Pêncşem, 26 Mijdar 2026
  • Ji Bo Min
  • Favoriyên Min
  • Tomarên Min
  • Dîtinên Min
  • Blog
Video
Podcast
Zindî
Arşîv
Neşeriya Çalakiyan
Stêrk TV
  • DESTPÊK
  • ROJANE

    DEM Partî: Divê statuya destûrî ya Herêma Kurdistanê were parastin

    Ji aliyê Stêrk TV

    Nobeta li ber Wezareta Edaletê ya ji bo girtiyên nexweş di roja 10’emîn de ye

    Ji aliyê Stêrk TV

    Rêxistinên pîşeyî yên çapemeniyê wê di mitînga karkeran de bimeşin

    Ji aliyê Stêrk TV

    Ji pêkhateyên 1001 îmze ji bo pêvajoya aştî banga wekhevî û ‘mafê hêviyê’ hat kirin

    Ji aliyê Stêrk TV

    Heyeta Îmraliyê bi Devlet Bahçelî re hevdîtin kir

    Ji aliyê Stêrk TV

    Rêxistinên hiqûqê xwestin lêkolîn li ser hestiyên li şikefta Farqînê bê kirin

    Ji aliyê Stêrk TV
  • KURDISTAN

    KCK: Rêber Apo û xeta PKK’ê wê bi tevahiya mirovahiyê bide qezençkirin!

    Ji aliyê Stêrk TV

    HPG: Cejna Berxwedana Neteweyî pîroz be

    Ji aliyê Stêrk TV

    KNK: Bi yekrêzî û yek helwestiyê destketiyên neteweyî biparêzin

    Ji aliyê Stêrk TV

    Hêzên PDK’ê li Soranê rojnamevanek û 2 welatî binçav kir

    Ji aliyê Stêrk TV

    Xwendevanên Mexmûrê bi meşaleyan kareografiya Hakî Karer çêkirin

    Ji aliyê Stêrk TV

    Hikumeta Herêma Kurdistanê: Em zimanê leşkerî û gefan red dikin

    Ji aliyê Stêrk TV
  • JIN

    REPAK: Divê demildest mafê hêviyê were bicihanîn!

    Ji aliyê Stêrk TV

    Li Urmiyê jinek hat kuştin

    Ji aliyê Stêrk TV

    Li Swîsreyê jin li dijî tundiyê li qadan bûn

    Ji aliyê Stêrk TV

    Çaglar Demirel: Jin wê bibin ‘çavê sêyemîn’ ê pêvajoyê

    Ji aliyê Stêrk TV

    Peyman Viyan: Jin êdî mexdûr nînin, pêşengiyê ji têkoşînê re dikin

    Ji aliyê Stêrk TV

    Li gelek bajaran jin li dijî tundiya mêr-dewletê daketin qadan

    Ji aliyê Stêrk TV
  • ÇAND Û HÛNER

    Hunermendên jin: Jin azad nebe aştî û edalet jî nabe

    Ji aliyê Stêrk TV

    Artêşa Sûdanê êriş kir: 4 jê zarok 15 kes mirin

    Ji aliyê Stêrk TV

    Mihrîcana Filman a Rojava ya Navneteweyî di roja 3’yemîn de didome

    Ji aliyê Stêrk TV

    10’emîn Festîvala Navneteweyî ya Şanoya Kolanê li Kerkûkê dest pê kir

    Ji aliyê Stêrk TV

    Omer Bîçer: Divê sînemaya Kurd di pêvajoya aştiyê de hişê dîrokê biafirîne

    Ji aliyê Stêrk TV

    Uysal: Hêza çêker û hevgirtinê ya hunerê dikare tevkariyê li pêvajoya aştiyê bike

