Çarşem, 12 Tebax 2026
  • Ji Bo Min
  • Favoriyên Min
  • Tomarên Min
  • Dîtinên Min
  • Blog
Video
Podcast
Zindî
Arşîv
Neşeriya Çalakiyan
Stêrk TV
  • DESTPÊK
  • ROJANE

    Karasû: Kêmasî ye ku rewşa Rêber Apo di qanûnê de nehatiye destnîşankirin

    Ji aliyê Stêrk TV

    ROJEVA 12’Ê TEBAXA 2026’AN

    Ji aliyê Stêrk TV

    Li Îzmîrê li diî projeyên JES’ê çalakî hate lidarxistin

    Ji aliyê Stêrk TV

    Partiya Kedê: Divê dest ji gotina ‘Tirkiyeya bê teror’ bê berdan, gav bê avêtin

    Ji aliyê Stêrk TV

    KNK: Êrişa li ser Kurdên Serêkaniyê êrişeke plankirî ye

    Ji aliyê Stêrk TV

    Kolombiyayê ‘serweriya’ Îsraîlê ya li ser girên Golanê nas kir

    Ji aliyê Stêrk TV
  • KURDISTAN

    Berxwedanek ji Mexmûrê: Yadê Xanê

    Ji aliyê Stêrk TV

    Gerîlayên Azadiyê: 15’ê Tebaxê navê meşa heqîqetê ye

    Ji aliyê Stêrk TV

    Li Bokanê 2 welatiyên Kurd hatin girtin

    Ji aliyê Stêrk TV

    Îranê fuze avêt baregeha Komele

    Ji aliyê Stêrk TV

    YRK’ê ragihand ku cehşekî destê wî di xwîna şehîdan de hebû hate cezakirin

    Ji aliyê Stêrk TV

    Meclîsa Gel a Şengalê bang li Iraqê kir: Hêzên leşkerî vekişîne, dest ji kiryarên nedostane berde

    Ji aliyê Stêrk TV
  • JIN

    Li girtîgehên Îranê zexta li ser girtiyên jin zêde dibe

    Ji aliyê Stêrk TV

    JINNEWS: Meha Tîrmehê 25 jin û zarokek hatin kuştin

    Ji aliyê Stêrk TV

    ‘Em ê nehêlin kuştina jinan di taritiyê de bimîne’

    Ji aliyê Stêrk TV

    Tevgera Jinan a Pêncşêr: Talîban girtin û înfazên girseyî dewam dike

    Ji aliyê Stêrk TV

    Li Girtîgeha Qerçekê binpêkirinên mafan ên li hemberî jinên girtî

    Ji aliyê Stêrk TV

    ‘Em ê dest ji daxwaza xwe ya ji bo azadiya fîzîkî ya Abdullah Ocalan bernedin’

    Ji aliyê Stêrk TV
  • ÇAND Û HÛNER

    Amadekariyên ji bo 34’emîn Festîvala Çanda Kurd a Navneteweyî bi dawî bûn

    Ji aliyê Stêrk TV

    Li Festîvala Çand û Xwezayê ya Depê banga aştî û civaka demokratîk

    Ji aliyê Stêrk TV

    Hejmara Tebaxê ya Komînal derket

    Ji aliyê Stêrk TV

    Di Festîvala Kurd de konsepta nû

    Ji aliyê Stêrk TV

    ‘Ev mîrate bi berxwedanê hate afirandin, em ê xwedî lê derkevin’

