Duşem, 12 Cotmeh 2026
  • Ji Bo Min
  • Favoriyên Min
  • Tomarên Min
  • Dîtinên Min
  • Blog
Video
Podcast
Zindî
Arşîv
Neşeriya Çalakiyan
Stêrk TV
  • DESTPÊK
  • ROJANE

    Îtiraza ji bo Saît Yildirim a li dijî taloqkirina tehliyeyê hate redkirin

    Ji aliyê Stêrk TV

    Ji DBP’ê û DEM Partiyê civînên gel: ‘Em ê bi hev re sedsala nû ava bikin’

    Ji aliyê Stêrk TV

    ÎHD’ê banga berdana girtiyê nexweş Celal Yildirim kir

    Ji aliyê Stêrk TV

    Îranê bi dronan êrîş bir ser navçeya Koye

    Ji aliyê Stêrk TV

    Komploya navneteweyî li Mîçûrînskê hate şermezarkirin

    Ji aliyê Stêrk TV

    Li gorî Fetî Yildiz pêvajo dê heta dawiya Mijdarê bi encam be!

    Ji aliyê Stêrk TV
  • KURDISTAN

    Aqûbeta 5 Kurdên li Baneyê hatine girtin nayê zanîn 

    Ji aliyê Stêrk TV

    Çalakiya nobetê ya li Mexmûrê bi biryardarî didome

    Ji aliyê Stêrk TV

    Nivîskarê Kurd Mehmed Ûzûn li ser gora xwe hate bîranîn

    Ji aliyê Stêrk TV

    ‘Têkoşîna me wê heta azadiya fîzîkî ya Rêber Apo dewam bike’

    Ji aliyê Stêrk TV

    Li Amedê qurbaniyên Komkujiya 10’ê Cotmehê hatin bibîranîn

    Ji aliyê Stêrk TV

    Bi girseyî çûn serdana taziyeya Reşat Eroglu yê PKK’î

    Ji aliyê Stêrk TV
  • JIN

    Ji çiyayên Kurdistanê peyama ji bo Kombûna Jinan a Navneteweyî

    Ji aliyê Stêrk TV

    Aynûr Sarica: Divê jin bibin hîmê damezrîner ê pêvajoya aştiyê

    Ji aliyê Stêrk TV

    ‘Li dijî provokasyonên li Hesekê divê em helwest nîşan bidin!’

    Ji aliyê Stêrk TV

    Wê nexşerêya Jineolojiyê were diyarkirin

    Ji aliyê Stêrk TV

    Li Arjantînê ji bo bîranîna şehîd Lêgerîn Çiya civîn

    Ji aliyê Stêrk TV

    Rewşa tenduristiyê ya Nêrgis Mihemedî nebaş bû

    Ji aliyê Stêrk TV
  • ÇAND Û HÛNER

    Xelata Wêjeyê ya Nobelê ji Anne Carson re hate dayin

    Ji aliyê Stêrk TV

    ‘Divê şaredarî ji bo şano û çanda Kurd derfetan biafirîne’

    Ji aliyê Stêrk TV

    Li Freiburgê 1’emîn Festîvala Film a Kurdî destpê kir

    Ji aliyê Stêrk TV

    ‘Aştiya mayinde bi demokratîkbûneke xurt pêk tê û hunerê jî azad dike’

    Ji aliyê Stêrk TV

    Derhêner Semîr Aslanyurek: Sînema û huner divê bi aştiyê re be

    Ji aliyê Stêrk TV

    ‘Di pêvajoya aştiyê de rola hunerê bi qasî ya polîtîkayê girîng û pêwîst e’