    Ji aliyê Stêrk TV
  • CÎHAN
  • YÊN DIN
    • Gotar
    • Civak
    • Rojava
    • Gotar
  • 🔥
  • HEMÛ BAJAR
  • AMED
  • STENBOL
  • BEHDÎNAN
  • ENQERE
  • ROJEV
  • QAMIŞLO
  • KOBANÊ
  • WAN
  • ŞENGAL
  • HESEKÊ
  • ŞIRNEX
  • MÊRDÎN
  • RIHA
  • LEZGÎN
  • ÊLIH
  • COLEMÊRG
Nûçeyên Lezgîn
Girtiyê 30 salan Tekin hate berdan: Em ê têkoşînê mezin bikin
Li Hewlêrê mirina bi guman a jinekê
Petrola di ser Îranê re ji bo Efganistanê hate birin wê bê lêkolîn
Agahî ji 2 jinên Kurd ên li Îranê hatin binçavkirin nayê wergirtin
Dadgeriya Îranê cezayê darvekirinê yê li 4 çalakgeran hatibû birîn erê kir
Dîtina TîpanAa
Stêrk TVStêrk TV
  • Kurdistan
  • Jin
  • Çand û Hûner
  • Cîhan
  • Rojava
  • Rojane
  • Cîhan
  • Civak & Ekolojî
  • Zanist
  • Ji Bo Min
  • Dîtinên Min
  • Tomarên Min
  • Favoriyên Min
Bigere
  • Kategorî
    • Kurdistan
    • Jin
    • Ciwan
    • Çand û Hûner
    • Cîhan
  • BAJAR
    • HEMÛ BAJAR
    • AMED
    • STENBOL
    • QAMIŞLO
    • ŞEHBA
    • REQA
    • WAN
  • JI BO TE
    • Ji Bo Min
    • Tomarên Min
    • Favoriyên Min
    • Dîtinên Min
  • RÛPEL
    • Podcast
    • Video
    • Wêne
    • Gotar
Hesabê we heye? Têketin
Me bişopîne
© Mafên belavkirinê li ba Stêrk TV parastî ne 2024. Hemû maf parastî ne.
Stêrk TV > Blog > Kurdistan > KONGRA-GEL: Armanca me azadiya Rêber Apo ye
Kurdistan

KONGRA-GEL: Armanca me azadiya Rêber Apo ye

Dîwana Hevserokatiyê ya KONGRA-GEL komploya navneteweyî ya 9'ê Cotmehê di salvegera 26'an de bi tundî şermezar kir û destnîşan kir ku di sala nû ya li dijî komployê de wê tecrîd bê şikandin.

Stêrk TV
Stêrk TV Dîroka nûkirinê: 8. Cotmeh 2024 Dema xwendinê: 9 dq.
Parvekirin

Dîwana Hevserokatiyê ya KONGRA-GEL têkildarî salvegera komploya navneteweyî daxuyaniyek weşand û diyar kir ku li dijî komployê di sala têkoşînê ya 27’an de weke gel û tevger li gel dostên xwe wê berê xwe li azadiya Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan be.

Daxuyanî bi vî rengî ye: “Di salvegera 26’an a komploya navneteweyî ya 9’ê Cotmeha 1998’an de em hemû hêzên ku di nava komployê de bûn bi tundî şermezar dikin. Komplogeran di şexsê Rêber Apo de xwestin paşeroja gelê Kurd û hêviya azadiyê tine bikin. Lê belê partiya me PKK û gelê me yê welatparêz li dora Rêber Apo civiyan û ev plana bêxêr têk birin.

Di şexsê hevalên Halît Oral, Selamet Menteş, Aynûr Artan û Mehmet Gul de ku bi dirûşma ‘Hûn nikarin roja me tarî bikin’ li dijî planên komplogeran li dora Rêber Apo bûn xelekek ji agir û bûn pêşengên fedaî yên Rêber Apo parastin, hemû şehîdan bi hezkirin, hurmet û minet bi bîr tînin û dilsoziya xwe ya bi armanca wan re dubare dikin.

Hêza ku di şerê cîhanê yê yekemîn de cografya Kurdistanê parçe kir, di peymana Lozanê de gelê me tine hesiband û radestî polîtîkayên îmha û înkarê ya dewleta Tirk a qirker kir û vê piştgiriya xwe hîn jî dewam dike, aqlê navenda sîstema modernîteya kapîtalîst e.