    Ji aliyê Stêrk TV

    Festîvala Çand û Xwezayê ya Mûnzûrê bi meşê destpê kir

    Ji aliyê Stêrk TV
  • CÎHAN
  • YÊN DIN
    • Gotar
    • Civak
    • Rojava
    • Gotar
  • 🔥
  • HEMÛ BAJAR
  • BEHDÎNAN
  • STENBOL
  • AMED
  • ENQERE
  • QAMIŞLO
  • ROJEV
  • KOBANÊ
  • WAN
  • ŞENGAL
  • HESEKÊ
  • ŞIRNEX
  • MÊRDÎN
  • RIHA
  • LEZGÎN
  • ÊLIH
  • COLEMÊRG
Nûçeyên Lezgîn
Di êrîşa li dijî Tûgeya Qamişloyê de 2 şervan şehîd bûn û 2 birîndar bûn
Li Silêmaniyeyê jinek hate kuştin
Bi 2 dronan êrîşî gundekî Dûkanê hat kirin
Li Sûriyeyê di rojekê de 11 kes mirin
Li Hewlêrê droneyên Îranê hatin xistin
Dîtina TîpanAa
Stêrk TVStêrk TV
  • Kurdistan
  • Jin
  • Çand û Hûner
  • Cîhan
  • Rojava
  • Rojane
  • Cîhan
  • Civak & Ekolojî
  • Zanist
  • Ji Bo Min
  • Dîtinên Min
  • Tomarên Min
  • Favoriyên Min
Bigere
  • Kategorî
    • Kurdistan
    • Jin
    • Ciwan
    • Çand û Hûner
    • Cîhan
  • BAJAR
    • HEMÛ BAJAR
    • AMED
    • STENBOL
    • QAMIŞLO
    • ŞEHBA
    • REQA
    • WAN
  • JI BO TE
    • Ji Bo Min
    • Tomarên Min
    • Favoriyên Min
    • Dîtinên Min
  • RÛPEL
    • Podcast
    • Video
    • Wêne
    • Gotar
Hesabê we heye? Têketin
Me bişopîne
© Mafên belavkirinê li ba Stêrk TV parastî ne 2024. Hemû maf parastî ne.
Stêrk TV > Blog > Jin > Konferansa Jinan bi nîqaş û xwendina encamnameyê bidawî bû
Jin

Konferansa Jinan bi nîqaş û xwendina encamnameyê bidawî bû

Di rûniştina duyemîn a Yekemîn Konferansa Jinên Kurd de, li ser belgeya "Konferansa Yekîtiya Neteweyî ya Jinên Kurd a Rojavayê Kurdistanê" nîqaş hatin kirin û bi xwendina encamnameyê bi dawî bû.

Stêrk TV
Stêrk TV Dîroka nûkirinê: 23. Adar 2025 Dema xwendinê: 4 dq.
Parvekirin

Konferansa Yekemîn a Jinên Kurd li Rojava, bi dirûşma “Bi Pêşengiya Jinên Kurd Yekîtiya Netewî ya Kurd Misoger Dibe” li hola bexçeyê Azadî ya li bajarê Qamişlo, bi beşdariya nêzî 300 delegeyî pêk hat.

 

Di rûniştina duyemîn konferansê de wesîqeya “Konferansa Yekitiya Neteweyî ya Jinên Kurd ên Rojavayê Kurdistanê” ku ew ji prensîbên giştî yên konferansê ji aliyê endama Komîteya Amadekar û Berdevka Komîteya Têkilî û Tifaqên Demokratîk a Kongra Star Rîhan Temo ve hate xwendin.

Di wesîqeyê de xalên li ser “yekitî, nasname û çanda jinên Kurd, neteweya demokratîk, perwerde û jineolojî, hevjiyana azad, têkoşîna li dijî binpêkirina mafên jin, parastin û bergiriya destkeftiyên şoreşê, xweparastina rewa ya jinan, nixên şehîdên yekitiya neteweyî û nîştimanî, aboriya jinan û pêşxistina dîplomasiya jinan” hatin parvekirin.

Ev rûniştin ji hêla Seroka Şepêla Paşerojê ya Kurdistanê Narîn Metînî û Berdevka Kongra Star ve hate birêvebirin. Piştî xwendina wesîqeyê, delegeyan li ser hemû xalan nîqaş kirin.

