Daxuyaniya Koordînasyona Kongra Star bi vî rengî ye:
“Ji Xwişkên Mirabal heta Besê Anûş, ji Sakîne Cansiz heta Hevrîn Xelef û Sosin Birhat, em hemû jinên hevalên xwe yên di têkoşîna azadî û wekheviyê de şehîd bûne, bi rêz û minetdarî bi bîr tînin. Em soza xwe dubare dikin ku têkoşîna wan mezin bikin û mîrata wan a azadiyê bigihînin pêşerojê.
25’ê Mijdarê tenê rojek di salnameyê de an jî rojeke bîranînê ya sembolîk nîne. Ew rojeke têkoşîna bê navber e li dijî şîdeta li dijî jinan, qetlîamên jinan, zihniyeta mêrperest û hemû polîtîkayên ku îradeya jinan tune dihesibînin. Ji bo me, bi hişmendiya 25’ê Mijdarê jiyan kirin, xwe rêxistin kirin û têkoşîn kirin, berpirsiyariyeke dîrokî ye.
Îro li seranserê cîhanê jin dibin hedefa şer, dagirkerî, polîtîkayên mezhebî û zayendperest, pergala mêrperest û hêzên paşverû yên olî. Tenê di sala 2025’an de li seranserê cîhanê nêzî 47 hezar jin ji aliyê hevjînên xwe an jî endamên malbatên xwe ve hatine qetilkirin. Ev hejmar nîşan dide ku her roj bi navînî 129 jin ji aliyê mêrên herî nêzî xwe ve ji jiyanê tên qutkirin.
Li herêmeke fireh ku ji Rojhilata Navîn heta Afrîkayê dirêj dibe, destkeftî û azadiyên jinan di nav armancên sereke yên rêxistinên radîkal ên olî û desthilatdariyên mêrperest de ne. D derbarê nûnertiya siyasî, hebûna jinan di jiyana civakî de û mafên wan ên bi dest xistine de fikarên cidî derketine holê. Derxistina jinan ji mekanîzmayên biryargirtinê, sînordarkirina qadên jiyana wan û pêkanînên ku dixwazin îradeya wan a civakî di bin kontrolê de bigirin, van fikaran kûrtir dikin. Her wiha wek mînak; bûyerên revandin, binçavkirin û şîdetê yên li dijî jinên Elewî û Durzî nîşan didin ka jin di pêşberî şer û polîtîkayên mezhebî de çawa hedef tên girtin. Ev mînake eşkere dikin ku desthilatdariyên mêrperest û avahiyên radîkal ên olî, di hewldanên xwe yên ji nû ve sêwirandina civakê de, berî her tiştî azadî û îradeya jinan dikin hedef.
Li hemberî van êrîşên li ser mafê jiyanê, beden, nasname û îradeya jinan, bêdeng man hevpariya polîtîkayên pergala mêrperest e. Em neçar in ku li dijî van nêrîn û zihniyetên ku jinan ji jiyana civakî dûr dixin, dixwazin mafên wan ên bi dest xistine ji holê rakin û azadiya wan di çarçoveyên olî û kevneşopî de bihêlin, têkoşînê mezintir bikin.
Her wiha, modernîteya kapîtalîst îro li qadeke fireh ku ji Ewropayê heta Rojhilata Navîn dirêj dibe, pergalekê çêdike ku ked, beden û nasnameya jinan li gorî hewcedariyên bazarê teşwîq û şekil dide. Keda jinan wekî hêza kar a erzan dîtin, veguherandina bedena wan bo parçeyek ji çanda xerîdarîyê û sînordarkirina azadiya wan di nav têkiliyên girêdayîbûna aborî de, serdestî û zordariya piralî ya vê pergalê ya li ser jinan eşkere dike. Ji ber vê yekê, têkoşîna li dijî şîdeta li ser jinan nikare tenê bi rawestandina êrîşên kesane bê sînordarkirin; ew heman demê têkoşîneke bihêz li dijî pergala kapîtalîst a ku dixwaze jinan di nav têkiliyên îstîsmarê de bihêle, pêwîst dike. Ji vê çarçoveyê ve, berpirsiyariya rêxistinên jinan ew e ku li dijî serdestiyên aborî, civakî û çandî yên modernîteya kapîtalîst a li ser jinan, xetek têkoşînê ya radîkaltir, rêxistinkirîtir û azadîxwaztir pêş bixin. Mezin kirina îradeya hevpar û piştgiriya jinan şertê bingehîn ê avakirina bingeha civakî ya jiyaneke azad e. Di vê pêvajoya ku tê de zihniyetên li dijî jinan dixwazin di jiyana civakî de serdest bibin, lawazbûna dengê jinan û nerazîbûna wan a rêxistinkirî bûye çavkaniyeke fikarê ya cidî. Bangewaziya me ji hemû rêxistinên jinan re ev e: Xurtkirina bingehên têkoşîna hevpar li dijî van polîtîkayên serdestiyê yên ku azadiya jinan dikin hedef, mezin kirina piştgiriya ku sînoran nasnake û avakirina xetek berxwedanê ya bi biryardartir û radîkaltir, pêwîstiyeke dîrokî ye.
Em têkoşîna azadiya jinan wekî têkoşîneke hevpar dibînin ku bi sînor, nasname û erdnîgarî nayê parçekirin. Mîrata berxwedanê ya ku ji Xwişkên Mirabal heta Sakîne Cansiz dirêj dibe, îro jî rêya me ronî dike. Hêza rêxistinkirî ya jinan li dijî pergala mêrperest bersiva herî bihêz e. Em bi boneya 25’ê Mijdarê careke din bi dengekî bilind dibêjin: Em ê li dijî qetlîama jinan, pergala mêrperest, polîtîkayên şer û hemû êrîşên ku îradeya jinan dikin hedef, têkoşîna xwe mezintir bikin. Her roja me dê 25’ê Mijdarê be û her qad dê bibe qada berxwedanê.”

