Çarşem, 15 Nîsan 2026
  • Ji Bo Min
  • Favoriyên Min
  • Tomarên Min
  • Dîtinên Min
  • Blog
Video
Podcast
Zindî
Arşîv
Neşeriya Çalakiyan
Stêrk TV
  • DESTPÊK
  • ROJANE

    DEM Partî bertek nîşanî êrîşa çekdarî ya li Sêweregê da

    Ji aliyê Stêrk TV

    Li 5 kesan cezayê darvekirinê hat birîn

    Ji aliyê Stêrk TV

    Tulay Hatîmogûllari: Aştî û civaka demokratîk xala me ya bingehîn e

    Ji aliyê Stêrk TV

    ‘Girtiyên siyasî yên li Îranê bi metirsiyeke mezin re rû bi rû ne’

    Ji aliyê Stêrk TV

    Li Antalyayê 3 girtiyên di greva birçîbûnê de rakirin nexweşxaneyê

    Ji aliyê Stêrk TV

    FEDA û DAKB’ê ji bo ‘Çarşema Sor’ peyamek dan

    Ji aliyê Stêrk TV
  • KURDISTAN

    Êrişên bi dronan li ser Hewlêr û Silêmaniyê

    Ji aliyê Stêrk TV

    Mehmet Çevîren ê li girtîgehê jiyana xwe ji dest da li Dêrikê hate veşartin

    Ji aliyê Stêrk TV

    Qurbaniyên Enfalê li Germiyanê hatin bîranîn

    Ji aliyê Stêrk TV

    Li Sêweregê êrişa çekdarî ya li dibistanê: Herî kêm 13 kes birîndar bûn

    Ji aliyê Stêrk TV

    KCK’ê qurbaniyên komkujiyên Enfalê bi rêzdarî bi bîr anî

    Ji aliyê Stêrk TV

    KCK: Cejna Çarşema Sor pîroz be

    Ji aliyê Stêrk TV
  • JIN

    Ji KJK’ê ji bo Zeynep Cansiz peyama sersaxiyê

    Ji aliyê Stêrk TV

    TJA ber bi Gemlîkê ve dimeşe: Divê aliyê civakî yê hevdîtinan bi cih bê anîn

    Ji aliyê Stêrk TV

    ‘Qetilkirina Rojîn Kabaîş ronî bikin, dawî li gefên ser malbatê bînin’

