În, 28 Tebax 2026
  • Ji Bo Min
  • Favoriyên Min
  • Tomarên Min
  • Dîtinên Min
  • Blog
Video
Podcast
Zindî
Arşîv
Neşeriya Çalakiyan
Stêrk TV
  • DESTPÊK
  • ROJANE

    Li Cizîrê taziyeya şehîdan: Malbatan banga ‘em xwedî li pêvajoyê derkevin’ kirin

    Ji aliyê Stêrk TV

    Ayşegul Dogan: Em di dilê deriyê derbasbûna bêpevçûnê de ne

    Ji aliyê Stêrk TV

    Li Cizîrê di roja sêyemîn a taziyeyê de ji bo şehîdan mewlûd hat danîn

    Ji aliyê Stêrk TV

    Li Mêrdînê taziyeya şehîdan bi girseyî hatin ziyaretkirin

    Ji aliyê Stêrk TV

    Îsmaîl Kardaş: Dema ku em xeyalên wan pêk bînin, dê çîroka me temam bibe

    Ji aliyê Stêrk TV

    Li Nisêbînê taziye di roja duyemîn de didome

    Ji aliyê Stêrk TV
  • KURDISTAN

    Li Wanê ji bo şehîdên azadiyê meşa bi meşaleyan

    Ji aliyê Stêrk TV

    Di kevirên Deraseyê de êş û berxwedana veşartî

    Ji aliyê Stêrk TV

    Arzû Îlhan: Têkoşîna ku bi berdêlên giran tê meşandin hîn bi encam nebûye

    Ji aliyê Stêrk TV

    Li Elkê bi sedan kes serdana sersaxiya şehîd Şiyar Jîrkî kirin

    Ji aliyê Stêrk TV

    Sersaxiya li Cîzra Botanê bi serdana girseyî berdewam dike

    Ji aliyê Stêrk TV

    Taziyeyên li Geverê bi bîranînê bi dawî bû

    Ji aliyê Stêrk TV
  • JIN

    ‘YPJ dikare weke hêzeke taybet entegreyî Wezareta Hundirîn were kirin’

    Ji aliyê Stêrk TV

    YPJ’ê nasnameya 3 şehîdên xwe ragihand

    Ji aliyê Stêrk TV

    Ji DEM Partiyê banga Rojîn Kabaîş: ‘Mirina wê divê were ronîkirin’

    Ji aliyê Stêrk TV

    Li Saqiz û Çapharê du jin ji aliyê hevjînên xwe ve hatin qetilkirin

    Ji aliyê Stêrk TV

    Li Îranê rewşa tenduristiyê ya 2 jinên girtî xirab dibe

    Ji aliyê Stêrk TV

    YRJ’ê û Jin Produksiyon rojnamevanan bibîr anîn: Em ê dengê rastiyê bigehînin civakê