Nûnera Partiya Çep a Kurd li Sûriyeyê Rojîn Mûsê anî ziman ku “Divê bê gotin ku jin Sûriyeyke nenavendî û demokratîk di bendeke taybet de dixwazin. Ji bo hebûna YPJ’ê jî bila nîqaş neyê kirin, YPJ`ê hebûna jinan misoger dike.”

Parêzer Sûad Xelo jî destnîşan kir ku pêwîstî bi avakirina yekitiya jinan li ser asta Kurdistanê jî heye û mînaka jinên Kurd li hemû Sûriyeyê bê belavkirin û got, “Parastina çand û ziman jî divê cihekî girîng di wesîqeyê de bigirin.”

Berdevka Akademiya Jineolojî Zihurbiyan Hisên pêşinyar kir ku bendeke taybet bi navê “sûcên şer ên ku dewleta Tirk a dagirker û çeteyên wê li dijî jinan dikin” li wesîqeyê bê zêdekirin.

Hevşardara Bajarê Qamişlo Bêrîvan Omer, pêşinyar kir ku bendekek ji bo parastina xwezayê hebe da ku jin karibin nasnameya xwe ya ekolojîk diyar bikin.

Endama Koordînasyona Kongra Star Elîf Hemo, diyar kir ku jinên Kurd stûna itîfaqa yekitiya neteweyî ne û anî ziman ku konferans wê bibe wesîleya yekitiya jinan.

Dayika Şehîd Hevrîn Xelef Sûad Mistefa, da zanîn ku divê xalên di belgeyê de hatiye diyarkirin pêk bên. Sûad Mistafa, bal kişand ser danezana destûrî ku ji aliyê desthilata Şamê ve hatiye îmzekirin û got, ku kes nikare jinan bi wê destûrê bixapîne û dirûşma”Jin, Jiyan , Azadî” her dem dê serbikeve.

Rewşenbîr Enahîta Sîno da zanîn ku ji bo ciwanan jî divê xaleke taybet bê danîn.

Rojnamevan Evîn Yûsif, pêşinyar kir ku ji bo pêkanîna xalên belgeyê pêwîstî bi avakirina komîteyên hiqûqî, perwerde û hwd. heye.

Endama Koordînasyona Kongra Star Şêraz Hemo, diyar kir ku heta niha li Rojavayê Kurdistanê ji aliyê jinan ve gavên balkêş hatine avêtin. Şêraz Hemo, destnîşan kir ku di xala duyemîn de ya nasname û çandê de, pêwîste çandên herêmên dagirkirî yên ku tên windakirin, werin bibîrxistin.

Piştî nîqaşan, axaftina bidawîkirina Konferansa Yekemîn a Jinên Kurd li Rojava ji hêla endama Partiya Demokrat a Kurd li Sûriyeyê (El-Partî) Stêr Qasim ve hate kirin.

Stêr Qasim, bal kişand ser Newroza 2025’an û got: “Newroza îsal cuda bû. Cejna gelê Kurd ji aliyê gelek pêkhateyên din ve hat pîrozkirin. Keda pêkhate û jinan ti carî têk naçe, piştî rûxandina rejîma Esed, bawerî di navbera wan û gelê li herêmên din ên Sûriyeyê mezin dibe. Konferans pêwîstiyek bû, her jinekê nêrîna xwe anî ziman. Gelê Kurd yek e. Divê tevgera siyasî ya Kurdî bibe yek.  Ji bo kongreyeke neteweyî were lidarxistin em jinên Kurd amade ne.”

Piştî girtina deriyê nîqaşan, Rîhan Temo encamnameya Yekemîn Konferansa Jinên Kurd li Rojava xwend û konferans bi diruşmeya ‘Jin Jiyan Azadî’ bi dawî bû.

YÊN HATINE ÊTÎKETKIRIN QAMIŞLO

Ji me agahî bistîne!

