Sêşem, 13 Cotmeh 2026
  • Ji Bo Min
  • Favoriyên Min
  • Tomarên Min
  • Dîtinên Min
  • Blog
Video
Podcast
Zindî
Arşîv
Neşeriya Çalakiyan
Stêrk TV
  • DESTPÊK
  • ROJANE

    Îtiraza ji bo Saît Yildirim a li dijî taloqkirina tehliyeyê hate redkirin

    Ji aliyê Stêrk TV

    Ji DBP’ê û DEM Partiyê civînên gel: ‘Em ê bi hev re sedsala nû ava bikin’

    Ji aliyê Stêrk TV

    ÎHD’ê banga berdana girtiyê nexweş Celal Yildirim kir

    Ji aliyê Stêrk TV

    Îranê bi dronan êrîş bir ser navçeya Koye

    Ji aliyê Stêrk TV

    Komploya navneteweyî li Mîçûrînskê hate şermezarkirin

    Ji aliyê Stêrk TV

    Li gorî Fetî Yildiz pêvajo dê heta dawiya Mijdarê bi encam be!

    Ji aliyê Stêrk TV
  • KURDISTAN

    Aqûbeta 5 Kurdên li Baneyê hatine girtin nayê zanîn 

    Ji aliyê Stêrk TV

    Çalakiya nobetê ya li Mexmûrê bi biryardarî didome

    Ji aliyê Stêrk TV

    Nivîskarê Kurd Mehmed Ûzûn li ser gora xwe hate bîranîn

    Ji aliyê Stêrk TV

    ‘Têkoşîna me wê heta azadiya fîzîkî ya Rêber Apo dewam bike’

    Ji aliyê Stêrk TV

    Li Amedê qurbaniyên Komkujiya 10’ê Cotmehê hatin bibîranîn

    Ji aliyê Stêrk TV

    Bi girseyî çûn serdana taziyeya Reşat Eroglu yê PKK’î

    Ji aliyê Stêrk TV
  • JIN

    Ji çiyayên Kurdistanê peyama ji bo Kombûna Jinan a Navneteweyî

    Ji aliyê Stêrk TV

    Aynûr Sarica: Divê jin bibin hîmê damezrîner ê pêvajoya aştiyê

    Ji aliyê Stêrk TV

    ‘Li dijî provokasyonên li Hesekê divê em helwest nîşan bidin!’

    Ji aliyê Stêrk TV

    Wê nexşerêya Jineolojiyê were diyarkirin

    Ji aliyê Stêrk TV

    Li Arjantînê ji bo bîranîna şehîd Lêgerîn Çiya civîn

    Ji aliyê Stêrk TV

    Rewşa tenduristiyê ya Nêrgis Mihemedî nebaş bû

    Ji aliyê Stêrk TV
  • ÇAND Û HÛNER

    Xelata Wêjeyê ya Nobelê ji Anne Carson re hate dayin

    Ji aliyê Stêrk TV

    ‘Divê şaredarî ji bo şano û çanda Kurd derfetan biafirîne’

    Ji aliyê Stêrk TV

    Li Freiburgê 1’emîn Festîvala Film a Kurdî destpê kir

    Ji aliyê Stêrk TV

    ‘Aştiya mayinde bi demokratîkbûneke xurt pêk tê û hunerê jî azad dike’

    Ji aliyê Stêrk TV

    Derhêner Semîr Aslanyurek: Sînema û huner divê bi aştiyê re be

    Ji aliyê Stêrk TV

    ‘Di pêvajoya aştiyê de rola hunerê bi qasî ya polîtîkayê girîng û pêwîst e’