    Ji aliyê Stêrk TV

    Ji TJA’yê peyama sersaxiyê: Em ê dilsozê mîrateya Zeynep Cansiz bimînin

    Ji aliyê Stêrk TV

    TJK-E’yê ji bo Zeynep Cansiz peyama sersaxiyê da

    Ji aliyê Stêrk TV

    Li Îranê di şerê 40 rojî de nêzî 500 jinan jiyana xwe ji dest dan

    Ji aliyê Stêrk TV
  • ÇAND Û HÛNER

    Hunermend Elî Mensûr jiyana xwe ji dest da

    Ji aliyê Stêrk TV

    Di Cannesê de 21 fîlm dê ji bo ‘Palmiya Zêrîn’ pêşbaziyê bikin

    Ji aliyê Stêrk TV

    Bi wesîleya rojbûna Rêber Apo konserek hate dayin

    Ji aliyê Stêrk TV

    ‘Rewşa herî qelebalix a bêedaletiyê’: Bêdeng be li Londonê hate nîşandan

    Ji aliyê Stêrk TV

    Galaya fîlmê “Azadî wê bi ser bikeve” li Londonê hate kirin

    Ji aliyê Stêrk TV

    Koma Berxwedan ji nû ve avakirina xwe îlan kir

    Ji aliyê Stêrk TV
  • CÎHAN
  • YÊN DIN
    • Gotar
    • Civak
    • Rojava
    • Gotar
  • 🔥
  • HEMÛ BAJAR
  • BEHDÎNAN
  • AMED
  • STENBOL
  • ENQERE
  • QAMIŞLO
  • ROJEV
  • KOBANÊ
  • WAN
  • ŞENGAL
  • HESEKÊ
  • ŞIRNEX
  • MÊRDÎN
  • RIHA
  • LEZGÎN
  • ÊLIH
  • COLEMÊRG
Nûçeyên Lezgîn
Li Hewlêrê droneyek hate xistin
Îranê pêla binçavkirinê da destpêkirin
Li Çemçemalê zaroka ku êşkence lê hatibû kirin, jiyana xwe ji dest da
Çeteyan 4 welatî ji Serêkaniyê revandine Tirkiyeyê
Li Idlib û Şamê 2 ciwan hatin kuştin
Dîtina TîpanAa
Stêrk TVStêrk TV
  • Kurdistan
  • Jin
  • Çand û Hûner
  • Cîhan
  • Rojava
  • Rojane
  • Cîhan
  • Civak & Ekolojî
  • Zanist
  • Ji Bo Min
  • Dîtinên Min
  • Tomarên Min
  • Favoriyên Min
Bigere
  • Kategorî
    • Kurdistan
    • Jin
    • Ciwan
    • Çand û Hûner
    • Cîhan
  • BAJAR
    • HEMÛ BAJAR
    • AMED
    • STENBOL
    • QAMIŞLO
    • ŞEHBA
    • REQA
    • WAN
  • JI BO TE
    • Ji Bo Min
    • Tomarên Min
    • Favoriyên Min
    • Dîtinên Min
  • RÛPEL
    • Podcast
    • Video
    • Wêne
    • Gotar
Hesabê we heye? Têketin
Me bişopîne
© Mafên belavkirinê li ba Stêrk TV parastî ne 2024. Hemû maf parastî ne.
Stêrk TV > Blog > Jin > Komkujiyên Parîsê: TJK-E’yê banga tevlîbûna çalakiyên bîranînê kir
Jin

Komkujiyên Parîsê: TJK-E’yê banga tevlîbûna çalakiyên bîranînê kir

Tevgera Jinên Kurd a Ewropayê (TJK-E) ji bo çalakiyên bîranînê yên ku wê bi wesîleya salvegera komkujiyên 2013 û 2022’an ên li Parîsê bên lidarxistin, banga tevlîbûnê kir.

Stêrk TV
Stêrk TV Dîroka nûkirinê: 22. Kanûn 2025 Dema xwendinê: 12 dq.
Parvekirin

TJK-E’yê daxuyaniya nivîskî da, komkujî şermezar kirin û bernameya çalakî û merasîmên ku wê li gelek bajaran bên lidarxistin, eşkere kir.

Di daxuyaniyê de ev tişt hate diyarkirin:

“Di salvegera komkujiyên Parîsê de em hêzên ku komkujî pêk anîne, şermezar dikin. Em şehîdên xwe yên Parîsê bi minetdariyeke mezin bi bîr tînin û soza xwe dubare dikin ku bîranînên wan bidin jiyîn.

9’ê Çileya 2013’an li dijî yek ji damezrînerên PKK’ê, pêşeng û damezrînera Tevgera Azadiyê ya Jinên Kurd Sakîne Cansiz, berpirsyara Navenda Enformasyonê ya Kurdistanê Fîdan Dogan û Leyla Şaylemez a ku di xebatên ciwanên welatparêz de cih digire, li Parîsê bi organîzasyona MÎT’ê êrîşeke terorê pêk hat. Têkiliyên vê êrîşê yên navneteweyî hene. Ev êrîş di aliyê hiqûqî de nehate ronîkirin, lê belê PKK’ê ji bo ronîkirina komkujiya Parîsê operasyonek pêk anî û 2 endamên MÎT’ê girt. Agahiyên ku her du endamên MÎT’ê dayî, ev komkujî di rêjeyeke mezin de ronî kiriye. Tevî ku komkujî piralî derket holê jî, dewleta Fransayê ji bo berjewendiyên xwe yên neteweyî hêzên qirker nedarizand û ev yek niha pirsgirêka esas e. Eger dewleta Fransayê tevî ev qas agahî-îspat û raya giştî, bi çavdêrkirina edaletê nêz biba û dîsa nêzîkatiyeke ji bo astengkirina komkujiyên hîna cudatir raber kiriba, taktîka çêkirina dosyayeke bi sînor a bi faîlê komkujiyê re nedihat şopandin. Dîsa di pêvajoya bi encambûna dosyayê û derbasbûna qonaxa dozê de, ragihandina mirina kujer di hişê mirovan de bû sedemê pirsê, jin û aliyê Kurd xiste gumanê. Bi mirina kujer re dosya hate girtin. Li ser vê yekê aliyê Kurd ji bo vekirina lêpirsîneke nû, daxwaz kir ku li dijî kesên komkujî dan kirin lêpirsînek were vekirin. Tevî ku ev daxwaz çend caran hate redkirin jî, di dawiyê de biryara lêpirsînê hate dayîn û di rewşa heyî de jî ev dosyaya lêpirsînê didome, lê tevî daneyên şênber jî pêşketinek çênebûye û ev yek bi me dide fikirandin ku dibe ev dosya were girtin.