    Ji aliyê Stêrk TV
  • ÇAND Û HÛNER

    Tevgerên Çandê Hêvî Şanoger bi bîr anî

    Ji aliyê Stêrk TV

    Xebata çêkirina peykera Salih Muslim bidawî bû

    Ji aliyê Stêrk TV

    Diyariya 15’ê Tebaxê ya Hunera Azad ji bo şervanên jin: Ji Wê Ve Tê

    Ji aliyê Stêrk TV

    Hejmara nû ya Kovara Huner hate weşandin

    Ji aliyê Stêrk TV

    Amadekariyên ji bo 34’emîn Festîvala Çanda Kurd a Navneteweyî bi dawî bûn

    Ji aliyê Stêrk TV

    Li Festîvala Çand û Xwezayê ya Depê banga aştî û civaka demokratîk

    Ji aliyê Stêrk TV
  • CÎHAN
  • YÊN DIN
    • Gotar
    • Civak
    • Rojava
    • Gotar
  • 🔥
  • HEMÛ BAJAR
  • AMED
  • BEHDÎNAN
  • STENBOL
  • ENQERE
  • QAMIŞLO
  • ROJEV
  • KOBANÊ
  • WAN
  • ŞENGAL
  • HESEKÊ
  • ŞIRNEX
  • MÊRDÎN
  • RIHA
  • LEZGÎN
  • ÊLIH
  • COLEMÊRG
Nûçeyên Lezgîn
Hevdîtina navbera şandeya YPJ’ê û Wezîrê Karên Hundir ê Sûriyeyê destpê kir
Îranê di meha dawî de 60 kes îdam kirin
Tevgera Nûceba: Em ê çekên xwe bi ti awayî teslîmî dewletê nekin
Di êrîşa li dijî Tûgeya Qamişloyê de 2 şervan şehîd bûn û 2 birîndar bûn
Li Silêmaniyeyê jinek hate kuştin
Dîtina TîpanAa
Stêrk TVStêrk TV
  • Kurdistan
  • Jin
  • Çand û Hûner
  • Cîhan
  • Rojava
  • Rojane
  • Cîhan
  • Civak & Ekolojî
  • Zanist
  • Ji Bo Min
  • Dîtinên Min
  • Tomarên Min
  • Favoriyên Min
Bigere
  • Kategorî
    • Kurdistan
    • Jin
    • Ciwan
    • Çand û Hûner
    • Cîhan
  • BAJAR
    • HEMÛ BAJAR
    • AMED
    • STENBOL
    • QAMIŞLO
    • ŞEHBA
    • REQA
    • WAN
  • JI BO TE
    • Ji Bo Min
    • Tomarên Min
    • Favoriyên Min
    • Dîtinên Min
  • RÛPEL
    • Podcast
    • Video
    • Wêne
    • Gotar
Hesabê we heye? Têketin
Me bişopîne
© Mafên belavkirinê li ba Stêrk TV parastî ne 2024. Hemû maf parastî ne.
Stêrk TV > Blog > Kurdistan > Kongreya Awarte ya 23’yemîn a KNK’ê berdewam dike
Kurdistan

Kongreya Awarte ya 23’yemîn a KNK’ê berdewam dike

Di rûniştinên îro yên Kongreya Awarte ya 23’yemîn a Kongreya Neteweyî ya Kurdistanê (KNK) de li ser yekîtiya neteweyî, diyaloga di navbera Kurdan de, lêgerînên çareseriya siyasî û pêşketinên herêmî nîqaş hatin kirin.

Stêrk TV
Stêrk TV Dîroka nûkirinê: 24. Gulan 2025 Dema xwendinê: 5 dq.
Parvekirin

Kongreya Awarte ya 23’yemîn a KNK’ê bi axaftinên delegeyan, nûnerên partiyên siyasî û beşdarên din berdewam kir.

 

Nûnerê YNK’ê Arêz Abdullah, nûnerê PJAK’ê Siyamend Muanî, nûnera Platforma Hewreman Jalane Hewreman, nûnerê Rojhilat Komel Adil Îlyasî û nûnerê Suryaniyan Yakup Mirza di kongreyê de axivîn.

Li ser navê Yekîtiya Niştimaniya Kurdistanê (YNK) Arêz Abduulah peyama YNK’ê ya ku ji bo kongreya KNKê ya hatibû şandin xwend. Di peyamê de li ser girîngiya çareserkirina pirsgirêkên li Tirkiye û Bakur rawestiya û daxuyand ku divê di asta siyasî û dîplomatîk de xalên hevpar bên avakirin. Di peyamê de ev tişt hatin parvekirin: “Divê maseya muzakereyan were avakirin û ji bo çareseriyek aştiyane îradeyek xurt were nîşandan.” Di peyamê de hat destnîşankirin ku YNK piştgirî da banga Hikûmeta Herêma Kurdistanê ya ji bo avakirina hikûmeteke hevpar a neteweyî. Di peyamê hate bibîrxistin ku avakirina yekîtiya neteweyî û hevsengiya siyasî ya navxweyî ji bo parastina destketiyên gelê Kurd pir girîng in û wiha berdewam kir: “Di vê pêvajoya dîrokî de, havpariya ji bo parastina maf û statuya gelê Kurd pir girîng e. Destketiyên li her çar parçeyan tenê bi hevpariyeke xurt dikarin werin domandin.”

Li ser navê Rêveberiya Xweser a Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê Bedran Çiya axivî û anî ziman ku banga Rêber Apo ya 27’ê Sibatê ne tenê ji bo Bakur, ji bo tevahiya gelê Kurd destpêka serdemeke girîng bû.

