Yekşem, 23 Tebax 2026
  • Ji Bo Min
  • Favoriyên Min
  • Tomarên Min
  • Dîtinên Min
  • Blog
Video
Podcast
Zindî
Arşîv
Neşeriya Çalakiyan
Stêrk TV
  • DESTPÊK
  • ROJANE

    Ji Şandeya Îmraliyê ya DEM Partiyê daxuyanî

    Ji aliyê Stêrk TV

    Bîranîna gerîlayan: Em ê wan ti carî ji bîr nekin

    Ji aliyê Stêrk TV

    Gerîlayên şehîd li Sancaktepeyê hatin bîranîn

    Ji aliyê Stêrk TV

    Îranê di meha dawî de 60 kes îdam kirin

    Ji aliyê Stêrk TV

    Li Stenbolê ji bo gerîlayên HPG û YJA Starê bîranîn

    Ji aliyê Stêrk TV

    YRA’yê Necilmedîn Sînan bi bîr anî

    Ji aliyê Stêrk TV
  • KURDISTAN

    Gel bi dirûşmeyan çû qada bîranînê

    Ji aliyê Stêrk TV

    Çîgdem Kiliçgun Uçar: Rêber Apo misogeriya demokrasiyê ye

    Ji aliyê Stêrk TV

    Gulîstan Tara û Hêro Behadîn hatin bîranîn: Em ê şopdarê şehîdên xwe bin

    Ji aliyê Stêrk TV

    Li Wanê ji bo şehîdan wê taziye were danîn

    Ji aliyê Stêrk TV

    Taziyeya ji bo şehîdan di roja 3’yan de didome

    Ji aliyê Stêrk TV

    Orhan: Divê hemû sazî li dijî hişbirê bi hev re têbikoşin

    Ji aliyê Stêrk TV
  • JIN

    Zextên rejîma Îranê yên li hemberî jinan didomin

    Ji aliyê Stêrk TV

    TJA: Em ê têkoşîna şehîdan bigihînin pêşerojê

    Ji aliyê Stêrk TV

    Li Îranê zextên li hemberî jinan didomin

    Ji aliyê Stêrk TV

    YJK-E: Gotarên aştiyê û krîmînalîzekirin nikarin ligel hev bên domandin

    Ji aliyê Stêrk TV

    TJA: Ji kar dûrxistina Îkra Avci biryareke neqanûniye

    Ji aliyê Stêrk TV

    4 sal ceza li hunermenda Îranî Hîva Seyfîzade hat birîn

    Ji aliyê Stêrk TV
  • ÇAND Û HÛNER

    Diyariya 15’ê Tebaxê ya Hunera Azad ji bo şervanên jin: Ji Wê Ve Tê

    Ji aliyê Stêrk TV

    Hejmara nû ya Kovara Huner hate weşandin

    Ji aliyê Stêrk TV

    Amadekariyên ji bo 34’emîn Festîvala Çanda Kurd a Navneteweyî bi dawî bûn

    Ji aliyê Stêrk TV

    Li Festîvala Çand û Xwezayê ya Depê banga aştî û civaka demokratîk

    Ji aliyê Stêrk TV

    Hejmara Tebaxê ya Komînal derket

    Ji aliyê Stêrk TV

    Di Festîvala Kurd de konsepta nû

    Ji aliyê Stêrk TV
  • CÎHAN
  • YÊN DIN
    • Gotar
    • Civak
    • Rojava
    • Gotar
  • 🔥
  • HEMÛ BAJAR
  • BEHDÎNAN
  • AMED
  • STENBOL
  • ENQERE
  • QAMIŞLO
  • ROJEV
  • KOBANÊ
  • WAN
  • ŞENGAL
  • HESEKÊ
  • ŞIRNEX
  • MÊRDÎN
  • RIHA
  • LEZGÎN
  • ÊLIH
  • COLEMÊRG
Nûçeyên Lezgîn
Îranê di meha dawî de 60 kes îdam kirin
Tevgera Nûceba: Em ê çekên xwe bi ti awayî teslîmî dewletê nekin
Di êrîşa li dijî Tûgeya Qamişloyê de 2 şervan şehîd bûn û 2 birîndar bûn
Li Silêmaniyeyê jinek hate kuştin
Bi 2 dronan êrîşî gundekî Dûkanê hat kirin
Dîtina TîpanAa
Stêrk TVStêrk TV
  • Kurdistan
  • Jin
  • Çand û Hûner
  • Cîhan
  • Rojava
  • Rojane
  • Cîhan
  • Civak & Ekolojî
  • Zanist
  • Ji Bo Min