    Ji aliyê Stêrk TV
  • CÎHAN
  • YÊN DIN
    • Gotar
    • Civak
    • Rojava
    • Gotar
  • 🔥
  • HEMÛ BAJAR
  • AMED
  • STENBOL
  • BEHDÎNAN
  • ENQERE
  • ROJEV
  • QAMIŞLO
  • KOBANÊ
  • WAN
  • ŞENGAL
  • HESEKÊ
  • ŞIRNEX
  • MÊRDÎN
  • RIHA
  • LEZGÎN
  • ÊLIH
  • COLEMÊRG
Nûçeyên Lezgîn
DAÎŞ’ê car din li Hewîce êrîş kir
Li Hesekê êrîşa çekdarî: 3 kes birîndar bûn
Serkirdeyekî DAÎŞ’ê hat girtin
Li Tehranê cezayê darvekirinê li 3 welatiyên Kurd hate birîn
Li Minbicê teqîn: Kesek jiyana xwe ji dest da
Dîtina TîpanAa
Stêrk TVStêrk TV
  • Kurdistan
  • Jin
  • Çand û Hûner
  • Cîhan
  • Rojava
  • Rojane
  • Cîhan
  • Civak & Ekolojî
  • Zanist
  • Ji Bo Min
  • Dîtinên Min
  • Tomarên Min
  • Favoriyên Min
Bigere
  • Kategorî
    • Kurdistan
    • Jin
    • Ciwan
    • Çand û Hûner
    • Cîhan
  • BAJAR
    • HEMÛ BAJAR
    • AMED
    • STENBOL
    • QAMIŞLO
    • ŞEHBA
    • REQA
    • WAN
  • JI BO TE
    • Ji Bo Min
    • Tomarên Min
    • Favoriyên Min
    • Dîtinên Min
  • RÛPEL
    • Podcast
    • Video
    • Wêne
    • Gotar
Hesabê we heye? Têketin
Me bişopîne
© Mafên belavkirinê li ba Stêrk TV parastî ne 2024. Hemû maf parastî ne.
Stêrk TV > Blog > Rojane > KNK’ê li dijî desteserkirina îradeya gel nerazîbûn nîşan da
Rojane

KNK’ê li dijî desteserkirina îradeya gel nerazîbûn nîşan da

Konseya Rêveber a KNK’ê, li dijî desteserkirina şaredariyan û tayînkirina qeyûman nerazîbûn nîşan da û bang li gelê Kurd û mûxalefeta demokratîk a Tirkiyeyê kir ku li dijî vê bêedaletiyê rabin ser piyan.

Stêrk TV
Stêrk TV Dîroka nûkirinê: 4. Mijdar 2024 Dema xwendinê: 4 dq.
Parvekirin

Konseya Rêveber a Kongreya Neteweyî ya Kurdistanê (KNK), derbarê tayînkirina qeyûman a li Şaredariya Bajarê Mezin a Mêrdînê û şaredariyên Êlih û Xelfetî ya Rihayê daxuyaniyek nivîskî weşand.

‘ÎRADEYA GEL TÊ XESPKIRIN’

Konseya Rêveber a KNK’ê, destnîşan kir ku êrîşên desthilatdariya AKP-MHP’ê ya li dijî rêveberiyên herêmî yên Kurd û Kurdistanê berdewam dike û ev tişt hate gotin, “Piştî ku hefteya borî tayînkirina qeyûm li ser şaredariya navçeya Esenyurtê ya bajarê Stenbolê ya CHP’ê, ku ji ber serokê şaredariya Esenyurtê Kurd bû, Îro jî hevşaredarên bajarên Bakurê Kurdistanê Mêrdîn, Êlih û Xelfetî, ji wezîfeyê hatin avêtin û li şûna wan qeyûm hatin tayînkirin. Rejîma Tirk di nava deh salan de ev cara sêyemîn e ku îradeya gelê Kurd a demokratîk xesp dike û bi awayekî bê hiqûqî dest datîne ser rêveberiyên herêmî yên Kurdistanê.

