavkirinê da destpêkirin
Li Çemçemalê zaroka ku êşkence lê hatibû kirin, jiyana xwe ji dest da
Dîtina TîpanAa
Stêrk TVStêrk TV
  • Kurdistan
  • Jin
  • Çand û Hûner
  • Cîhan
  • Rojava
  • Rojane
  • Cîhan
  • Civak & Ekolojî
  • Zanist
  • Ji Bo Min
  • Dîtinên Min
  • Tomarên Min
  • Favoriyên Min
Bigere
  • Kategorî
    • Kurdistan
    • Jin
    • Ciwan
    • Çand û Hûner
    • Cîhan
  • BAJAR
    • HEMÛ BAJAR
    • AMED
    • STENBOL
    • QAMIŞLO
    • ŞEHBA
    • REQA
    • WAN
  • JI BO TE
    • Ji Bo Min
    • Tomarên Min
    • Favoriyên Min
    • Dîtinên Min
  • RÛPEL
    • Podcast
    • Video
    • Wêne
    • Gotar
Hesabê we heye? Têketin
Me bişopîne
© Mafên belavkirinê li ba Stêrk TV parastî ne 2024. Hemû maf parastî ne.
Stêrk TV > Blog > Rojane > ‘KNK navê yekitiya gelê Kurd e’
Rojane

‘KNK navê yekitiya gelê Kurd e’

Hevseroka KNK’ê Zeynep Murad diyar kir ku KNK’ê bi dîroka damezirandina xwe jî ji bo Kurdan deskeftiyek dîrokî ye û wiha got: "Em ê asta karê xwe xurt bikin û rexistinbûnê bidomînin."

Stêrk TV
Stêrk TV Dîroka nûkirinê: 25. Gulan 2025 Dema xwendinê: 7 dq.
Parvekirin

Kongreya Neteweyî ya Kurdistanê (KNK) di 24’ê Gulana 1999’an de li Amsterdamê bi amadebûna 700 Kurdistanî û mêvanan hate damezrandin. Ew ji bo ku yekitiya exlaqî ya neteweya Kurd pêk bîne hat afirandin, lê belê parçebûna Kurdistanê di navbera çar dewletan de paşguh nekir. Ji bo çareserkirina jihevketin û nakokiyên di navbera partiyên siyasî yên Kurdî de; di nav dewletên heyî de pîvanên hevgirtinê û stratejiyeke hevgirtî, ji bo çareseriya demokratîk, ji bo pirsa Kurd û li ser asta neteweyî û navneteweyî ji bo pêşdebirina mafê çarenûsî ya gelê Kurdistanê xebat dimeşîne.

Hevseroka giştî ya KNK’ê Zeynep Murad di derbarê salvegera damezrandin û xebatên KNK’ê de, axivî.

DAMEZRANDINA KNK’Ê

Zeynep Murad di destpêka axaftina xwe de wiha axivî: “Komîteya Amadekariyê ya KNK’ê piştî xebata xwe ya çar salan, di demeke yekîtiya neteweyî ya Kurdistanê herî zêde bûbû de, biryara xwe da ku bi fermî KNK’ê damezirînin. Ev yekemîn gav di 24’ê Gulana 1999’an de li Amsterdamê hat avêtin. Piştî vê pêngavê PKK xistin nava lîsteya ‘rêxistinên terorîst’, ew weke ‘rêxistineke terorîst’ hat binavkirin. Di Sibata 1999’an de li ser PKK’ê û Rêberê gelan Rêber Abdullah Ocalan komploya Navneteweyî hat destpêkirin û Rêber Abdullah Ocalan hat dîlgirtin û bi awayekî dervey zagonî radestî Tirkiyeyê hat kirin. Pirsgirêka Kurd a Neteweyî bi şêweyeke ne rewa veguherîbû arîşeyekê tawanê. Li ser vê bûyerê li çar parçeyên Kurdistanê û diyaspora, li seranserê cîhanê xwepêşandanên mezin û bi hêrs hatin pêkanîn û bi vê şêweyê ji raya giştî ya navneteweyî re hat teqezkirin ku netewebûyîna pirsgirêka Kurd bi ser dikeve û her diçe wê bi pêş bikeve.