  • Dîtinên Min
  • Tomarên Min
  • Favoriyên Min
Bigere
  • Kategorî
    • Kurdistan
    • Jin
    • Ciwan
    • Çand û Hûner
    • Cîhan
  • BAJAR
    • HEMÛ BAJAR
    • AMED
    • STENBOL
    • QAMIŞLO
    • ŞEHBA
    • REQA
    • WAN
  • JI BO TE
    • Ji Bo Min
    • Tomarên Min
    • Favoriyên Min
    • Dîtinên Min
  • RÛPEL
    • Podcast
    • Video
    • Wêne
    • Gotar
Hesabê we heye? Têketin
Me bişopîne
© Mafên belavkirinê li ba Stêrk TV parastî ne 2024. Hemû maf parastî ne.
Stêrk TV > Blog > Rojane > Kurkçu: Ji bo Ocalan karibe pêvajoyê bi rê ve bibe pêwîstî bi zemîna hiqûqî heye
Rojane

Kurkçu: Ji bo Ocalan karibe pêvajoyê bi rê ve bibe pêwîstî bi zemîna hiqûqî heye

Serokê Rûmetê yê HDP'ê Ertûgrûl Kurkçu destnîşan kir ku pêvajoya bi banga Rêber Apo destpê kir ji bo bi rengekî erênî bi rê ve biçe divê zemîna hiqûqî bê amadekirin û qada kar bê afirandin.

Stêrk TV
Stêrk TV Dîroka nûkirinê: 11. Adar 2025 Dema xwendinê: 6 dq.
Parvekirin

Serokê Rûmetê yê HDP’ê Ertûgrûl Kurkçu banga ‘Aştî û Civaka Demokratîk’ a Rêber Apo ji ANF’ê re nirxand.

Kurkçu anî ziman ku tevgera PKK’ê di dîrokê de yekemcar ji bo çekdanînê û bidawîkirina têkoşîna çekdarî amadekariyê dike ku gavê biavêje û got, “Berê, di navbera salên 2000 û 2002’an de forma rêxistinî hatibû guhertin, ya jî bi rengekî yekalî eşkere kiribû ku dawî li şerê çekdarî aniye. Lê belê bi pêşniyara Ocalan re PKK’ê soz da ku bê şert û merc dawî li şerê çekdarî bîne û rêxistiniya xwe ya 40 salî ji hev belav bike. Ev rewş hewldaneke dîrokî û diyarker e ku mohra xwe li 40 salî xistiye. Kî çawa dinirxîne bila binirxîne, biecibîne yuan jî na, ev biryar gelekî krîtîk û diyarker e. Ev biryara ji bo bidawîkirina hebûna PKK’ê ji her alî ve gaveke gelekî diyarker e.

Ev pêvajo ji bo çareseriya pirsgirêk û şerê 100 salên dawî ku ji ber meseleya Kurd rû dan, firsendeke mezin e. Di heman demê de hin rîskên wê jî hene. Dema ku ji vê çarçoveyê bê nirxandin, eşkere dibe ku deriyê pêvajoyeke gelekî girîng vebûye.”

‘JI BO RÊVEBIRINA PÊVAJOYÊ DIVÊ ŞERT Û MERC BÊNE AFIRANDIN’

Kurkçu destnîşan kir ku ji bo pêvajo bi rengekî erênî bê birêvebirin divê Rêber Apo karibe bi awayekî azad tevbigere, xwedî rê û derfetên ragihandinê be û bi vî rengî dewam kir: “Abdullah Ocalan berpirsyariya vê pêvajoyê da ser milê xwe. Ji bo pêvajo bi rengekî erênî bi rê ve biçe û bi bandor be, pêwîste têkildarî şexsê Abdullah Ocalan hin sererastkirin bêne kirin. Ev berpirsyariya ku li ser milê Abdullah Ocalan e, heta ku şert û mercên heyî bi vî rengî bimîne wê gelekî giran be ku rake. Karê ku bê kirin di nava şert û mercên tecrîdê de, bi derfetên kêm û çavkaniyên kêm nikare bê kirin. Karê Abdullah Ocalan bi banga li PKK’ê ya ji bo çekdanînê neqediya, hîn nû destpê dike. Ji bo karibe pêvajoyê bi rê ve bibe divê karekî hîn berfireh bike.