Gelê Kurd ku ji aliyê modernîteya kapîtalîst ve hate parçekirin û bi polîtîkayên înkar û îmhayê tinekirin li ser hate ferzkirin, bi têkoşîna destanî ya Rêber Apo bi nasnameya ‘Kurd ê azad’ xwe ji nû ve afirand û li çar parçeyên Kurdistanê û derveyî welat pêşketinên mezin pêk anî.

Rêber Apo, gelê Kurd ê ku bi polîtîkayên hevpar ên dewleta Tirk a mêtinger û modernîteya kapîtalîst li ber tinekirinê bû, rizgar kir û ji ber ku gihand cihekî ku ji gelan û bindestan re bû hêvî û ji ber ku planên herêmî yên îmha û înkarkirina Kurdan têk bir, bû hedefa hêzên modernîteyê.

Weke gava destpêkê ya plana tepisandina daxwaza azadiyê ya gelên herêmê û bi Projeya Rojhilata Navîn a Mezin re jinûve herêm bê dîzaynkirin, li dijî Rêber Apo komploya navneteweyî hate kirin.

Aqlê ku komploya 9’ê Cotmehê plan kir û bi cih anî û aqlê ku bi peymana Lozanê polîtîkayên qirkirinê li ser gelê Kurd ferz kir heman aqil û navenda stratejîk e.

Ev pêvajoya ku bi komploya li ser Rêber Apo destpê kir, bi Projeya Rojhilata Navîn a Mezin, bihara Ereb, bi hilweşînên ji ber DAÎŞ û versiyonên wê yên selefî yên din ên li serê gelên herêmê kirin bela, bi şerê ku Tirkiye li her qadê li dijî gelê Kurd dimeşîne, bi şerê Îsraîl-Fîlîstîn-Îran-Hîzbûllahê di çarçoveya şerê cîhanê yê sêyemîn de belav dibe.,

Rêber Apo di parêznameyên xwe de got, ‘Komploya navneteweyî çavên min li hemberî modernîteya kapîtalîst vekir, kir ku rastiya modernîteyê hîn bi kûrahî bibînim’. Vê tespîta dîrokî kir ku Rêber Apo bikeve nava lêgerîna li paradîgmayeke alternatîf. Di encama kûrbûneke xurt de paradîgmaya modernîteya demokratîk (sîstema neteweya demokratîk û konfederalîzma demokratîk) afirand û bi vî rengî bersiv da komplogeran û planên wan têk bir.

Rêber Apo got, parêznameyên min li ku bin ez li wê derê me. Paradîgmaya wî ya xwe dispêre civaka ekolojîk, demokratîk û azadîparêziya jinê bi Şoreşa Rojava re kete meriyetê. Şoreşa Rojava ku gel û baweriyên Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê li ser bingeha azadî û wekheviyê tevlî bûne, li tevahiya cîhanê deng veda. Rêber Apo ku bi komploya navneteweyî re tinekirin lê hate ferzkirin, bi paradîgmaya xwe ya azadiyê re li tevahiya cîhanê belav bû.

Belavbûna fikrên Rêber Apo bi sîstema tecrîda mutleq a li Îmraliyê ve yekser girêdayî ye. Sîstema Îmraliyê ku ji aliyê komploya navneteweyî ve hate afirandin, nîşaneya şênber a polîtîkayên hevpar ên dewleta Tirk û hêzên modernîteyê yên li dijî gelê Kurd e.

Çawa ku li Tirkiyeyê hebûna gelê Kurd tê înkarkirin û bi her awayî ji maf û hiqûqê bêpar tê hiştin, Rêberê Gelê Kurd Rêber Apo jî li Îmraliyê ji her cûre maf û hiqûqê bêpar tê hiştin. Li girava Îmraliyê hiqûqa neteweyî û navneteweyî bi cih nayê anîn, bi temamî ji polîtîkayên kêfî yên faşîzma AKP-MHP’ê re hatiye hiştin.

