Komîteya Malbatên Şehîdan ya Wargeha Penaberan a Şehîd Rustem Cûdî (Mexmûr) bi daxuyaniyekî êrîşên li ser nirxên Rojavayê Kurdistanê şermezar kir.
Daxiyanî li Komîteya Malbatên Şehîdan bi tevlîbûna sedan malbatên şehîdan û xebatkarên wargehê, bi deqeyek rêzgirtinê destpêkir. Piştî rêzgirtinê Hevberdevkê Komîteya Malbatên Şehîdan a Mexmûrê Qedrî Şirîşeyî daxuyaniyek da.
Daxuyanî wiha ye: “Weke tê zanîn ev du sal in pêvajoya Aştî û Civaka Demokratîk ji aliyê Rêberê me ve hatiye destpêkirin. Li beramberî wê jî gelek êrişên hovane tên pêkanîn. Bi taybet li Rojavayê Kurdistanê êrişên cûda pêk tînin. Her wiha dema em temaşe dikin di van rojên dawî de ev êriş gihane asta herî jor.
Erişên xwe yên li ser nirxên gelê Kurd zêde kirine, em dibêjin kesên êriş dikin û yên li pişt wan em bi awayekê tûnd rûreş û şermezardikin. Em dibêjin; destê xwe ji gelê me vekêşin. Gelê me gelekê aştîxwaze, di nava têkoşîna aştiyê de ye. Her wiha li ser paradîgmaya Rêbertî, xwe li ser esasê biratiya gelan û xeta azadîxwaz hemû civakan hembêz dike.
Ev kesên ku wiha êrişî nirxên me dikin, divê bê ceza nemînin. Li ser vî esasî ger ev êrîş neyên sekinandin weke gelê Wargeha Şehîd Rûstem Cûdî emê hemberî wan bibin xwedî bertekên tûj. Em hemû êrişkaran şiyar dikin û dibêjin; destê xwe nêzî nirxê mirovatî û gelê Kurd nekin.”
Daxuyanî bi diruşmeyên ‘Bijî Serok Apo,’ û ‘Şehîd Namirin’ bi dawî bû.