Bedran Çiya wiha got, “Eger me li Şamê dest bi muzakereyan kiribe, ev yek ji ber bandora banga Rêber Apo ye. Beşdarbûna gelek hêzên siyasî, rûspiyên civakê û partiyan di civîna neteweyî ya li Qamîşloyê de jî hêza vê bangê nîşan dide.” Bedran Çiya diyar kir ku gelê Kurd di 15 salên dawî de li Rojava têkoşîneke mezin daye, modelek çareseriyê pêşxistiye. Bedran Çiya anî ziman ki pêşengiya jinan di navenda vê pêvajoyê de ye û modelek bi nirxên demokratîk teşe girtiye. Bedran Çiya destnîşan kir ku têkoşîn û destketiyên li Rojava bi fedakariya ciwanên Kurd ên çar parçeyan pêk hatiye û wiha pêde çû: “Rojava bi xwîna ciwanên Kurd ên çar parçeyan gihîştiye vê rojê. Ev destketî ne tenê yên gelên wir in, yên hemû gelê Kurd in.”

Bedran Çiya anî ziman ku modela li Rojava avaniyek demokratîk a ku gel û baweriyên cuda bi hev re dijîn derxistiye holê û destnîşan kir ku ev yek rasterast bi fikir û felsefeya Rêber Apo teşe girtiye.
Çiya axaftina xwe wiha domand: “Têkoşîna me ne tenê ji Kurdan re, ji hemû gelên Sûriyeyê re bûye hêvî. Divê yekîtiya neteweyî ya li Rojava pêşketiye ji bo hemû Kurdan wekî mînak were girtin.” Çiya bi bîr xist ku rola KNK’ê di vir de pir girîng û dîrokî ye û biryarên ku di vê kongreyê de hatine girtin, nîqaşên ku hatine kirin hemû Kurdan eleqedar dike.

Piştre li ser navê Tevgera Jinên Kurd Sultan Oger axivî. Sultan Oger Banga Aştî û Civaka Demokratîk a Rêber Apo nirxand û got ku pêvajoyên siyasî yên ku li ser bingeha vê bangê pêş ketin û guhertinên li Rojhilata Navîn ji bo Kurdan qonaxeke dîrokî ye. Sultan Oger anî ziman ku ji bo parastina destketiyên ku heta niha hatina bidestxistin û misogerkirina statuya gelê Kurd, yekîtî pêwîst e û got, “Divê em vê derfeta dîrokî ji dest nedin. Parastina destketiyên ku li çar parçeyan hatine bidest xistin û bikaranîna derfetên nû bi têkoşîna hevpar û yekîtiya neteweyî pêkan e.”

Sultan Oger destnîşan kir ku gelê Kurd ji her demê bêtir rêxistinkirî û bihêztir e û got ku bi taybetî di warê rêxistinbûna jinan de qonaxek girîng bi dest xistiye. Sultan Oger da zanîn ku di vê pêvajoyê de divê xwedî hem bîranîna şehîdan û hem jî berpirsiyariya dîrokî were derketin û destnîşan kir ku kongreya KNK’ê di vê çarçoveyê de wê roleke dîrokî bilîze.

Serokê Partiya Îslamî ya Kurdistanê Hîkmet Serbilind di kongreyê de axivî û anî ziman ku gelê Kurd bi têkoşînê û dayina bedelên mezin destketiyên mezin bi dest xistiye û bang li hemû partî û rêxistina kir ku ji bo parastina van destketiyan û misogerkirina yekîtiya neteweyî bi hev re tevbigerin.
Delegeyên Başûr, Rojava û Rûsyayê yên KNK’ê ku ji ber pirsgirêkên vîzeyê nekarîn beşdarî kongreyaê bibin, bi rêya telekonferansê beşdarî kongreyê bûn û axaftin kirin.
Kongre bi axaftin, nîqaş û pêşniyarên delege û beşdarên kongreyê berdewam dike.
Kongre wê sibe berdewam bike.

YÊN HATINE ÊTÎKETKIRIN HEMÛ BAJAR

Ji me agahî bistîne!