Ji ber Komkujiya Parîsê ya Yekem nehat ronîkirin, komkujiya duyemîn hê bêperwatir û bi rengekî eşkere pêk hat. Ev rewş bû sedema ku Navenda Çanda Kurd, ku Kurd ziman, çand û nasnameya xwe lê diparêzin, wekî hedefa terorîstan were hilbijartin. Profîla kujer pir nezelal e. Tevî ku berê li dijî koçberan êrîş pêk aniye û di mala wî de cebilxane hatiye dîtin jî, ew tenê demek kurt hatiye girtin û tu qeyda îstîxbaratê li ser wî nehatiye çêkirin. Ew her wiha bi gelek zimanan diaxive. Dikare balafir û trenê biajo. Li malê guleyên barût çêdike. Tevî vê tu qeyda wî ya îstîxbaratê nîne. Wekî din, her çend wî hewl da ku xwe wekî neteweperestên tund nîşan bide jî, axaftinên wî yên di raya giştî de derketine holê, dibêje ku ji ber ew li herêma Saint Denis ku herêmek tejî koçber in, koçber nedîtiye Navenda Çanda Kurd hedef girtiye. Balkêş e ku sûcdarên her du komkujiyan bi herêma Saint Denis ve girêdayî ne. Xwezaya sûcdar a vê herêmê dibe ku ji bo komên cuda zemînek berhemdar peyda kiribe ku xwe rêxistin bikin û veşêrin. Lê belê dewlet tevî van ewqas sîstema ewlehiyê ne eşkerekirina tor û têkiliyên bi kujer re, nakokiyek cidî ye. Wisa xuya dike ku dozgeran baweriya xwe bi van îfadeyan anîne, ji ber ku doz wekî dozeke terorîzmê nehatiye destgirtin. Di rewşekê de ku kujer bi eşkereyî xwe dide girtin de, hiştina dozê di çarçoveya lêpirsîneke dadwerî de, dibe sedem ku êrîşa li ser gelê Kurd û avahiyên wan ên rêxistinkirî bibe wekî mijareke şexsî. Ev nêzîkatî di heman demê de rê li ber eşkerekirina hêzên li pişt kuştinan jî digire.