Avakirina Kongreya Neteweyî ya Kurdistanê, bi dehan salan e ku pêwîstiyeke lezgîn bû. Di dîroka hevdema Kurdan de ev rêxistin, rêxistineke mezintir neteweya  bêdewlet a li ser cîhanê ye û di vê bûyerê de nûnertiya xeta siyasî ya mezin kir, li Rojhilata Navîn ji wê demê heta îro jî ew xwedî bandoreke mezin e. Saziyeke berê ya bi navê Parlamentoya Kurdistanê ya hatibû mişextkirin, gihîştibû armancên xwe. Ji ber vê jî, êdî di nava Kongreyê de pêwîstî bi nûnertiyeke pir zêde ya Kurdan hebû. Bi vê boneyê Parlamentoya Kurdistanê ya li sirgûnê di 26’ê Îlona 1999’an de hat betalkirin. Di encamê de, di dîroka 24’ê Gulana 1999’an de ji damezrandina KNK’ê ve cara yekem e ku gelê Kurd, di dîroka xwe de li çar parçeyên Kurdistanê, li dîasporayê, li Rûsya û Yekîtiya Sovyetê ya berê, li Ewropa, Amerîkaya Bakûr, Awûstralya û cîhana Ereban, komên olî yên Kurdan (Sunnî, Elewî û Misilmanên Şîî, Êzidî, Ehle-Heq, Mesihî), komên zaravayên kurdî (Kurmanciya bakûr û başûr , dimilî (zazakî), Goranî, Hewramî, Feylî) û gelê Asûrî-Kildanî yên li Kurdistanê ji wê demê ve di yek rêxistineke neteweyî de nûnertiya wan hat kirin.”

‘KNK’Ê KURD LI DORA HEV KOM KIRIN’

Hevseroka KNK’ê Zeynep Murad anî ser ziman ku damezrandina KNK’ê ji bo yekrêziyê hêvî da avakirin û wiha got: “Di 24’ê Gulana 1999’an de piştî dîlgirtina Rêberê Gelan Rêber Abdullah Ocalan gaveke pir girîng hate avêtin. Li Hollandayê tevlîbûna 700 kesayatên siyasî yên her çar beşên Kurdistanê xebat dikin Kongreya Netewî ya Kurdistanê hat damezrandin. Armanca sereke ya damezrandina kongreyê ev bû ku ji bo Kurd pileyeke mezin di nav xebatên serkeftin û yekbûnê de bidin avakirin. Sedema din jî ev bû ku weke civaka Kurd û gelên diaspora xwe rexistin bikin. Piştî hevpeymana Sykes Pîcot dabeşkirina Kurdistanê pêwîstî hebû ku xebatên yekitîyê bê meşandin. Ev hevpeymanê bandora xwe li ser siyaseta Kurdan jî kiribû û sîyaseta kurdî jî parçe kiribû. Hewcedarî hat dîtin ku ji bo yekkirin û yekbûyîna Kurdan çareserî bê dîtin û di encamê de jî KNK hat damezrandin. Piştî damezrandina li ser asta Kurdistanî ji bo yekbûyîna Kurdan ked û xebateke mezin hat meşandin, bi guftugo û nîqaşên cûrbecûr, sazî û rêxistinên siyasî re hatin rêvebirin. Di wê serdemê de ji bo gelê Kurd rojên pir zehmet derbas bûn. 15’ê Sibata 1999’an Rêber Apo hat dîlgirtin û gelê Kurd derbasî qonaxeke din bû. Dijminên Kurdan, bi peymana Sykes Pîcot ya ku xaka Kurdistanê dabeş kirin, hewl dan ku bi komkujî û qirkirinan jî Kurdan tine bikin. Piştî Komploya Navnetewî ya li ser Rêber Apo ev qirkirin û bişaftin gihişte asteke metirsiyê. Li ser wan bingehan  û xweparastina Kurdan jî pêwist dikir ku Kurd li her derê cîhanê bibin yek. KNK bê rawestan kar û xebatê xwe berdewam kir û hewl da ku Kurdan bîne qonaxa nû û guhertineke mezin.”