Biryara Dadgeha Mafên Mirovan a Ewropayê ku diyar kir darizandina Rêber Apo li gorî hiqûqê nîne û divê jinûve bê darizandin û biryara li ser ‘mafê hêviyê’ ji aliyê dewleta Tirk ve bi cih nayê anîn. Li gel vê yekê jî Komîteya Wezîran a Konseya Ewropayê di nava deh salên derbasbûyî de ti pêkanîn li dewleta Tirk ferz nekir û ji ber vê toleransê jî sîstemeke ku hiqûq tê de nîne li Îmraliyê hate avakirin.

Li girava Îmraliyê ji ber ku hiqûq nîne hevdîtinên qanûnî yên malbat û parêzeran nikarin bêne kirin. 43 meh in agahî ji Rêber Apo û sê hevalên din ên li giravê nayê wergirtin.

Ji ber vê yekê Pêngava azadiyê ji aliyê dostên Rêber Apo ve sala bihurî li hemû cîhanê bi dirûşmeya ‘Ji Abdullah Ocalan re azadî, ji pirsgirêka Kurd re çareserî’ hatibû destpêkirin. Ev pêngava ku salek li pey xwe hişt, ji aliyê gelê me ve hat destekkirin û rê li ber pêşketinên girîng vekir.

Komîteya Wezîran a Konseya Ewropayê ev 10 sal in biryarên DMME’yê bi cih neanî, di civîna xwe ya Îlona bihurî de ji bo desthilatdariya faşîst a AKP-MHP’ê salek dem da. Diviyabû ji bo biryarên dadgehê yekser bên bi cih anîn, daxwazên şênber bikirana.

Sala 26’an a komploya 9’ê Cotmehê bi dawî dibe û em dikevin sala 27’an a têkoşînê. Bi heman awayî Pêngava “Ji Abdullah Ocalan re azadî, ji pirsgirêka kurd re çareseriya siyasî” ku ji aliyê dostan ve hatiye destpêkirin, dikeve sala xwe ya duyemîn.

Ev pêvajoya ku erdnîgariya Rojhilata Navîn vediguhere xeleka ji agir, pêvajoyeke ku hem şer hem jî çareserî bi hev re bi pêş dikeve. Ji ber hilweşîn û têkçûna giran a aboriyê ya ji ber şerê topyekûn ê tê meşandin, desthilatdariya faşîst a AKP-MHP’ê jî di nava pêvajoyeke hilweşîna siyasî de ye.

Ji ber vê yekê jî sala 27’an a têkoşîna li dijî komploya 9’ê Cotmehê wê bibe saleke têkoşînê ku tecrîda li Îmraliyê bişkîne û pêvajoya azadiya Rêber Apo bide destpêkirine. Weke gel û Tevger, em ê bi hemû pêkhateyên Tevgera Azadiyê û dostên xwe re ji bo azadiya Rêber Apo seferber bibin. Hemû xebat wê li ser vê bingehê bên meşandin.

Bi jiyanîkirina ‘Paradîgmaya Azadiyê’ ya Rêber Apo, yanî di qada civakî de avakirina sîstema xwe ya rêxistinî, di heman demê de şertê bingehîn ê serketina pêngava azadiyê ye. Ji ber vê xebatên ku wê li ser esasê avakirina civakê bi pîvanên neteweya demokratîk pêk bên, di vê pêvajoyê de wê xebatên stratejîk ên herî bingehîn be. Xebatên avakirinê û pêngava azadiyê bi hev re meşandin, kilîta serketinê ye.

Li ser vê bingehê ji bo têkoşîna li dijî komploya navneteweyî di sala 27’an de, bibe sala têkçûna faşîzma AKP-MHP’ê û îxaneta Barzaniyan û bi armanca bibe sala azadiyê, em ji gel û dostên xwe re serketinê dixwazin.”

YÊN HATINE ÊTÎKETKIRIN HEMÛ BAJAR

Ji me agahî bistîne!