Eger tu bibî abone em ê nûçeyên lezgîn yekser ji maîla te re bişînin.
Eger tu bibî abone te we wateyê ku tu Polîtikaya Malpera Me dipejînî û dîsa tê wê wateyê ku tu Şert û Mercên me qebûl dikî. Tu kendî bixwazî dikarî ji abonetiyê derkevî
Çi Difikirî?
.0
.0
.0
.0
.0
.0
Nûçeya Berê Hejmara Adar û Nîsanê ya kovara Ciwanên Welatparêz derket
Nûçeya Pişt re Jinên Rojava banga lidarxistina Kongreya Neteweyî ya Kurd kirin
Nirxandinek Bike Nirxandinek Bike

Nirxandinek Bike Cancel reply

You must be logged in to post a comment.

Me Bişopîne!

Tu dikarî li ser gelek platforman rûpelên me bişopînî.
FacebookBiecibîne
TwitterBişopîne
PinterestPîn bike
InstagramBişopîne
YoutubeSubscribe
TiktokBişopîne
TelegramBişopîne
Google NewsBişopîne
LinkedInBişopîne
- Frekans -
Ad image
- Frekans -
Ad image

Navarokên Li Pêş

ROJEVA 22’Ê HEZÎRANA 2025’AN

Sernavên sereke ji rojeva Kurdistanê û Cîhanê.

Ji aliyê Stêrk TV

Rojnamevan Nûjiyan Erhan li Şengalê hat bibîranîn

Rojnamevan Nûjiyan Erhan a di encama êrişa çeteyên Roj ya li Xanesorê de şehîd bûbû,…

Ji aliyê Stêrk TV

Rojnamevan Silêman ê ji aliyê PDK’ê ve hatî revandin, nayê berdan

230 roj in rojnamevan Silêman Ehmed ê ji aliyê PDK’ê ve hatî revandin, nayê berdan.

Ji aliyê Stêrk TV

Ev jî di be ku bala te bikşînin

Jin

Jinên ciwan ên Mexmûrê: Bîrodoziya Rêbertî ji bo me vejîn û azadî ye

Ji aliyê Stêrk TV
Jin

Li girtîgehên Îranê zexta li ser girtiyên jin zêde dibe

Ji aliyê Stêrk TV
Jin

JINNEWS: Meha Tîrmehê 25 jin û zarokek hatin kuştin

Ji aliyê Stêrk TV
Jin

‘Em ê nehêlin kuştina jinan di taritiyê de bimîne’

Ji aliyê Stêrk TV
Ya Berê Ya Pişt re
Stêrk TV
Stêrk TV
Stêrk TV

Li Ser Şopa Heqîqetê

Stêrk TV ji sala 2009an ve di warên siyasî, civakî, çandî û hunerî de weşanê dike. Bi nêrîna azadiya jinê û avakirina civakeke demokratîk, Stêrk TV xebatên civakî, çandî, hunerî, dîrokî, aborî û yên jîngehê dimeşîne. Di çarçoveya parastin û pêşxistina çand û zimanê Kurdî de, bi zaravayên Kurmancî, Soranî, Kirmanckî û Hewramî nûçe û bernameyên cûrbicûr amade dike û diweşîne. Stêrk TV xizmetê li çand û hunera Kurdî dike.

Facebook Twitter Youtube Rss Medium
Kategorî
  • Kurdistan
  • Rojane
  • Çand û Hûner
  • Cîhan
  • Jin
  • Civak & Ekolojî
  • Zanist
Rûpel
  • Têkîlî
  • Frekans
  • Derbarê me de
  • Şert û Merc
  • Rêgezên Malperê
  • Kar Xwestin
  • Kunye

© Stêrk TV. Hemû mafê wê parastîne

adbanner
AdBlock Asteng Dike
Malpera me de reklam hene, ji ber vê sedemê malpera me bixin listeya spî ya AdBlock'ê
Temam, ez ê li listeya spî zêde bikim
Hûn bi xêr hatin

Têkevin hesabê xwe

Te paroleya xwe jibîr kir?