    Ji aliyê Stêrk TV
  • CÎHAN
  • YÊN DIN
    • Gotar
    • Civak
    • Rojava
    • Gotar
  • 🔥
  • HEMÛ BAJAR
  • AMED
  • STENBOL
  • BEHDÎNAN
  • ENQERE
  • ROJEV
  • QAMIŞLO
  • KOBANÊ
  • WAN
  • ŞENGAL
  • HESEKÊ
  • ŞIRNEX
  • MÊRDÎN
  • RIHA
  • LEZGÎN
  • ÊLIH
  • COLEMÊRG
Nûçeyên Lezgîn
DAÎŞ’ê car din li Hewîce êrîş kir
Li Hesekê êrîşa çekdarî: 3 kes birîndar bûn
Serkirdeyekî DAÎŞ’ê hat girtin
Li Tehranê cezayê darvekirinê li 3 welatiyên Kurd hate birîn
Li Minbicê teqîn: Kesek jiyana xwe ji dest da
Dîtina TîpanAa
Stêrk TVStêrk TV
  • Kurdistan
  • Jin
  • Çand û Hûner
  • Cîhan
  • Rojava
  • Rojane
  • Cîhan
  • Civak & Ekolojî
  • Zanist
  • Ji Bo Min
  • Dîtinên Min
  • Tomarên Min
  • Favoriyên Min
Bigere
  • Kategorî
    • Kurdistan
    • Jin
    • Ciwan
    • Çand û Hûner
    • Cîhan
  • BAJAR
    • HEMÛ BAJAR
    • AMED
    • STENBOL
    • QAMIŞLO
    • ŞEHBA
    • REQA
    • WAN
  • JI BO TE
    • Ji Bo Min
    • Tomarên Min
    • Favoriyên Min
    • Dîtinên Min
  • RÛPEL
    • Podcast
    • Video
    • Wêne
    • Gotar
Hesabê we heye? Têketin
Me bişopîne
© Mafên belavkirinê li ba Stêrk TV parastî ne 2024. Hemû maf parastî ne.
Stêrk TV > Blog > Rojava > Kongra Star Cejna Newroz û Remezanê pîroz kir
Rojava

Kongra Star Cejna Newroz û Remezanê pîroz kir

Kongra Star Cejna Newroz û Remezanê pîroz kir û got: "Em hêvî dikin ev Cejna Newroz û Remezanê, bibe destpêka demeke nû ku jin di Sûriyeyê de azad bijîn.”

Stêrk TV
Stêrk TV Dîroka nûkirinê: 19. Adar 2026 Dema xwendinê: 7 dq.
Parvekirin

Kongra Star bi munasebeta Cejna Newroz û Remezanê daxuyaniyeke nivîskî parve kir û her du cejn li gelê Sûriyeyê pîroz kir.

Daxuyaniyê Kongra Starê wiha ye:

“Di meha Adara 2026’an de ku Cejna Newroz û Remezanê rastî heman wextî hatiye ji bo me pir watedar e. Em weke rêhevalên jin, cejna Newrozê ya berxwedan û têkoşînê û cejna Remezanê ya aştî û wekheviyê ye, em li Rêber Apo pîroz dikin û bal dikişînin ku rêya ku wî ji bo demokrasî, wekhevî û jiyana azad xêz kiriye berdewam ji bo gelan dibe hêviya jiyanê.

Her wiha em di şexsê şehîdên Şêxmeqsûd, Eşrefiyê, Binî Zeyd, Dêr Hafir, Dêrazor de tevahî şehîdên Şoreşa Rojava û Bakûr û Rojhilatê Sûriyeyê bi rêzdarî bi bîr tînin û bi hêza ku me ji wan girtî ve em ê vê Newrozê pîroz bikin û bikin Newroza azadî û serkeftinê da ku em xwedî li armanca doza wan derbikevin. Ew ê weke ronahiyêkê her tim rêya me ronî bikin û her tim wê di nava me de jiyan bikin. 

Her wiha em her du cejnên pîroz li tevahî dîlgirtiyên Şoreşa Rojava teybet jî yên şerê vê dawiyê û malbatên wan ên dilşewat pîroz dikin û em dibêjin ku ‘em êşa we bi hemû şaneyên xwe ve hîs dikin’ Ji bo azadkirina dîlgirtiyan weke rêhevalên wan ên jin em ê têkoşîna xwe berdewam bikin.

Dîsa em her du cejnan li tevahî gelên Bakûr û Rojhilatê Sûriyeyê, gelên Sûriyeyê û gelên Rojavayê Kurdistanê pîroz dikin. Her wiha em cejna Remezanê li hemû civaka îslamê; cejna Newrozê jî li gelê Kurdistana Rojava û deverên din ên Kurdistanê teybet pîroz dikin. Em hêvî dikin ku cejna Newrozê û cejna Remezanê, di Sûriyeyê de demeke nû bi xwe re bîne ku jin tê de azad û bi îradeya xwe jiyan dikin, gel bi hev re di nava dilxweşiyê de jiyan dikin û edalet û aştî di Sûriyeyê û Rojavayê Kurdistanê de serwer be.