Eger tu bibî abone em ê nûçeyên lezgîn yekser ji maîla te re bişînin.
Eger tu bibî abone te we wateyê ku tu Polîtikaya Malpera Me dipejînî û dîsa tê wê wateyê ku tu Şert û Mercên me qebûl dikî. Tu kendî bixwazî dikarî ji abonetiyê derkevî
Çi Difikirî?
.0
.0
.0
.0
.0
.0
Nûçeya Berê Wan, Amed û Colemêrg: Kurdî dive bibe zimanê fermi
Nûçeya Pişt re Li Munihê ji bo Pexşan Ezîzî çalakî hate lidarxistin
Nirxandinek Bike Nirxandinek Bike

Nirxandinek Bike Cancel reply

You must be logged in to post a comment.

Me Bişopîne!

Tu dikarî li ser gelek platforman rûpelên me bişopînî.
FacebookBiecibîne
TwitterBişopîne
PinterestPîn bike
InstagramBişopîne
YoutubeSubscribe
TiktokBişopîne
TelegramBişopîne
Google NewsBişopîne
LinkedInBişopîne
- Frekans -
Ad image
- Frekans -
Ad image

Navarokên Li Pêş

Berdana Hasan Yakût bi awayekî kêfî tê astengkirin

Berdana Hasan Yakût ê li girtîgeha Tîpa S a Antalyayê tê ragirtin, bi hinceta ‘ferzkirina…

Ji aliyê Stêrk TV

Şervanên YPG’ê yên li eniya berxwedanê: Serketin wê ya me be

Şervanên YPG'ê yên li eniya berxwedanê ne diyar kirin ku bi hêza ji gelê xwe…

Ji aliyê Stêrk TV

Mesûd Barzanî: Em qebûl nakin ku zererê bidin xwişk û birayên me yên li Rojava

Serokê PDK’ê Mesûd Barzanî derbarê êrişên li ser Rojavayê Kurdistanê de peyamek belav kir û…

Ji aliyê Stêrk TV

Ev jî di be ku bala te bikşînin

Cîhan

Yûnanistan: IHA’ya Tirkan kete qada me ya hewayî me bi F-16’yan mudaxile kir

Ji aliyê Stêrk TV
Cîhan

Li Nepalê bobelata lehiyê: 538 kes mirin

Ji aliyê Stêrk TV
Cîhan

Rûsya û Ûkraynayê bi sedan IHA’yan êrîşî hev kirin

Ji aliyê Stêrk TV
Kurdistan

Li Wanê ji bo şehîdên azadiyê meşa bi meşaleyan

Ji aliyê Stêrk TV
Ya Berê Ya Pişt re
Stêrk TV
Stêrk TV
Stêrk TV

Li Ser Şopa Heqîqetê

Stêrk TV ji sala 2009an ve di warên siyasî, civakî, çandî û hunerî de weşanê dike. Bi nêrîna azadiya jinê û avakirina civakeke demokratîk, Stêrk TV xebatên civakî, çandî, hunerî, dîrokî, aborî û yên jîngehê dimeşîne. Di çarçoveya parastin û pêşxistina çand û zimanê Kurdî de, bi zaravayên Kurmancî, Soranî, Kirmanckî û Hewramî nûçe û bernameyên cûrbicûr amade dike û diweşîne. Stêrk TV xizmetê li çand û hunera Kurdî dike.

Facebook Twitter Youtube Rss Medium
Kategorî
  • Kurdistan
  • Rojane
  • Çand û Hûner
  • Cîhan
  • Jin
  • Civak & Ekolojî
  • Zanist
Rûpel
  • Têkîlî
  • Frekans
  • Derbarê me de
  • Şert û Merc
  • Rêgezên Malperê
  • Kar Xwestin
  • Kunye

© Stêrk TV. Hemû mafê wê parastîne

adbanner
AdBlock Asteng Dike
Malpera me de reklam hene, ji ber vê sedemê malpera me bixin listeya spî ya AdBlock'ê
Temam, ez ê li listeya spî zêde bikim
Hûn bi xêr hatin

Têkevin hesabê xwe

Te paroleya xwe jibîr kir?