Eger Abdullah Ocalan di halê hazir de nikaribe ji Girtîgeha Îmraliyê derkeve jî qet nebe divê li derveyî girtîgehê li qadekê sererastkirinên pêwîst jê re bê kirin ku karibe lê bixebite û pêvajoya hevdîtin û danûstandinan bimeşîne. Ev yek divê ne tenê avakirina qadeke fîzîkî be; her wiha divê li ser zemîneke hiqûqî bê rûniştandin. Di rewşeke welê de ku pêwîstî bi agahiyên nû heye, nepêkan e ku Abdullah Ocalan tenê bi tecrûbeyên xwe bi tena serê xwe pêvajoyê bi rê ve bibe. Her wiha ji bo agahî jê re bê ragihandin divê qenalên ragihandinê vekirî bin. Serdana ji Abdullah Ocalan re di vê çarçoveyê de gelekî girîng e.

‘TÊKILDARÎ PKK’Ê PÊWÎSTÎ BI SERERASTKIRINÊN HIQÛQÎ HEYE’

Divê kesên ku di encama operasyonên têkildarî PKK’ê de hatine girtin, têne darizandin û pêvajoyên darizandinê hemû yên têkildarî PKK’ê di çarçoveya pêvajoya çareseriyê de bêne nirxandin û dozên têkildarî rêxistinê hemû bêne betalkirin. Ev yek ji bo bicihanîna edaletê û rêvebirina pêvajoyê gaveke krîtîk a neçarî ye ku divê bê avêtin. Eger li holê ‘rêxistin’ tine be, hingî yên ku bi hinceta endametiya rêxistinê tevgeriyan e’ hatin sûcdarkirin, ev sûcdarî divê ji holê bêne rakirin. Bi deh hezaran mirovên bi endametiya rêxistinê hatin darizandin divê ji sûcên xwe yên berê bêne rizgarkirin û werin berdan. Banga Ocalan eger wê encamên pratîkî bi xwe re bîne, di vê çarçoveyê de ji bo yên girtî û malbatên wan pêvajoyeke nû, guhertinekê biafirîne.

Ev pêvajo, weke berî û piştî banga Ocalan divê weke guhertineke rasteqîn bê nirxandin. Her wiha ji bo pêvajo têk neçe, pêwîste encamên xwe yên şênber tavilê bêne dîtin. Tenê bi vî rengî têkiliya bi gelê Kurd re dikare bê xurtkirin û baweriya bi pêvajoyê re zêde bibe.”

Kurkçu diyar kir ku divê neyê jibîrkirin, yê ku vê pêvajoyê bi temamî bi rê ve bibe Qesr e û got, “Yanî Erdogan e. Erka Bahçelî nîne ku yekser biryarê werbigire. Erka ku fermanê bide dozgeran, walîtiyan an jî Wezareta Edaletê yekser bi Erdogan re ye, bi AKP’ê re ye. Lê belê heta niha me nedîtiye ku Erdogan di vê mijarê de îrade nîşan daye.”

‘PÊWÎSTE MEDYA JÎ BIGUHERE’

Ertûgrûl Kurkçu anî ziman ku zimanê medya li Tirkiyeyê, ku xwe dispêre xeta weşanê ya saziyên medyayê yên di bin kontrola hikumetê de ne, di mijara nîşandana rast a pêvajoyê de kêm naye û destnîşan kir ku ji bo pêvajo bi rengekî erênî bi rê ve biçe ev rewş divê bê guhertin.

YÊN HATINE ÊTÎKETKIRIN HEMÛ BAJAR

Ji me agahî bistîne!