Cejna Remezanê ji bo alema îslamê wateya yêkitî, piştgirîkirina insanan, parvekirin, hûzûra civakê xurtkirin e. Ji cihê derketina xwe Medîne de weke rojên hevparbûyîn, keyfxweşiyê hatiye şekilgirtin ku insan tên cem hev û girêdana xwe ya civakî xurt dikin. Di vê çerçeveyê de cewherê islamê rêzdayîna li hemberê jiyana insanan e, li dijî şiddet û neheqiyê ye. Yanî bi hemû awayên xwe ve li dijî kiryarên çeteyên ku îro li ser vî navî li dijî hemû civakan hovîtiyeke di asta jor de rewa dibîne û pêk tîne ye. Ji ber wê jî pêwîst e gelên di nava Sûriyeyê de teqez van kiryarên dij-mirovî, dij-hemû ol û baweriyan qebûl nekin û nehêlin ku ferasetên fitne û fesadiyê têxin nava gelan û  li ser gelan bandor bibin. Cudawaziya di navbera gelan de tê avakirin, nijadperestî, şovenîzm û li hemberê qutupkirina gelan em bangawazî gelê Sûriyeyê dikin ku em jiyana hevbeş û wekhev mezin bikin. Em neyên lîstokên dewletan an jî hêzên ku desthilatê, pere, sermayeyê çavên wan tarî kiriye, ji qetlîama insanan çêj – zewq digirin, şer û pevçûna di navbera gelan de ji xwe re dikin pêlekanên bilindbûyîna desthilatiya xwe.

Newroz û cejn ku di meha Adarê de têne pîroz kirin,  dihêle ku bawerî û çandên cuda di heman hestên hêvî û nûbûnê de bi hev re bicivin û bi vî rengî sînerjiyeke civakî ya xurt biafirîne. Dema ruhê yekbûn parvekirin û xwişk-biratiyê yê cejnê bi ruhê azadî û berxwedanê yê Newrozê re têkildar dibe perspektîfeke pêşerojê ya ku her kes tê de cih digire yê aştiyane û hêvîdar derdikeve holê. Meha Adarê ji bo gelê Kurd tije êş û berxwedayîn e. Lê ruxmê hemû êrişan jî gelê Kurd ev meh weke ji nûve welîdînê digire dest û Newrozê weke ronahiyeke hêviyê digire dest.  Ev ronahî tenê tarîtiyê naşewitîne di heman demê de mîzgînaya azadî û vejîna nû jî radigihîne.  

Şoreşa Rojava û Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê di 15 salên tecrûbeya şoreşê yê ku li pey xwe hiştî de da nîşandan ku hemû gel û bawerî dikarin bi hev re û bi îradeyeke azad ve jiyan bikin ango Sûriyeke bi vî rengî gengaz e. Lê belê mixabin hîn dewlet, hêz û hawirdorên berjevendîparêz şer û kaosa di navbera gelan de weke amûrekê dîtin û li ser êşên gelan dixwazin desthilatiya xwe qewî bikin. li Rojhilata Navîn şer jî gelek deman bi tewazinên herêmî û kurewî ve li ser hesabên berjevendiyan kûr dibe û ev rewş jî pevçûnan dirêj dike û nahêle ku gel di nava aştî de jiyan bikin. Li hemberê vê jî bersiva herî mezin îradeya gelan a hevbeş û biryardariya bi hev re jiyankirinê ye. Em weke navê xwe dizanin ku Sûriya azad wê tenê bi hev re jiyankirina gelan ve pêk were û rejîma heyî bi vê zihniyeta xwe a şovenist wê nikaribe di navbera gelan de aramiyê pêk bîne. Wê teqez dîsa ev gel vegere tecrûbeya 15 salan a jiyana hevbeş ku Şoreşa Rojava mîsaleke girîng a îspat kiriye. Em hêvî dikin ev Cejna Newroz û Remezanê, bibe destpêka demeke nû ku jin di Sûriyeyê de azad jiyan bikin, gel bi hev re di nava aramiyê de jiyan bikin aştî û adalet li welatê me de serwer be.”