Îro li Mêrdînê polîsan di saetên sibehê de avahiya şaredariyê dorpêç kirin. Di heman demê de hevşaredarê parêzgehê Ahmet Turk ku bi rêjeya ji sedî 57,4 dengan hatibû hilbijartin, bi fermana Wezîrê Karê Hundir ji wezîfeyê hate dûrkirin û ketina meqamê wî hat astengkirin. Di hemen demê de li Êlihê jî qeyûm hat tayînkirin û hevşaredar Gulîstan Sonuk a ku ji sedî 64,52’ê dengan hatibû hilbijartin, ji wezîfeyê hat girtin. Her wiha li navçeya Xelfetî ya Rihayê jî avahiya şaredarî ji aliyê polîsan ve hat dorpêçkirin. Hevşaredar Mehmet Karayilan ku bi piranîya dengan hatibû hilbijartin ji wezîfeyê hat girtin.

Hevşaredar Ahmet Turk, Gulîstan Sonuk, Ahmet Ozer û Mehmet Karayilan ji aliyê civakên xwe ve bi xebatên hilbijartinê yên rewa hatine hilbijartin û dûrxistina wan ji bo welatiyên ku baweriya xwe bi wan anîne, bê hûrmetiyek mezine. Ev kiryar ne tenê guh nade deng û îradeya xelkê, di heman demê de berdewakirina rejîma faşîst û talankere.

Tayînkirina qeyûmên li Mêrdîn, Êlih, Esenyurt û Xelfetiyê, xespkirina îradeya gelê Kurde, êrîşeke dijî hemû pîvanên hiqûqî û demokrasîyê ye. Astengkirina avahiyên şaredariyan, girtin û binçavkirina kesên hilbijartî, kiryarên zalmane ne ku pîvanên navneteweyî û prensîbên demokrasî, aştî û azadiyê binpê dike. Em weke KNK’ê van êrîş û kiryaran bi tundî şermezar û mehkûm dikin.

Dewleta Tirk her ku diçe xwe ji pîvanên navneteweyî dûr dixe. Mixabin hêzên cihanî û saziyên navneteweyî ji ber berjewendiyên xwe yên jeopolîtîk û aborî bêdeng in. Bêdengiya NY (Neteweyên Yekbûyî), YE (Yekîtîya Ewropa), KE (Konseya Ewropayê) û sazîyên weke wan, cesaretê dide rejîma faşîst a AKP-MHPê. Em bang li hêzên cîhana demokratîk û hemî saziyên navneteweyî dikin ku li hember van kiryaran bê deng nemînin û li dijî vê bê hiqûqî û bê edaletiyê derkevin.

BANGA PIŞTGIRIYÊ HAT KIRIN

Em bang li hemû şaredarî û şaredarên pêşverû yên cîhanê dikin ku li dijî vê ferzkirina bê hiqûqî rawestin û bi şaredar û şaredariyên Kurdistanê re bibin hevkar.

‘EM Ê DI MAFÊ XWE YÊ ÇARENÛSÎ, DEMOKRASÎ Û ÎRADEYA AZAD DE ISRAR BIKIN’

Em bang dikin ku demildest ev kiyar bêne rawestandin, qeyûm bêne rakirin û kesên hilbijartî vegerin ser wezîfeyên xwe yên rewa. Divê vîna gel û mafên demokratîk ên destûrî bi ser bikeve.

Mafê xwerêveberiyê esase û em ê hilweşandina nirxên demokratîk qebûl nekin. Li hember vê bê edaletîyê gelê Kurd gav paşve navêje; em ê di mafê xwe yê çarenûsî, demokrasî û îradeya azad de israr bikin.

Em bang li gelê Kurd û mûxalefeta demokratîk a Tirkiyê dikin ku vê bê adaletiyê qebûl nekin û rabin ser piya û li hember vê bê hiqûqiyê rawestin û van şaredariya paşve bistînin.”

YÊN HATINE ÊTÎKETKIRIN HEMÛ BAJAR

Ji me agahî bistîne!