Eger tu bibî abone em ê nûçeyên lezgîn yekser ji maîla te re bişînin.
Eger tu bibî abone te we wateyê ku tu Polîtikaya Malpera Me dipejînî û dîsa tê wê wateyê ku tu Şert û Mercên me qebûl dikî. Tu kendî bixwazî dikarî ji abonetiyê derkevî
Çi Difikirî?
.0
.0
.0
.0
.0
.0
Nûçeya Berê ROJEVA 11’Ê ADARA 2025’AN
Nûçeya Pişt re Çepnî: Divê em gelên Tirkiyeyê bikin aliyekî vê pêvajoyê
Nirxandinek Bike Nirxandinek Bike

Nirxandinek Bike Cancel reply

You must be logged in to post a comment.

Me Bişopîne!

Tu dikarî li ser gelek platforman rûpelên me bişopînî.
FacebookBiecibîne
TwitterBişopîne
PinterestPîn bike
InstagramBişopîne
YoutubeSubscribe
TiktokBişopîne
TelegramBişopîne
Google NewsBişopîne
LinkedInBişopîne
- Frekans -
Ad image
- Frekans -
Ad image

Navarokên Li Pêş

Di sala 2025’an de li Sûriyeyê zêdeyî 9200 kes hatin qetilkirin

Li gorî bîlançoya Navenda Çavdêriya Mafên Mirovan a Sûriyeyê (SOHR), di sala 2025’an de li…

Ji aliyê Stêrk TV

FEDA û DAKB xwedî li banga dîrokî derketin

Federasyona Elewiyan a Demokratîk (FEDA) û Yekîtiya Jinên Elewî ya Demokratîk (DAKB) ragihand ku ew…

Ji aliyê Stêrk TV

Iraqê bi şîrketa enerjiyê BP’yê ya Îngilîz re peymanên nû îmze kirin

Hikûmeta Iraqê li Kerkûkê ji bo bikaranîna 4 qadên petrol û xazê bi şîrketa enerjiyê…

Ji aliyê Stêrk TV

Ev jî di be ku bala te bikşînin

Rojane

Ji Şandeya Îmraliyê ya DEM Partiyê daxuyanî

Ji aliyê Stêrk TV
Rojane

Bîranîna gerîlayan: Em ê wan ti carî ji bîr nekin

Ji aliyê Stêrk TV
Rojane

Gerîlayên şehîd li Sancaktepeyê hatin bîranîn

Ji aliyê Stêrk TV
Kurdistan

Çîgdem Kiliçgun Uçar: Rêber Apo misogeriya demokrasiyê ye

Ji aliyê Stêrk TV
Ya Berê Ya Pişt re
Stêrk TV
Stêrk TV
Stêrk TV

Li Ser Şopa Heqîqetê

Stêrk TV ji sala 2009an ve di warên siyasî, civakî, çandî û hunerî de weşanê dike. Bi nêrîna azadiya jinê û avakirina civakeke demokratîk, Stêrk TV xebatên civakî, çandî, hunerî, dîrokî, aborî û yên jîngehê dimeşîne. Di çarçoveya parastin û pêşxistina çand û zimanê Kurdî de, bi zaravayên Kurmancî, Soranî, Kirmanckî û Hewramî nûçe û bernameyên cûrbicûr amade dike û diweşîne. Stêrk TV xizmetê li çand û hunera Kurdî dike.

Facebook Twitter Youtube Rss Medium
Kategorî
  • Kurdistan
  • Rojane
  • Çand û Hûner
  • Cîhan
  • Jin
  • Civak & Ekolojî
  • Zanist
Rûpel
  • Têkîlî
  • Frekans
  • Derbarê me de
  • Şert û Merc
  • Rêgezên Malperê
  • Kar Xwestin
  • Kunye

© Stêrk TV. Hemû mafê wê parastîne

adbanner
AdBlock Asteng Dike
Malpera me de reklam hene, ji ber vê sedemê malpera me bixin listeya spî ya AdBlock'ê
Temam, ez ê li listeya spî zêde bikim
Hûn bi xêr hatin

Têkevin hesabê xwe

Te paroleya xwe jibîr kir?