Ji sala 2013’yan heta 2023’yan nepêkhatina edaletê û bi zanebûn di rêyên veşartî de kirine mijara bazariyê, rê li ber komkujiya duyemîn vekir. Dûrxistina Kurdan her tim ji qanûnê, terorîzekirina wan û sûcdarkirina wan ji ber trajediyên ku ew dijîn, veguheriya stratejiyeke navneteweyî ya dewleta netewe. Yên ku vê stratejiyê bi rê ve dibin hêzên mêtinger in ku Kurdistan kirine çar parçe û niha wekî parêzvanên wê tevdigerin. Ji ber vê yekê komkujiyên li dijî Kurdan li Roboskî, Mereş, Cîzre û Nisêbînê hatin veşartin û hewl hat dayîn ku qurbanî wekî sûcdar werin nîşandan. Rêber Apo dixwaze bi rêya pêvajoya aştî û civaka demokratîk, vê rewşê biguherîne û neheqiya ku li ser Kurdan tê pêkanîn ji holê rake. Rêber Apo bi pêş xistina pêvajoya Aştî û Civaka Demokratîk re, naskirina nasnameya Kurd, tevlîkirina wê di nav pergala hiqûqî de û rewakirina mafên wan wekî armancek bingehîn danî holê da ku neheqiyên li ser Kurdan hatine kirin werin sererastkirin. Ji ber vê yekê, wekî Tevgera Jinên Kurd a Ewropayê û Kurdên li Ewropayê, ronîkirin û cezakirina kujerên herdu komkujiyên ku di navenda Ewropayê de hatine kirin, hem peywireke girîng e ji bo me û hem jî dê rêça xebata me ya siberojê diyar bike. Êrîşên li dijî gelê Kurd, saziyên wan ên rêxistinkirî û pêşengên wan heta niha nehatine zelalkirin; lêpirsîn hatine girtin û nehatine darizandin. Lê belê, li Ewropayê gelek kesên ku li ser navê Kurdan xebatê dikin bi tohmeta piştgiriya terorê hatine lêpirsînkirin, darizandin û cezakirin. Ji ber vê yekê, şopandina pêvajoya qanûnî û misogerkirina edaleta rastîn di komkujiyên Parîsê de pir girîng e. Hemû xebat û çalakiyên me, yên berê û yên siberojê, ji bo xizmetkirina vê armancê ne. Ji ber vê yekê weke tevgera Jinên Kurd ên li Ewropayê û Kurdistaniyan bi qasî eşkerekirina van her du komkujiyên li navenda Ewropayê ya bi rêyên hiqûqî û cezakirina hêzên eleqedar ji bo me erkekî jêneger e, wê berê xebatên me yên ji niha û pê ve jî diyar bike. Ji ber ku êrîşên li hemberî gelê Kurd, saziyên birêxistinkirî yên gelê Kurd û pêşengên wan tên pêşxistin ji ber vê yekê nehatine eşkerekirin, girtina lêpirsîna wan û neveguheztina ji pêvajoya darazê re li ser vê bingehê hatine pêşxistin. Halbûkî gelek însanên me yên ku li Ewropayê li ser navê gelê Kurd xebat bi rê ve birine bi hinceta piştgirîdayîna terorê hem bûne mijara lêpirsînan hem hatine darizandin û hem jî hatine cezakirin. Ji ber vê yekê di komkujiyên Parîsê de şopandina pêvajoya hiqûqî û dabînkirina edaleta rastîn girîng in. Hemû çalakiyên ku me li dar xistine û hemû çalakiyên ku em ê li dar bixin xizmeta vê armancê dikin.

Komkujiya Parîsê ya yekemîn dikeve salvegera xwe ya 13’emîn û Komkujiya Parîsê ya duyemîn jî dikeve salvegera xwe ya sêyemîn. Weke tevgera jinên Kurd ên li Ewropayê em mudaxilên her du dozan in. Di berhevkirina delîlan û eşkerekirina heqîqetê de em ê girêdayî çalakîbûn, avakirina raya giştî  û şopandina pêvajoya hiqûqî berpirsiyariyên xwe heya dawiyê bi cih bînin. Ji ber vê yekê em her du dozan ji nêz ve dişopînin û hewl didin erk û berpirsiyariyên xwe bi cih bînin. Weke egereke berpirsiyariyên me em parvekirina agahiyên heyî û qonaxa pêvajoyê ya li gel raya giştî weke erkekî dibînin. Ji bo eşkerekirina her du komkujiyan û dabînkirina edaletê em ê îsal jî bêyî navber çalakiyên xwe li dar bixin û dubare diyar dikin ku ji bo eşkerekirina van komkujiyan tevlîbûna hemû Kurdan, jinan û avaniyên demokratîk mirovî, hiqûqî, wijdanî û exlaqî ye.