Eger tu bibî abone em ê nûçeyên lezgîn yekser ji maîla te re bişînin.
Eger tu bibî abone te we wateyê ku tu Polîtikaya Malpera Me dipejînî û dîsa tê wê wateyê ku tu Şert û Mercên me qebûl dikî. Tu kendî bixwazî dikarî ji abonetiyê derkevî
Çi Difikirî?
.0
.0
.0
.0
.0
.0
Nûçeya Berê Li Mêrdînê operasyona qirkirina siyasî: Gelek kes hatin binçavkirin
Nûçeya Pişt re FEDA: Canê me Halîl Ateş çû ber dilonaviya Heq
Nirxandinek Bike Nirxandinek Bike

Nirxandinek Bike Cancel reply

You must be logged in to post a comment.

Me Bişopîne!

Tu dikarî li ser gelek platforman rûpelên me bişopînî.
FacebookBiecibîne
TwitterBişopîne
PinterestPîn bike
InstagramBişopîne
YoutubeSubscribe
TiktokBişopîne
TelegramBişopîne
Google NewsBişopîne
LinkedInBişopîne
- Frekans -
Ad image
- Frekans -
Ad image

Navarokên Li Pêş

Li Îzmîrê agir bi daristanê ket

Li navçeya Menderes a Îzmîrê li herêmek daristanî şewat destpê kir.

Ji aliyê Stêrk TV

Viyan Kobanê: Tişrîn ji bo me keleha dawî bû

Yek ji fermandarên YPJ’ê Viyan Kobanê got, “Berxwedana li bendava Tişrînê, bi berxwedana gel û…

Ji aliyê Stêrk TV

Bîlançoya êrîşên li ser Efrîn-Şehbayê

Navenda Çapemeniyê ya HRE’yê ragihand ku dewleta Tirk a dagirker û çeteyên wê di meha…

Ji aliyê Stêrk TV

Ev jî di be ku bala te bikşînin

Rojane

DEM Partî: Divê statuya destûrî ya Herêma Kurdistanê were parastin

Ji aliyê Stêrk TV
Rojava

27’ê Mijdarê li gelek bajaran hat pîrozkirin

Ji aliyê Stêrk TV
Rojava

Li Hesekê êrîşa li dijî dewriyeya Hêzên Ewlekariya Hundirîn: Welatiyek şehîd bû

Ji aliyê Stêrk TV
Jin

Li Munihê bi hezaran jin li dijî tundiya li ser jinan meşiyan

Ji aliyê Stêrk TV
Ya Berê Ya Pişt re
Stêrk TV
Stêrk TV
Stêrk TV

Li Ser Şopa Heqîqetê

Stêrk TV ji sala 2009an ve di warên siyasî, civakî, çandî û hunerî de weşanê dike. Bi nêrîna azadiya jinê û avakirina civakeke demokratîk, Stêrk TV xebatên civakî, çandî, hunerî, dîrokî, aborî û yên jîngehê dimeşîne. Di çarçoveya parastin û pêşxistina çand û zimanê Kurdî de, bi zaravayên Kurmancî, Soranî, Kirmanckî û Hewramî nûçe û bernameyên cûrbicûr amade dike û diweşîne. Stêrk TV xizmetê li çand û hunera Kurdî dike.

Facebook Twitter Youtube Rss Medium
Kategorî
  • Kurdistan
  • Rojane
  • Çand û Hûner
  • Cîhan
  • Jin
  • Civak & Ekolojî
  • Zanist
Rûpel
  • Têkîlî
  • Frekans
  • Derbarê me de
  • Şert û Merc
  • Rêgezên Malperê
  • Kar Xwestin
  • Kunye

© Stêrk TV. Hemû mafê wê parastîne

adbanner
AdBlock Asteng Dike
Malpera me de reklam hene, ji ber vê sedemê malpera me bixin listeya spî ya AdBlock'ê
Temam, ez ê li listeya spî zêde bikim
Hûn bi xêr hatin

Têkevin hesabê xwe

Te paroleya xwe jibîr kir?