Eger tu bibî abone em ê nûçeyên lezgîn yekser ji maîla te re bişînin.
Eger tu bibî abone te we wateyê ku tu Polîtikaya Malpera Me dipejînî û dîsa tê wê wateyê ku tu Şert û Mercên me qebûl dikî. Tu kendî bixwazî dikarî ji abonetiyê derkevî
Çi Difikirî?
.0
.0
.0
.0
.0
.0
Nûçeya Berê ‘Ev desthilatdarî ne rewa ye, em her kesê vedixwînin berxwedanê’
Nûçeya Pişt re ‘Em ê bi berxwedanê bersivê bidin desteserkirinê’
Nirxandinek Bike Nirxandinek Bike

Nirxandinek Bike Cancel reply

You must be logged in to post a comment.

Me Bişopîne!

Tu dikarî li ser gelek platforman rûpelên me bişopînî.
FacebookBiecibîne
TwitterBişopîne
PinterestPîn bike
InstagramBişopîne
YoutubeSubscribe
TiktokBişopîne
TelegramBişopîne
Google NewsBişopîne
LinkedInBişopîne
- Frekans -
Ad image
- Frekans -
Ad image

Navarokên Li Pêş

Li Dêrazorê 2 şervanên QSD’ê şehîd bûn

QSD’ê ragihand ku di êrîşa li ser Dêrazorê de 2 şervanên wan şehîd bûn.

Ji aliyê Stêrk TV

Federasyona Gaziyên Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê Dersim Hesekê bi bîr anî

Federasyona Gaziyên Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê, Şehîd Dersim Hesekê (Ehmed Hemîd Yasîn) bi bîr anî.

Ji aliyê Stêrk TV

2 şehîdên YJA Starê li Mexmûrê hatin bibîranîn

Li Wargeha Mexmûrê ji bo Şehîd Pîran Suweyda (Çîmen Alturk) û Şehîd Diljîn Bêlatî (Zeynep…

Ji aliyê Stêrk TV

Ev jî di be ku bala te bikşînin

Kurdistan

Aqûbeta 5 Kurdên li Baneyê hatine girtin nayê zanîn 

Ji aliyê Stêrk TV
Rojane

Îtiraza ji bo Saît Yildirim a li dijî taloqkirina tehliyeyê hate redkirin

Ji aliyê Stêrk TV
Rojava

Hevrîn Xelef û Ferhad Remezan li Dêrikê hatin bibîranîn

Ji aliyê Stêrk TV
Rojane

Ji DBP’ê û DEM Partiyê civînên gel: ‘Em ê bi hev re sedsala nû ava bikin’

Ji aliyê Stêrk TV
Ya Berê Ya Pişt re
Stêrk TV
Stêrk TV
Stêrk TV

Li Ser Şopa Heqîqetê

Stêrk TV ji sala 2009an ve di warên siyasî, civakî, çandî û hunerî de weşanê dike. Bi nêrîna azadiya jinê û avakirina civakeke demokratîk, Stêrk TV xebatên civakî, çandî, hunerî, dîrokî, aborî û yên jîngehê dimeşîne. Di çarçoveya parastin û pêşxistina çand û zimanê Kurdî de, bi zaravayên Kurmancî, Soranî, Kirmanckî û Hewramî nûçe û bernameyên cûrbicûr amade dike û diweşîne. Stêrk TV xizmetê li çand û hunera Kurdî dike.

Facebook Twitter Youtube Rss Medium
Kategorî
  • Kurdistan
  • Rojane
  • Çand û Hûner
  • Cîhan
  • Jin
  • Civak & Ekolojî
  • Zanist
Rûpel
  • Têkîlî
  • Frekans
  • Derbarê me de
  • Şert û Merc
  • Rêgezên Malperê
  • Kar Xwestin
  • Kunye

© Stêrk TV. Hemû mafê wê parastîne

adbanner
AdBlock Asteng Dike
Malpera me de reklam hene, ji ber vê sedemê malpera me bixin listeya spî ya AdBlock'ê
Temam, ez ê li listeya spî zêde bikim
Hûn bi xêr hatin

Têkevin hesabê xwe

Te paroleya xwe jibîr kir?