Dabînkirina edaletê zehmet be jî nepêkan nîne. Ger ji bo dabînkirina edaletê hemû çalakiyên tên lidarxistin, gotinên tên kirin û helwesta tê nîşandan sûcdaran aciz bike, ji bo acizkirina zêdetir em ê bi berdewamî li qadan bin. Teraziya edaletê ne di destê jineke ku çavên wê hatine girtin de ye berovajî wê di destê bi hezaran jinên ku çavên wan vekirî, hesabê dipirsin û têkoşînê dimeşînin de ye û li gel biryardarî û baweriya ku wê ew terazî heqîqetê dabîn bike em careke din şehîdên xwe bi minetdarî bi bîr tînin û diyar dikin ku şehîdên me dilên me germ dikin û rêya me ronî dikin.”

TJK-E’yê bang li her kesê kir ku beşdarî çalakî û merasîmên bîranînê bibin û têkildarî bernameya çalakiyan, ev agahî dan:

FRANSA 

23’yê Kanûna 2025’an

Bîranîna Navendî

Parîs

Saet: 19.00

Cih: Salon Espace Venise 30 RTE Groslay 95200 Sarcelles 

*

Parîs

10’ê Çileya 2025’an 

Li çapa Ewropayê meş

Saet: 10.00

Cih: Gare du Nord

18 Rue de Dunkerque/75010 Paris 

*

HOLLANDA 

Den Haag

28’ê Kanûna 2025’an

Saet: 13.00

Cih: Komel/ Radarstraat 25

*

AWÛSTÛRYA

Viyana 

10’ê Çileya 2026’an

Meş/Mîtîng

Saet: 14.00

Cih: Oper – Balyozxaneya Fransa

*

BELÇÎKA 

Bruksel

9’ê Çileya 2026’an

Saet: 14.00

Cih: Li pêş Balyozxaneya Fransa ya li Bruksel

*

SWÎSRE

Bern 

9’ê Çileya 2026’an

Li pêş balyozxaneya Fransa Mîtîng

Saet: 14.00 

Cih:  Schosshaldenstr. 46

*

Zurich

9’ê Çileya 2026’an

Li pêş balyozxaneya Fransa Mîtîng

Saet: 15.00 

Cih: Signaustr. 1

*

ELMANYA 

23’yê Kanûna 2025’an

Hildesheim

Saet: 16.00

Cih: Komel

*

6’ê Çileya 2026’an

Bîranîn û Panel 

Maichingen

Saet: 11.30

Cih: Berlinerstr. 20

*

Berlîn

10’ê Çileya 2026’an

Li pêş balyozxaneya Fransa Mîtîng/Meş

Saet: 14.00

Cih: Alexanderplatz – Rotes Rathaus

*

Dusseldorf 

9’ê Çileya 2026’an

Li pêş balyozxaneya Fransa Mîtîng

Saet: 11.00

Cih: Martin-Luther-Platz 26, Li pêşiya kîlîseyê

*

Frankfurt

9’ê Çileya 2026’an

Li pêş balyozxaneya Fransa Mîtîng

Saet: 14.00

Cih: Hamburger Allee 26/28

*

Hannover

9’ê Çileya 2026’an

Mîtîng

Saet: 10.00

Cih: An der Christuskirche 3

*

Hamburg

9’ê Çileya 2026’an

Li pêş balyozxaneya Fransa Mîtîng

Saet: 12.00

Cih: Heimhuder Str.55  

*

ÎNGILISTAN

23’yê Kanûna 2025’an  

Li pêş balyozxaneya Fransa Berdana Çelenga Reş

Saet: 13.00

Cih: 58 Knightsbridge, London SW1X 7JT

*

9’ê Çileya 2026’an

Bîranîna Komkujiya Parîs

Saet: 18.00

Cih: KCC, 11 Portland Gardens, Fairfax hall, London N4 1HU

*

ÎSKANDINAVYA

Stockholm 

9’ê Çileya 2026’an

Li pêş balyozxaneya Fransa Mîtîng

Saet: 11.00

Cih: Kommendörsgatan 13

*

Stockholm 

10’ê Çileya 2026’an

Mîtîng

Saet: 13.00

Cih: Sergels Torg

YÊN HATINE ÊTÎKETKIRIN HEMÛ BAJAR

Ji me agahî bistîne!