Zeynep Murad bilêv kir ku tevî hemû astengiyan wan timî Kurd li hev komkirine û wiha axaftina xwe qedand: “Di dîroka cîhanê de ji aliyê fikrî de nakokî hene û ev di xwezaya gerdûnê de heye. Lê ev nayê wê wateyê ku em di aliyê bîrdozî de ji hev cûda ne. Kurdên her çar beşên Kurdistanê ji bo yek armanc û yek zanebûnê têdikoşin û ked didin. Lê di wir de, herî girîng parastina berjewemdî û deskeftiyên gelê Kurd e. KNK’ê bandora xwe li siyaseta dewletên hegemon ên ku Kurd di bin desthilatdariya wan de ne, ji bo çareseriya pirsgirika Kurd di asta jorî de jî kir. Di asta dîplomasî û peywendiyên derve de jî gavên mezin hatin avêtin. Di navbera endamên kongreyê de biryar hat dayîn ku li her beşên Kurdistanê konferansên li ser asta yekîtî û yekrêzî bên damezrandin. Bi saya têkoşîn û berxwedaniya keç û xortên Kurdistanê pir deskeftî hatin bi destxistin, divê erka herkesî be ku ev deskeftî bê parastin. Ev bi damezrandina KNK hat teqezkirin.”

YÊN HATINE ÊTÎKETKIRIN QAMIŞLO

Ji me agahî bistîne!

Eger tu bibî abone em ê nûçeyên lezgîn yekser ji maîla te re bişînin.
Eger tu bibî abone te we wateyê ku tu Polîtikaya Malpera Me dipejînî û dîsa tê wê wateyê ku tu Şert û Mercên me qebûl dikî. Tu kendî bixwazî dikarî ji abonetiyê derkevî
Çi Difikirî?
.0
.0
.0
.0
.0
.0
Nûçeya Berê Li Dêrazorê êrîşeke DAÎŞ’ê hate astengkirin: Çeteyek hate kuştin
Nûçeya Pişt re Dersim: Mesele ew e ku em ê mîrateya PKK’ê çawa xurttir bikin
Nirxandinek Bike Nirxandinek Bike

Nirxandinek Bike Cancel reply

You must be logged in to post a comment.

Me Bişopîne!

Tu dikarî li ser gelek platforman rûpelên me bişopînî.
FacebookBiecibîne
TwitterBişopîne
PinterestPîn bike
InstagramBişopîne
YoutubeSubscribe
TiktokBişopîne
TelegramBişopîne
Google NewsBişopîne
LinkedInBişopîne
- Frekans -
Ad image
- Frekans -
Ad image

Navarokên Li Pêş

ROJEVA 18’Ê ADARA 2026’AN

Sernavên sereke ji rojeva Kurdistanê û Cîhanê.

Ji aliyê Stêrk TV

Dewleta Tirk zarokê 11 salî birîndar kir

Çeteyên dewleta Tirk a dagirker gundê Ewn Dadat ê bakurê Minbicê topbaran kir, di encamê…

Ji aliyê Stêrk TV

Taybet Înan hate bîranîn

Taybet Înan ku li Silopiyayê di dema berxwedana xwerêveberiyê de ji aliyê dewleta Tirk a…

Ji aliyê Stêrk TV

Ev jî di be ku bala te bikşînin

Rojane

Rapora girtîgehan a 3 mehan a Herêma Marmarayê hate eşkerekirin

Ji aliyê Stêrk TV
Rojane

Bakirhan: Heta ku demokratîkbûn nebe asayîbûn nabe

Ji aliyê Stêrk TV
Rojane

DEM Partiyê ji bo 1’ê Gulanê bang kir: Em li Kadikoyê li hev bicivin

Ji aliyê Stêrk TV
Rojane

Şaredarê Eşmeyê hate girtin

Ji aliyê Stêrk TV
Ya Berê Ya Pişt re
Stêrk TV
Stêrk TV
Stêrk TV

Li Ser Şopa Heqîqetê

Stêrk TV kanaleke pirziman ya nûçeyan e. Zimanê sereke ya kanalê kurdî ye. Kanal bi van zimanan nûçeyan diweşîne; kurmancî, soranî, goranî, hewramî, dimilî û îngilîzî.

Facebook Twitter Youtube Rss Medium
Kategorî
  • Kurdistan
  • Rojane
  • Çand û Hûner
  • Cîhan
  • Jin
  • Civak & Ekolojî
  • Zanist
Rûpel
  • Têkîlî
  • Frekans
  • Derbarê me de
  • Şert û Merc
  • Rêgezên Malperê
  • Kar Xwestin
  • Kunye

© Stêrk TV. Hemû mafê wê parastîne

adbanner
AdBlock Asteng Dike
Malpera me de reklam hene, ji ber vê sedemê malpera me bixin listeya spî ya AdBlock'ê
Temam, ez ê li listeya spî zêde bikim
Hûn bi xêr hatin

Têkevin hesabê xwe

Te paroleya xwe jibîr kir?