YÊN HATINE ÊTÎKETKIRIN HEMÛ BAJAR

Ji me agahî bistîne!

Eger tu bibî abone em ê nûçeyên lezgîn yekser ji maîla te re bişînin.
Eger tu bibî abone te we wateyê ku tu Polîtikaya Malpera Me dipejînî û dîsa tê wê wateyê ku tu Şert û Mercên me qebûl dikî. Tu kendî bixwazî dikarî ji abonetiyê derkevî
Çi Difikirî?
.0
.0
.0
.0
.0
.0
Nûçeya Berê Komeke din a dîlgirtiyan hatin berdan
Nûçeya Pişt re PJAK’ê Hecî Ehmedî bi bîr anî: Mîrasa wî rêya têkoşînê ronî dike
Nirxandinek Bike Nirxandinek Bike

Nirxandinek Bike Cancel reply

You must be logged in to post a comment.

Me Bişopîne!

Tu dikarî li ser gelek platforman rûpelên me bişopînî.
FacebookBiecibîne
TwitterBişopîne
PinterestPîn bike
InstagramBişopîne
YoutubeSubscribe
TiktokBişopîne
TelegramBişopîne
Google NewsBişopîne
LinkedInBişopîne
- Frekans -
Ad image
- Frekans -
Ad image

Navarokên Li Pêş

Operasyona Ewlehiyê di roja 2’yan de ye

Li Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê operasyona ewlehiyê ya li Kampa Holê, di roja 2’yan de…

Ji aliyê Stêrk TV

Dadgehê îtiraza CHP’ê red kir

Îtiraza parêzerên CHP'yî ku li biryara "Bêhukmiya Teqez" kiribûn, ji aliyê Daîreya Hiqûqê ya 36'emîn…

Ji aliyê Stêrk TV

Êrîşên li ser HDK’ê li Wan û Şirnexê hatin şermezarkirin

Êrîşên desthilatdariya Tirk ku bi destê dadgerî û polîsan li hemberî pêkhateyên Kongreya Demokratîk a…

Ji aliyê Stêrk TV

Ev jî di be ku bala te bikşînin

Kurdistan

Aqûbeta 5 Kurdên li Baneyê hatine girtin nayê zanîn 

Ji aliyê Stêrk TV
Rojava

Artêşa Tirk rêya 2 gundên Til Temirê girt

Ji aliyê Stêrk TV
Rojane

Îtiraza ji bo Saît Yildirim a li dijî taloqkirina tehliyeyê hate redkirin

Ji aliyê Stêrk TV
Rojava

Hevrîn Xelef û Ferhad Remezan li Dêrikê hatin bibîranîn

Ji aliyê Stêrk TV
Ya Berê Ya Pişt re
Stêrk TV
Stêrk TV
Stêrk TV

Li Ser Şopa Heqîqetê

Stêrk TV ji sala 2009an ve di warên siyasî, civakî, çandî û hunerî de weşanê dike. Bi nêrîna azadiya jinê û avakirina civakeke demokratîk, Stêrk TV xebatên civakî, çandî, hunerî, dîrokî, aborî û yên jîngehê dimeşîne. Di çarçoveya parastin û pêşxistina çand û zimanê Kurdî de, bi zaravayên Kurmancî, Soranî, Kirmanckî û Hewramî nûçe û bernameyên cûrbicûr amade dike û diweşîne. Stêrk TV xizmetê li çand û hunera Kurdî dike.

Facebook Twitter Youtube Rss Medium
Kategorî
  • Kurdistan
  • Rojane
  • Çand û Hûner
  • Cîhan
  • Jin
  • Civak & Ekolojî
  • Zanist
Rûpel
  • Têkîlî
  • Frekans
  • Derbarê me de
  • Şert û Merc
  • Rêgezên Malperê
  • Kar Xwestin
  • Kunye

© Stêrk TV. Hemû mafê wê parastîne

adbanner
AdBlock Asteng Dike
Malpera me de reklam hene, ji ber vê sedemê malpera me bixin listeya spî ya AdBlock'ê
Temam, ez ê li listeya spî zêde bikim
Hûn bi xêr hatin

Têkevin hesabê xwe

Te paroleya xwe jibîr kir?