Eger tu bibî abone em ê nûçeyên lezgîn yekser ji maîla te re bişînin.
Eger tu bibî abone te we wateyê ku tu Polîtikaya Malpera Me dipejînî û dîsa tê wê wateyê ku tu Şert û Mercên me qebûl dikî. Tu kendî bixwazî dikarî ji abonetiyê derkevî
Çi Difikirî?
.0
.0
.0
.0
.0
.0
Nûçeya Berê Di êrişa Îranê de kolberekî Kurd birîndar bû
Nûçeya Pişt re Hevdîtina Heyeta Îmraliyê û Ozgur Ozel destpê kir
Nirxandinek Bike Nirxandinek Bike

Nirxandinek Bike Cancel reply

You must be logged in to post a comment.

Me Bişopîne!

Tu dikarî li ser gelek platforman rûpelên me bişopînî.
FacebookBiecibîne
TwitterBişopîne
PinterestPîn bike
InstagramBişopîne
YoutubeSubscribe
TiktokBişopîne
TelegramBişopîne
Google NewsBişopîne
LinkedInBişopîne
- Frekans -
Ad image
- Frekans -
Ad image

Navarokên Li Pêş

Îmrali – Helbesta Jin Jiyan Azadî (3)

Êdî ew jin hene li ser ruyê erdê ku helbestan li xwe barkirine û dane…

Ji aliyê Nurhaq GULBAHAR

VEDAŞ’ê karkerên Kurd ji kar derxistin, li şûna wan kesên ji Trabzonê anîn

Hate zanîn ku şîrketa ceyranê ya li Wanê ku bi nêzîkatiya xwe ya bi AKP’ê…

Ji aliyê Stêrk TV

MSD: Yekîtiya li dijî dewleta Tirk ferz e

MSD'ê bal kişand ser êrîşên dewleta Tirk û ji bo parastina destkeftiyên gelê Kurd banga…

Ji aliyê Stêrk TV

Ev jî di be ku bala te bikşînin

Jin

Li Dêrsimê jinan çalaki ji bo Gulîstan Doku li dar xist: Bila Tuncay Sonel bê darizandin

Ji aliyê Stêrk TV
Rojava

Azad Hesen ji bo Komeleya Îdarî ya Qamişloyê hat erkdarkirin

Ji aliyê Stêrk TV
Rojava

Koma sêyemîn a koçberan gihîşt Efrînê

Ji aliyê Stêrk TV
Kurdistan

Êrişên bi dronan li ser Hewlêr û Silêmaniyê

Ji aliyê Stêrk TV
Ya Berê Ya Pişt re
Stêrk TV
Stêrk TV
Stêrk TV

Li Ser Şopa Heqîqetê

Stêrk TV kanaleke pirziman ya nûçeyan e. Zimanê sereke ya kanalê kurdî ye. Kanal bi van zimanan nûçeyan diweşîne; kurmancî, soranî, goranî, hewramî, dimilî û îngilîzî.

Facebook Twitter Youtube Rss Medium
Kategorî
  • Kurdistan
  • Rojane
  • Çand û Hûner
  • Cîhan
  • Jin
  • Civak & Ekolojî
  • Zanist
Rûpel
  • Têkîlî
  • Frekans
  • Derbarê me de
  • Şert û Merc
  • Rêgezên Malperê
  • Kar Xwestin
  • Kunye

© Stêrk TV. Hemû mafê wê parastîne

adbanner
AdBlock Asteng Dike
Malpera me de reklam hene, ji ber vê sedemê malpera me bixin listeya spî ya AdBlock'ê
Temam, ez ê li listeya spî zêde bikim
Hûn bi xêr hatin

Têkevin hesabê xwe

Te paroleya xwe jibîr kir?